Rejîm nema dikare li himberî daxwaza azadiyê ya gelên Îranê derbikeve

- Gulan Fehîm
567 views
Di êrişên di serhildanên gelan a Îran û Rojhelatê Kurdistanê de bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest da, hêjmarek pir zêde hatin girtin û aqobeta wan nayê zanîn. Jixwe ev bi hefteyane ku ji ber zordariya rejîmê û nebûna înternetê ti agahî ji gel nayê girtin. Ya ku îro li Îranê rû dide raste rast qetilkirina gel e. Jixwe raste rast di serê xwepêşandanan de gel kirin armanc û ew qetilkirin. Ev jî rastiyê eşkere radixe ber çavan.

Ev çend salên dawî ji bo Rojhilatê Kurdistan û Îranê salên gelek giring bûn. Îran ev çend sale ku di bin bandora şoreşa “Jin Jiyan Azadî” de ma ye. Ji ber ku wê diruşmê û felsefeya bi hêz a fikrî ku ji Şoreşa mezin a Jinê derket, bingeha desthilata zordar ya Îranê hejand, ew bi pêlek mezin a dijber ku ji jin û ciwanan pêk dihat re rûbirû hişt. Êdî rejîm bixwe jî di vê ferqê de ye ku nikare li pêş pêla mezin a şoreşa gelên Îranê ku jin û ciwan jê re pêşengiyê dikin, raweste.  Jinan û gelan zanîn ku tenê bi wî awayî, bi ew fikir û rêbazek diyar dikarin pêşiyê li binpêkirina mafên xwe bigirin û bigihin azadiyê. Êdî herkes dizane ya ku li Îran û Rojhelat pêş dikeve, dengê bihêz ê şoreşa gela ne ku ne pêkane ti hêz li hember bisekine. Şoreşek ku hêza xwe ya fikrî  û rihî ji Şoreşa Jinê ya ku di sala 2022’an de destpêkir û bû dengê tevahiya gelên Îranê digire.
Yek ji taybetmendiya mezin a Şoreşa Jinê ku bandor li serhildana gelên Îranê ya demên dawî jî kir, ew bû ku rihê yekgirtî û hevpar di navbera tevahiya beşên civakê de çêkir. Di heman demê de dîtin ku tenê wiha dikarin yekîtiya xwe mîsoger bikin. Ew nêzîkî nîv serdemêye ku cara yekê vê dirûşma sîhrewî ya Şoreşa Jinê karî hemû gelên Îran û hemû aliyên civakê bigihîne yek, bike yek.

Gelên Zagrosî careke din serî hildidin

Helbet çavkanî û serçaveya vê jî têkoşîna gelan a li beşên dîn ên Kurdistanê bû. Guhertinên li herêmê û alogorên siyasî ku çêdibûn gel ber bi lêgerînên nû yên çareseriyên mayînde yên demokratîk ve dibir. Di Rojhilata Navîn de her tişt hev bandor dike. Ev nîşan dide ku herêma Rojhilata Navîn her yeke û sînorên ku hatine çêkirin, nikarin rih û çanda jiyana gelan ji hevdu cuda bike. Rojhilata Navîn ku xwedî dîrokek kevnare û dayîka hemu destketî û pêşketinên civak û mirovahiyê ye, bi pêşketina pergala sermayedariyê re ji wan hemû destket û pêşketinan bê par hat hiştin. Lê belê ew tovên bi hêz ên civaka exlaqî û demokratîk ku xwe dispêre çanda jin-dayîkê, tevî hemû xirabiyên rû didin jî di her firsendê de bi awayek bi hêz xwe daye hîskirin û bandor kiriye; ku me di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de ku xwe dispêre Jin ê, her wiha di serhildana gelan a Şoreşa Jin, Jiyan, Azadî de jî dît ka çawan careke din ev tovên bi hêz ên civaka exlaqî û polîtîk şîn dibin û li dora jinê birêxistinbûnek bi hêz çêdikin. Jixwe Zagros jî beşek giringe ku mirovahî li ser axa wî ya bi bereket pêşketiye û geşe daye. Ev çand hîna jî li Rojhelatê Kurdistanê bi awayek bi hêz xwe dide hîs kirin û dijî.
Helbet ji ber vê taybetmendiya xwe ya bi hêz e ku îro jî ev çand wiha rastî êrişên dirinde tê; ev hertim bûye cihê mudaxile, êriş û serkutan. Lê, li gel êrişên heyî kariye çanda xwe ya berxwedanê jî bi hêz bijî. Ji ber wan êrişan hertim hestên berxwedanî, têkoşîn û nerazîbûnê yên li hemberî desthilatdariyê tê de li pêş bûye. Ev çand jî çanda dayîk e. Çanda Zagrosan e, çanda jiyana azad e. Ji ber wê, em dibêjin dirûşma Jin, Jiyan, Azadî hema ji xwe ra derneketiye. Ew dirûşm xwedî felsefeyek kûr û bi hêz e. Heqîqetek kûr a jiyanê di nav xwe de dihevîne. Ji ber wî rihî û sekna gel e ku rejîma Îranê hewl dide bi rêbazên cuda wê çanda têkoşîn û berxwedanê ji nav bibe.

Rejîm ji hêza gel a rêxistî ditirse

Van êrişan her çend bi awayekî heya astekê bandor kiribe jî, lê bi pêşengiya gelê Kurd têkoşîna ji bo nasname, çand, ziman û nirxên civaka wî her hatiye meşandin. Jixwe ger em êrişên dawî yên li ser binêrin, em ê bibînin ka çawa ji hêza gel a birêxistinkirî ditirsin ku wiha bi awayek hovane dest bi qetilkirina gel dikin.
Di êrişên di serhildanên gelan a Îran û Rojhelatê Kurdistanê de bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest da, hêjmarek pir zêde hatin girtin û aqobeta wan nayê zanîn. Jixwe ev bi hefteyane ku ji ber zordariya rejîmê û nebûna înternetê ti agahî ji gel nayê girtin. Ya ku îro li Îranê rû dide raste rast qetilkirina gel e. Jixwe raste rast di serê xwepêşandanan de gel kirin armanc û ew qetilkirin. Ev jî rastiyê eşkere radixe ber çavan.
Bêguman rexmê hemû zext û êrişan jî Kurdistan bûye cihê tekoşîna ji bo azadî, wekhevî û edaletê ku îro ji tevahiya Îranê re jî pêşengiyê dike. Diruşma “Jin Jiyan Azadî” jî li ser vê axa bi bereket û zêrîn pêşket. Ev diruşm felsefeyek e, paradîgamaya jiyanek azad û demokratîk e ku tê de banga jiyana hevpar, wekheviya di navbera tevahiya civakê de pênase dike, banga li  dijî zilm û zordariyê ye.
Piştî evqasî êrişên pergala sermayedariyê, cara yekê Rojhilata Navîn bûye xwedî fikir, rêbaz, felsefe û awayek jiyanê ku dikare wan bigihîne refên pêşketina mirovahiyê. Kariye bibe paradîgmayek ku li ser nirxên civaka azad û demokratîk, her wiha bê cudakarî û newekheviyê bipejirîne, jiyanekê birêxistin bike. Jiyanek ku tevahiya jin, ciwan, karker û karmend, gelên Îranê daxwaz dikin. Ev jî nimûneya herî rast a jiyana bi hev re, bersiva bi hevre jiyana gelan e. Ev paradîgma ji aliyê gelên Îranê hatiye pejirandin û ji ber wê ye ku rejîma desthilatdar evçend li dijî ye û êriş dike; ji ber ku wek her desthilatdariyekê ku temenê xwe bi şer û berdana hev a gel û baweriyan dirêj dike, rejîma Îranê jî hewl dide bi vê  temenê xwe dirêj bike. Lê, êdî ev polîtîka ji aliyê gel we bersiva xwe nagire û pûç bûye.

Sebeb ne tenê aborî ye, daxwaza azadiyê ya gela ye

Niha li hemû qadan gelê Kurd pêşengiya pêşketina paradîgmaya Netewa Demokratîk ku hêviyê dide mirovahiyê dike. Tekoşîna ku îro li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê pêk tê, kariye bibe dengê hemû civaka Rojhilata Navîn. Jiber ku li her derî zihniyeta desthildatdariyê xwe li ser îradeya civakan ferz dike. Gelê Rojhilat û Îran jî li hemberî sîstema desthilatdar ya zordar serî netewandin û di serhildanên dawî de jî ev yek bi dengê bilind li qadan qêriyan.
Di pêvajoya şoreşa “Jin Jiyan Azadî” de hemû pêkhateyên civakê bi yek deng, helwest  û rengî ev yek nîşandan û têkoşiyan. Hemû cîhan jî bû dengê gelên Îran û Rojhilatê Kurdistanê. Di serî de gelê Rojhilatê Kurdistanê û bi giştî gelên Îranê bedelên gelek zêde dan, hem di Şoreşa Jinê û hem jî di serhildana demên dawî de bi hezaran şehîd dan. Bi siyaseta darvekirinê hewl dan serî li civakê bidin tewandin, lê berteka civakê diyar bû û meyla wê ger mirin jî têde hebe, hilbijartina jiyanek azad bû. Ya gelên Îranê bi xwepêşandanên dawî jî daxwaz dikir, wek herkes îdia dike, ne tenê aborî, belku daxwazên azadiyê bûn. Pêvajoya şoreşa “ Jin Jiyan Azadî” tekoşînek siyasî, civakî, çandî, aborî û jiyanî bû û îro jî ev têkoşîn û daxwaz heman tişt in. Li gel wî yekê jî rejîma Îranê bersiva daxwezên gel neda û hewl neda pirsgirêkê çareser bike. Berevajî hewl da bi girtin, kuştin û siyasetên taybet gav bi civakê paşde bide avêtin.
Helbet piştî şoreşa “Jin Jiyan Azadî” pêvajoyek giring û nû ji bo gelên Îranê destpêkir. Ji ber ku derfetek baş ya têkoşîna li dijî pergala rejîma desthilatdar a Îranê çêbû. Ji bo wê, di sê salên dawî de ger ne bi girseyî be jî, lê her car bi şêwaz û rêbazên cuda gel nerazîbûna xwe li hemberî rejîmê anî ziman. Jixwe ev me di çalakiyên çend salên dawî yên karker, karmend, perestar, mamosteyan de pir baş dît. Ya herî giring jî berxwedana li zîndanan bû ku mohra xwe li têkoşîna li Îranê da. Rejîma Îranê bersivek baş ji daxwezên civakê re neda, berevajî her hewl da rêbaza serkutkirinê bikar bîne. Hindek cihan jî ji bo berteka gel bê bandor bike, manevrayên nerm yên siyasî kir. Lê, gelemperiya civakê ji sîstema desthilatdariya Îranê nerazî bû. Civak êdî di asta bêzarbûnê û teqînê de bû.
Di salên dawî de rewşa aborî jî yek ji wan bûyeran bu ku bû sedema gelek kirîzên civakî û pirsgirêkên bingehîn. Jiber ku rejîma Îranêz tevahiya aboriya welat xistiye bin xizmeta desthiladariya xwe û pêwistiyên civakê bi cih nayîne. Gel bi siyaseta birsîbûnê re rûbirû dihêle, hemû dewlemendiyên welat di bin kontrola Spah Pastaran de ye ku vê jî rê li xwepêşandanên gel vekir.  Li Tehranê di nav bazar û esnafan de nerazîbûn û serhildan destpê kirin, li Kirmanşan, Îlam û Loristanê jî ev çalakî bi awayek bihêztir berdewam destpêkirin. Xwepêşandan û nerazîbûn li gelek bajarên Îranê pêş ketin, lêbelê herî zêde li Îlam, Kirmanşan û Loristanê rengvedanek bihêz çêbû û heya niha jî bi şêwazên cuda berdewam dike. Lê, giring e ku mirov bizane ev daxwaz ne tenê daxwaza aborî, belkî di encama qeyrana kûr a siyasî û civakî ku encama siyaseta şaş a dewletê ye, pêş ket. Di nav wan 4 hefteyên xwepêşandan û serhildanan de êrişên rejîma Îranê gelek giran bûn. Li ser navê ku ev siyaseta derekê ye û mudaxeleya hindek hêzane bi awayek gelek tund û nemirovane bersiva daxwazên gel da. Heya niha bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest da, bi hezaran kes di encama êrişan de kor bûn, bi hezaran ketine zîndanan û gelek kes jî bi şêwazên cuda ”ji holê tên rakirin”. Gel di zîndanan de rûbirûyê îşkenceyên gelek giran tê. Ti agahiyek ji rewşa gel tine. Rejîma Îranê jibo ku serê kiryarên xwe bigire û ti bersivek ji van kiryarên rejîmê re çênebe înternet birî ye. Lê mirov dikare bêje têkoşîna gelan ne tenê li hemberî pirsgirêka aborî ye, li hemberî siyaseta ne demokratîk û îdolojiya hişk a rejîma Îranê ye.

Serhildan di bin bandora şoreşa Jin Jiyan Azadî de çêdibe

Li gel ku ev bi salane ji hêla gelan ve têkoşîn bê navber dewam dike û gelek destketî jî hebûn, lê mirov nikare bandora serhildana Şoreşa Jin, Jiyan, Azadî kêm bibîne. Ji ber ku bandora wê pir mezin bû. Vê pêvajo mesafeyek gelek diyar di navbera civak û dewletê de çêkir. Piştî hatina ser desthilatdariyê ya Komara Îslamî ya Îranê heya niha, dewletê her tim mafê gelan binpê kir. Ji wê rojê ve bi hemû hêza xwe heq, hiquq û azadiya civakê binpê dike. Mafên netewên ku li ser axa Îranê dijîn di çarçoveya helandinek siyasî de ji nedîtî tê. Di çarçoveya mezhebgerayî û olperestiyê de jinan heya asta dawî serkut û bê maf dihêle. Azadiya siyasî, civakî, aborî û çandî a gel û netewên din nas nake. Jîngeha Rojhilat û Îran di çarçoveya berjewendiyên xwe de û di çarçoveya mîlîtarîzekirinê de texrîb dike. Li dijî jîngehê dest bi qirkirinê kiriye.
Ji ber wê, ya rast nerazîbûna civakê di bingeh de li hemberî wî siyaseta rejîma Îranê ye ku dûrî exlaq û demokrasiyê ye. Dema behsa şoreşê tê kirin, tenê behsa guhertinek desthilatdariyê nayê kirin, behsa şêwazek jiyanê, felsefeya jiyanek nû û rêbaza jiyanek nû tê kirin. Jiyanek bi pêşengiya jinan li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ku îro ev şoreş tê jiyîn.
Ji bo wê, ev çend sale ku gel bi têkoşînê zextê li rejîma Îranê dike, neçarî guhertin û veguhertinê dike. Guhertinek bingehîn ku mafê tevahiya civak, çand, netewan tê de esas be. Felsefeya Jin Jiyan Azadî jî tam bersiva bi hêz a van daxwazan e. Daxwazek ku hemû pêkhateyên civakê bi yek dengî bang dikin.