Semra Çaglar Gokalp diyar kir ku destdirêjiya di bin banê parlamentoyê de hat kirin rastiya Parlamentoyekê eşkere dike û wiha got:”Rastiya ku nikare jin û zarokan biparêze. Her wiha bi vê rastiyê re em dibînin ku tundî jî tê veşartin. Bi vî rengî em nikarin bêjin Parlamento ji bo civakê wekhevî û edaletê çêdike.
Li loqenteya Meclisa Gel a Mezin a Tirkiyeyê xwendekarên dibistana amadehiyê yên stajyer bi salan bi destdirêjiya komeke mêr rû bi rû man. Her çiqas li dijî vê destdirêjiyê nerazîbûn hatin nîşandan jî lê belê ji aliyê îktidara heyî ve helwest û bertekek xurt nehat nîşandan. Her wiha bi taybet li bajarên Kurdistanê polîtîkayên şerê taybet hîn di meriyetê de ne. Herî dawî li Dersim û Licê çeteyên fuhuşê ji aliyê çapemeniya azad ve hatin teşhîrkirin. Lê belê dîsa îktidara AKP-MHP’ê li dijî vê yekê gavên şênber û xurt neavêt. Berovajî vê bi pakêta 11’emîn a Darazê sûcdar û kujer serbest hatin berdan. Bi polîtîkayên bêcezatiyê sûcdar tên xelatkirin û polîtîkayên şerê taybet her ku diçe kûrtir dibin.
Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Bedlîsê Semra Çaglar Gokalp têkildarî mijarê nirxandin kir. Semra Çaglar Gokalp wiha got:” Çareserî di perspektîfeke demokratîk de ye. Ev jî rêxistinbûna xweser a jinan xurt dike, ciwanan bi têkoşîna civakî ve girê dide. Û avakirina jiyaneke ji nû ve ya ji hêla gel ve li gorî nirx û xwezaya xwe, dide pêş.”
Destdirêjî rastiya parlamentoyê ye
Semra Çaglar Gokalp bal bir ser mekanîzmayên divê di parlamentoyê de bên avakirin û wiha got:”Ev bûyera ku bala raya giştî kişandiye ser xwe, ne tenê sûcek e, ev rastiya Parlamentoyekê eşkere dike. Rastiya ku nikare jin û zarokan biparêze. Her wiha bi vê rastiyê re em dibînin ku tundî jî tê veşartin. Bi vî rengî em nikarin bêjin parlamento ji bo civakê wekhevî û edaletê çêdike. Bi taybetî xwendekarên stajyer, jinên ciwan, ji ber temen û rewşa xwe, di nav Parlamentoya xwediyê mekanîzmayek hiyerarşîk a hişk de zehmetiyên mezin dibînin. Xwendekarên stajyer, jinên ciwan ji ber fikara pêşeroja xwe bêdeng dimînin. Ev jî tundiya li hemberî wan zêde dike. Ev bêdengî encama pergalek baviksalar e. Pirsgirêk ne tenê bi çend sûcdaran ve sînordar e; nebûna mekanîzmayên pêşîlêgirtinê, nebûna rêyên serbixwe yên ji bo sererastkirinê û çanda bêcezatiyê koka pirsgirêkê ne. Parlamento hewce dike mekanîzmayên serbixwe û mayinde ava bike. Wekî din, xetera veşartina pirsgirêkê, bi çend cezayên sembolîk û dubarekirina pergala îstîsmarê, piştî demekê dewam dike.”
Belavbûna fuhuşê ne tesaduf e
Semra Çaglar Gokalp diyar kir ku polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistanê sîstematîk in û wiha pê de çû:”Belavbûna torên fuhuş û hişbirê ya li bajarên Kurdan ne tesaduf e. Ev wêne polîtîkayên şerê taybet ên ku bi salan e têne meşandin. Ev polîtîka ne tenê leşkerî ne, lê di heman demê de êrişek piralî ye. Ev êriş li dijî tevna exlaqî, çandî û rêxistinî ya civakê ye. Laşê jinê yek ji hedefên sereke yên vê êrişê ye. Belavbûna fuhuşê, hewldana kontrolkirina jinan a bi rêya xizanî û bêewlehiyê, stratejiyek hilweşînê ye. Bi vê re tê xwestin berxwedana civaka Kurd têk biçe. Bi heman awayî, belavbûna hişbirê jî wekî amûrek ji bo veqetandina ciwanan a ji têkoşînê, tê bikaranîn. Çeteyên fuhuşê yên li Dersim û Licê derketine holê berhema vê rejîma şerê taybet e. Ew ji ber bêcezatiyê tên xurtkirin. Ev hişmendiyeke baviksalar û kolonyalîst a rêveberiyê ye. Divê em vê wekî êrişek li dijî rizgariya jinan û berxwedana civakî ya exlaqî-siyasî bibînin û li gorî wê têbikoşin. Çareserî di perspektîfeke demokratîk de ye. Ev jî rêxistinbûna xweser a jinan xurt dike, ciwanan bi têkoşîna civakî ve girê dide. Û avakirina jiyaneke ji nû ve ya ji hêla gel ve li gorî nirx û xwezaya xwe, dide pêş.”
Paketên darazê mêran wêrek dikin
Semra Çaglar Gokalp li ser mijara Pakêta Darazê ya 11’emîn jî ev got:”Bi derketina Pakêta Darazê ya 11’emîn Okan Gur çawa derket, Rojda Yakişikli kuşt. Ev yek mêran wêrek dike. Belê, mixabin, me ev gelek caran dîtiye, wekî di kuştina Rojdayê de. Di vê gavê de, ne tenê li Tirkiyeyê, lê li seranserê cîhanê, em bi pergaleke sureal re rû bi rû ne. Bi vê re xerabî bi hêsanî dikare were organîzekirin û dikare bi rêya dezgehên medyayê bandorê li siyaseta serdest bike. Gotinên populîst ên têne belavkirin, xirabiyê dike wekî tiştekî ji rêzê be. Li Tirkiyeyê, hikûmet demek dirêj e hewl dide civakê ne li ser bingeha rastiyan, lê li ser bingeha vê xirabiya bi hêsanî tê organîzekirin û têgihîştinên ku ew diafirîne, bi teşe bike. Pakêtên darazê bi navê ‘reformê’ tên pêşkêşkirin. Çareseriyan ji bo pirsgirêkên avahîsaziyê peyda nakin. Di şûna wê de her carê qurbaniyên nû diafirînin. Dema polîtîkayên bêcezatiyê jî lê zêde dibin, mekanîzmayek rasterast şîdeta mêran gur dike, derdikeve holê. Ji ber ku şîdeta mêran rêbazek siyasî ya rêveberiyê ye. Pergala mêran serbest berdide peyama ‘Hûn dikarin bikujin’ dide mêran. Ev peyam ne tenê bi sûcdar ve sînordar e. Ev rejîmek bêcezatiyê û tirsê diafirîne. Tevahiya civakê jî dorpêç dike. Kuştina Rojda Yakişikli jî ne îstîsna ye. Ev encama van polîtîkayan e. Encama fermana serdest a mêran e. Ji ber vê yekê, em nikarin tiştên qewimîn wekî sûcên takekesî yan jî xeletiyên dadwerî yên takekesî bihesibînin. Ev mafê jiyanê yê jinan paşguh dike, tundûtûjiyê normal dike û li kêleka sûcdar disekine. Heta em li dij vê yekê dernekevin, ne pêkan e ku pêşî li tundûtûjiya li dijî jinan were girtin.”
Keda jinan tê binpêkirin
Semra Çaglar Gokalp di heman demê de bal kişand ser ferzkirina xizaniya li ser jinan û ev yek wekî cureyekî ji tundiyê jî pênase kir. Semra Çaglar Gokalp wiha dewam kir:”Mûçeyê herî kêm ne tenê daneyeke aborî ye, ev îfadeyek siyasî ya jiyana ku dewlet ji bo civakê qebûl dike ye. Mûçeyê herî kêm ê wekî 28 hezar û 75 TL hat destnîşankirin, sazûmankirina xizaniyê ya ji bo jinan temsîl dike. Li vî welatî bi vî rengî keda jinan tê binpêkirin. Rêjeyek mezin a ji jinan di karên ne ewle de, di sektora nefermî de, an jî bi awayekî nîv-dem dixebitin. Mûçeya herî kêm a hat diyarkirin tundiya li ser jinan û civakê kûr dike. Di heman demê de jinan ji serxwebûna aborî dûr dixe. Bi vê re tê xwestin jin mehkûmî mêran û malbatê bê kirin. Tundî di heman demê de ji hêla newekheviya aborî û xizaniyê ve jî tê xurtkirin. Her ku xizanî kûrtir dibe, tengezariyên navmalî jî zêde dibin. Lê jin û zarok berdêla herî giran ji bo vê tengezariyê didin. Jinek dema ne xwediyê aboriyekê be nikare ji tundiyê jî bireve. Divê mûçeya herî kêm tenê li gorî rêjeyên enflasyonê neyê hesibandin, divê ew li ser bingeha mafê jiyanê, azadiya jinan û mafê parastina ji tundûtûjiyê, bê hesibandin. Divê em jin li dijî vê ferasetê têkoşîna xwe her tim mezin bikin.”
Budçe ji şer tê veqetandin
Semra Çaglar Gokalp di heman demê de bal bir ser budçeya ji şer tê veqetandin û wiha got:”Budçe hilbijartineke siyasî ya zelal e. Li Tirkiyeyê, bi salan e, budçe ne ji bo jin, zarok, perwerde, tenduristî û polîtîkayên civakî, lê ji bo şer, polîtîkayên ewlehiyê û amûrên tepeserkirinê hatiye veqetandin. Jin ji bo vê berdêla herî giran didin. Polîtîkayên şer tenê bi pevçûnê sînordar nînin. Dabeşkirina çavkaniyên civakî di rêzek hiyerarşîk û serdestiya mêran de ye. Di vê rêzê de, jin wekî karkerên erzan têne dîtin. Barê jinan zêde dibe û keda jinan nayê dîtin. Ev yek xizaniya jinan kûrtir dike. Bi gotineke din, budçeya şer di heman demê de bêqîmetkirina sîstematîk a keda jinan e. Girêdanek rasterast di navbera şer û xizaniya jinan de heye. Ji ber ku şer ew qad e ku rêza serdestiya mêran bi tundî tê de tê organîzekirin. Em dixwazin balê bikşînin ser aştî û budçeyek demokratîk. Ger li welatekî ev tune be her wiha li welatekî jin ne azad bin wê demê em nikarin behsa aştiyek civakî ya rast bikin.”
