Yek ji nirxên ku dewlemendiya çanda gelan nîşan dide jî cil û berg in û ji ber vê gelekî girîng in. Ev li gorî erdnîgarî, demsal, şêwazê jiyanê, taybetmendiyên bawerî û hwd. ya gelan digûherin. Di heman demê de asta pêşketina çandî û civakî ya wî gelî diyar dikin. Ev kevneşopiyên ku bi salan dewam dewam dikin û weke mîrateyekî derbasî nivşên din dibin, êdî dibin rengê netewekî û nîşaneya nasnameya wî gelî.
Ji ber ku şêwaz û rengê cil û bergan ne tenê ji bo pêdiviyan, weke nîşaneya bawerî, jiyan, nirxên manewî û hişmendiya estetîkê ya wî gelî jî nîşan didin. Lewma di avakirina kesayet û nasnameya netew de xwedî taybetmendiyek mezin in. Weke ziman cil û berg jî ji bo her gelekî cuda ne, lê ji hev jî bandor dibin.
Cil û bergên netewî yên Kurdî jî bi şêwaz, reng, dewlemendî û li hevhatina xwe asta pêşketina çanda Kurdî nîşan dide. Weke zaravayên zimanê Kurdî, cil û bergên Kurdî jî li her herêmek Kurdistanê xwedî bedewiyeke cuda ne. Ji Efrînê heta Horasan, ji Silêmanî heta Sinê, Mêrdîn, Semsûr, Riha, Colemêrg, Dersîm û Amedê û hwd. em bi temamî vê dibînin. Bi taybet jî cil û bergên jinan bi estetîk, narînbûn û bedewiya xwe bi her awayî vê dewlemendiyê dide der. Lê belê weke zimanê Kurdî, cil û bergên Kurdî jî her tim bi polîtîkayên asîmîlasyonê û zextên desthilatdaran rû bi rû ye. Di encama van polîtîkayan û hişmendiya modernîteya kapîtalîst de weke zimanê Kurdî yê qedîm û dewlemend, cil û bergên Kurdî yên bedew jî piçûk û paşketî hatin dîtin. Bi polîtîkayên şerê taybet xwestin ku li ber çavên gelê Kurd van reş bikin, ji wan şerm bikin û xwedî li wan dernekevin.
Li dijî asîmîlasyonê helwest
Bi taybet jî li Bakûrê Kurdistanê xwedîderketina li cil û bergên Kurdî di encama têkoşîna azadiyê de pêş ket. Bi taybet jî jin di cejna netewî ya Kurd a Newrozê de ev li xwe kirin û bi vê xwedîderketinê ev hişmendî û polîtîkayên asîmîlasyonê têk birin. Jin û ciwan êdî qadên Newrozê bi cil û bergên netewî yên Kurdî xemîlandin. Ji bilî Newrozê di 8´ê Adarê, çalakiyan û rojên herî girîng de cil û bergên netewî li xwe kirin. Ev di qada çand û hûnerê jî bandorek erênî kir û di piraniya konser, klîb û çalakiyên çandî de êdî hunermend cil û bergên Kurdî li xwe kirin. Ji xwe ya ku li sitranan û çanda Kurdî dihat jî ev bi xwe bû. Bi vê yekê ziman û cil û bergê Kurdî ango cewher û şêwaz dibû yek.
Di têkbirina van polîtîkayên asîmîlasyonê de televîzyonên Kurdî yên weke Medya Tv, Roj Tv, Stêrk Tv, Newroz Tv, Aryen Tv û Ronahî Tv jî berpirsyariyeke mezin hilgirtin. Pêşkêşvanên televîzyonê di ekranê de cil û bergên Kurdî li xwe kirin û di xwedîderketina çanda Kurd de pêşengî kirin. Ev helwest hîn jî bi biryardarî dewam dike. Li hemberî polîtîkayên asîmîlasyonê di qada ragihandin û televîzyonê, çand û hunerê û civatên fermî yên partiyên Kurd de xwedîderketina van nirxan helwesteke girîng e.
Xwedî dîrokeke qedîm e
Dîroka cil û bergên Kurdî bi qasî dîroka gelê Kurd qedîm e. Di tabletên serdema Hexamenîşî de jî eger em li cil û bergên serdar û egîdên Med li xwe kirine binêrin, em dikarin vê bi awayekî zelal bibînin. Kesên ji Ewrûpayê hatine Kurdistanê û li ser Rojhilata Navîn lêkolîn kirine, wêneyên yekem ên cil û bergên Kurdî xêz kirine. An dibe ku berî vê jî hatibin xêzkirin, lê yên gihaştine roja me ya îro ev in. Ew dem jî serdema Sefewiyan e. Wêne û neşxên giranbûha yên gelên xwecîh yê wê demê, ji aliyê wan ve hatine xêzkirin û ev di sefernameyên wan de cîh digirin. Çend neqş û xêzên ku ji aliyê wan ve hatine girtin û bi guherîneke mezin ji ber hatine çêkirin niha li mala Kurdan a Sineyê tê nîşandan û eleqeyeke mezin dibînin.
Bê guman cil û bergên Kurdî bi demê re pêş ketiye û şiklê em îro dibînin yek ji beşa sereke ya vê pêşketinê ye. Ev bi taybet jî piştî serdema Qaçaran bi reng û nexşên cuda ya qûmaşan ev gelekî zêde bû. Di demên dawî de, ev pirrrengî hîn zêdetir bûye. Cil û bergên tên bikaranîn bi taybetî yên jinan ji yên 100 sal berê cudatir in.
Diyardeyên çandî û herêmî
Nimûne û şêweyên cil û bergên li çar aliyên cîhanê li ser neqş û nexşeyên ku li ser tabletên nû, weke firaxên metal, firaxên bi kulîlk û nexşên rolyef li ser dîwaran mane hatine bidestxistin. Li gorî zanyaran, dîroka cil û bergan digihîje serdema neolîtîkê. Lê bermahiyên serdema Med, li girê Zaviye û girê Hasanlu yê nêzî Mahabatê hatine dîtin. Her çendî şêwaz bi temamî naşibin cil û bergên Kurdî yên îro jî, ji mînakên dîrokî diyar dibe ev cil û bergên gelê Kurd in.
Li Rojhilatê Kurdistanê jî ev şêwaza resên ya cil û bergên Kurdî gelekî zindî ye. Weke mînak, cil û bergên herêma Hewreman, Sinê, Seqiz, Banê, Mûkriyan, Geros xwedî cudahî û taybetmendiyan e û çanda herêmê temsîl dike. Ji girîngtirîn seyrangehên çandî yên Kurdistanê, ziman, cil û berg, mûzîk, merasîm û heta hunerên dest yên Kurdî ne ku li gorî teoriyên cuda, heta dewlemendiya reng û şêweyên cilûbergên Kurdî jî li gorî taybetmendî û xwezaya her herêmekê hatiye çêkirin. Cil û bergên Kurdî weke berê nemane û hatine guhertin. Berê cil firehtir, sergirtî û dirêjtir bûn. Îro hin beş lê zêde bûne û ev guhertin pirranî di warê cil û bergên jinan de bûye.
Resenbûn hatiye parastin
Li herêma Hewrêmanê û bajarê Banê hîn jî qumaşê cil û bergên Kurdî bi dest, bi şêwazê kevin tê çêkirin. Weke herêma Helşo yê Başûrê Kurdistanê li gelek cihan jinên ku heta niha vî karî dikin hene. Ev qûmaş ji mûyê bizinan, li ser tevnê bi kedeke mezin tê çêkirin. Qûmaş, di çêkirina cil û bergên mêran (merez) de tê bikaranîn. Mixabin li Kurdistanê kargeha çêkirina qûmaşên Kurdî nîne. Ji bo çêkirina cilûbergên Kurdî qûmaşên pêwist piranî ji Dûbaî, Hindîstan û Çînê tên kirîn, li Kurdistanê tên dirûtin û xemilandin. Bikaranîna rengên zindî û dilgeş taybetmendiya herî girîng a cil û bergên Kurdî ye. Li herêmên çiyayî ku xwedî ruhê parastina ax û şerkirinê ye, weke sor û zer pirranî rengên germ tên bikaranîn.
Cil û bergên jinan rengîn in
Gelê Kurd yên li Rojhilatê Kurdistanê, wekî Kurdên din yên li Kurdistanê bi salan xwe ji nû afirand û ev guhertinên hatine çêkirin hate roja me ya îro, derbasî nifşên nû bû. Pirrengî û firehiya cil û bergên Kurdî yek ji taybetmendiya çandê ye. Cil û bergên jin û mêr ên Kurd ji hev cuda ne. Jinên Kurd xwedî cil û bergên wiha ne ku li herêmên cuda û di demên cuda de bi kar anîne. Bi giştî du beş in, serî û beden e. Cil û bergên jinên Kurd berê ji şapik û serşokê pêk dihat. Li herêmê jê re “klaw û serwîn” dibêjin. Berê jinên Kurd şapik û şaneyên taybet bi kardianîn, lê şapikên niha weke berê ne bi serûber in û tenê pîrejin bi kartînin. “Klawsês” jî yek ji cûreyên cil û bergên jinên Rojhilatî ye ku weke tacê tenê jorê serê jinan digire, porê wan ji herdû aliyên serî li ser milan dadilîne. Ev şapik bi şiklê biçûk ji qûmaş hatiye çêkirin. Ji bo xemilandinê, li kêleka wê serpoşek mezintir bi firehiya 35 santîm tê dirûtin ku li herêmê jê re dibêjin “peçke”. Carna di nîvê fîstanekî de û tam li jora fîstan bi navê “çoileh” diravekî mezin li ser tê danîn. Têlekî bi navê “golreh” jî li ser fîstan tê danîn. Hin caran 5 dirav an jî 2 dirav li ser kelmêşan datînin ku jêre “zirçenakeh” tê gotin. Ev cil û berg pirranî di roja me ya îro de di şahî û dawetan de tê lixwekirin. “Klaw zer” jî cûreyekî din ê cil û bergên jinên Kurd e. Cudahiya wê jî ev e ku xemlên di kêlekî de tên bikaranîn ji kelmêş zêdetir in. Pirranî jinên ciwan vê şapikê di roja sêyemîn a dawetê de ku jêre dibêjin “sê rojê” bikartînin. 5 dirav an jî 2 dirav li ser keviyên vê hêlînê hatine bicih kirin. “Lax” jî cureyekî din a serpêhatiya cil û bergên jinên Kurd e. Ev qumaşek tenik û bedew e. Sêgoşe ye; du guhên wê dikeve ser milan, li ser sîngê tên danîn û yek goşe jî li piştê daliqandî dimîne.
Yek ji cil û bergan jî “klaw” e û ji qûmaşê reş hatiye çêkirin. Çîpên wê piçekî berjêrkirî ye, keviyên wê bi têlên reş hatine xemilandin. Hin caran kevanek li serê bi têlên reş tê dirûtin û çar aliyên felqê bi delalî tê dixemilandin.
“Rehştî” jî ji hevrişma Kurdî a resen hatiye çêkirin û bi qasî 2 metir mezin e. Erdê “rehştî” xêzkirî ye û bi du rêzên sorê tarî an jî sorê sivik tê pêçandin. Ev jî bi şêweyekî xwar a bi navê “lar pêç” tê bikaranîn û li dora şapikê tê pêçan.
Çanda netewî divê were parastin
Tevî hemû zext, qedexe û polîtîkayên asîmîlasyonê cil û bergên netewî yên Kurdî di roja me ya îro de li hemû herêmên Kurdistanê û derveyî welat eleqeyeke mezin dîbîne. Lê belê di salên dawî de tê dîtin ku bi awayê dirûtin, cûreyên qûmaş û li xwekirinê bi şêwazê wan yê resen tê lîstin. Bi taybet jî di cil û bergên jinan de ev hîn zêdetir pêk te. Bi vî awayî gav bi gav êdî ev çand ji cewherê xwe dûr dikeve. Eger ev dewam bike bê guman ev jî di encamê de wê xizmetî asîmilasyonê bike. Tevî hemû zext û êrîşan ev çand heta îro jiyaye û ya dikeve ser milê me ew ê ku em vê çandê dewrî nifşên din jî bikin. Ev berpisyariyeke têkoşîna me ya netewî ye di vê mijarê de xwedîderketin û rola jinan girîng e.