Dengê jinên Sehrawî bibihîzin!

- Tîjda Semsûr
200 views
5-6ê Mijdara 2022’an li Berlîna Almanyayê 2. Konferansa jinan a navnetewî pêk hat. Tevgera jinên Kurd pêşengiya vê xebata giring kir. Konferans di bin banê Tevna Jin Pêşeroja xwe dihûnin bi banga ‘Şoreşa me ya azadkirina jiyanê ye’ bi beşdariya zêdeyî 600 delegeyan pêk hat. Di konferansê de jinên ji çar aliyên cîhanê li derdora zanista Jineolojî gehiştin hev, ezmûnên xwe parve kirin û çareseriya pirsgirêkên xwe nîqaş kirin.

Di van gotubêjan de jî derket holê jin li ku derê bin di warê hebûn û azadiyê de rastî heman astengiyan tên. Lewma giringe çareseriyan jî hevbeş peyda bikin. Ji welatê Sahrawî jî delegeya konferansê Sekretera Giştî ya Yekîtîya Netewî ya Jinên Sahrawî Şabe Sênî bû. Şabe Sênî di konferansê de li ser rewşa jinên Sehrawî axaftinek kir. Ew jinên ku bi salaye hem li dijî dagirkeriya Mexribê hem jî li dijî cinsiyetparêziya civakî têdikoşin. Li aliyekê têkoşîna azadkirina welat, li aliyê din têkoşîna azadiyê ya jinê di bin heman sêwanê de digehe yek. Rojnameya me li gel Şabe Sênî hevpeyvînek kir. Sênî bi berfirehî bersiv da pirsên derbarê rewşa jinan û her wiha diyar kir bala wan li ser têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd e.

Em dikarin destpêkê we nas bikin, Şabe Sênî kiye?

Slav, ez gelekî şad im ku we derfet da bi rêka vê hevpeyvînê xwe bidim nasîn. Ez vê hevpeyvînê ji bo xwe wekî nirxdayînekê ji hêla wan jinên têkoşer, berxwedêr ve dibînim li hemberî jinên ku li Biyaban an go Sehrayê kar dikin. Her wiha bi rêka vê hevpeyvînê we derfet da ew jinên Biyabanê jî xwe bidin nasîn, doza xwe jî şîrove bikin. Gelek spasiya we dikim. Navê min Şabe Sênî ye. Ez sekretera giştî ya Jinên Sehrayê me. Ez bi xwe ji çola rojava me. Çola rojava yek ji wan welatên ku di bin dagirkeriya Spaniya de bû sala 1948’an. Mixabin ew yek ji wan welata ne ku hate radesgikirin ji dagirkeriyê re. Ev jî rastiya çola rojava bû. Spaniyan welat radestî dagirkirina Mexribê kirin. Ji wê demê û heta niha gelê çolê, bi taybetî jina li çolê dixebite û têdikoşe, li berxwe dide ji bo rizgarkirina welatê xwe.

Gelo niha rewşa li welatê we çawa ye? Hûn jin di warê aborî, civakî û polîtîk de pirsgirêkên çawa dijîn?

Sehra koloniyala herî dawî ye, dikeve Bakurê Efrîqa. Niha jî di bin dagirkeriya Mexribê de ye. Em di wargehên penaberan de li çola rojava wekî du beşan dijîn; nîvê beşa yekemîn di bin dagirkeriya Mexribê de ye. Nîviyê din jî kampên penaberan ên li çolê dijîn li başurê Cezaîrê ye. Navê dewleta me El – Cimhuriya El – Erebiya El Sahrawiya El – Dîmoqratiyê ye. Li cem me tevgera rizgariyê navê wê Cebha El – Polîzaryo ye, ew jî baş tê naskirin. Wekî jinên penaber pirsgirêka me ya sereke bêparbûna ji welat e. A din jî haya kesekî ji wan jinên xwişk, ên berxwedêr û têkoşer tune ye, di cîhanê de nayên naskirin, wekî jinên penaber li çolê kesek rewşa wan ku di bin siya dagirkeriyê de ne nasnake. Di bin siya vê dagirkeriyê de kirinên çapemeniyê hene, sergirtinê dikin. Lê li kampên Iza û Kerama, li kampên penaberên çolê jina Sehra bi xwe karê kampan bi rêve dibe. Bi awayeke azad. Van jinan hêşt ku kevir li ser kevir bingeha saziyan were avakirin. Lê kesek vê xebata wan ji raya giştî re nîşan nade. Mîna dîwarekî dagirkeriyê Mexribê daniye, ev welat kiriye du perçe. Çawa dagirkeriya Israîlê li dijî gelê Filistînê dîwar ava kiriye, wiha li welatê me jî vî dîwarî Sehra kiriye du perçe. Em li ser xaka xwe ne, lê em li du perçeyan dijîn. Gelek jin têne girtin û wan dixin girtîgehan. Ew jinên polîtîk in. Ew jin kesayetên ku mafê jinan dixwazin. Heta jinek heye navê wê Sultane Uxeya ye, ji ber ku aktîvîst bû, pir bi nav û deng bû, hikumeta Mexribê li ser biryar girt ku di mala xwe de bimîne û dernekeve derve. Bûyera herî sosret jî ew e di mala wê de jî destavêtin, madeyên kîmyawî xistibûn canê wê. piştre du jin ji Amarîkayê hatin piştgiriya wê kirin, rewşa wê fam kirin, pêre ketin rojiya birçîbûnê. Piştî vê helwestê Mexrib neçar ma ku ew tecrîda li ser rake. Êdî ew jin bi xwe re derxistin Ewropayê. Niha jî ew jina aktîvîst li hemû Ewropayê digere. Çûye Belçîka, li Spanya, Fransa digere semîneran dide. Di semîneran de behsa rewşa li walatê me dike. Taybet jî rewşa jinan.

Di wargehan de statuya jinan çawa ye?

Em wekî gel bi alîkariyên mirovî dijîn. Ji ber em ne li ser xaka xwe ne, xêr û bêra welatê me ne di destê me de ye,  ser erd û bin erda me di bin destê dagirkeriyê de ye. Çavkaniyên xwezayî yên hene dagirkeriya Mexribê jê sud werdigire. Dewlemendiyek pir mezin heye, wekî masî, av,  hesin û zêr. Ji van hemûyan dagirkeriya Mexribê sud werdigre, ne gel. Di kampan de jî rêxistina yekemîn jinên Sehrayê dan destpêkirin. Di warê rêveberiyê de jî di warê xebatên polîtîk de jî. Li gel me gelekî şerme ku kes jinê piçûk bixe. Xala giring ev e; zilm û zora ku jina Sehrawî dijî heta roja îro jî dagirkerî ye. Her çendî rewş wisa ye, lê li gel me zagonên me hene. Qanûnên me yên bingehîn a Cebha Polîzaryo heye. Ev wekheviya di navbera herdu zayendan de, asta demokrasiyê û cihê jina Sehrawî diyar dike. Ji ber ew jin têkoşer e, berxwedêr e, ew a ku mil bi milê zilamê Sehrawî di şoreşê de kar kir ji bo ku hebûna wê di hemî qadan de hebe. Bi rastî jî xwe da îsbatkirin ku dikare û hêza wê heye. Li gel me komîteyên jinên Sehrawî hene ku ji bo mafên mirovan kar dikin. Ew komîte rewşa heyî di kampan de dişopînin û raporan ji saziyên mafên mirovan re dinivîsin. Dikarim bêjim kes nikare nêzî vê jina Sehrawî bibe. Ji ber ew hevjîn e, ew dayik e, ew xwedî hebûn e, ew bi xwe karê xwe bi rêve dibe, ew mamoste ye, ew bizîşk e, ew siyasetmedar e, ew a serhildêr e, ew di wan kampan de her tişt e. Çima em dixwazin hemî jin werin û me bibînin? Em dixwazin modela li vir bibînin, modelek ku jin çawa dikare xwe bi rêve bibe. Wê modela ku her çendî peneberî û dagirkerî heye, lê ew jin a ku karî bi hêza xwe çola jiyan lê tune veguherîne çavkaniya jiyanê. Em jî di vî alî de spasiya xwe ji dewleta Cezaîr re dişînin, spasiya ji gelê wê re, hukumeta wêre, ku wan em wekî gelên Sehra li ser xaka xwe pêşwazî kirin, ji bo ku em vê dewletê ava bikin ku navê wê El – Cimhuriya El –  Erebiya El Sahrawiya El – Dîmoqratiye. Ev cumhuriyeta ku xwedî gelek zagona ye di yekîtiya Efrîqa de. Lê dîsa jî Cebha El Polîzariyo jî nûnerên xwe hene li her derê cîhanê, di nava Welatên Yekbûyî de jî. Ji aliyê 88 welatan ve tê nasîn. Heta ji hêla yekîtiya Efrîqa,  Amerîka Latîn û hin welatên Ereb ve jî. Li welatên wekî Almanya û Swîsre jî nûnerên me hene. Hîn nufusa me nehatiye jimartin, me nekarî em bizanin li perçeya di bin dagirkeriyê de jimara me çende. Lê heke em li kampan jî binêrin wê zêdetirî milyonekî be.

Jin di qada polîtîkayê de çiqasî aktîf e, nûnertiya wê çawa ye?

Li gel me di hukumeta Sehrawî de nêzî ji %24 tevlîbûn heye. Di perlemana Sehrawî de ji %32. Ji aliyê desteya cebha Polîzaryo jî 6 jinên me hene cihê xwe di rêveberiyê de digirin. Lê ger kêmasî hebe dîsa sedem zihniyeta mêr e. Nimune; di gelek jinan de hişmendiya mêr heye. Hilbijartina zilaman di ser a jinan de dibînin. Di nava jina Sehrawî de jî hinek jin hîn jî kuran di ser keçan re dibînin.

Jin bi çi awayî têkoşîna xwe dimeşînin? Pîlansaziyên we çi ne? Li dijî dagirkeriyê hûn bi çi rêbazan têdikoşin?

Ji bo têkoşîna me li hemberî dagirkeriyê li Sehrayê cebha Polîzariyo heye. Artêşa Tehrîr Al Şab El Sehrawî jî artêşa Rizgarkirina Gelê Sehrawî bû. Bi banga yekîtiya Efrîqa û Welatên Yekbûyî ji bo sekinandina şer bi Cebha Polîzariyo re muzakere pêkhatin. Ji wê demê ve em derbasî pîlana aşîtiyê bûn. Lê mixabin ji ber fêlbaziya Mexribî ew proje jî neçû serî. Armanca wê projeyê dayîna mafê gelê Sehrawî bû. Hukumeta Mexribî dît ku ji her alî ve alîkariya me tê kirin, li hemberî wê derket. Di sala 1975’an de şerê yekemîn dest pê kir. Heta  1991’ê Hesenê duyemîn ê Melikê Mexribê xwest muzakere di navbera Polîzariyo û hukumetê de çêbe. Niha jî têkoşîna me li ser vî bingehî berdewam e. Armanca hukumeta Mexribî Otonomî bû, armanca me jî serxwebûn û azadî bû. Me xwest em serbixwe bikaribin çarenûsa xwe diyar bikin.

Di cebha Polîzariyo de di her şandeyekê de 4 zilam û jinek hebû, heta niha jî wisa dewam dike. Eger jin nebe nabe.

Gelo di nav cebha Polîzariyo de rêxistina jinan a xweser heye?

Erê rast e rêxistina jinan a xweser ji xwe di bin siya cebha Polîzariyo de heye. Tenê kar û barê wê ew e jinan bi rêxistin dike. Ew dibe nûnera hemû jinan. Em dixwazin hemî cîhan van rastiyên me nas bike. Bila rewşa jinên Sehrawî nas bikin. Destekê bidin doza wê. Jina Sehrawî wê baweriya xwe hebe ta ku xaka me rizgar bibe. Dema serxwebûna netewî jî çêbibe, em ê wisa bimînin. Divê em ezmûna têkoşîna xwe li tevahiya cîhanê belav bikin. Bi rêka vê konferansê, sedema hebûna me di beşdarbûnê de ew e em dengê jinên Sehrawî bigihînin tevahî dinyayê. Bila her kes bizane li vir jineke nêzî 45 sal in têdikoşe, kedê raber dike ji bo azadiya welatê xwe heye.

Hûn ji bo tevgera jinên Kurd çi dihizirin? Hûn tecrûbeya hûnandina Şoreşa Jinê ya Rojava çawa dinirxînin?

Ev ezmûnekî têkoşîna jinê ye. Em pê bawer in. Em bi jinên ku dixwazin azad bin pê bawer in, çi di warê çandî, çi polîtîk, çi jî di warê civakî de be. Têkoşîna jina Kurd ne kêmtire ji ya jina Sehrawî. Ji ber ku ew jî ji bo xaka xwe, azadiya xwe têdikoşe. Li şûna belavbûnê dixwaze hebûna xwe bide diyarkirin. Têkoşîna jinan li her welatekî ji hev cuda ye, lê dîsa em di yek armancê de digehin hev. Her têkoşînek sedemên wê hene, zilmek li ser jinan heye, şîdetek li ser jinan heye. Jina ku bê welat be, hebûna wê jî nîne. Ev jî rastiyek e. Heta rûmeta wê jî nîne. Ez ji bo têkoşîna jinên Sehrawî jî dibêjim, azadiya welat azadiya jinê ye. Nimûne ez dixwazim bêjim, nabe tu li ser axa welatê wekî penaberan dijî, ev nabe. Lewma divê welat hebe ji bo ku li ser azad bijîn. Lewma ezmûna jinên Kurd gelek giring e. Em tekoşîna xwe jî tevlî têkoşîna wan dikin.

Hevpeyvîn: Tîjda Semsûr
Werger: Nergîz Îsmaîl