Li Îranê 110 jin di nava sala 2025’an de hatine kuştin. 94 jin bi awayekî derveyî exlaqî, bi cureyên cuda yên şîdetê re rûbirû mane; 63 ji wan rastî desdirêjî û tacîza cinsî hatine, asît rijandine ser rûyê 9 jinan.
Dema li ser têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê dipeyivin, hizra her kesî diçe ser guhertina yasa, siyaset, sererastkirina pergala dadgehê û rêvebirina dewletê. Bêgûman yasayên ku jinê biparêzin û her wiha sazî û karên fermî giring in. Gelek mînakên weke Hindistan, Arjantîn û Spanya hene ku tevgerên jinan bi nerazîbûnên xwe karîn hin pênaseyên huqûqî yên destdirêjî, jin kuştinê û şîdeta li nava malê biguherin, lê di heman demê de ev welat mînakên herî ber bi çavin ku nîşan didin guhertina yasayê bi tena serê xwe şîdetê ji holê ranake.
Di civakên weke Îranê de ku di aliyê siyasî û olî de sînordar in, derfeta sererastkirina yasayî pir zehmete û bedelên zêde dixwaze. Lewma di aliyê çandî û civakî de têkoşîna li hemberî şîdetê xwedî giringiyek taybet e.

Li Îranê tundî bi pergalê re têkildar e
Li îranê şîdeta li dijî jinan tenê bi nêzîkatiyên kesî an malbatî ne bi sînor e; ev şîdet di yasa, siyaset û karên huqûqî de jî xwe nîşan dide. Ji destpêka salê heya niha zêdetirî 63 jin piranî bi destê hevserên xwe hatine qetilkirin. Zewaca di temenê biçûk de jî cihê dil giraniyê ye. Di hemen demê de hin platformên online ku ji bo hevdû ecibandina jin- mêr hatine pêşxistin bûne sedema zewacên demkurt. Ev jî dide diyarkirin ku yasayên pêwist ji bo parastina zarokan li holê tine ne. Ji xwe dewlet jî naxwaze ku pêşî li zewaca temen biçûk were girtin da ku bikare saziya malbatê zêdetir pêş bixe.
Sînordarbûna mafên jinan di aliyên zewac, mafê xwendinê û kar, xanî, hevberdan, hilgirtina berpirsyariya zarok, derketina ji welat û heta di warê dermanan û emelyatê de encama pergala mêrsalar e. Ev hemû girêdayî destûra zilam in. Ev rewşa ciddî valahiya di yasayê de bi awayekî kûr nîşan dide. Bêgûman yasayên heyî bi temamî mêrsalar in, nêr in û li dijî jinê ne. Lewma jin jî nikarin ji vê yasayê sûdê bigrin.
Zagona nû li dijî mafên jina ye
Tevî hebûna evqas aloziyan di civakê û mijarê jinê de, hîn jî qanûna “rakirina şîdeta li hemberî jinê” piştî 14 salan jî negihaye encamê. Di vê pêvajoyê de tenê bi awayê “parastina şerefa jin û malbatê” guhertin têde çêbûye, ew jî bêy ku ti gavek ji bo parastina jinê were avêtin pêk hatiye. Di meha Mijdarê de jî projeyekî ji bo sererastkirina “zagona mehkumiyeta malî û zagonên medenî” ku beşek jî girêdayî “mehra” jinê ye û kêmkirina giraniya malî û ceza ye ketiye rojevê û guhertin çêbûye.
Ev guhertin bi awayê “piştgiriya ji bo mêrên deyindar” tê pênasekirin. Di pratîkê de di berjewendiya mêr de ye û zirarê dide jinê. Ev jî dikare bibe sedem ku newekhevî û cudaxwazî di çarçoveya zewacê de çend qat zêdetir bibe. Ev guhertina bi erêkirina %81.4 endamên amade di meclîsê de pêk hatî mînaka herî klasîk a siyaset û hişmendiya mêrsalar e.
Li Îranê jin dixwaze jiyana xwe bi mehrê têxe bin garantiyê. Mehr li hemberî şîdetê mîna mertalekê di destê jinê de ye, lê bi vê guhertinê newekheviya di navbera cinsan de zêdetir dibe û mêr pir bi hêsanî dikare her cure nêzîkatiyên newekhev li hemberî jinê raber bike. Mêr pir bi hêsanî dikare mehrê xira bike û jinê berde. Ji ber zagonên dewletê di aliyê maliyê û mehrê de ew rewşa zilam sînordar dike li holê nehiştiye. Lewma mêr jî dikare çawa bixwaze wisa tevbigere. Di bingeh de zagona heyî veguheriyaye milê mêr.
Di zagona nû de gelek guhertinên cuda hene ku bi giştî bandorekî neyînî li ser mafên jinan dikin. Berê ji bo nedana mehrê mêr dihat girtin, lê niha ev ji holê hatiye rakirin û mêr tenê li malê bi kelepçeya elektronîk tên ‘girêdan’. Di encamê de ku îsbat bibe mêr nikare mehrê bide, jin piştî 2 salan enceq dikare xwe bide berdan. Di vê rewşê de jin zêdetir di aliyê huqûqî de bi astengiyan re rûbirû dimîne û ev jî rewşa wan a parastinê lawaz û sînordar dike.
Asta jinkujiya li Îranê 2025’an jî neguherî
Di hemen demê de gelek rêbazên şîdetê li hemberî jinê di zemînên cûda de tên bikaranîn. Mînak ji destpêka salê heta meha 11’an herî kêm 136 jin ji aliyê rejîma Îranê ve hatine girtin ku 43 kes (%31.5) ji wan ji baweriya Behayî ne. Dîsa di vê pêvajoyê de 9 jin (yên ku tên zanîn) ji ber daxwaza mêrberdanê kirine ji aliyê ‘hevserên’ xwe ve hatine kuştin. Di sala 2025’an de di encama lêkolînekê de 181 dosye-dîmenên ku rewşa şîdeta li dijî jinê ya di malê de di aliyê cinsî û zagonî de nîşan didin derketine holê.
Li gorî vê lêkolînê li Îranê 110 jin di nava sala 2025’an de hatine kuştin. 94 jin bi awayekî derveyî exlaqî, bi cureyên cuda yên şîdetê re rûbirû mane; 63 ji wan rastî desdirêjî û tacîza cinsî hatine, asît rijandine ser rûyê 9 jinan, 11 jin bi lêdanê, 9 jin bi şîdeta di nava malê de hatine kuştin, jinek bi xwe kuştinê dawî li jiyana xwe aniye, jinekê jî xwe şewitandiye û jiyana xwe ji dest daye. Ev herdu bûyerên dawî jî girêdayî şîdeta cinsî hatine tomarkirin.
Dîsa di çarçoveya vexwendin, binçavkirin û lêpirsînê de li dijî 23 aktîvîstên jin di bin navê qanûnan de şîdet pêk hatiye û ev jî nîşan dide saziyên rejîma Îranê pir di nava hewldana kontrolkirina beden û cilûbergê jinan de ye. Her wiha 27 jin ji ber cilûbergan û ji ber kefî nedane serê xwe hatine vexwendin û lêpirsînkirin,10 cihên kar û xebatên jinan ji ber van sedeman hatine girtin. Li dijî 74 jinan jî şîdeta bi saziyên civakî ve têkildar hatiye tomarkirin.
Girêdayî şîdeta ku ji aliyê dadgehê ve li hemberî jinan pêk tê; 80 jin bi zîndanên tezîrî (ev şêwazê hepsê piranî ji bo terbiye û edebê ye)hatine cezakirin, ji bo 178 jinan cezayê qamçî hatiye birîn, 7 milyon tomen jî cezayê pere li jinan hatiye birîn.
Raporên heyî nîşan didin ku şîdeta li ser jinan di 31 ostanên (eyaletên) Îranê de pêş ketiye ku Tehran bi 50 mijaran di rêza yekem de ye. Piştî Tehranê bajarên Xorasana Rezevî, Fars, Azerbaycana xerbî û Kirmaşan hatine tomarkirin. Bêgûman gelek şîdet di zemînên cuda de pêk hatiye ku ser girtî dimîne an jî destûr nayê dayîn ku derkeve holê.
Li Îranê hêza guhertinê jin in
Bi giştî zêdebûna şîdetê di civaka Îranê de bûye mijarekî rojane. Alozî û krîza ku hem di aliyê aborî û hem jî civakî de gihiştiye lûtkeyê, di malê de û li derve weke encam bi zêdebûna şîdeta li hemberî jinê xwe nîşan dide. Dewlet-netew bi vî awayî xwe li ser tundiya li ser jinê saz dikin, hebûna xwe domdar dikin. Îro jî ji bo nexweşî û aloziyên xwe jinan dikin qûrban. Di vê derê de gûman nîne ku rejîma Îranê ji hêz û potansiyela jinan pir ditirse û baş dizane ku eger guhertinek di siyaset û civaka Îranê de çêbe ew ê bi destê jinan çêbe. Şoreşa Jiyan Jiyan Azadî jî ev tirs du qat zêdetir kiriye. Lewma bi rêbazên cuda û derxistina zagonên nû hewl dide hêza jinan bixe bin kontrola xwe û bi navê pîrozkirina saziya malbatê di nava malê de bi sînor bike. Lê rejîma Îranê bi xwe baş dizane rêbazên ku bi kar tîne ne çareserîne û tenê dixwaze demê qezenc bike. Hêza pêşeng a jinên Îranê di dirêjahiya dîroka vî welatî de her tim zindî bû, herdem hêza guhertinê bû û ti astengî nas nekiriye. Jinan gelek bedel dane, lê ti caran neseknîne. Lewma zêdebûna şîdeta li ser jinan wê rojek were li rejîma dijminê jinan a Îranê vegere û mîna lehiyê wê li ber xwe bibe. Wê demê êdî ti zagon nikare rewşa heyî bide guhertin.
