Ew navê jinên ku ji bo azadiya gelê xwe mirin bi tilîliyan pêşvazî dikirin bûn. Ew Sêvê, Pakîze, Fatma û Asya bûn.
Tam 10 sal bi ser qetilkirina 4 jinên berxwedêr û têkoşer de derbas dibe. Ew çûn lê, li pey xwe de jiyan û têkoşînek bi wate mîrate hiştin ku îro bi hezaran jin şoptarê vê rêçê ne. Ew tenê ferdek nebûn; di civaka xwe de pêşeng, têkoşer û xwedî ked bûn… Ew navê berxwedana serdemeke zêrîn bûn! Ew jinên têkoşer bûn ku bûn nav û dengê berxwedana gelê xwe ku bi înad û vînek ji pola li ser axa bav û kalên xwe bi hizr û dengê xwe cengiyan…. Ew navê jinên ku ji bo azadiya gelê xwe mirin bi tilîliyan pêşvazî dikirin bûn. Ew Sêvê, Pakîze, Fatma û Asya bûn… Ew ê çîroka jiyan û berxwedana wan her tim wek destanekê bê ziman û zindî bê hîştin.
Sêvê Demîr kê bû, çawa jiya?
Endama meclîsa Partiya herêmên demokratîk DBP’ê Sêvê Demîr, di 4 Çileya 2016’an de li gel hevalên xwe Fatma Uyar û Pakîze Nayir, li Şirnexê navçeya Silopiyê tên qetilkirin.
Ew li Mêrdîn Stewrê, li gundê Şûtê çav li cîhanê vedike. Ji roja ku wê çavên xwe li cîhanê vebikira qedera wê bi qedera gelê wê re biba yek; ew ê biba dengê raperîna gelek bindest û rengê xwe tevî rengê rojê ku bi berbanga sibehê re serî rakiribû, biba. Êdî ew bi rengê rojê dikenî û bi xemla çiyayan kofiyek ji sê rengan bi serê xwe bikirina û bi govenda azadiyê ketiba…
Zaroktiya wê li gund, li nav bedewiya çiyayan de bihorî. Di wan salan de gelê kurd di nav jiyan û têkoşînek dijwar de bûn. Salên li gel tije berxwedan û têkoşîn bû, lê ewçend jî zehmetî hebûn. Di wan salan de dewletê agir bi gundan dida û vala dikir, xelkê li ser vê axê neçarî koçberiyê dikir.
Sêvê jî wek gelek zarokên kurd di wan salan de şahidî ji zilm û zordariya dewletê kir. Di şevek a sala 1990’an de, tevî malbata xwe rastê zordariyê tên û neçar dibin ku gundê xwe biterikînin. Çiyayan li pey xwe dihêlin, belku jî ew ê carekedin nekare van çiyayên ku zaroktiya wê xemilandibû nadîtiba, lê ne vê rastiyê û ne tu rastiyeke din ew ê rê nedaba ku ew axa xwe, cihê ku lê mezin bûye, ji bîr bike; belku ev bû hincetek a têkoşînê ji bo vê zaroka biçûk. Ji ber ku wê dizanî ew ê roj bê mezin bibe û ji bo dîsan vegere ser vê axê wek gelek xwîşk û birayên xwe divê bixebite, têbikoşe û berxwe bide…
Yekemîn serî rakirina wê
Sêvê Demîr dema ku malbata wê tên Amedê û li wir bi cih dibin, li wir jî ew ê jiyan ji bo wan pir hêsan nebaya û her carekê rastê zorî û zehmetiyan bibana. Aliyekê zextên bê sînor ên dewletê, ji aliyê din de jî hejarî û biyanîbûn ew ê wek siyekê her li pey wan baya. Lê belê ma qey ew ê ev yek bikariba li pêşiya Sêvê biba asteng; ew pir cuda bû. Ew xwedî vîn bû û ew ê tu caran serî tewandin nepejirandiba. Ew ê yekemîn serî rakirina wê, hîn di temenê wê yê zaroktî de destpê bikira… Rojekê polîs bi ser mala wan de digirin; lê Sêvê qet natirse, belku jî êdî di vî temenê zarok de fêrî vê zilmê bibû!.. Vedigere polîsan û dibêje; “Terorîst hûnin ku bi solên xwe yên qirêj re ketine mala me”.
Dema ku ew hîn nûciwan e, malbata wê koçê Manîsayê dikin. Mîna her malbateke Kurd ku li rojavayê welat ber belav bûne, Sêvê Demîr jî êşa kûr a tenêtiyê û bênasnametiyê kêşa ye. Lê rexmê van hemûyan ji nasnameya xwe, zimanê xwe û gelê xwe tu caran cuda nebû. Lêgerîna wê ya xwe û nasnameya xwe nasînê her ku ew mezin dibû zêdetir dibû. Jixwe yekem gava xwe ya ber bi siyasetê jî li vir tavêje. Ew fêrî bû ka çawan ji mirovan re bibe hêvî û wan birêxistin bike.
Di rêzên pêşî yên têkoşînê de cih girt
Sêvê Demîr ji Kongreya civaka Demokratîk heya Partiya Herêmên Demokratîk û Kongreya Jinên Azad li gelek xebatên cuda de cih girt. Li rexmê ku di gelek xebatên cuda de cih girt û kar meşand, lê hertim dil û mêjiyê wê li gel xebat û têkoşîna jin bû. Ew yek ji wan jinan bû ku zexta pergala mêr herî baş fêm dikir û dizanî. Ew di nav jinên ku li dijî vê zilmê serî hildan de wek stêrkeke geş dibiriqî. Jixwe ev sekna wê bû ku hîşt nave wê di têkoşîna azadiya jinê de bibe sembol.
Bi demê re zextên dewletê yên dijî wê jî zêde bûn. Di encama operasyona KCK de tê girtin; lê ne zîndan û ne jî zext evê wê ji têkoşîna wê nede paş û ji her demê zêdetir bi ruhek berxwedêr têkoşî. Lê zîndanê tevlî greva birçîbûnê ya ji bo daxwaza rakirina tecrîda li dijî Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan dibe. Greva birçîbûnê tenduristiya wê bandor kiribe jî, vîna wê bihêz kir. Dema ku tê berdan jî, li cihê madebû têkoşîna xwe didomîne.
Ew hatin qetilkirin
Ma qey pêkane ku mirov wan rojan ji bîr bike, sala 2015’an bû. Dema ku li Şirnex û Mêrdînê xebat dimeşand, carekedin biryar girt ku li gel gelê xwe be. Di wan rojên ku biryara nederketina kolanan li Silopiyê hatibû ragihandin, Sêvê Demîr gelê xwe bi tenê nehîşt û got; “Em li vir in, tevî gelê xwe û mil bi milê hev”.
Lê di 4 Çileya 2016’an de carekedin kolanên Silopiyê bi xwînê hat av dan.Bi guleya ku li maşineya zirxî de hat avêtin, Sêvê Demîr, Fatma Uyar û Pakîze Nayir tên qetilkirin. Helbet wê demê tenê bedenê wan ket ser ax ê; ji ber ku têkoşîna wan ew ê ji bo heta û hetayî di dilê gelê Kurd de zindî bimaya. Îro dengê Sêvê tevî dengê bi hezarî jinan bûye ku bi şîara ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li kolanan olan dide.
Fatma Uyar; têkoşera dil nizm
Fatma Uyar di 28’ê Tebaxa 1988’an de, li gundê Dihok a Şirnexê tê dinyayê. Heya dibistana seretayî dixwîne û dovre dest ji xwendinê berdide. Di temenek biçûk te tevlî xebat û têkoşînê dibe; di sala 2000’an de, di xebatên meclîsa ciwanan de cih digire û di sala 2009’an de tê girtin. Pênc sal û 3 meh girtî dimîne û paşê tê berdan. Herî zêde li herêmên Serhed û Botanê kar û xebat da meşandin. Dema ku tevî hevalên xwe hat qetilkirin di xebatên KJA de bi awayek çalak xebat dimeşand.
Fatma Uyar ku tevî hevalên xwe di 4 Çileya 2016’an de hatin qetilkirin, xwedî sekn û xebatek dem dirêj bû. Ew bi sekna xwe, gotin û tevgera xwe, felsefeya jiyan û têkoşîna xwe, ji bo hevalên xwe mînak bû. Ew xwedî seknek berxwedêr bû. Fatma hîn di temenê biçûk de bi rastiya têkoşîn û berxwedanê hatibû perwerde kirin, bi vî ruhî roj bi roj mezin bibû. Fatma Uyar xwedî kesayetek berpirsyar, welatparêz bû. Ev ruhê wê yê berxwedêr bû ku hîşt xebat û têkoşîna wê, sekna wê bibe mînak ji bo tevahiya jin û ciwanên Kurd.
Jiyanek kin, lê têr û tije
Fatma Uyar di temenê xwe yê 27 salî de hat qetilkirin. Ew di nav 7 zarokên malbatê de ya duyemîn bû. Ew hîn dema sê mehî bûye, rastî tundiya dewletê û zîhniyeta wî ya qirker hatiye. Di nav rastiyek wiha de çav li cîhanê vedike… Ew dema hîn sê mehî ye, dewlet bi ser gundê wan de digire û malbat ji neçarî koçberiyê dibe. Ma ji vê zehmettir tiştek heye ku tu ser axa xwe bibî penaber!
Ew jina têkoşer a ciwan her kêliyek jiyana xwe tije û bi wate dijî. Têkoşînek mezin li pey xwe hişt û bû hêza xebat û berxwedanê ji nivşa bi dov xwe re. Ew êdî Fatmaya tevahiya Kurdistanê bû û wê bi xebata ku kêlî bi kêlî bi têkoşînê barkirî bû, watedar kir û biba dengê raperîna hemû jinên welatê xwe ku di asoyên dûr de, bi rengê jinê dihat xuyan.
Pakîze Nayir; jina xweşik û dil nizm
Pakîze Nayir li ser axekê hat dinyayê ku ew ê her sal, meh û kêlî tê de bi berxwedanê bihata honan. Nayir di sala 1990’î, li gundê Ziristan a Silopiyê tê dinyayê. Ew jî wek hevala xwe ya têkoşînê Fatma Uyar tenê heya dibistana seretayî dixwîne. Ew li gundê Ziristan koçî navçeya Mêrdînê Nisêbînê dikin. Dovre dîsa vedigerin Silopiyê. Ew di nav malbatek kedkar de mezin dibe. Salên dirêj, li bajarên cuda, tevî malbata xwe wek karkera çandiniyê dixebite, dema ku carekedin vedigere bajarê xwe, dikaneke porjêkirinê vedike.
Demara xwe bi vî karî dike. Ji aliyekê kar dike, ji aliyê din de jî tevî kar û xebatên siyasî dibe. Dema êrîşa çeteyên DAIŞ a ser bi Kobanê de ew jî wek gelek jin û ciwanan nikare vê êrîşa li dijî gelê xwe bipejirîne û tevî xebatan dibe. Piştî ku demek dirêj di nav xebatên siyasî yên partiyê de cih digire û şûnde, wek hevseroka Meclîsa Gel a Silopiyê tê hilbijartin. Ew jî wek hevalên xwe Sêvê Demîr û Fatma Uyar li gel refa gelê xwe cih digire û tevî berxwendana serdemê dibe.
Fatma Uyar, endama Kongreya Jinên Azad (KJA) ku di sala 2015’an de di dema qedexeya derketina derve ya li navçeya Silopiya ya Şirnexê de bi Biryarnameya hikmê qanûnî hatibû girtin, Sêvê Demir, endama Meclîsa Partiyê (PM) ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Pakîze Nayir, Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiyayê, di 4’ê Çileya 2016’an de ji aliyê nîşangirên wesayîta zirxî ve tên hedef girtin û qetilkirin.
Nayir di dema têkoşîna xwe ya jib o nasnameya kurdayetî û jin de, rastê gelek jinan tê û wan nas dike. Nayir beşdarî akademiya mala jinan dibe, ku jin li vir gelek atolyeyan lidar dixin û li wir rêya wê bi Sêvê, Fatma re dibe yek; ku paşê ew ê her sê bi hev re bihatina qetilkirin. Ew hertim bi aliyê xwe yê pozîtîf dihat nasîn. Dema ku wek hevseroka meclîsa gel a Silopiyê tê hilbijartin yekemîn xebata wê ew bû ku zarokên taxê fêrî zimanê kurdî bike.
Ew di 5 Çileya 2016’an de, ku yekem qedexeya derketina derve hatibû îlan kirin û ew ê 38 rojan dom kiriba, bi pênc guleyan hat qetilkirin. Di dema qedexeyan de li taxê, cem jinan dimîne, moral dide wan.
Asya Yuksel; Têkoşera Cizîra Botan
Hevseroka Meclîsa Gel Asya Yuksel ku wek jineke têkoşer û sade dihat nasîn, di heman demê de ew bi kesayeta xwe ya dilnizm û hişmendiya berpirsyariyê a ji pirsgirêkan re yek ji jinên wêrek a Qilebanê bû. Ew yek ji sembola berxwedana Cizîrê ye ku di destpêka her tiştekê de di nav lêgera çareserkirina pirsgirêkên jinan de ye û ji bo çareser kirina wan pirsgirêkan xwedî ked û hewldanek mezin e.
Asya di sala 1973’an de li taxa Kalhesîn a Qilebanê tê dinê. Ew bi giştî 8 xwîşk û bira ne. Asya ji ber rêzikên kevneşop ên civakî di temenek biçûk de tê zewicandin. Ew jî wek gelek keçên ciwan ne xwedî mafe ku biryara jiyana xwe bide û di temenek ciwan de gav tavêje ber bi jiyanek zor û zehmet. Hevserê wê di encama qezayekê de jiyana xwe ji dest dide. Ew êdî ne tenê barê jiyanê radike, ew neçare berpirsyariya her du zarokan jî ku hîn pirr biçûkin, rabike. Ew bi xwe hîn 22 salî ye, lê barê jiyanê û berpirsyariyên wê giran in!
Ew bi sade bûn, hevaltiya rast a jinê dihat nasîn
Asya di sala 2005’an de dest bi xebatên siyasî dike. Di demeke kin de pêş dikeve û di asta rêveberiyê de jî erk digire. Ew bi taybetî girîngî bi xebatên jinê dide û ji ber vê yekê jî piştî demekê kar di xebatên giştî de, dest bi xebatên jinan dike.
Yuksel, hem wek jin û hem jî wek dayîk li dijî zîhniyeta feodal a mêr têdikoşe û bi vê têkoşîna xwe karî roj bi roj di qada siyasî de pêş bikeve. Ew herê dawî li ser peywira Hevserokatiya Meclîsa Ge a Cizîrê bû ku ev erk jî wek her kareke din ku dikir bi baldarî û jidil bi encam dikir. Yuksel pir êş û zehmetiyan dikşîne, lê zêde behsa êş û zehmetiyên xwe, pirsgirêkên ku rojane pêre rû bi rû dibû, nedikir. Tenê di pey a ku pê bawer dikir de diçû û wisa jî jiyan dikir. Di pêvajoya berxwedanê de bi gotina; “Ez dayîka Jiyan û Şivan im. Ji bo min hemû zarokên ku li vir in, Jiyan û Şivan in” wê sekneke berxwedêr raber bikira.
Hevseroka Meclîsa Gel Asya Yuksel yek ji wan jinan bû ku dixwest bi riheke şoreşgerî dest bavêje navbêna civakî a Cizîrê û bi wê perspektîfê nêz bibe. Ji bo wê jî Hevserokatiya Meclîsa Gel wek erk û berpirsyariyekê ku bê bicih anîn digirt dest. Ji ber sedema ku ew bi xwe jî di temenek ciwan de hatibû zewicandin, nêzikatiya wê a ji vê û mijarên din yên civakî pir bihîstiyar bû. Mijara jinê re hesas û baldar nêz dibû. Lewra yekemîn biryarên ku wek Hevseroka Meclîsa Gel girt, qedexe kirina zewaca di temenê biçûk de û ‘berdêl’ bûn. Her qad û kolanên Cizîrê veguherandibû qadên têkoşîna jinê a li hemberî tund û tujiya ser jinê, bi dengê bilind dida diyarkirin ku ew ê rê nedin zewaca di temanê biçûk de.
Jiyanek di oxira azadiya gelê xwe de
Her şoreş û pêvajo pêşengên xwe derdixîne, bitaybetî jî ger mirov zehmetiyên şer bide ber çavan, ev yek ewçend jî ne hêsane. Asya jî pêşenga serdemek zêrîn a têkoşîna gelê Kurd bû. Ew bisekna xwe yek ji wan jinan bû ku bi xebat û feraseta xwe ya jiyanê, roj bi roj ber bi pêşengtiyek wiha de dibezî. Di pêvajoya berxwedana rêveberiyên xweser de bi coş û kelecanek mezin û bê ku kêliyekê rabiweste, kolan bi kolan, tax bi tax digerî û gel agahdar dikir. Ji bo ku gel li taxên berxwedanê bigre, mal bi mal digerî û pêwîstiyên gel diyar dikir, bê ku direng bikeve an jî tiştek kêm bimîne, ew daxwaz bi cih tanî.
Asya Yuksel dema di bodrumên wehşetê deye, ji bo cara dawî bi dayîka xwe re diaxive û jê re dibêje ku li cem wê birîndar hene. Dayîk jê dipirse, ‘Ka te çi xwarin ji birîndaran re çêkiriye’ Ew jî bi dilnizmî li dayîka xwe dizivirîne û dibêje; “Ez bi çorbeya nîskê li wan dinêrim. Hin birîndar pir giran in, lê bi qasî ku derfetên me dest dide, em wan derman dikin. Dayê, encam çi dibe bila bibe, lê tu xemgîn nebe. Nebe ku tu bigrî!”
Li navçeya Şirnex Cizîrê, di roja 79’an a êrîşên qirkirinê yên dewleta dagirker ya Tirk de, Hevseroka Meclîsa Gel Asya Yuksel û Mehmet Tunç tevî hevalên xwe bi dirûşma “Berxwedan Jiyane” dîrokek ji qehremaniyê dinivîsin.
