Li gel me Elewiyên Kizilbaş yanî di baweriya Rêya Heq de, rastiyeke bi navê xwe, cewherê xwe lêpirsîn heye. Ji bo berdewama rê, pêşî lazime şopdarên rê li gorî exlaqê rê tevbigerin û xwe lêbipirsin. An go cewher tê lêpirsîn, pak dibe û wisa rêwîtî dewam dike. Ev ew rêwîtiye ku mirov xwe lêdipirse, rexneyê li xwe digire û tişta lê digere di xwe de dibîne…
Dema bi edîtora kovara me re ji bo naveroka nîvîsê me gotubêj dikir, ji min re got dikarî xwe, xebat û projeyên xwe vebêjî.
Lê dema ji bo nivîsê derbasî ser kompîterê bûm, min fêm kir qet ne asan e. Ez fikirîm gelo mirov çawa dikare xwe vebêje? Hingê min got belkî nikarim xwe vebêjim, lê nirxên ez kirime ez çawa fêm dikim, an min nekariye fêm bikim, di çi de kêm û netêr mam e, dikarim binivîsim. Nivîsîna vê dê rast be. Difikirim hem ew kevneşopa çand û baweriyan ku ji nav hatime, hem jî metoda têkoşîna azadiyê ya pakbûna ji kêmasiyan çanda rexne û rexnedanê rêya herî etîk a xwe vegotin, famkirina heqîqetê û rêwîtiya rast e. Ji bo bikarim xwe vebêjim, divê çanda civakî, bawerî û zanîna bi nirxên bilind ên xwedawendan afirandî hatî stran vebêjim an jî kêmasiyên di pêkanînê de fêm bikim. Wê demê dikare ji bo fêmbûna yên bi navê mirovahiyê çalakiyên mezin kirine û fedakarî kirine têkariyeke min çêbe belkî.
Rêwîtiya heqîqetê
Ji bo vê divê lêgerên heqîqetê ên li dijî ferza bê jiyaniyê ya modernîteya kapîtalîst jiyana azad û nirxên berxwedana çandî ji nû ve diafirînin, wan jinên egîd ên Kurd fam bikim û vebêjim. Vê rêwîtiya heqîqetê bêguman di jiyana min û gelek jinan de bandorekî mezin heye. Ji ber vê meşê çawa ku vîn, wêrekî û jêhatina lêpirsînê ya me jinan derxist holê, di heman demê de pîvanên kevneşop, cinsiyetparêz ên civakî jî şikandin, hiş û zanîna lêpirsîna zîhniyeta feodal û rizî û redkirina wê pêş xist. Li her devera dinyayê pirsgirêka sereke ya jina ye (di cewherê xwe de pirsgirêka zilam e). Ji civaka herî modern heta ya herî feodal şîddet bi rûpûşên cuda di jiyana jinan de rê li qirkirinê vedike. Ev pirsgirêka belavî her qada jiyanê dibe ku çavkaniya wê zîhniyeta zilam e, di her bawerî û îdeolojiyê de zilam û aqilê zilam jinan, nasname, ked û îradeya wan tine dihesibîne. Li cografyayekê dikuje, li cografyayeke dî dike meta.
Jinên ku dest li dîrokê werdidin
Jinên ku bi hezaran sale hatine kolekirin, tine hatine hesibandin, di malê de hatine girtin û wekî tenê karê wan welidandin û xizmeta zilam e, wiha neçar mane hebûna xwe bidomînin êdî xwediyê tekoşîneke gerdûnî ne ku dikarin hem îlham jê wergirin hem jî xwe rêxistin bikin. Nimûneya vê ya li ber çavan şopdarên jinên li çiyayên azad ên Kurdistanê Sarayan, Berîtanan û Zîlanan ku li Rojava li dijî zilamên çete yên herî kirêt û hov rabûn, dest li herikîna dîrokê werdan. Bi rêgezên wekhev û demokratîk di serî de jin, gel, komên baweriyan ên cuda û azadiya nasnameyan avakirina modeleke civakî ya nû esas girtin. Ji Rojava fûriyan, çirûskên vê şoreşê li Rojhilat veguherî henaseya Jin Jiyan Azadî. Ev ew kesayeta jina Kurd e ku hişê xwebûnê bi dest xistiye. Û bi vê re kesayeta jinê ya nû hatî afirandin li hemberî avahiya babiksalar serî hildide, di armanc, aqil û biryarên hevbeş de jin gihandin hev, di her qada civakê de jin kir xwedî hêza diyarker. Ev kevneşopa jiyana azad a hatî afirandin û destkeftên wê êdî gerdûnî dibin.
Qeleya herî stratejîk a şoreşê huner
Şoreşa me di cewherê xwe de şoreşek çandî ye. Lewma em bêjin qeleya herî stratejîk a şoreşê qada çand û huner e bawerim dê ne şaş be. Ruhê şoreşa çandî şahidiya serdemê dike, bîrê çêdike û li dîrokê şop dihêle. Nûnertiya herî baş ku bi hunera xwe ya şoreşger û nasnameya jina azad şop li dîrokê hişt û şênber bû nimûneya Hozan Mizgîn e. Di vê meşa heqîqetê de ji bo me jinan û bi taybetî hunermendên jin li gel Hozan Mizgîn nirx û mîrateya gelek hevalên me afirandî bûye derfeta xwe îfadekirinê. Ew ji nû ve afirînerên Kurdê bê ruh, jixwe biyanî û heta mirî ne. Di mijara pêkanîna xeyal û lêgerên azadiyê ya Mizgîn û fedakariya gelek hevalên din de ez difikirim hewldana fêmkirina kêmasiyan di me de kêm e. Ev tespît ne ji wê ye ku nirxên hatine afirandin, berhem û kedê nabînim, dijberî wê ez êşa vê di mejî û wijdana xwe de bi kûrahî hîs dikim û dijîm. Bi taybetî jî di qada çand û hunerê ku ez di nav de me, girtîbûna li hemberî rexneyê, windakirina qabîliyeta rexnedanê û girêdayî vê talokeya ku ev qad rû bi rû ye. Bi lingekê li ser derfetên vê şoreşê afirandî xwe dihilavêje, lingê din li ber şîpika deriye û derî herdem vekirî dihêle, hewl dide huner û siyasetê ji hev veqetîne, heçku qirkirina jinê ne beşek ji siyasetê ye bi zanîn an jî nezanînê têkariya vê pergala qirker ya em di nav de ne dike, lê ji bo her derfeta têkoşîna me pêşkêş dike jî beşa herî bi îmtiyaz e. Di pergala nirxan a me de cihgirtina van me naxe nava fikaran jî.
Dorpêça çanda popûler û arabesk
Yên din jî em ên ku stranên vê şoreşê distirên an jî hewl didin bistirên… Her çî niyeta me baş be jî, em ên ku bêy fêm bikin, hîs bikin hewl didin bînin ziman… Em ên ku ji estetîkê, ji hestan û têgîna hevaltiyê dûr in lê wekî ku nêzîk in xuya dikin..! Ya herî xirab jî em ên ku ji tespîtkirina rewşê dur, jiberker û sloganvan..! Em ên ku dixwazin civakeke demokratîk ava bikin, çima ji rizandin, bênirxkirin û dorpêça çanda popûler û arabesk nikarin rizgar bibin û weke ku ev huner be digehînin civakê? Ma ne pêwîst e em bersiva van pirsan bibînin; hozanên ruhê şoreşê fêm dikin, estetîk û milê herî xweşik ê berxwedanê vediguhêzin hunerê û bi stranên xwe civakan bandor dikin her ku diçe çima kêm dibin, çima êdî nikarin wî ruhî zeft bikin, stran çima her ku diçe bê ruh dibin û ji estetîkê dûr dikevin, çima di meşa şoreşê de nikarin rast bimeşin? Ku hunermendek nikare biafirîne û di yên diafirîne de jiyan tune be, ruh tune be ew ruhê şoreşê, hunera hevaltiyê û pêdiviya senkronîzeya bi şoreşê re fêm nake. Lê eger ê diafirîne, hewl dide, ked dide qada xwe îfadekirinê nabîne, di gihandina berhemên xwe ya civakê de pirsgirêkan dijî, di rewşek newekhev û ne adîl de neçarî têkoşînê dimîne, ev tê wateya di fêmkirina vê zîhniyeta di nava me de pirsgirêk heye. Pergal û hemû amûrên wê bi hemû hêza xwe êriş dikin. Bêçandiyê ferz dike, çandeke arabesk a nava wê pûç û bêruh ferz dike. Herî zêde kesên nikarin bi şoreşê re bimeşin û çavekî wan li derve, ji vê bêçandiyê sudê digirin û rantê dixwin dibin amûr. Ji ber vê pergal herî zêde êrişî qada çand û hunerê ya lawaz dibîne dike. Ji ber rizandina çandê, perçekirina civakbûnê û hemû nirxên di nava xwe de dihewîne ye.
Mesele hemû fêmkirin û vegotina van nirxan e
Mesele, afirîneriya rutîn a stewr bûyî, vegera li derdora xwe, girêdana bi baweriyê ku venaguhere serkeftinê, nekarîna xwe vegotinê, nekarîna xwe pênasekirinê û şikestina xeyalan… Eger ezamet û wêrekiya têkoşînê ya Mizgînan û Delîlayan di dilê me de mezin nabe û em hîs nakin, ev tê wateya em nikarin di rêkê de bimeşin… Divê em cewher rexne bikin, cewher pak bikin û bi heqîqeta rê bawer bikin, wisa bimeşin… Ku bêm ser xebatên xwe; min di 18 salên jiyana xwe ya hunerê de 4 album, 3 kurte film û konserên solo yên bi hezarûyek kedê pêk anî bicih kir. Lê li hemberî van nirxên bilind ku bi fedakarî û kedê hatine afirandin çiqas etîk e ku mirov qala keda xwe bike, nizanim. Ez hewl didim afirînerên derfetên ku bikarim xwe îfade bikim, fêm bikim. Ez ê hewldana fêmkirin û vegotina van nirxan bidomînim.Bi baweriya xwe ya bi rê, bi hêviya gehiştina heqîqetê.