Pêşenga vê serîrakirina dîrokî; Axîn Mahîr Dîcle, Zîlan Dîgor, Nûda Elefterya, Faraşîn Sîdar, Stêrk Botan, Viyan Amed, Newal Dara, Serhildan, Stî, Roza, Sozdar, Azadî, Jiyan, Zelal û hîn bi dehan berxwedêr bûn.
Divê paşeroj tim were bîranîn, ji bo ew û lehengiyên wan tim di bîran de bîmîne. Pêşengiya wan, jiyana wan û şerê wan yê birûmet ne wisa hêsan bû. Ew hewariyên avakirina jiyana nû, siwariyên şer û evînê ne. Ew pêşengên ku ji bo jiyana azad sond xwarî n e. Ji celadên ku ji bo tinekirina wan her tiştê xwe danîbûn holê re wiha gotin: “Em hene. Em ewladên gelê herî birûmet yê dîroka mirovahiyê ne. Û em li vir in.” Kesên ku ji bo hebûnê, li hemberî demê serî rakirine ew in. Ger ku dem hebûnê îfade bike; wan hebûna xwe bi şerê xwe yê xwebûnê, bi ked û xwihdana xwe mayînde kirin. Ji bo ku zemanê xwe biafirînin dilop bi dilop xwîna xwe rijandin û bêdudilî divêtiyên jiyana azad pêşwazî kirin. Pêwiste mirov di bîra xwe de berxwedanên birûmet biçîne û hêviyê mezin bike. Ji ber her hêviyekî ku di şer de mezin bûye, dihêle ku şerekî nû zîl bide. Yê ku ji hevre dibin xwedî û malbat, dizanin ku hevdû dayîna jiyîn wazifeyek e. Bi vî awayî dijîn û şer dikin. Ya ku wan dibe bêmiriniyê jî ev zanebûna erkê ye. Zanayên ku beriya me jiyane wiha gotine; “Ku dema wê hat, divê mirov bizane bimre jî.” Jinên ciwan ên ku pêşengî ji berxwedana Rêveberiya Xweser ya Bakurê Kurdistanê re kirin jî dizanîn di dema wê de canê xwe bidin. Ji ber di ferqê de bûn, doza azadiya gelê xwe di dilên xwe de hilanîbûn. Ewqas li ber xwe dan, lê wexta wan nebû ku vê rûmetê binivîsîn. Tenê gotin, axivîn, govend gerandin û di meydanan de şer kirin. Û îro tiştên ku axivîn, ew kir hebûnên destanî. Sekna jinên ciwan ya di berxwedana Rêveberiya Xweser de, ji zîhniyeta dewleta Tirk û ji înkara sed salan re serî rakir. Mînaka vê ya herî berbiçav jî Rûken Amed bû. Ewqas wêrek bû ku li Amedê bi demanceya xwe derket pêşiya polîsên faşîst û wiha got; “Ev der welatê me ye!” Rûken Amed a xwedî sekna jinên Apoyî, di berxwedana Rêveberiya Xweser de şêwazê tekoşîna jinên ciwan da diyarkirin. Piştî ve sekna berxwedêr seknên heyî jî, xwe li ser zêde kirin û bi vî awayî têkoşina jinên ciwan xurtir bû.
Pêşenga vê serîrakirina dîrokî; Axîn Mahîr Dîcle, Zîlan Dîgor, Nûda Elefterya, Faraşîn Sîdar, Stêrk Botan, Viyan Amed, Newal Dara, Serhildan, Stî, Roza, Sozdar, Azadî, Jiyan, Zelal û hîn bi dehan berxwedêr bûn. Gelek jinên ciwan ku heta îro jî cenazeyên wan nehatine dîtin, lehengên demê ne.
Li dijî pîlana çokdanînê biryardariya berxwedanê
Ya ku kesayeta însan diyar dike ne tenê erdnîgarî ye. Serdema ku kes tê de dijî di avabûna kesayetê de dîyarker e. Di sala 2015-2016’an de jinên ciwan li Bakurê Kurdistanê bi şîara “Ava Bike-Biparêze” pêngava “Xwedî Derkeve!” dan despêkirin. Dewleta Tirk di bin navê çareseriyê de xwest gelê Kurd û tevgera azadiyê mijûl bike. Lê di demekî pir kin de plana çokdanînê ku hikûmeta AKP’ê bi armanca gelê Kurd û tekoşîna wê îmha bike dabû despêkirin eşkere bû. Rejima AKP’ê kiryarên xwe yên faşîst li her devera ku gelê Kurd lê ye domand. Herêmên Parastina Medya, qadên gerîla bêrawestan bombe kir, li her derê tundî, binçavkirin û girtin pêk anî. Şerê qirkirinê yê qirêj bi polîtîkayên asîmîlasyonê yên weke hişbir, fuhûş, sîxûrî û kiryarên faşîst yên li zanîngeh û dibistanan domand. Bi konsepta şerê taybet, bi armanca tasfîyekirina têkoşîna azadiya Kurd, rêbaza ne ceriband nema. Ji bo berjewendiyên aborî û leşkerî weke niha di xwezaya Kurdistanê de qirkirinên ekolojîk kir. Di zanîngehan de bi rêya polîsan, derketibûn neçîrvaniya ajankirina jinên ciwan. Rêxistinbûna jinên ciwan ên Bakur YDGK (Jinên Ciwanên Şoreşger û Welatparêz), li hemberî kiryarên TC pêngava xwedî derketina welatê xwe, laşê xwe, zanebûna xwe, av, ax û zimanê xwe, tax û şaredariya xwe, komîn û meclîsên xwe da despêkirin. Ev pêngav, di esasê xwe de pêngavekî parastina cewherî bû. Mafê parastinê, di xwezayê de, di civak, gel û jiyanê de mafê herî xwezayî ye. Ev pêngav ji bo parastina vî mafê bû.
Bi xwe rêxistinkirinê bersiv dan
Jinên ciwan di bîra gelê Kurd de, bi cihê xwe yê di nav civak û çanda wê de, pêvajoya ji nûve înşakirinê dane despêkirin. Xwedî derketina zimanê xwe, jiyîna çanda xwe ancax bi parastina cewherî pêkan e. Jinên ciwan ên ku di ferqa vê de bûn, gelek li bajarên Kurdistanê jinên ciwan rêxistin kirin û bi perwerdeyan ew serwext kirin. Bi perwerdeyên ronakbîriyê, ew fêrî parastina fikrî û fîzîkî kir. Jinên ku mafê wan yê xwebûnê ji wan hatibû dizîn, fêrî parastina cewherî kirin, da ku rastiya xwebûnê nas bikin.
Tê zanîn ku gelek qadên weke Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Şirnex û Gever ku pêşengiya ciwanan serwer e, dewleta Tirk li wan deran çawa berê xwe dide gelê Kurd, ciwan û jinên ciwan. Ji ber dewleta Tirk a ku artêşa bihêz ya NATO ye, ti carî li hemberî jinên ciwanên ku tekoşîna xwebûnê didin û mafê xwe yê parastinê bi kar tînin, xwe neda paş û bi artêşa xwe, tank û topên xwe şer kir. Li pêşiya çavê hemû cîhanê malên Cizîrê dane ber agir û bi dehan ciwanên Kurd zindî zindî qetil kir. Ji parastina cewherî ya jinên ciwan ewqas tirsiya ku ti carî singe sing şer nekir. Zîhnîyeta ku dixwest derb li yekîtî û hevgirtina jinan bixe, bi fermana “Despêkê li jinan bixin”, di şerê Rêveberiyên Xweser de despêkê berê xwe da jinan. Di erdê re xişikandin û avêtina navenda bajar ya laşê Şehîd Ekîn Wan nîşaneya vê ye. Vê bûyerê ev agahî dida ku wê berxwedan çiqas dijwar derbas bibe. Jinên ciwan bi hevgirtin û tekoşînê bajar bi bajar, tax bi tax geriyan, li hemberî polîtîkayên şerê taybet rêxistinkirina civakê û serxistina azadiyê kirin armanc. Bêrawestan, bêxew di kolanan de komînên çandê, komînên ziman, komînên parastinê ava kirin û jinên ciwan perwerde kirin. Bi zanebûna ku; ‘xwe zanîn parastina herî bihêz e’, berê xwe dan ciwanan û jinên ciwan. Ne tenê ciwanên Kurd, bi hilweşandina qalibên weke netewperestî ku pêşiya yekîtiya jinan digire re, ji bo jinên ciwan yên Kurdistan û Tirkiyê perwerde bikin bêsekin kar kirin. Di ‘Jêrzemînên Cizîrê’ de jî jinên ciwan, bi nêrîna jinê, perwerdeyên tendirûstiyê dan. Li hemberî zîhniyeta zanistperest ya ku wan înkar dike, wan jêrzemîn wekî akademî bikar anîn û dersên felsefe û sosyolojiyê dan. Û her jina ciwan ku rêxistin kirin, bûn sonda mezinkirina berxwedanê. Zîhniyeta serwer a zilam jî ev li hemberî hebûna xwe wekî xeteriyekê dît û êrişî qadên ku jin jiyanê ji nûve diafirîne kir.
Ew berxwedana lehengî ji bîr naçe
Her ku dixwastin rayên berxwedanê ziha bikin, jinên ciwan di nava berxwedanê de li Sûrê, li Nisêbînê, Li Cizîrê, Li Ferqînê, Li Geverê çeperên xweser ava kirin û ji rayên berxwedanê re bûne can, bûne rih, bûne av. Artêşa Tirk li hemberî hêza jinên ciwan ku parastina xwe ya cewherî bi taktîk û hemleyên afrîner pêş dixe, hejiya. Sekna Şehîd Axîn Mahîr Dîcle ku pêşengiya berxwedana Cizîrê kir, taktîkên sûîkastê yên Şehîd Faraşîn Sîdar ku tevî sîlah bikar nedianî jî nedihişt dijmin bikeve kolanê, şerê Şehîd Derya ku ji zanîngehên Tirkiyê berxwedan bihîstibû û hatibû hîn jî di bîran de ye. Şehîd Delal ya ku tevî xwedî jiyanekî normal e, ji bo mala xwe biparêze li hemberî polîsên ku bangawaziya teslîmiyetê dikin çalakî pêk tîne, sekna Şehîd Zelal ku bi qîra xwe gelê Sûrê bangî berxwedanê dikir û digot “em bibin yek wê demê em, em in”, Şehîd Stiya ku Mînareya Çarling ji xwe re kiribû sengera xweser û li hemberî artêşa tirk şer dikir, ji hiş û mêjiyan dernakeve. Zîlan Dîgor a ku di Zanîngeha Marmara beşa Hiqûqê de ji bo li dijî polîtikayên faşîst derbikeve tevlî berxwedana Sûrê bûbû û ji bo hevalên xwe biparêze li hemberî tankê bedena xwe kiribû mertal, hîn jî di dil û mêjiyan de ye. Bîra gelê Kurd Şehîd Arîn a ku ji bo piştgiriyê bide berxwedana jinên ciwan ên Geverê ku parastina çand, ziman û welatê xwe dikin hatibû û dema çêkirina sengeran de şehîd bû ti carî ji bîr naçe.
Ev pêvajo berhema berxwedana wa ye
Tekoşîna jinên ciwan ên ku ne tenê di warê fîzîkî de, di warê çandî û derûnî de jî parastin dikirin, zîhnîyeta baviksalar ne tenê hejand, tirsekî mezin çêkir. Çawa ku asta berxwedanê girêdayî asta dagirkeriyê be, tirsa zîhniyeta zilam jî bi asta êrişan ve girêdayî ye. Çiqas tirsiya, ewqas êriş kir. Wan çiqas êriş kir, jinên ciwan jî ewqas berxwe dan. Bi berxwedanê xwe azadkirin, pîvaneke bingehîne ku Tevgera Jina Kurd fêrî jinên ciwan kiriye. Ev, derbeya herî mezine li hemberî bêçaretiya ku zîhniyeta zilam dispêre jinê. Di Berxwedanên Rêveberiya Xweser de, rêxistinbûna xweser ya jinên ciwan hişt ku hêza wan a xwe parastinê derbikeve holê. Ger îro jinên wêrek ku dikarin Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratî nîqaş bikin, dikarin di meydanan de dirûşmeyên “Em hene” biqêrin, di vê de para jinên ciwan ên ku di berxwedana 2015-2016’an de bêtirs li ser dagirkeran de çûn heye. Û em ê jinên ku bi parastina cewherî berxwedana birûmet hûnan, hertim bibîr bînin, binivîsîn û bînin ziman. Em ê ne ji ber ku ew dixwazin binivîsin. Ji ber her henaseya em digirin bi saya wa ye û em deyndarê wan in, em ê binivîsin.
