Çanda Satî û destpêka Patrîarkalîzasyonê

- Sarya Karakoçan
268 views
Di sala 2026’ê de, bandora çanda satî û patrîarkalê hêj di civakên cîhanê de berdewam e, lê bi awayekî guhertî û bi têkoşînên nû re tê nîqaşkirin. Di Hindistanê de, pratîka satî, ku di 1829’ê de qedexe bûye, hêj wekî sembolek regresîf/ paşverû tê dîtin, û di 2024’ê de doza Roop Kanwar, dîsa di rojevê de ye. Ev jî nîşan dide ku nirxên kevnare hêj bandorê li hin komên olî û çandî dikin.

 Çanda satî bi gelemperî weke nîşana desthilatdariya mêr  a li ser jinê tê nirxandin. Ev nêzîkatî bêguman rastiya xwe heye, lê belê divê em vê di çarçoveya dîrokî û civakî ya hîn firehtir de binirxînin. Heide Göttner-Abendroth di pirtûka xwe ya bi navê eschichte matriarchaler Gesellschaften und Entstehung des Patriarchats (Dîroka Civakên Matrîarkal û Destpêka Patrîarkatê) de vê mijarê bi awayekî kûr analîz dike. Li gorî wê, di serdema Paleolîtîk û bi taybetî di Neolîtîkê de guherînek giring di têgihiştina mirovî ya li ser zayîn û zêdebûnê de çêdibe. Di destpêkê de ajal (bi taybetî ajalên mê) wekî sembola pîroz û zayînê dihatin dîtin. Lê bi destpêka şivaniyê re mirov ferq dikin ku keriyên pez bi saya ajalên mê zêde dibin. Ajalên mê weke “makîneyeke zêdekirinê” têne dîtin. Di heman demê de têkiliya di navbera nêr û zayînê de jî diyar dibe. Ev têgihiştin bingeha guherîna fikra civakî ya li ser zayînê ye. Di civakên matrîlîneal û matrîarkal ên destpêkê de baweriya bi vegerandina rih (reincarnation/ Reinkarnation) pir xurt bû: Zarokên nû ji dayikbûyî weke rih û giyanên dapîr û bapîrên mirî yên ku vedigerin klana xwe dihatin qebûlkirin. Ji ber vê mirin ne wekî “tinebûn”ê, lê wekî vegereke di çerxa jiyanê de dihat dîtin. Ji ber vê baweriyê cenazeyên miriyan bi taybetî di bin malan an şikeftên têde dijîn de dihatin veşartin û wisa nêzîkî xizmên xwe diman. Lê zilamên desthilatdar ên elîtên şervan (ku bi hêz û çekan serdest dibûn) vê hişmendiyê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin. Ji bo ku klana xwe xurt bikin û dewlemendiyê kontrol bikin, ew vê têgihiştina ji ajalan hatiye wergirtin li ser civakê ferz dikin: Eger ajalan bikin ”milkê xwe” , wê demê pîrozbûna jinê jî dikare were şikandin û jin jî bibe “milk”ê zilam. Ji bo şefekî bi hêz ku dewlemendiya xwe wekî mîras di nav malbatê de bihêle, pêwistî bi kurekî heye. Ji bo ku xeta mîrasê ji bav derbasî kur bibe, jî pêwistî bi kontrolkirina jinê heye. Di vê pêvajoyê de jin dibe amûrek ji bo gihiştina armancên zilamên desthilatdar.
Göttner-Abendroth destnîşan dike ku jinên ku di çanda matrîarkal / dayîksalar de mezin bûne, bi awayekî xwezayî xwe nadin bin desthilatdariyê û kerameta xwe diparêzin. Lê zilamên bi hêz dikarin bi rêya stratejiyeke din bigihin armancê: Şefekî dewlemend diçe klaneke feqîr, jineke ji wir digire û di berdêla wê de dewlemendiya maddî dide klana keçikê. Bi vî awayî keça ku bi şef re dizewice, di pozîsyona “hevjîna şef” de cih digire. Ev bandorek mezin li ser klana feqîr dike û ew razî dibin ku keça xwe bidin. Bi vî awayî adetên qelen (brideprice) di nav elîtên şervan de zû belav dibe. Di destpêkê de mêrên dewlemend ên ku dixwestin bi keçikeke ji eşîreke feqîr re bizewicin kêm bûn. Lê piştre rewş berevajî dibe: Eşîrên xizan dest bi pêşniyarkirina keçên xwe ji mêrên hêzdar re dikin û bi qelen re keça xwe pêşkêş dikin da ku mêrekî bi hêz wekî xizm bi dest bixin. Ev pêvajo di pirtûkê de wiha tê vegotin (rûpel 244) ”Di dawiyê de, zilamên dewlemend ên ku dixwestin bi keçikek ji eşîrek xizan re bizewicin kêm bûn. Piştre mirovan dest bi berevajîkirina rewşê kir û eşîrên xizan dest pê kirin ku keça xwe pêşkêşî zilamekî hêzdar bikin û keça xwe bi ‘bihayê bûkê’ an qelen re pêşkêş bikin da ku wî wekî hevalbend qezenc bikin.”

Ev pêvajo yek ji mekanîzmayên sereke yên derbasbûna ji civakên matrîarkal ber bi patrîarkal ve ye: Kontrola li ser jinê, mîrat û dewlemendiyê dikeve destê zilamên desthilatdar û ev bingeha desthilatdariya mêr a demdirêj çêdike.

Bi nêrîneke nû çanda Satî: Ji Matrîarkalê ber bi patrîarkalê ve

Di vê beşê de em dikarin rewşa keçên Mîtaniyan bi rewşa li Misrê re bidin ber hev. Jinên Hurrî-Mîtanî bi hêz in û bandoreke mezin li ser hevjînên xwe yên siyasî çêdikin. Ji Puduhepa heta Nefertîtî, ev jin di civak, ol û siyasetê de guhertinên giring di jiyana hevjînên xwe de pêk tînin.
Lê belê, zewac wekî amûreke siyasî wateya xwe winda nake. Ev pratîk heya roja îro jî berdewam e: Zewac ji bo xurtkirina têkiliyên eşîran û hevalbendiyên siyasî tê bikaranîn. Bi vî awayî, jin dibe “milk”ê zilam — ew dikare wê “xwedî” bike, perwerde bike û li gorî îradeya xwe bikar bîne. Di heman demê de, pêwist e ku jin bakîre be, da ku zilam pê ewle be ku zarokê wê yê jidayikbûyî bi rastî ya wî ye. Ev yek bingeha zewaca monogam (bi yek kesî) çêdike û çanda dayiksalarî (matrîarkal) her ku diçe kêm dibe, lê çanda baviksalarî (patrîarkal) bi hêz dibe.
Li gorî Heide Göttner-Abendroth, jinên ku ji aliyê elîtên şervan ve hatine marjînalîzekirin, demeke dirêj bi kevneşopiyên xwe yên matrîarkal berdewam jiyan e. Lê elîtên şervan piştre zewaca polîgam (pirjinî) pêş dixin, da ku hêjmara kurên xwe zêde bikin û hêza xwe ya aborî û siyasî biparêzin. Ev elît xwe wekî desthilatdarên ser jiyan û mirinê dibînin — ne tenê li ser heywan û milkên xwe, lê herwiha li ser jin û zarokên xwe jî.
“Peyva destpêka Hind-Ewropî ‘pot’ hem tê wateya ‘bav’ (latînî: pater) û hem jî ‘hêz’ (latînî: potestas). Ev girêdan radixe ber çavan: Ew behsa serok û patriyarê şervan dike.
Ev hesta ‘xwediyê milkbûnê’ hişt ku ne tenê heywanên wan ên bijare (bi taybetî hesp) heta mirinê li pey şef biçin. Di heman demê de jinên wan — carnan tevî zarokên ku hêj mezin nebûbûn — jî pê re diçûn mirinê. Jina şefekî ji bo statuya xwe ya bilind neçar e vê berdêlê bide, ji ber ku bêyî zilamê hêzdar qîmeta wê tine bû. Ji vê pêvajoyê re ‘kuştina jinebiyê’ tê gotin, lê di rastiyê de ev qurbankirina mirovan e û ji hêla arkeolojîk ve baş hatiye belgekirin.” (rûpel 245, Heide Göttner-Abendroth)

Ji Sumer heta Hindistanê çanda Satî

Di gelek gorên kurgan ango gorên kevin de, wekî ku Marija Gimbutas behs dike, di gora şefên elîtên şervan de hevjîn, ciwan, xizmetkar û heta heywan hatine dîtin. Di mezelên Îskîtan (Skythen) de jî, ji bilî zêr û dewlemendiyên din, hestiyên hespan, mirovên din (hevjînên şef-mîr û xizmetkarên qesrê) hatine vedîtin. Ev pratîk nîşana kontrola patrîarkal a tund li ser jin û malbatê ye, ku di encamê de dibe bingeha çandên ku jinê wekî qurban dibînin.
Ev çand di Hindistanê de jî tê dîtin û jê re “satî” tê gotin. Di vê pratîkê de jinên hevjînên elît-şervanan neçar dimînin ku xwe bikin qurban — bi taybetî bi şewitandina xwe ya bi laşê mêrê xwe re vê yekê dikin. Ev nîşana kontrola patrîarkal a tund ya li ser jiyan û mirina jinê ye.
Lê belê, ev çanda qurbanîkirinê di Sumeran de jî heye. Mînak, di rîtûela Hieros Gamos (zewaca pîroz) de, mêrekî ku bi rahîbeya Înanna (Îştar) re dizewice, piştre tê qurbankirin. Ev mêr bi dilxwazî xwe feda dike, ji ber ku ew dizane ev qurban ji bo bereketa biharê (destpêka biharê) pêwist e. Bi vî awayî, ew ji bo berdewamî û bereketa civakê xwe qurban dike.
Di çîroka Gilgamêş de, heke em Gilgamêş wekî elîtê şervan bibînin, ev çanda qurbankirina zilam tevî ku heye jî lawaz dibe. Gilgamêş êdî zimandirêjiyê li Înanna dike û xwe qurbanî civakê nake; berevajî, ew civakê qurbanî berjewendiyên xwe dike. Jin dîsa dibe amûrek ji bo ku zilam bigihe armancên xwe: Şamhat, rahîbeya perestgeha Înanna, Enkîdu ji xwezayê qut dike û wî fêrî şaristaniyê dike. Enkîdu asîmîle dibe, îxanetê li xwezaya xwe dike û dibe hevalê Gilgamêş. Ev pêvajo bi destê rahîbeya Înanna pêk tê.
Ya ku Enkîdu diafirîne xwedawenda Aruru ye, ku di heman demê de weke Nînhursag jî tê nasîn. Ninhursag xwedawenda çiyayên bilind e. Di vir de têkiliyek bi Kurdan re jî dikare were çêkirin, ji ber ku peyva “kurd” (hur/kûr) jî bi “mirovê çiyayên bilind” ve tê girêdan. Girêdayî mîtolojiya Gilgamêş, guherîna ferasetê baş xuya dibe: Dumuzî xwe qurbanî civakê dike, lê Gilgamêş civakê qurbanî xwe dike (civak ji Gilgameş aciz e, ji ber ku ew bûye desthilatdarekî tund). Ji ber vê, xweda û xwedawend Enkîdu diafirînin da ku Gilgamêş rawestînin. Herdu qehreman jî bavê xwe nîn in, ku ev yek nîşana bandora çanda xwedawendan (civaka xwezayî) ya hêj xurt e. Lê bi Gilgameş re çanda baviksalarî (patrîarkal) pêş dikeve. Dîsa, têkiliya di navbera Dumuzî – rahîbeya Înanna û çîroka Derwêş û Edûlê de pir nêzîk e û paralelî nîşan dide. Derwêş aşiqê Edûlê ye, lê ji bo parastina civakê jî bike, qehweya ku di destê Edûlê de bi rojan di bin kon de ji bo egîdan tê gerandin, vedixwe. Derwêş baş dizane ku vexwarina qehweyê tê wateya mirinê (ji ber ku ew ê biçe şer û venegere). Ev ji ber hêza eşîrên Ereban e, ku yekgirtî û bi hev re kar dikin, lê eşîrên Kurdan belavbûyî ne û ne amade ne ku biçin şerekî. Ji ber vê qehwe bi rojan tê gerandin, lê ti kes hêza şer di xwe de nabîne. Bi heman awayî, Dumuzî jî aşiqê rahîbeya Înanna ye û pêre dizewice. Ev zewac di bingehê xwe de siyasî ye: Perestgeh ji bo tijîkirina embarên xwe bi berhemên şivanî (Dumuzî) an cotkarî (Enkîdu) têkiliyan çêdike. Dumuzî û rahîbeya Înanna baş dizanin ku zewac tê wateya qurbanîkirina Dumuzî. Înanna di destpêkê de naxwaze pê re bizewice, lê tê îqnakirin. Piştî mirina Dumuzî, Înanna diçe binê erdê da ku wî bibîne. Herdu çîrok pir dişibin hev: Edûl jî naxwaze Derwêş qehweyê vexwe, lê Derwêş vedixwe. Herdu jî dizanin ku vexwarin tê wateya mirinê (ji ber hêjmara dijminan ya zêde). Di herdu çîrokan de hezkirina takekesî û girêdana bi civakê re heye — ew xwe ji bo berdewamiya civakê feda dikin. Ev jî rengekî çanda satî ye.
Lê di çanda baviksalarî de ev çand tê qulipandin. Di çanda satî de, jin ji bo nîşandana rûmeta xwe neçar e ku bi hevjînê xwe yê elît re xwe tine bike. Rêkên jiyan û mirinê di destê mêr de ne.

Di roja îro de çanda Satî û patrîarkal: Têkoşîn û pêşketin

Di sala 2026’ê de, bandora çanda satî û patrîarkalê hêj di civakên cîhanê de berdewam e, lê bi awayekî guhertî û bi têkoşînên nû re tê nîqaşkirin. Di Hindistanê de, pratîka satî, ku di 1829’ê de qedexe bûye, hêj wekî sembolek regresîf/ paşverû  tê dîtin, û di 2024’ê de doza Roop Kanwar, dîsa di rojevê de ye. Ev jî nîşan dide ku nirxên kevnare hêj bandorê li hin komên olî û çandî dikin. Lê di vê demê de, rexnegirên wekî Kavita Dhawale bang dikin ku ev pratîkên regresîf wekî “çanda Hindî” neyên nîşandan, û ev yek beşek ji têkoşîna mezin a li dijî hişmendiya patrîarkal e. Ev nîqaş nîşan didin ku patrîarkal ne tinê di pratîkên kevin de, lê di siyaseta îro  de jî bihêz e. Wekî ku Sekreterê Giştî yê NY di 2024’ê de hişyar dike ku “patrîarkal bi hêz dibe” û mafên jinan di bin gefê de ye.
Di civakên îroyîn de, bandora patrîarkalê li ser jinan pirreng e: Jin di kar, tenduristî û siyasetê de bi neheqiyên domdar re rû bi rû dimînin. Lêkolînên 2026’ê, nîşan didin ku jin bêtir hişyar in li ser rolên zayendî, û ev yek têkoşîna feminîstî xurt dike, ku patrîarkal bi reformên qanûnî û guherînên çandî guhertiye. Di hin deveran de, patrîarkalê hêj jinan di hundirê malê de dihêle, lê di deverên din de, karê jinan û aktîvîzmê vê sîstemê lawaz dike. Ev rewş nîşan dide ku patrîarkal ne tenê kevneşopiyek e, lê di dema niha de jî astengiyek mezin a li pêş wekheviyê ye. Ji bo bidawîkirina vê, pêwistî bi têkoşînên domdar heye: Perwerdeya zayendî, reformên aborî û piştgiriya mafên jinan dikare bingeha civakên adîltir ava bike. Di encamê de, têgihiştina van pratîkan ne tenê ronîkirina rabirdûyê ye, lê rêyek e ji bo pêşerojek wekhev.