Dema jin dibin yek encamĂȘ digirin

- BerĂźtan ZAGROS
58 görĂŒntĂŒleme
Eger jin bibin yek, ti tißteke nekarin biguherin wĂȘ nebe. LĂȘ mixabin pirsgirĂȘka sereke ya li pĂȘß çareserkirina pirsgirĂȘka jin Ă» tĂȘkoƟüna bi ƟüdetĂȘ re jĂź parçebĂ»ne. Jin jĂź ji aliyĂȘ siyaseta mĂȘr ya desthilatdar ve hatine parçekirin.  Ji ber vĂȘ di mijarĂȘn hevpar de jin jĂź nikarin yek deng bibin. Di vĂȘ navberĂȘ de yĂȘn dibin qurbanĂȘ vĂȘ parçebĂ»na ku eqliyeta mĂȘr çĂȘkiriye, dĂźsa jinin.

Helbet li herderĂȘ heya astekĂź girĂźng ji ber nĂȘrĂźnĂȘn ĂźdeolojĂźk Ă» polĂźtĂźk parçebĂ»n di nava rĂȘxistinĂȘn jinan de hene, lĂȘ parçebĂ»na di nava jinĂȘn BaĆŸĂ»rĂȘ KurdistanĂȘ li ti devera cĂźhanĂȘ Ă» KurdistanĂȘ nayĂȘ dĂźtin. Tabloya hĂȘzĂȘn siyasĂź yĂȘn BaĆŸĂ»r ya parçeyĂź, çend qat din zĂȘdetir di nava jinan de heye. Jin ji parçebĂ»nĂȘ jĂź wĂȘdetir hĂȘza wĂȘ hatiye atomĂźze kirin Ă» ji taqet hatiye xistin. Weke nimĂ»ne ji bo tĂȘkoƟüna bi Ɵüdeta li ser jinĂȘ re heya niha li HerĂȘma KurdistanĂȘ bi sedan kom, ĂźnsiyatĂźf, platform Ă» rĂȘxistin hatine avakirin. Her yek ji aliyĂȘ xwe ve hewl dide xebatek bide meßandin, lĂȘ ji ber vĂȘ belavbĂ»nĂȘ Ă» parçebĂ»na zĂȘhniyetĂȘ encameke tĂȘ xwestin nayĂȘ bidestxistin. Li dewsa avakirina evqas koman, ev eger dibin sĂȘwanek de kom bibin Ă» pĂȘßekiyĂȘn wan çareserkirina pirsgirĂȘka jin Ă» çanda ƟüdetĂȘbe, wĂȘ bikarin sĂźnerjiyekĂź ava bikin. LĂȘ mixabin ev wer hĂȘsan nabin. Ji ber jin hĂźn jĂź nebĂ»ne yĂȘn xwe ango ‘XwebĂ»n’a xwe pĂȘk ne anĂźne. Ev komĂȘn ku bi mebesta tĂȘkoƟünĂȘ tĂȘn avakirin, di nava demekĂź kurt de parçe dibin Ă» bihev dikevin. Ev jĂź bi destĂȘ fitne Ă» destwerdanĂȘn mĂȘran tĂȘn kirin. Ev yek jĂź giraniya wan a li civakĂȘ de nahĂȘle Ă» wer dike ku civak wan cidĂź negire Ă» sivik nĂȘz bibe.

Hevpeymaniya JinĂȘn KurdistanĂȘ

Weke din jĂź ev xebatĂȘn dibin navĂȘ tĂȘkoƟünĂȘ tĂȘn avakirin pißtĂź demekĂź kurt tĂȘ fĂȘmkirin ku ne ji bo xebatĂȘ, ji bo reklamkirina partiyan anjĂź kesayetĂȘn dewlemend Ă» Ɵürketan hatine avakirin. TevĂź ku heq nekirine jĂź salane bi dehan kes ji ber xebatĂȘn(…!) wan ĂȘn qet ne hatine bihĂźstin Ă» dĂźtin tĂȘn xelatkirin. Ev jĂź ji kar zĂȘdetir kesayeteke sexte, reklamĂźst Ă» popĂ»lĂźst bixwere tĂźne. Bi vĂź awayĂź pĂȘƟü li tĂȘkoƟüna rast a ji bo berjewendiyĂȘn jinan tĂȘn girtin. Weke nimĂ»ne herĂź dawĂź li HewlĂȘrĂȘ Hevpeymaniya JinĂȘn KurdistanĂȘ hate ragihandin. Ev hevpeymanĂź ĂźdĂźa dike ku wĂȘ li ser rojevĂȘn jin hevdengiyekĂź çĂȘbike, bandorĂȘ li ser biryarĂȘn hikĂ»met Ă» parlementoyĂȘ yĂȘn derbarĂȘ jinan Ă» gißtĂź civakĂȘ de bikin. LĂȘ tevĂź ev navĂȘ mezin li xwe kirine jĂź, gelek rĂȘxistin Ă» saziyĂȘn jin ji ber nĂȘrĂźna wan a ĂźdeolojĂźk Ă» polĂźtĂźk cĂ»dahbĂ»n, tevlĂź hevpeymaniyĂȘ ne hatin kirin Ă» heta agahiya gelek rĂȘxistinĂȘn jin jĂź ji vĂȘya nebĂ» Ă» heta nĂźne jĂź. DivĂȘ bĂȘpirsĂźn ev birastĂź çiqas hevpeymaniya jinĂȘn HerĂȘma KurdistanĂȘ ye? DĂźsa di van salĂȘn dawiyĂȘ de komxebata jinĂȘn serkirde li HerĂȘma KurdistanĂȘ çĂȘdibe. JinĂȘn di nava hikĂ»metĂȘ, parlementoyĂȘ Ă» partiyan de tevlĂź vĂȘ komxebatĂȘ dibin. LĂȘ dema li vĂȘ platformĂȘ jĂź dinĂȘrin ne xebateke dikeve bin berjewendiya jin de tĂȘdĂźtin, ne jĂź rengĂȘ jin tĂȘde xuya dibe. Her wiha gelek jinĂȘn pĂȘßeng Ă» birastĂź jĂź dikarin di asta pĂȘßeng de ezmĂ»nĂȘn xwe parve bikin, ji ber cĂ»dabĂ»nĂȘn ĂźdeolojĂźk Ă» siyasĂź ji derveyĂź van platforman tĂȘn hißtin. Lewma ev platformĂȘn ji civakĂȘ dĂ»r Ă» heta li ser civakĂȘ re ßeklĂź dimĂźnin Ă» bi fiyasko encam dibin.

QanĂ»na ƞüdeta nava malĂȘ Ă» ya dijĂź jĂźnĂȘ bĂ»

LĂȘ li gel van hemĂ» aliyĂȘn neyĂźnĂź jĂź hinek pĂȘßketinĂȘn kĂȘm lĂȘ erĂȘnĂź jĂź di nava salĂȘ de hebĂ»n. Me di hinek nimĂ»neyĂȘn kĂȘm de dĂźt ku eger jin yek bigirin Ă» li ser yek rojevĂȘ rawestin, dikarin zexteke cidĂź li ser destilatĂȘ çĂȘbikin Ă» pĂȘƟü li guhertinan vekin. Weke nimĂ»ne du sal ragihandina azad goristanĂȘn jinan yĂȘn bĂȘnavnüƟan xistin rojeva xwe. Du goristanĂȘn jinan yĂȘn heya niha zĂȘde ne hatibĂ»n dĂźtin Ă» kes behs nekiribĂ»n, ragihandina azad mijarĂȘ xistin rojeva jinan Ă» rexne li civakĂȘ Ă» bi taybet jĂź hikĂ»metĂȘ girtin. PißtĂź ragihandin rojeveke taybet li ser mijarĂȘ çĂȘkir, ket rojeva gelek rĂȘxistinĂȘn jin. RĂȘxistinĂȘn jin jĂź li ser rojeva ku çĂȘbĂ»ye dest bi daxuyanĂź Ă» çalakiyĂȘn nerazĂźbĂ»nĂȘ kirin. Jin 25’ĂȘ MijdarĂȘ Ă» 8’ĂȘ AdarĂȘ li ser goristanĂȘ wan bĂźranĂźn. Gul danĂźn ser her hemĂ» gorĂȘn jinĂȘn hatine qetilkirin Ă» ßitil çandin. Her wiha jin di xebatĂȘn xwe yĂȘn hunerĂź de rexne li hikĂ»metĂȘ girtin Ă» wĂȘneyĂȘn goristanĂȘ di pĂȘßengehan de nüƟandan. Daxwaza jinan ewbĂ» ku kujer bĂȘn cezakirin, nasnameya jinĂȘn hatine qetilkirin ji bo wan were vegerandin Ă» nirxa divĂȘ jibo wan were dayĂźn. HerĂź dawĂź CĂźgirĂȘ HikĂ»meta HerĂȘma KurdistanĂȘ Qubad TalabanĂź li ser rexne Ă» daxwazĂȘn jinan biryarek da Ă» ragihand ku ĂȘdĂź wĂȘ ti jin bĂȘ nasname Ă» navnüƟan neyĂȘn veßartin.Herçend vĂȘya jixwere kiribin mijareke reklamĂȘ jĂź, lĂȘ di rastiyĂȘ de ragihandina azad Ă» hĂȘza hevgirtĂź ya jinan vĂȘya serxist. Li gorĂź biryarĂȘ heya nasnameya wĂȘ neyĂȘ pißtrastkirin wĂȘ cenazeyĂȘn wan neyĂȘn veßartin. Helbet ev biryar tenĂȘ ji bo ya SilĂȘmaniyĂȘ derbas dibe Ă» li HewlĂȘrĂȘ jĂź heman goristan heye. Di vir de mijara ku dixwazim balĂȘ bikiƟünim ser ewe ku dema jin di hinek rojevan de hemfikir dibin dikarin encam bigirin. Mijareke din a jin di nava salĂȘ de li ser rawestiyan Ă» yekdengiyĂȘ çĂȘkirin yasaya tĂȘkoƟüna bi Ɵüdeta li ser jinĂȘ re ye. QanĂ»na ƞüdeta nava malĂȘ Ă» ya dijĂź jĂźnĂȘ bĂ». Li gorĂź parlementerĂȘn jin Ă» parĂȘzerĂȘn jin ev qanĂ»n tenĂȘ Ɵüdeta nava malĂȘ bi gißtĂź digire nava xwe. LĂȘ eger jin li derveyĂź sĂźnorĂȘ malĂȘ ƟüdetĂȘ bibĂźnin bi qanĂ»n ne hatiye destnüƟankirin. Her wiha jin di 25’ĂȘ Mijdara 2021’an de diyar kirin kujerĂȘn jinan cezayĂȘn kĂȘm digirin, ji ber vĂȘ rĂȘjeya ƟüdetĂȘ li HerĂȘma KurdistanĂȘ zĂȘde dibe. Yek ji rojeva sereke ya jinan ya Ăźsal guhertina qanĂ»na tĂȘkoƟüna bi Ɵüdeta li ser jinĂȘ re bĂ». Ev roj hĂźn jĂź berdewam dike Ă» li parlementoyĂȘ jĂź rĂ»nißtinek ji bo vĂȘ qanĂ»nĂȘ çĂȘbĂ», lĂȘ hĂźn encam negirtiye. LĂȘ mijara di vir de jĂź divĂȘ em balĂȘbikiƟünin ser ewe ku jin dema li dora yek mijarĂȘ kom dibin, dikarin encamĂȘn baß bidest bixin.

Peyama sala nĂ»

Mijareke din a mohra xwe li salĂȘ jĂź xist, pĂȘßengiya jinan a ji xwepĂȘßandanĂȘn dijĂź bĂȘdadiya desthilata HerĂȘma KurdistanĂȘ re bĂ». Jin hem pĂȘßengiyĂȘ ji nerazĂźbĂ»nĂȘn li dijĂź nebĂ»na xizmetgĂ»zariyĂȘ, hem li dijĂź kedxwariya hikĂ»metĂȘ Ă» cihĂȘkariya li hember mamosteyĂȘn jin re derketin. Di eniyĂȘn pĂȘß yĂȘn xwepĂȘßandan de cihĂȘ xwe girtin Ă» çalakiyan rĂȘvebirin. Sala 2021’an jĂź bi xwepĂȘßandanĂȘn xwendekaran bi dawĂź kirin. Ji raperĂźn heya Soran li seranserĂȘ bajarĂȘn HerĂȘma KurdistanĂȘ dengĂȘ herĂź bilind yĂȘ neraziyan yĂȘ jinan bĂ»n. Desthilata herĂȘmĂȘ xistin rewßeke tengav Ă» neçarkirin di hinek mijaran de gav biavĂȘje. BĂȘgĂ»man di vĂȘya de bandora tĂȘkoƟüna jinan ya li çiyayĂȘn KurdistanĂȘ Ă» parçeyĂȘn din ĂȘn KurdistanĂȘ ya ApoyĂź heye Ă» bi awayeke ne rasterast bandora wĂȘ tĂȘ dĂźtin. Xebateke din a girĂźng a di nava salĂȘ de balĂȘkißand ser xwe jĂź xebatĂȘn fikrĂź, hunerĂź Ă» perwerdehĂź yĂȘn Navenda LĂȘkolĂźnĂȘn JineolojiyĂȘ ya BaĆŸĂ»rĂȘ KurdistanĂȘ bĂ». Yek ji xebata ku hĂȘvĂź dide Ă» dikare guhertin Ă» veguhertinĂȘn zĂȘhnĂź li BaĆŸĂ»rĂȘ KuridstanĂȘ çĂȘbike, Jineoloji ye. Ji ber vĂȘ herdiçe jinĂȘn xwedĂź lĂȘgerĂźn, rewßenbĂźr, hunermend li dora xwe kom dike Ă» dibe navendeke girĂźng a çareseriyĂȘ ji bo hemĂ» pirsgirĂȘkĂȘn jinan. Ev xebat ku hĂźn nĂ» nĂ» destpĂȘkiriye, çav li rĂȘye di vĂȘ sala nĂ» de gavĂȘn mezintir ji bo azadiya jin biavĂȘje. Di nava salĂȘ de di warĂȘ tĂȘkoƟüna jinĂȘ ya hevpar de gelek lawazĂź hebin jĂź, lĂȘ dikarin bĂȘjin ku di dawiya salĂȘ de nüƟaneyĂȘn dilxweß ji bo tĂȘkoƟüna jinan li BaĆŸĂ»rĂȘ KurdistanĂȘ çĂȘbĂ»n Ă» ev di heman demĂȘ de peyama sala nĂ»bĂ» ku wĂȘ ev sala pĂȘß me ji bo tĂȘkoƟüna jinan jĂź dijwartir Ă» bi gotineke din bihĂȘztir bibe…