Dengê şoreşa jinê ya li Îran û Rojhilatê

- Çîmen ARAS
443 views
Her şoreşek bi çirûskekê destpê dike. Xwîna keça Kurd a ciwan Jîna Emînî ya ku ji aliyê rejîma dagirker a Îranê ve hat qetilkirin tovên şoreşê li Kurdistanê av da û niha zîl dide. Îro li kolan û qadên Rojihilatê Kurdistan û Îranê dirûşma “Jin, jiyan, azadî” tê berzkirin û dengê şoreşa jinan tê guhên mirovan.

Lê, aliyekî din ê vê bûyerê heye. Dibe ku qetilkirina Jîna bû sedema ku civak bi xwe bihese ku bi çi hovîtî û pergalekê re rûbirû ye ku divê êdî bêje “bese!”.  Jîna bû sembola serhildêriyê û her wiha di şexsê jinan de bû nîşaneya li hemberî zilma li ser gelekî. Hê civakê bûyera Şilêr jibîrnekiribû qetilkirina Jîna, li ser hest û wijdanê civakê bandorek mezin çêkir. Belê! Li vî welatî her roj dîrok dubare dibe. Zilma dîrokî ya pergala baviksalarî îro di şexsê Jîna û Şilêr de dûbare dibe. Wê demê werin em dîrokê ji bîrnekin ji ber ku tenê bibîranînê em dikarin kirêtî ya dûbarebûna dîroka xwînî ya jinbûnê eşkere bikin da ku em bikaribin têkoşîneke mayîn de li hemberî wê bimeşînin û şîara “Jin, Jiyan, Azadî” bilindbikin.

Bi pêşengiya jinê wê civak rizgar bibe

Li wî welatî carna bi navê namûs, carna bi navê dîn û carna jî  bi navê qanûnê serî tên jêkirin û kêr, tefşo, das û fîşek diaxivin. Wê demê divê em bizanin çawa li hemberî vê zîhniyeta hovane şer bikin û bi sekinin. Bûyera Jîna jinûve yekîtiya jinan û girîngiya wê raxist ber çavan. Por jêkirina jinan weke bertek û hêrsek ku xwe dispêre çandeke kevnar, ruhê vê yekitîyê ye. Ev helwesta hêja nîşan da ku hezkirin û xwedî li hevderketina jinan, faktoreke pir heyatî ye û tenê em jin dikarin xwedî li hev derkevin. Ancax bi gavek wisa emê bikarin tola xwe ya dîrokî hilgirin. Bêguman şoreşa jinan di heman demê de şoreşeke civakî ye û hemû şoreşan di nava xwe de dihewîne û ger jin pêşengiya wê merheleyê bikin hemû civak wê rizgar bibe. Çanda berxwedana dîrokî ya li hemberî zilmê ku ji Înanna destpêkir heya niha jî di rehên civaka Rojhilata Navîn de zindî ye û her carê xwe nû dike. Lê divê ev berxwedan û helwest berdewam bike ku bikaribin pêşeroja jinan misoger bikin ku êdî tu jin û keçên wî welatî bi wî awayî dawî li jiyana wan neyê. Îro Kurdistan bûye keleha berxwedan û têkoşînê. Ji çiyayên Kurdistanê heya kuçe û kolanên wê serhildana jinan û gel ruh dide wê bedena ku bi salane di bin siya şer, dagirkerî, talan û topan de maye.

Rejîma Îranê bi navê qanûnê jiyan li jinan kiriye dojeh

Kuştina Jîna, Şilêr, Ferînaz û Rêyhane Cebbarî û bi sedan jinên din ên ji bo rê nedin destdirêjî û teslîmbûnê, bi xwe bingehê şîdeta sîstematîk a li dijî jinên li Îranê ye ku her roj bi şêwazên cûda li ser beden û ruhê jinan tê ferzkirin û ewqas kûr û berfirehe ku qanûn jî wê asayî dibîne. Qanûna ku bi navê Îslamê tê înşakirin tenê ji bo rewa nîşandana zilm û serqutkirinê ye. Îdeolojiya qanûnê ku bi şêweyê sembola desthilatdarî ya zilam û îdeolojiya hegemonîk e her roj şîdetê jinûve hildiberîn e. Rejîma Îranê di wan salên dawî de siyaseta dijberiya jinê dijwartir kiriye û bi qanûn û astengkirina qadên jiyan û kar, jiyanê ji bo jinan zehmetir kiriye.

Hikûmeta Îranê dixwaze zemîna pîrekkirina civakê ava bike

Koka çanda tecawizê xwe disperse dîrokek dûr û dirêj ku têkiliyek wê ya xurt bi şêwegirtina dewletê re heye. Di heman demê de çanda tecawizê heman tişte ku dewletên desthilatdar li ser civaka Kurd pêktînin ku tê wateya tecawiza ziman, çand, erdnîgarî, îrade û nasnameya gelekî. Bi vê riyê hewl tê dayîn îrade û rûmeta wan bişkînin. Ji bo wê têkoşîna li dijî feraseta zilamsalar û çanda tecawizê ne tenê têkoşînek zayendî ye, di heman demê de têkoşîna şeref, mirovbûn û azadiyê ye. Têkiliyên di navbera dewlet û pîrektiyê de ewqas kûre ku îro em bi awayek eşkere di bûyerên kuştina jinan de şahidin. Hikûmeta Îranê dixwaze bi pîrekkirina jinan, zemîna pîrekkirina civakê ava bike û ger civak xwe li hemberî vê sîyastê neparêze, dikare bibe koleyê pergalê û her cure pêkanîn ji aliyê rejîmê ve hêsantir dibe.

Êdî gelê li Îranê nema bêmafî û zilmê qebûl dike

Di pergala baviksalar a Îranê de kes berpirsyariya wan sûcan ranake. Weke ku ev keç û xortên vî welatî mirin û kuştin heqkirine. Binaxa hikûmeta Îranê li ser esasê kuştin û bindestiya gelan û bi taybetî li ser bindestiya jinan hatiye avakirin û piştî komara îdamê, zext û zor bi her awayê li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatiye meşandin. Gelê Rojhilatê Kurdistanê weke beşên din ên Kurdistanê ku rastiya dargirkeriyê ji kûrve dijî, bi salane di bin dagirkeriya dewleta Îranê de ye. Ji destpêka hatina ser kar a komara îdamê ve, hemû gelên li Îranê û Kurd jî di nav de bi zilm û înkareke mezin re rûbirû ne. Totalîrîzma mezhebî ku xwe disperse Îslama siyasî bêhn li gelan çikan diye û di wan salên dawî de pirsgirêkên civakî, ên jinan, aborî û jîngehî gihîştine asteke jor û her carê ku gel wê rewşê rexne dike, bi bersivek tund re rûbirû ye. Ji ber hakimiyeta Îranê tenê zimanê şîdet û zorê dizane û di kevneşopiya hikûmeta wê de rexnedayîn nîne. Lê helwestên salên dawî yên gelê Îranê û taybetî jinan nîşan da ku dive ev rejîm were hilweşandin. Hêrsa îro ya gelên Îranê berhema salanên li dijî kuştin û bêmafiyê ye ku êdî gel gihîştiye wê merheleyê nikare û naxwaze ewqas zilmê qebûl bike.

Sedsala 21’emîn wê bibe sedsala şoreşa jinan

Têkoşîna azadîxwaziya jinên Kurd di cîhanê de bûye çavkaniya bawerî û azweriya jinan ku bikaribin çarenûsa xwe bi xwe diyarbikin û li hemberî zilmê rawestin. Dirûşma ku îro di kolanên Îranê de tên bihîstin encama wê tekoşînê ye. Çawa ku Rêber APO dibêje “nasnameya jinan, nasnameyek bi krîze” dive jinûve ev nasname were pênasekirin û jin bigihêjin cewehera xwe ya heqîqî û ji bo wê jî pêwîstî bi xwezanakirin, xweperwerdekirin û berxwedanê heye. Di encama wê têkoşînê de sedsala 21’emîn wê bibe sedsala şoreşa jinan. Azadiya zîhin, beden û îrade wê demê wê misoger bibe ku gel û jin bikaribin li hemberî dewletê bigihîjin awahiyek civakî û pergaleke siyasî ya nû. Ev serhildana ku niha li hemû Îran û Rojhilatê Kurdistanê da ye ber xwe, mizginîya jiyana nû ya bi pêşengiya jinan e! Jin, jiyan, azadî!