Qêrîna azadiyê ya jinên Rojhilatê Kurdistanê

- Nûjiyan Amed
403 views
Jiyana jin, civak û giştî zindiyan li cîhan û tevahî gerdûnê di nava pencên hêzên hegomon de, ber bi qeyranên mezintir ve diçe. Li gel vê hêzên hegomon jî bi siyaseta modernîteya sermeyadariyê ber bi têkçûnê ve diçin. Hêzên pergalê bi bîrdoziya liberal û paradîgmaya netew dewletê, ne di milê aborî ne jî di milê çareseriya pirsgirêkên civakî de nabin bersiv.

Lewma bi rûxandin û rizandinekê re rû bi rû ne. Li gel vê jî ev hêzên tarî ji bo temenê sîstema xwe ya dînozorî dirêj bikin, hemû amûrên xwe yên bîrdozî li beramberî hev û her wiha li beramberî jin û hemû civakên hejar bi kar tînin, her cûre destdirêjiyê dikin. Nimûne bi teknîka super û bi takekesên bê nirx û bê wijdan hiştî, her wiha bi aqilê robotî di nava reqabeta kontrolkirina giştî cîhanê de ne. Di sedsala 20’an de bi vê zêhniyeta tecawizkar, bi şerê sar û germ yê li ser bedana jin û civakê rê li ber felaketên mezin vekirin. Pirsgirêkên jin û civakê hê kûrtir kirin. Di serê sedsala 21’an de diyar bû ev hêzên qirker û talanker vê hovîtiya bê sînor didomînin. Encamên vê siyaseta kirêt bandorekî pir xirab li ser jiyana jin û xwezaya civakê dike. Berdêla vî şerê qirêj helbet jin û civak dide.

Rejîma Îranê bermahiya pergala zilam e

Rejîma Îranê jî bermahiya bîrdoziya zihniyeta zayendperestî, tacîz û tecawîzkariya li ser nirxê jin û jiyana civakê bi xwe ye. Avakarên hişmendiya sîstema hegemon jî weke melayên Îrana îro, li ser bênderên çavkaniyên dîroka zilamsalariyê xwe mezin kirine. Bi sedan sale bi vî şêwazî tacîz û tecawiza li ser jiyana jin û civakê, di nava sîstema xwe de bi fikra nûnertiya xweda û evdbûn (kole) Îranê bi rêve dibin. Nûnertiya xweda di rastiyê de zilam in. Lê ji bo hinek karê xwe sivik bikin, jinan beşdarî saziyên xizmetkariya sîstema xwe kirin e. Bê guman ev jî xapandina jin û cavakê ye.  Lê rastiya balkêş ew e jinan beşdarî nûnertiya koma jor a xwedayan nakin. Ji ber ku xwedayê zilam pê bawer jinan nakin şirîkên pergala xwe. Xwedayê zilam wisa diyare ku ji tenêbûnê hez dike û ti şirîkan ji bo xwe napejirîne. Zilaman bi navê xwedê xwe tenê kirine û wekî berdevkên cîhana jin û civakê xwe nîşan didin. Lewra ev bi hezaran sale bi aqilê zilaman jiyan ji hev perçe kirine. Li gorî nêrînên zilaman, xwedayên wan ji bo nûnertiya xwe tenê zilaman pejirandiye. Weke tê zanîn jin di mekanîzmaya biryargirtinê de cih nagirin. Erka wê tenê biryar pêkanîn e. Sîstemek heta dawî xapînok danîne ber jinan. Ev xwedayên zilam çima ewqas ji jinan ditirsin? Bê guman em sedemên vê mijarê dizanin. Ji ber ku Hewa bi alîkariya hemcînsên xwe derketiye derveyî fermana xwedayên li ser erdê. Ji ber vê ji aliyê zilam-xweda ve hatiye teşhîrkirin. Zimanê teşhîrkirinê cara yekê li dijî jinê bikaranîn jî despêkek sosret ya aqilê zilam e. Qaşo Jinê bi Îblîs re hevkarî kiriye. Yanî têgeha siyasî ya Îblîs (terorîst) cara yekê ji milê xwedayê ser erd û bin erdê ve li beramberî jinê hatiye bikaranîn. Komika nûnertiya şah-xwedayan di rejîma Îranê de ji kadroyê zilam, bi navê meletiyê dane sazkirin. Jinên li gorî ajoyên dil û ramanên xwe yên xwedatiyê û evdbûnê jî di nava hin saziyên civakî de bi cih kirine. Jinên ku tevlî xwe kirine, jinên buxçekirî ne. Bi rêya wan jinan pergaleke çavdêriyê ji bo sîstema xwe dane avakirin. Yanî jinan li beramberî jinan bi kar tînin. Hostayên polîtîkaya ji hev parçe bike û rêve bibe, weke tê zanîn Îngiliz in. Jinên ku cewhera jinbûna rast pêre hebe, pêwîste nebin amûrên pêleyîstokên siyaseta bê exlaq a pergala zilam. Rejîma Îranê jî her çiqas bi navê dîndariya Îslamî û Şî’atiyê, ji milê zilaman ve hatibe sazkirin jî, di encam de xwedî heman paradîgmaya netew dewletê ye. Di nava vê paradîmayê de, çar stûnên stratejîk yên wekî bîrdozî xwe pê didin meşandin hene. Ew stûnên xwe pê li ser piyan digirin nîjadperestî, olperestî, zayendperestî û zanîstperestî ye. Bê guman ev sîstema Îranê xwedî dîrokekî kûr e. Tevahî jiyana jin û civakê bi hirsa zilamperestî û olperestiyek du meshebî, li ser rûyê erd û ezman li gorî fermana xwedayên ser erd, bi sazî kirine.

Qanûnên rejîma Îranê li gorî zilam in

Rojhilatê Kurdistanê û tevahî Îran; jin û giştî civak di nava qeyîranekî siyasî de her ku diçe zêdetir difetisin. Rejîma Îranê jî di milê nûnerên xwedayên ser erd û bin erd de tam li gor zêhniyeta zilam sazûmaniya xwe bi rêk û pêk dimeşîne. Di milê îdarekirina civakî de bi kadroyên xwe ên zilam, bi sazîbûna xwe ya yekem ku ew jî malbat e, weke qefesek bi zagonên hesinî daye sazkirin ku, jin bi ti şêwazî nikaribin xwe ji êrişên tacîz û tecawîzê biparêzin. Bi rêka qefesa taybet, giştî jin û civak hatiye dîlgirin. Tevahî zagonên nava malbatê li gorî daxwazên zilam hatine çêkirin. Yanî zagonê şerî’atê, bi aqilê zilam hatine çêkirin. Jin ji her milî ve bê maf hatiye hiştin. Di milê cezakirina jin û zilam de jî qanûn ne wekî hev dane çêkirin. Heta piştî jiyana xwe ji dest dide jî cûdabûn di nava tirbên jin û mêran de hene. Gelo çima ewqas ji jinan ditirsin? Ji ber ku xwediyê jiyana civakbûnê jin e, ne zilam e. Li gor zagonê gerdûnî heke êrişek li ser bedena mirov an welatê mirov çêbe, xwe parastin mafekî ji mafên rewa ye. Lê mixabin ev zagon jî li gor ajo û ramanê zilam hatiye destnîşankirin. Jina xwe li hemberî tacîz û tecawîzê diparêze jî ji benê sêdara rejîma Îranê nikare rizgar bibe. Gelek jinan xwe ji tecawizan parastine, lê mixabin ew jin hatine darvekirin. Filma ‘’hişşt keç naqêrin’’ mînaka heqîqeta rûyê rejîma Îranê ya veşartiye. Filma ‘’Sureya’’ jî bê bextî û komployên meleyên rejîma Îranê radixîne ber çavan. Li Ewrûpa di dema navîn de di bin navê êrişên li dij pîrebokan de, li ser jinên dewlemend û jinên zanyar dêr êrişan pêş dixe. Di encamê de li ser bedena van jinên mîna pîrebok û hevkarên şeytan dibînin li gorî xwe hin ceribandinan pêş dixin. Dest û lingên jinan ji piştve girê didin û serdevkî wana davêjin nava golên avê yên kûr. Dibêjin: “Heke Îblîs di rihê wan de be, ji xwe wê xwe li ser avê bigirin, heke Îblîs ne di rihê wan de be, wê demê dê ji xwe binavbin û bifetisin.” Ji vê rêbazê diyare ku bi ti şêwazî ew jin nikare ji wê feleqeyê rizgar bibe. Di encam de wan jinan tev de an bi van cerbandinan, an jî bi şewatê dikujin. Ev kuştin û qirkirina jinan bi şêwazên cûr bi cûr heta vê serdemê jî didome. Jin xwe biparêze jî sûçdare û xwe neparêze jî; di encamê de her du rê jî diçin heman encamê. Li Rojhilata Navîn û bi taybet li Îranê ev zihniyeta zayendperest pir eşkere xwe li ser jin û giştî civakê ferz dike û didomîne.

Jinên Rojhilatê Kurdistanê li dijî rejîmê serî hildidin

Tê zanîn Şilêr Resûlî ya dayika du zarokan, ji ber destdirêjahiya kadroyê rejîma Îranê xwe ji qata 2’yan a avahiyê avêt xwarê û di encam de jiyana xwe ji dest da. Ji bo xwedîderketina rûmata jina Kurd û parastina giştî rûmeta civakî ya Şilêr Resûl, di pêşengiya jinên Mêrîwanê de serhildanek pêk hat. Jinan Şilêr Resûl weke şehîda parastina rûmeta jin û civakê destnîşan kirin. Bi banga ‘Em hemû Şilêr in, weke Şilêr dilêr in’ wêrekiya li dijî pergalê qêriyan. Jinên Mêrîwanê ji bo hemû jinên Kurd û jinên cîhanê, bi peyama rihê demê, bi wan qêrînên bi wate li dijî vê pergalê meşiyan.  Armanca Şilêr Resûlî pêwîste ku em rast bixwînin. Aramanc ne xwe kuştin e, aramca Şilêr Resûl xwe ji nava lepên tecawizkarê rejîma Îranê rizgarkirin e. Lê mixabin di nava qefesa rejîma Îranê û qefesên modernîteya sermeyadar de xwe rizgarkirin wiha ne hêsan e. Jiyana jin û mirovan di nava qefesa hesin a taybet û giştî de, di nava bênefes hiştinê de girtin heye. Lewre jin her roj di nava wê qefesê de ji ber bi sedan sedemên civaka zilamparêzî ji tirsa diperpite û jiyana jinê bê wate dibe. Jinên Kurd, Belûc, Faris, Azerî û gelên din bi aweyek giştî di nava rejîma zayendperest de li beramberî êrişên tacîz û tecawizê di nava têkoşînek dîrokî de ne. Li dijî tûndiya li ser jin, ziman, çand û erdnîgariya welatê xwe di kesayeta Şilêr Resûlî de li dijî zêhniyeta zilamsalarî, jinên Rojhilatê Kurdistanê daxwazên hezar salen qêriyan. Êrişa li ser bedena jinekî weke êrişa li ser rûmeta jina Kurd û civaka Kurd hate destgirtin. Lewre di pêşnegiya jinên Merîwanî de bi serhildêriyek bi rûmet cenazeyê Şilêr Resûl hate rakirin. Di dîroka bîr û baweriyên erdnîgariya Kurdistanê de jin û xweza bi heman hest û ramanî hatiye xwendin. Bi demê re, ev bûye bawerî, hestên wijdanî û exlaqî. Lewma êrişa li ser jin û xwezayê weke êrişa li dijî pîrozî û nirxên destpêka avabûna civakê tên dîtin.

Jîna Amînî li Rojhilat û Îranê bû nîşana têkoşînê

Çawa jinên Merîwanê bi îlhama têkoşîna azadiyê meşiyan, îro jî heman helwesta jinê di kesayeta Jîna Amînî de li dijî rejîma Îranê veguherî helwestek şoreşger. Jin careke din li hemberî pergala zilam-dewletê di pêşengiya jinên Rojhilatê Kurdistanê de bi banga ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dimeşin. Hema bêje hemû dijberên rejîmê di pêşengiya jinan de li dijî pergala mêr li qadan digehin hev. Ya mayî ew e tekoşîna jinan, gelan û hemû dijberên pergalê bi armanca guherîna demokratîk di heman eniyê de bicive û yekgirtî bimeşe. Jinên Kurd bi nasnameya xwe ya rêxistinî ya YJA-STAR û HPJ’ê li Zap, Avaşîn û Metînayê bi helwestek dîrokî li beranberî hêzên NATO û dewleta Tirk a dagirker şer dikin. Yê Hêz û rih dide Rojhilat û gelên Rojhelata Navîn tevî helbet ew têkoşîna li Çiyayên Zagorosê ye. Jin û civaka Rojhilat îro di kesayeta Jîna Amînî de helwesta xwe li dijî neyarên jin û nayarên gelê Kurd bi dengekî berz gihandin jinên Kurdistanê û hemû cîhanê. Bi bîr û baweriya têkoşîna HPJ û YJA-STAR’ê weke hevrê Rojda Kotol, Mizgîn Mako û Jînda Rojhilat dengê xwe li dijî dijminahiya jin û civakê bilind kirin. Lewma jî jinan li kolanên bajarên Rojhilatê Kurdistanê û îranê banga ‘Jin, Jiyan, Azadî’ berz kirin. Me peyama serhildana jinên Rojhilatê Kurdistanê bi rihê Rojda, Mizgîn û Jîndayan wergirt û xwend. Ya rast ew e wekî bersiv em jin li her deverê xwe zêdetir perwerde û rêxistin bikin, bi bîr û baweriya bîrdoziya jinê û hêza cewherî xwe biparêzin û bigehin serkeftinê. Serhildana jinan a li Rojhilat û îranê careke din nîşan da li şûna ji ber zilma zagonên rejîma Îranê jin xwe bikûjin, di avahiyan de werkin û xwe bişewitînin serhildana rêxistî û têkoşîna hevpar dê jinan bigehîne armancê. Di vê wateyê de nasnameya KJAR û HPJ’ê dê jinên liber xwe didin bihêz bike, bi parastina piralî jin dê li dijî pergalê bibin hêza şoreşgerî. Di nava rejîma Îrana îro de guherîn û azadî tenê bi hêza jinê ya rêxistî û bi bilindkirina têkoşîna daxwazên azadiyê yên civakê pêkan e. Azadî ji rejîmekî wiha nayê daxwazkirin, lê bi têkoşîna şoreşgerî ya demokratîk tê bidestxistin.Tenê rêyek rizgariya ji vê rejîma zordar heye; ew jî di pêşengiya KJAR û KODAR’ê de li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê xwe rêxistinkirin û avakirina pergala demokratîk e. Ji bo vê giringe têkoşîna niha di pêşengiya jinan de dimeşe veguhere têkoşîna demokratîzekirinê. Bi vî rengî wê azadî û jiyana bi rûmet, bi hest û ramanê Rêber Apo, bi nasnameya KJAR û KODAR’ê bi pêşengiya jinên Kurd yên serhildêr diyarî hemû jinên cîhanê û herêmê bê kirin. Ev serkeftin wê bibe diyariya herî biwate ji bo Jîna Amînî û hemû jinên ji aliyê pergala zilamê zordar ve hatine qetilkirin.