Ji Kurdistanê ber bi cîhanê ve rêbertiya jina azad

- Leyla ARZÛ ÎLHAN
422 views
Di sala 2001’an de wexta ku gelê wargehê di nava zor û zehmetiyên herî dijwar de berxwedan xurt dikir, heval Sara hat wargehê. Di nava wargehê de heval Sara bû hêz ji bo gel, lê hêza herî mezin jî da jin, ciwan û zarokan.

Li wargeha penaberan Mexmûrê şopên têkoşîn û keda Sakîne Cansiz

Wek hezaran zarokên welatê agir û rojê,  Sakîne jî bi çîrok û serhatiyên şer, kuştin û komkujiyan çavên xwe li jiyanê vedike. Di Sibatek bi sir û seqem de dibe hêviya biharek rengîn ji bo hemû zarokên wek xwe yên li ber tofanên dijwar ketîn. Serhatiyên bihîstî bi êş û jan bûn, lê li kêlaka wan di kûrahiya dilê çîrokbêjan de serhatiyên serbilindiya lehengan jî deng vedida. Dengvedana lehengiyê çawa ku di guhê zarokên welatê  agir û rojê de dibû rênîşana tekoşînê, ji bo Sakîneyê jî dibû nexşerêya ber bi azadiyê ve diçû. Sakîne wek navê xwe xwediyê wateyek kûr, baweriyek bê dawî û xwediyê berxwedanek ku di şert û mercên herî zor de serketinê diafirîne bû.

Ji bo jiyanek bi rûmet dibû hêvî

Rêheval Sara weke her zarokekê ji bo min jî  bûbû xemla xeyalên min yên zarokatî. Bi jiyana penaberiyê re em bûm xwediyê derfet û şansek mezin ku em bikarin ji nêzde dîroka Tevgera Azadiyê bizanin ku ev dîrok tijî lehengiye. Yek ji wan lehengan jî ji bo me heval Sara bû. Dema me ders li ser kiryarên dewleta Tirk ên li zîndanan û berxwedana bê hempa ya li hemberî faşîzma li zîndanan didît, gelek behsa hevala Sara dihat kirin. Lewma ji bo min berxwedêrek herî diyarker hevala Sara bû. Heval Sara  jinek li hemberî faşîzmê serî rakiribû û bûbû hêza mezinkirina hêviya serketinê ji gelê Kurd û taybet jî jinên Kurd re. Heval Sara bi çîrokên qirkirinê yên bi ser gelê Kurd de hatîn mezin bûbû. Wê bi xwe şahidiya terteleya Dersimê nekiribû, lê bi çavên xwe bermahiyên terteleyê dîtibû. Qêrîna jinên xwe ji zinaran avêtî hêj di dol û newalên Dersimê de deng vedida.  Sakîne bi çîrokên lehengiya Besêyan, Zarîfeyan mezin bûbû.  Lê bi hezaran zarokên Kurd bi serhatiya berxwedan û têkoşîna heval Sara ya li hemberî faşîzmê mezin bûn. Bi berxwedana heval Sara êdî zarokên welatê wê ne bi çîrokên êş û janê, bi serhatiyên lehengiyên bê hempa mezin dibûn.

Jiyana wê bi têkoşînê hatibû hûnan

Weke jin û taybetî weke jinên Kurd li ser xaka Kurdistanê me şahidî ji gelek êş, jan û berxwedanan re kir. Pergala desthilatdar a zilam ku hezaran sale li ser tinehesibandina jinê xwe domdar kiriye, li gel înkara nirxên jinê hemû nirxên civakê jî tine hesiband. Vê pergalê her pêvajoya dîrokê bi rengekî cuda û di bin navên cuda de xwe domand. Di vê pêvajoyêde jî navê vê pergalê dewleta netewe bû. Dewleta netewe jî li ser tine hesibandina civakan, gelan û baweriyan xwe dide jiyîn. Her wekî kujerên kastîk çav berdan hemû destketî, berhem û hilberînên xwedawendan û li ser keda Jin-Dayikê zîgoratên xwe bilind kirin. Bi zîgoratan  jin çewisandin, bê bandor kirin û xistin bin hukmê xwe. Bi bê bandorkirina hêza jinê, ew bûn xwedî hemû destketiyên jinan. hezaran sal vê pergala desthilatdar xwe li ser qirkirin, tinekirin û kuştinê da jiyîn.

Warê heval Sara Dersim jî yek ji van warên ku tim pergala desthilatdar hewil dida xwe lê domdar bike bû. Lê Dersim ew war e ku tim bi berxwedan û reseniya xwe xwezaya civakê parastiye û ne hêlaye xaka wê bi qirêjiya desthilatdariyê bê gemarkirin. Civaka herêmê bi xwezayê re yek e û bi xwezaya xwe ya civakî dijî. Gelek caran xêrnexwazan wek hemû xaka bi bereket a Kurdistanê  çav berdan bedewiya Dersimê jî. Lê bedewiya Dersimê hişmendiya gemar li ser xwe qebûl nekir û bi berxwedanê bersiv da hişmendiya êrişkar. Heval Sara jî  bû jinek weke xaka Dersimê bedew û xwedî hêza berxwedanê. Sakîneya ku wek navê xwe di bahozên herî dijwar de hebûna xwe parast, bû Saraya bi sekna xwe ya berxwedêr hebûna xwe û civaka xwe  diparêze.

Rayên têkoşîna wê bi agirê serhildanê hat siqakirin

Sakîne yek ji zarokên  malbateke Kurde ku bab û kalên wê piştî damezrandina Komara Tirkiyeyê hatine qirkirin. Zarokeke ku ji kêliya ku ji dayik bûye ve şîna hezaran windahiyan dîtiye û nas kiriye. Di bêdengiya herêmê  de, wê di temenê xwe yê pir biçûk de bêçaretî û bê hêvîtiya  kûr ya di çavên gelek dayikan de dît. Wê şahidiya qêrîna bêdeng ya jinên êşa gelekî hatî înkarkirin dijîn kir. Bi rûyê xwe yê spî, bejna xwe ya bedew û porê xwe yê xelek yê bi ser rûyê wê de dihat xwarê, nazenîn û nazdar xuya dikir. Lê agirê ku di siya zarokatiya wê de dima, di giyanê wê de pir zû tovê berxwedanê xwedî şîn kir. Şîna bêdeng a di dilê dayikan de ji bo xwe kir sonda tekoşîn û berxwedanê. Ji bo tolhilgirtina vê qêrîna bêdeng bû jina yekem a gruba Apoyî ku ji bo şikandina zincirên koletiya li Kurdistanê li ser civaka Kurd hatî ferzkirin û dest bi rêwitiyek dijwar û bi rûmet kir.

Dema hebûn bi zanabûn û xwebûnê re dibe yek

Rêber Apo dibêje; ”Li Dersimê zanabûna azadiyê heye lê hebûn nemaye, li Botanê hebûn heye lê zanabûna azadiyê lewaze.” Dema heval Sara hatî wargehê mirov bi eşkere didît ku zanabûna azadiyê ya li Dersimê û wateya hebûnê ya li Botanê di kesayeta xwe de kiribû yek û bi gelê wargehê re hêviya azadiyê dihûnand. Çawan ku zarokên Dersimê bi êşa komkûjiyê hatibûn mezinkirin, zarokên wargehê jî şahidiya şer, talan, qirkirin û penaberiya bi darê zorê kiribûn. Gelê wargehê xwediyê taybetiyên civakî yên wisa bû ku bi awayê herî şidayî xwe bi kokên xwe ve girê dabûn û kiribûn yek. Lê ev gelê ku bi hezaran sal bû ku li ser axa xwe bi şêweyê reseniya xwe ya civakî dijiya, ji rayên xwe yên hişke hişk bi axa xwe ve girêdayî hatibûn qutkirin. Ji bo nebin şirîkê talanker û kujeran bi sedan klometre ji axa xwe hatibûn dûrxistin û di nav ba, bahoz û toza çolê de neçarî jiyana penaberiyê hatibûn hiştin. Ev civaka ji axa bi bereket hatî derxistin ketibû nava hewildana ku li cihê her kesê di got ‘li vê derê jiyan ne gengaz e’, wan tovên jiyanê li ber bayê hêviyê reşandibûn û çola bê av bi şitlên azadiyê şîn dikirin. Dest dabûn destê hevdû û ji tinebûnê hebûn diafirandin. Gelê wargehê ji bo azadiyê gelek bedel dabûn û di oxira azadiyê de amadebûn ku zêdetir bedel bidin. Birînên Dersimê, Geliyê Zilanê qalig girtibûn, lê hîn jî dengê qerînên Zarîfê, Besê, dayika Gulnaz û Rindêxanê ji kûr dihat. Birîna Helebçe, Newala Qesaban, zîndana Amedê hêj xwîn diherikî. Dengê Bêrîtanê, Bêrîvanê li zinarên welat deng vedida. Sara nîşaneya zindî ya pêhesîna Kurdê nû û qerîna wî ya ji bo azadiyê bû. Wê li hemberî zor û zehmetiyan serî ne tewandibû. Qêrîna bêdeg ya deriyên zîndanê, sarbûna dîwarên îşkencexaneyan, agirê şoreşê yê di dilê Sarayê de ne vemirandibû lê geştir kiribû. Wê ev agirê şoreşê yê di dilê xwe de kir meşale û dibo rênîşana azadiyê ji bo jinan.

Ji bo azadiya jinan û mafên zarokan pir hewl da

Dema  heval Sara ji zîndanê derketî êdî tevgera Apoyî mezin bû. Berxwedana li zîndanê li çiyayên Kurdistanê dibe agirê azadiyê, ev agirê ji çiyan bilind dibe diherike gund û bajaran, pêlên serhildanên di pêşengiya jinan de di ser dijmin de diçin, zordar û dagirkeran tengav dikin. Êdî dem bû li hemberî zilmê bêdengî têk diçû û qerîna azadiyê li her derê belav dibû. Gelê Botan û Colemêrgê jî dibe beşek ji vî karwanê azadiyê. Çawa ku li zîndana Amedê banga ” teslîmbûn dibe îxanetê, berxwedan dibe azadiyê”, gelê wargehê jî bi berxwedanê bersiv da hemû hewildanên teslîmgirtîna îradeyê û ji bo gihiştina azadiyê berxwedan mezin kir.

Di sala 2001’an de wexta ku gelê wargehê di nava zor û zehmetiyên herî dijwar de berxwedan xurt dikir, heval Sara hat wargehê. Di nava wargehê de heval Sara bû hêz ji bo gel, lê hêza herî mezin jî da jin, ciwan û zarokan.  Wê lîstok afirandin da ku tirsa zarokan kêm bike,  bû hêza hevgirtinê ya rêxistinkirina jinan û ev rêxistinbûna çêkir hêla ku jin bibe xwedî hêza ku birînên xwe bi xwe  derman bike. Bandorek mezin li civakê kir. Ew ne tenê jinek jîr a raborî vedigot, lê di heman demê de eww rêhevalek bû ku hêviya pêşerojek azad çêdikir. Bi jiyana xwe ya xwezayî, bi sekna xwe ya şoreşger, bi hêza xwe ya afrîner di dilê gelê wargehê de cihê xwe bi awayê herî pîroz çêkir.
Di wê demê de, ez xwedekarbûm li dibistanên wargehê. Di nava şert û mercên zehmet de me hewil dida xwedina xwe bidomînin. Lê heval Sara dema dihat dibistanê bi heybetek wisa tijî hêvî tevdigeriya û nîşan dida ku dikare mirovên civakek azad bi perwerdeyê bên amadekirin. Di wê demê de weke xwendevan me xwe rêxistibû, lê ne rêxistinbûnek tam bi pergalbû. Li gor şert û mercan di bin sîwana saziya ciwanan de me xwe rêxistin dikir. Lê dema heval Sara hat, erka sereke ya danî pêşiya me ew bû ku em rêxistinbûna xwe bi pergal bikin. Li ser vê, me dest bi amadekariyên konferansa ciwanan kir. Dema me amadekariyên konferansê dikir heval Sara bi xwe li ser hemû karên amadekariyê radiwestiya û nîşanî me dikir. Ji perspektîfên Rêbertî bigire heta rêzikname, pêşnûmebiryar, rapora kar û xebatê di her warî de pêş me dikir û dibû alîkar. Weke  xwendekar em ê çawa bijîn, bibin xwedî îrade, pêşengiyê ji civakê re bikin û em ê çawa çanda civaka xwe biparêzin, yek bi yek ji bo me vedigot. Her sohbeta bi hevala Sara re mîna semînerekê bû. Heta piştî me konferansa xwe bi dawî kir, em komiteya amadekar a konferansê û hevalên ji bo rêveberiyê hatine hilbijartin vexwendin xwarinê. Bi xwe ji bo me xwarin çêkiribû. Wek şîrînahî jî ji me re aşûre amade kiribû. Di wê demê de me ne dizanî aşûre çiye. Li ser aşûrê agahî dan me. Bêgûman bi aşûreyê re li ser taybetyên civaka Kurd, baweriya Elewî û çanda civaka me axivî û hewl da bi me bide nasîn. Hevala Sara hem behsa civaka Botanê dikir, hem behsa civaka Dersimê dikir. Kesayetek wisa bû ku her kêliya bi wê re ji bo me xwedî wateyek mezin bû. Ji ber hema mirov dikare bêje hevala Sara di wargeha Mexmûrê de bi her kesê re eleqeder dibû. Bi zarokan re enerjiyek bê sînor, bi ciwanan re hêviya pêşerojê parve dikir, hêza rêxistinbûnê dida jinan û bi kalan re hekîmek bû ku birînên raboriyê yên êş, derd û kul derman dikir. Mirov didît ku hemû kêliyên jiyana wê bi tekoşînê hatine raçandin. Wê her kêliya jiyanê bi azweriyek mezin dijiya. Her karê ku dikir bi hezkirinek mezin dikir û wateyek mezin li karên dihat kirin bar dikir. Yek kêliya jiyana wê vale derbas nedibû. Bi her endamê civakê re eleqedar dibû.

Ew pêşenga têkoşînê bû

Şêwazê jiyana hevala Sara weke manîfestoya jiyana azad û bersiva pirsa ‘wê çawan bijîn’ bû. Yek ji Taybetiyên wê yên herî berçav ew bû ku ne tenê kar bi rêve dibir, wê kesên li derdora xwe jî bi xwere dixist nava kar. Di hevala Sara de  dawiya kar tine bû. Hamû karên dikir, ji bo avakirina civakek azad û bikare bi rûmeta xwe bijî bû. Hevala Sara ti car ji rêzê ne jiya û destûr neda kesên pêre dijîn jî ji rêzê bijîn. Tekoşîna wê jî pir alî bû. Ew bi hezkirinek mezin bi jin, ciwan û zarokan re mijûl bû û ji bo pêşdeçûna wan ked da.
Ti astengiyê nekarî têkoşîna hevala Sara ya ji bo azadiyê rawestîne. Hevala Sara bi xwe navê herî rast û watedar li jiyana xwe kiriye û gotiye ” Jiyana min hertim şer bû.” Ji ber wê tişta ji bo me mayî, bilindkirina tekoşîna Rêheval Sara û mîsogerkirina azadiyê ye.
Dewleta Tirk û hêzên desthilatdar ji hêza Sarayan tirsiyan. Lê ji bîr kirin ku çawa dibe bila bibe dê têkoşîna wan bidome. Rêheval Sara niha di dilê milyonan jinên têkoşerên azadiyê de dijî. Têkoşîna wan a azdiyê mezin dibe. Em bi hêza ji Sarayan, Ronahiyan û Leylayan gav bi gav ber bi serketinê ve diherikin.
Li hemberî têkoşîn û bîranîna wan bi rêz û minnet bejna xwe ditewînim. Di kesayeta hevala Sara de jinek, têkoşînek û şoreşek niha bû Jin Jiyan Azadî û li cîhanê deng vedide.