Derhêner û teorîsyena sînemayê ya Belçîkayê: Chantal Akerman

- Berjin TEKOŞER
216 views
Ji destnivîsa wê nîşeyek: “Tu hîsek ku ez ê bizewicim bi min re nîn bû, lê wê demê ev yek weke yekane tişta ku diviyabû bibe, bû. Ji min re gotin kesek baş e, perên wî hene û wê min bextewar bike…Min jî tenê dixwest ji xwe re jiyanekê avabikim.”

Jiyana Chantal Akerman

Chantal Akerman di 6’ê Hezîrana sala 1950’an li paytexta Belçîkayê, Brukselê tê dinyayê. Ew bixwe jî xwe wek keçeke cihû ku li Birukselê hatiye dinê dide nasîn. Malbata wê ji cihûyên Polonyayê bûn ku ji Holokosttan’ê rizgar dibin. Dayîka wê Natalia Akerman bi salan di Auschwitz’ê de dimîne û hema bêje tevahiya malbata xwe jî di vê kampa komkirinê ya Auschwitz’ê de ji dest dide. Di navbera Chantal Akerman û diya wê de têkiliyek pir germ hebûye. Her tim pir nêzî hev bûne. Dayîka wê ji bo ku ew di temenekî ciwan de nezewice û bibe xwedî pîşe teşwîq dike. Jixwe mirov dikare vê nêzikatiyê di filmografiya wê de jî bibîne. Di fîlma News From Home a di sala 1976’an hatî çêkirin de, wek dengê derve, nameyên ku diya wê di salên 1971-1973’an de şandine, dixwîne. Di fîlma “No Home Movie” de ku di 2015’an hatî çêkirin de jî, li ser têkiliya dayîk û keç disekine. Rexmê ku dayîk û keç pir nêzî hev in, lê diya wê tu caran qala serpêhatiya xwe ya li kampa Auschwitz û tiştên li wir jiyabû, nake.

“Qada taybet polîtîk e”

Ew jineke femînîst û pêşenga sînemaya avan-gard e, her wiha yek ji jinên pêşeng ên derhêner û lîstokvanan e. Li gel birîna wê ya bêwext, hema bêje îmze avêtiye bin çil fîlman; fîlmên wê, li gel ku bi dehan sal di ser de derbas bûye jî, hîna bala temaşavanan dikşîne ser xwe û bi derhêneriya xwe ya wêrek bala her kesê/î kêşaye ser xwe.  Fîlmên ku Chantal Akerman kişandin, piştî ku hatin weşandin şûnde yekser wek şaheserên femînîst hatin naskirin. Lê, mixabin, li gor fîlm û derhênerên mêr, ew hîn kêmtir tê nasîn. Di fîlmên Chanal Akerman de dema mirov li şûnwaran mêze dike, herî zêde mal û jiyana di nav wan malan de derbas dibe derdikeve pêş. Akarman di fîlmên xwe de balê dikşîne ser “qada taybet polîtîk e” û wê derdixîne pêş. Ger Akerman xwe wek derhênereke sînemaya femînîst nedabe nasîn jî, lê di fîlmên wê de rengê sînemaya femînîst pir xûya ye. Di fîlma dirêj a 201 deqîqeyî ya bi navê “Jeanne Dielman, 23 quai du Commerce, 1080 Bruxelles” de, ku wê di 25 saliya xwe de nivîsand û derhêneriya wê kir, wek “şahesera sînemaya femînîst tê hesibandin”, li Bruxelles, sê rojên “krîtîk” ên jiyana “jina malê” ya çîna navîn a ku di salên 1970’an de li Belçîkayê dijî, ku bi rengekî disîplîn, bi rêkûpêk û bi rêvebirin, kêlî bi kêlî têne vegotin. Di sala 1975’an de, dema ku fîlm tê kişandin, ji aliyê “Konseya Karê Neteweyî” ya ku ji nûnerên karker û patronan pêk tê, cara yekem peymana kolektîf a li ser “heqdesta wekhev ji bo xebata wekhev” tê îmzekirin.

Biryara xwe ya derhêneriyê dide

Ew di 15 saliya xwe de, piştî ku filma Pierrot le Fou (Jean-Luc Godar, 1965) mêze dike şûnde biryar digire ku bibe derhêner. Di 18 saliya xwe de jî diçe dibistaneke sînemayê ya Belçîkayê. Di sala xwe ya yekem a dibistanê de, ew ji bo kişandina kurtefîlma xwe ya yekem, “Saute ma ville” derdikeve. Yekemîn pêşandana fîlmê di sala 1971’an de, di Festîvala filmên kin a Navnetewî Oberhausen’e de pêk tê. Chantal Akerman heman salê, ji bo ku çend salan li New York’ê bimîne, dikeve rê. Li vir li fîlmên fîlmçêkerên ezmûnger ên serdemê temaşe dike. Di sala 1973’an dîsan vediger Belçîkayê, di sala 1974’an de jî Je, Tu, II, Elle tê pêşkêşkirin. Di sala 1975’an de jî, fîlma Jeanne Dielman, 23 Quai du Commerce, 1080 Bruxelles ku yek ji nimûneya herî baş a sînemaya femînîst tê qebûlkirin, çêdike. Ew difikire ku bi taybetî bi zimanê sînemayê pêwîstî bi vegotina sûbjektîvîteyên cuda heye û li rêyên vê yekê digere.Xuyakirina keda di nav malê de û sûbjektîvîteya jinê, her wiha konvansiyonela sînematîk a dem û mekanê têk dibe.

Zimanê sînemayê

Mînak fikra zimanê sînemaya femînîst red dike. Ji ber ku  dibêje ev yek tê wê wateyê ku tenê zimanek heye ku jin xwe pê îfade bike. Nûneratiyên realîst afirandiye, pozîsyona jinê ya civakî, travma, zayendî û zextan digire dest, dinirxîne. Chantel ku jiyana Jeanne bi hemû hûrgiliyên xwe ji temaşevanan re nîşan dide, ji zêdebûnekê wêdetir, di warê têgihiştina babelîska ku jin tê de jiyaye, di cihekî girîng de ye. A rast Chantel tam jî dixwest vê yekê bike. Xwest keda jinê ya ku nayê dîtin, bide xûyakirin û pêvajoya kedê ka ji çi qonaxan re derbas dibe bi awayekî herî zelal nîşan bide. Fîlm dihêle ku mirov bipirsin ev kar ka çima û ji bo çi, ji bo kê û çawa jiyana hemû jinan dagir dikin. Jin van hemû karan tenê ji bo heskiriyên xwe, kesên herî nêzî xwe dikin. Her wekî Jeanne ku serê sibehê zû hişyar dibe, taştê amade dike, bendikên pêlavên zarokên xwe girêdide û hûrgiliyên din dike. Ji ber ku ew van tiştan di encama “hezkirina”zarokên xwe de dike, di vê dema ku em zêdetir li ser karê lênêrînê nîqaş dikin de, careke din van tiştan tîne bîra me.

Serîrakirina jinê ya li dijî rolên civakî

“Piraniya van berheman wek derbirîna evînê, eşqê ya xwe dide der tên dîtin. Ev xebata ji bo evînê ye.” Bi serhildana jinê ya li dijî rolên civakî re, li dijî avahiya ku malê bi cih dike, ango pergala serdest a mêr, bandoreke mezin li jinûve teşekirina van rolan dike. Tevî ku rolên zayendî bandorê li her kêliya jiyana jinan dike û şekil didê jî, em dibînin ku hesreta serxwebûnê, bi jinan re her roja ku diçe zêdetir dibe. Di rastiyê de ev çîroka jiyaneke nû ye ku bi hilweşandina dîwarên li dora jinan, perdeyên jiyaneke nû vedibe. Ev perçeyek ji me, jiyana me ye ku mînakek ji derketina ji wê ye.

Xebat û jiyana Akerman

Xebata Akerman bi tevayî ew qas bi jiyana wî ve girêdayî ye ku di sala 1997’an de, dema Arte jê xwest ku di formata fîlmekê de otoportreyekê amade bike, wê fîlimek çêkir ku bi tevahî ji dîmenên ku ji fîlmên wî hatine girtin û ew bixwe li wir rasterast di kamerayê de diaxive. Bi vê yekê jî bawerim xwest bibêje; li fîlmên min binêrin û jiyana min fêm bikin. Bi rastî Akerman yek ji derhênerên herî takekesî ye ku em di cîhana sînemayê de pê re rû bi rû dimînin; hêza nihêrîn û kesayetiya wî, li gel mêzekirin û îşaretên wî yên dûbare, beşeke bingehîn a berhemên wê ne. Chantal Akerman di tevahiya jiyana xwe de bi pirsgirêka depresyonê re şer dike, têdikoşe. Ew di sala 2014’an de, piştî ku dayîka wê jiyana xwe ji dest dide û şûnde pêvajoyek pir bi zehmet dijî. Dikeve depresyonê û ji ber vê jî wê radikin nexweşxanê û li wir derman dibe. Derhêner û teorîsyena sînemaya Belçîkayê Chantal Akerman di 5’ê Cotmeha 2015’an de dawî li jiyana xwe tîne.
“Ez hîs nakim ku aîdê tu deverekê bim. Berovajî, tenê hîs dikim ku aîdê vê axa di bin lingê xwe de me. Heta erd jî pir zêde hinek caran diheje.”