Endama Desteya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif bersiv da pirsên rojnameya me Newaya Jin. Foza Yûsif hevdîtina Heyeta DEM Partiyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, pêvajoya nû ya li Sûriyeyê destpê kiriye, girîngiya Şoreşa Jinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, zîhniyeta HTŞ’ê û êrîşên li ser jinan û gelan bi berfirehî nirxandin.
Ji 27’ê Mijdarê ve li Sûriyeyê pêvajoyek nû heye. Gelo ev pêvajo ji berê ve hatibû plankirin? Em dikarin bibêjin serketin di tepsiya zêrîn de pêşkêşî HTŞ’ê hate kirin…
Bûyerên 27’ê Mijdarê qewimîn, bi tesadufî, di rojekê yan jî di du rojan de çênebûn. Diyar e, planek demdirêj e û amadekariyeke baş jê re hatiye kirin. Di vê planê de hem aktorên herêmî, hem jî yên navneteweyî hebûn. Ji aktorên herêmê Tirkiye rola esasî lîstiye, ji ber ku têkiliyên MÎT’ê û Colanî baş bûn. Wezîrê Karên Derve yê dewleta Tirk Hakan Fîdan bi xwe jî li xwe mikur hat ku ev 10 sal in bi hev re kar dikin.
Li aliyê din Îsralîlê li Sûriyeyê li binke û baregehên Îranê xist, vê jî hişt Sûriye di warê ewlehiyê de lawaz bibe. Ev 14 sal in Sûriye di nava şer û aloziyê de ye. Hem madî û hem jî manewî pirsgirêkên cidî yên artêşa Sûriyê hebûn. Ji ber ku pergala xwe bi temamî li ser esasê gendeliyê dabû rûniştandin. Ev rewşa ku em îro pê re rû bi rû ne, Tirkiye dixwest bi hevdîtinên bi Esed re pêk bîne. Xuya ye Esed bersiv neda daxwazên Tirkiyeyê. Lewma Tirkiye plana B xiste dewrê. Hilweşandina rejîma Esed, derxistina Îranê ji Sûriyê li gorî berjewendiyên wan bû, lihevhatinek navneteweyî hebû li ser vê. Emerîka, Brîtanya, Ewropa ji hilweşandina Esed nerehet nebûn, herkes li hemberî vê bêdeng ma. Ev bêdengî bû alîkar da ku plan bi ser bikeve û bi serket. Her çendî Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) wekî rêxistinek terorîst a tundrew tê pênasekirin jî diyar e jê re rolek hatiye dayîn. Ev rol wê çiqas dirêj bike, temenê wê kine an na, ne diyar e. Lê mirov dikare bibêje; Ji ber ku aktorek lewaz e, hîn serwer nebûye, di lîsteya terorê û dibin zextek mezin de ye, hêzên herêmî û navneteweyî ji bo vê qonaxê guncaw dîtine. Ji bo li gorî ajandeya xwe hîn baştir bikar bînin û li ser hikûm bikin.
Alozî û pirsgirêka Sûriyê nehatiye çareserkirin. Pirsgirêka Sûriyê, pirsgirêka demokrasî, azadî û edaletê ye. Mirov nikare bêje ev bû alternatîfek baş ji bo rejîma Esed. Herkes kêfxweşe rejîma Esed têk çû, ji ber tu feydeyê vê rejîmê ji bo Sûriyê nema bû. Bê çareserî ferz dikirin, ji bo çareseriyê gav ne diavêtin. Ya heyî jî alternatîfek baş nîne. Aliyê wê yê tundrew, dîroka wê, kiryarên kirin, prensîba heta niha li ser meşiyan, ji bo civak û pêkhateyên Sûriyê metirsiyek mezin çêdike.
Mirov dikare bêje ev pêvajo plankirî bû, ji bo ev pêk were, hem hêzên herêmê, hem jî yên navneteweyî li hev kirin. Ji bo vê planê pêk bînin, serbixin HTŞ’ê hat hilbijartin, rol danê û bikaranîn.
*Dema em li dîrokê binêrin, pêvajoya dizaynkirina herêmê diçe heta dema mûdaxaleya li dijî Iraqê. Gelo siberojek çawa li benda Sûriyê ye?
Rast e, rewşa Iraqê û ya Sûriyê gelek dişibe hev. Çawa ku, piştî ketina Seddam mûdaxaleyê Iraqê kirin, bêaramî çêbû, îro heman tişt li Sûriyeyê diqewime. Sedem jî ew e; alternatîfa îro hatiye Şamê nikare pirsgirêka Sûriyeyê çareser bike. Berovajiyê wê; heta dawî, aloziya heyî kûr dike, pirsgirêkên heyî mezintir dike. Di nêzîkatiya ji bo jin û gelan de mirov feraseta HTŞ’ê ya tundrew, zayendperest, nijadperest baş dibîne. Heta niha gelek kiryar çêbûn. Bi vê mirov dibîne dê rewşa Sûriyê zû bi zû çareser nebe, rewşa îro tê jiyîn, qonaxa dûyemîn a krîza Sûriyeyê ye. Gelên li Sûriyeyê jiyanek wekhev û azad dixwestin, daxwaza edaletê dikirin. Lewma li hemberî rejîma Baas rabûn. Di roja me ya îro de jî nêzîkatiyên antî demokratîk û paşguhkirinê heye. Wekî şoreş tê pênasekirin, lê di rastiyê de li dijî şoreşê ye. Gelek axaftinên xweş tên kirin, lê bi gotinê Sûriyek demokratîk ava nabe. Ji bo alozî bi dawî bibe, pêwîstî bi perspektîf û rêbazên demokratîk heye. Rewşa îro diqewime, berovajiyê wê ye. Alozî û bêaramî dewam dike. Ev pêvajo dê xeteriyên hîn mezin bi xwe re bîne. Ji ber ku olperestî û zayendeperestî li ser jinan, li ser gelan xeteriyên pir mezin çêdike. Ji ber van nêzîkatiyan siberoja Sûriyeyê siberojek ronî nîne, alozî wê mezintir bibin.
*Gelo bi destxistina Şamê tê wateya bi destxistina temamê Sûriyê? HTŞ’ê dikare aramiyê pêk bîne yan na, profîleke wiha tê xuyan, ji ber piştî Şam ket destê HTŞ’ê li hemberî Elewiyan komkujî û êşkence hatin kirin.
Sûriye ne homojen e, gelek pêkhate, gelek nasname hene. Her bajarek taybetmendiyên wê hene, li hin bajaran, ziman, çand û baweriyên cûda ne. Hikûmeta ku van reng û cûdahiyan nede ber çav nikare bi awayek xurt temsîla gelên Sûriyeyê bike û serwer be. Dema em li profîla rêveberiya HTŞ’ê dinêrin, ji hêzên tundrew hatine, ji heman eqlî û pêkhateyê ne, misilmanin, Sûnnî ne, ji heman rêxistinê ne. Ji niha ve wekî dîktatorî tê pênasekirin. Dema borî, ne bi kesî şêwirîn, ne jî nêrîna kesî girtin. Hikûmeta demkî li gorî daxwazên xwe ava kirin, bi partî, rêxistinên siyasî, bi hêz û pêkhateyan re ne civiyan, nêrîn ne girtin. Ev nîşan dide, ev hikûmet nikare daxwazên gelên Sûriyeyê pêk bîne. Rast e nû destpê kirine, temenê wan kêm e, lê destpêk girîng e. Heke behsa şoreşê dikin, lazime kirinên rejîma BAAS’ê nekin. Em vê yekê di dema kin de dibînin, hemû tiştên BAAS’ê berê dikir, ew jî dikin. Ev xeteriyek mezin e. Kesên di hundirê HTŞ’ê de cih digirin aliyên wan ên tundrew li pêş e, gelên din qebûl nakin. Helwesteke wan a tolhildanê heye. Vê ne bi qanûnî, bi ferdî dikin, bi feraseta, te zilm li min kir, ez ê jî li te bikim tev digerin. Elewiyan, Kurdan, Durziyan wekî dijminê xwe dibînin. Ev aloziyê metintir dike, rê li ber şerên mezintir û komkujiyan vedike. Li Lazqiyê, Tartusê kirinên li hemberî Elewiyan nîşana vê ye. Ji tevgerek siyasî, nûjen û demokratîk zêdetir, bi pirsgirêkên berê jiyane, dixwazin tolê rakin. Vê jî bi awayekî çors, bi awayek hovane dikin. Vê di hundirê gelên li Sûriyê de tirsek mezin çêkir, herkes ji ber nasname û hebûna xwe di nava tirsek mezin de ne. Ji ber pirsgirêkên hişmendî, rêbaz û nêrînê yên van kesan dê rewşa li Sûriyê zû bi zû çareser nebe. Nêrîna wan, gelek çewt û şaş e, zehmet e di demek kin de ev bên çareser kirin.
*HTŞ’ê der barê îradeya rêveberiya xweser de daxuyaniyên cûda dide, li hemberî destketiyên şoreşê çi rîsk û derfet hene?
Em parçeyek ji Sûriyeyê ne, ya li Sûriyê çêdibe, bandor li me jî dike. Dixwazin dewletek ûnîter, navendî, yek artêş, yek al, yek ziman û yek ol ava bikin. Heta daxuyaniyên didin, daxwaz û kiryarên dikin di vê çarçovê de ne. Pêvajoyek dijwar li pêşiya me ye. Bi rewşa 27’ê Mijdarê ve girêdayî pêre pêre, êrîşên dijwar li ser herêmên me çêbûn. Êrîşî Şehba û Minbicê kirin, dewleta Tirk û çeteyên wê Minbic dagir kirin. Şehba hat valekirin, 80 hezar kes derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn. Çendî tê gotin li Sûriyê rejîm guherî, lê li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrîşên dewleta Tirk nesekinî, heta bi israr e hin herêmên nû dagir bike. Çawa hikûmeta BAAS li hemberî êrîşên dewleta Tirk bêdeng bû, hikûmeta Şamê ya nû jî bêdeng e, li hemberî dagirkirina Minbicê ti daxuyanî neda. Di warê leşkerî û siyasî de metirsiyên mezin hene. Li sînorê Kobanê li hemberî çeteyên dewleta Tirk berxwedanek mezin tê kirin. Dewleta Tirk serveşartî tevlî şer bûye. Li gelek eniyan, hem li hemberî dewleta Tirk û çeteyên wê, hem jî li hemberî rewşa bi giştî li Sûriyeyê diqewime em di nava berxwedanek mezin de ne.
Ji bo rêveberiya xweser pêvajoyek nû destpê kiriye. Partî û rêxistinên siyasî, civakî, hêzên parastinê tev di warê leşkerî, dîplomasî û xebatên civakî de di nava hewldanên mezin de ne. Ji ber ku li hemberî hebûna gelên herêmê, li ser projeya rêveberiya xweser metirsî mezin e. Li hemberî erdheja siyasî û leşkerî ya li Sûriyê çêbû, ji bo em karibin herêma xwe, destketiyên jinan û gelan biparêzin têkoşînek mezin didin.
*HTŞ’ê di cewherê xwe de rêxistineke tundrew e. Di vê pêvajoyê de ji bo were qebûlkirin îmajekê çêdike. Di Sûriya nû de cihê jinê çiye, wekî tê gotin gelo li pêşiya wê Efganîstan a duyem heye?
Her çendî ev erdhej ji bo gelan gelekî zehmet bû, encamên wê giran bûn, ji bo jinan jî erdhejek pir mezin bû, bandorên wê gelek giran bûn. Metirsî heye, pergalek wekî Afrîka bê avakirin. Çawa li Efganîstanê jin xistin nava çar dîwaran, derketin û dîtina jinan qedexe kirin, li Sûriyê jî ev xeterî heye. Wezîrê edaletê gotibû em dixwazin li gorî şerîeta Îslamî bimeşin. Ev peyamek e. Serê jinan girtin. Niha jî dibêjin jinên dadgêr nikarin kar bikin, ji ber ku di Îslamê de tiştek wiha nîne. Li Şamê du jinên alim hatin kuştin. Çeteyan, bi taybetî çeteyên dewleta Tirk serê jinan jê kirin, revandin. Ji 27’ê Mijdarê ve qirkirina jinan destpê kiriye. Divê li hemberî vê têkoşînek mezin were dayîn, ev bibe sîstem, bibe qanûn û yasa.
Li herêma me, şoreşek bi hêz a jinê bi pêş ket. Vê şoreşê ji bo jinan destketiyên mezin ava kir. Pergala demokratîk, azadîxwaz û wekhev a niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heye, li ti devera cîhanê nîne. Ya niha li Sûriyeyê diqewime, beriya her tiştî li dijî şoreşa jinê ye, li dijî ‘Jin Jiyan azadî’ ye. Li hemberî jiyan, hebûn û siberoja jinan metirsiyek mezin e. Li gelek cihan, serhildan çêbûn, nerehetî çêbûn. Kiryarên dikin wekî yên DAÎŞ û rêxistinên tundrew in. Em ê rê nedin ev pergal bibe wekî ya Efganîstanê, nehêlin li vir bê runişkandin. Heke ev pergal bê runişkandin, dê rê li ber qirkirina jinan û xeteriyên mezin veke. Ev jî li dijî jinê ye, li dijî maf û azadiya wê ye.
*Ger em vê demê wekî têkoşîna dijwar a li hemberî DAÎŞ’ê bi nav bikin, wekî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nexşerêya we çiye?
Wekî tevgerên jinan divê em di ferqê de bin, metirsiya li ser me çiqas mezin e. Ev gelek girîng e, ger em ne di ferqa rewşê de bin, em ê bi encamên gelekî giran re rû bi rû bin. Li gelek deverên Sûriyeyê civînên jinan tên lidar xistin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê em jî di nava hewildanan de ne vê pêvajoya heyî bi awayekî rast bixwînin, li gorî wê rêxistina xwe çêkin, bernama xwe ava bikin û xeta çalakiyê diyar bikin. Hem li vir hem li Şamê wê civînên jinan çêbin. Rojên destpêkê li hemberî kiryaran bertekên jinan çêbûn, ev bi wata ne. Hate gotin; Jinên ji Sûriyeyê vê rewşê qebûl nakin, ev îşaretek gelekî baş e, lê têrê nake, pêwîste em tevgerên jinan, bên ba hev, stratejiyek hevbeş ava bikin. Çi dixwazin wê bibêjin. Li hemberî vê xeteriya em pêre rû bi rû ne, daxwazên me wê çibin, bi çi rengî têbikoşin, rêbaza me ya têkoşînê dê çawa be, bername lazime çibin, pêwîst e em bi hev re diyar bikin. Pergala baviksalar û desthilatdar îro bi rêxistinkiriye. Her çendî di mijarên netewî, çînî û baweriyan de nakokiyên wan hebin jî, lê di mijara jinê de li hev dikin, bêdeng in û xemsar in. Wekî tevgerên jinan divê em yekîtiya xwe ya fikrî çêkin, çalakî û prensîban pêş bixin. Di sala 2024’an de me dest bi nivîsandina peymana civakî ya jinê kir, niha ber bi xilasbûnê ye. Em dixwazin vê peymanê bikin, peymana tevahî jinan. Dema me peyman amade kir, tenê ji bo jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû, wê demê derfet nebû em bi jinên din re bikin yek. Rewşa siyasî niha dest dide, em dikarin xwe bigihînin hemû jinan, ger em li ser vê peymanê li hev bikin, em ê karibin têkoşînek bi bandor pêş bixin. Heta em di nava xwe de peymanê çênekin, di peymana giştî de jî nikarin bi bandor bin û encamê bigirin. Ji bo em di destûra nû ya Sûriya siberojê de mafê jinê misoger bikin, lazime nêrîna me jinan yek be. Di nava jinan de parçebûn heye, ev xeter e. Li Helebê jin meşiyan, jinên di nava HTŞ’ê de rabûn HTŞ’ê ya tundrew parastin. Beşek ji jinan, ne di ferqa xwe û xeteriyê de ne, pergala baviksalar çavê wan girêdaye, vê nabînin. Ji bo em rê li ber lîstikên zilam bigirin pêwîst e em xwe bigihînin hemû jinan û tevgerên wan. Bawerim, bi civîn û xebatên li pêşiya me, em dê nexşerêyek rast derxin. Em ê bi hev re biryarê bidin, ji ku çawa û bi kîjan rêbazî destpê bikin.
*Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ji bo jinên cîhanê hemûyan bû hêvî. Çi erk dikeve ser milên jinên cîhanê. Hestiyariya heyî têrê dike yan na?
Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bingeha şoreşek pirmezin ava kirin, gav hatin avêtin. Ev ji bo jinên Rojhilata Navîn û cîhanê bû çavkaniya hêviyê, bû model da ku jin li welatê xwe jî pêk bînin. Hem teorî û hem jî pratîka wê, ji bo jinan bû manîfestoya jiyana nû û azad. Ji ber wê pergala baviksalar destwerdan kir, xwestin şoreşê bifetisînin, di nava hewildana wê de ne. Em di wê baweriyê de ne, şoreşa jinê çawa ji bo jinan bû hêvî, heke bê fetisandin wê hêviyên jinan li gelek deverên cîhanê bifetise. Ev dê me bi sedsalan paş bixe, paşde vegerîne. Rewşa îro li Sûriyeyê diqewime, tenê pirsgirêka jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û jinên ji Sûriyeyê nîne, pirsgirêka hemû jinên cîhanê ye. Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, şoreşa ‘Jin jiyan azadî’ bi keda hevgirtina jinan çêbû, pêwîste bi hevgirtina jinan mayînde bibe. Bi qasî em dişopînin, bertekên pêwîst nehatin nîşandan. Pêwîst bû li hemberî kiryarên li Sûriyeyê çêbûn bertekên hîn xurttir pêşbikevin. Rewşa li Efganîstanê, komkujiyên ku dikin, li ber çav e. Heke em naxwazin heman tişt li vir dûbare bibe, lazime jin xwedî li nirxên xwe, şoreşa xwe derkevin. Ji bo rewşa li Sûriyeyê diqewime bigire dest, li hemberî wê helwestê nîşan bide, diviyabû li ser asta Rojhilata Navîn û cîhanê civînên awarte û platform çêbiban. Jinan dengê xwe bilind kiriban, zext çêkiriban. Qasî me şopand çênebûn, ger çêbûbe jî lewaz in.
Pergala desthilatdar a cîhanê xwe li ser desthilatdariya mêr ava dike, dixwaze tevgera demokratîk û azadîxwaziya jinê têk bibin, li şûna wê pîvanên jin ên modernîteya kapîtalîst serwer bikin. Destwerdana îro li Sûriyeyê kirin, parçeyek ji vê planê ye. Em jin divê şiyar bin, helwesta me bi hêz be û bi rêxistinkirî tevbigerin. Helwestên kesî têr nakin, ger em helwestek kolektîf nîşan bidin wê wateya wê hebe, bandora wê hebe. Ji bo em karibin pergalê û encamên em pê re rû bi rû ne, bidin sekinandin û ji holê rakin, lazime helwestên me radîkal û fireh bin û hemû jinan bigirin nava xwe. Helwestên hatine nîşandan têr nake, têkoşînek dijwar pêwîst e. Divê em bi biryardarî xebatên hemleyî pêş bixin ji bo piştgiriya şoreşa jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Em xwe nexapînin, metirsî gelek mezin e, divê em têkoşîna xwe birêxistin bikin.
*Bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin hene. Gelo peyamên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê çiqas bandorê li rewşa Sûriyeyê bike?
Rewşa dawî bi rewşa Tirkiyeyê û herêmê ve girêdayî ye. Dewleta Tirk bi siyaseta xweya netewe dewlet, nijadperest, olperest û zayendqerest, ji bo hemû gelên li Sûriyeyê û herêmê tehdîtek pir mezin e. Eger çareseriyek demokratîk ji bo pirsgirêka Kurd bi pêş bikeve, wê bandorê li herêma me jî bike. Herêma me îro dibin êrîşek pir mezin de ye. Pêvajoya 2013’yan di warê siyasî, leşkerî de pêvajoyek serketî nebû, destpêkek bû. Dîsa jî di warê pozîtîf de bandoreke mezin li Kurdistanê kir. Em di wê baweriyê de ne ger ev pêvajo li Tirkiyeyê li ser bingehek rast, diyalog û çareseriya demokratîk pêş bikeve wê di warê erênî de bandorê li danûstanên me yên bi Tirkiyê re, li Sûriyeyê û li Kurdên li beşên din ên Kurdistanê jî bike. Ev 40 sal in şerek tê kirin. Vî şerî ji bilî kuştin, feqîrî û êşê tiştek din neanî, hem ji bo gelê Kurd û hem jî ji bo gelê Tirk. 41 sal in Sûriye di nava aloziyek mezin de ye. Rejîma BAAS xwest bi rêbazên şer pirsgirêkê çareser bike, di dawiyê de hilweşiya. Tenê rêyek a çareseriyê heye, ew jî rêya diyalogê ye. Bi rêya danûstandinê û fêmkirinê em dikarin pirsgirêkên xwe çareser bikin. Hemû rêbazên din ji bilî tunekirinê tiştek din nayne. Em bi hêvî ne pêvajoya niha destpê kiriye, bi tendurist û serketî bimeşe, gava herî bi wate û bi encam jî eve. Ger niyetek baş hebe û mudaxale çênebe em ê heta dawî destek bikin, çi berpirsyarî bikeve ser milê me, ji bo Rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em ê pêk bînin.