Guhertina zîhniyeta Rejîma Îranê

- Nûjiyan Amed
102 views
Guhertina zîhniyetê ya rejîma Îranê erka wijdanî û exlaqî ye. Helbet ji bo guhretinek bingehîn têkoşînek bîrdozî ya çanda modernîteya demokratîk şert e. Rejîma Îranê ya zengargirtî encax têra rayedarên xwe yên kujer bike. Ji vê rêjîmê daxwazên mafên jin û civakê xwe xapandine. Şêwazê rast ji xwe destpêkirin e. Gotineke Rêber Apo heye, dibêje “ Te li ku winda kir, li wir dest bi avakirinê bike”. Yanî ji xwe destpêkirin şêwazê herî rast e.

Rêjîmên zîhniyetên kujer ji ber ku di esasê xwe de li ser ked, xwîn û xwêdana jin û civakên bindest xwe rêxistin kirine, nikarin bi şêwazek normal, an jî bi aramî bifikirin. Ji ber zîhniyeta wan rastiyê di nava qalib û formên evdbûn û xwedabûnê de digire dest. Zilam xweda ango kirdeye, jin, civak û xweza jî bireser in. Zîhniyet li ser hukumdarî, tundî û tujiyê saz bûye û li gor vê zîhniyeta ku bi destê zilaman hatiye avakirin bi zagonên hesinî, çandeke mûtleq ya nebaş dane avakirin. Du cîhanên bi aqilê zilam ku li dora xwe sazûman kiriye heye, di her du cîhanan de jî ne cihê jinan û nejî cihê bîr û baweriyên din heye. Di nava van her du cîhanan de jî tenê gotin û nerîna ew zilamên ku nêzîkê xwedayê ser erd e derbasdar e. Lewra zîhniyeta zilamsalarî, li beramberî pirrengiya jiyana jin û civaka xwezayî bi hezaran salaye bi yek rengî û yek dengî xwe îdare dike. Lewra zilamên desthiladar ji bo guhertin an veguhetineke nû nikarin bi felsefeya wijdan û exlaqî xweşik bifikirin, xweşik bînin ziman  û rast pêk bînin.  Yên xweşik bifikirin, xweşik bînin ziman û rast pêkbînin jin, ciwan û giştî civakên xwedî wijdan û exalaq in.

Pêwistî bi bîr û baweriya bi felsefeya wijdan û exlaq heye

Em baş dizanin wijdan û exlaq weke pîvanên sereke yên bîr û baweriya pêşengên modernîteya demokratîk in. Esasê jiyana bi pîvan a bi exlaq li Rojhilata Navîn bi berdêldayînên kesayetên navdar di pêşengiya jin,ciwan û civakê de zîhniyetek komînal a çandek pîroz jî heye. Lê zîhniyeta serdest a kujer, li beramberî çanda komînal a pîroz her dem bi tirs û xof e. Li Rojhelata Navîn bi giştî di nava desthilatdaran de ev xof her heye. Lê ya herî zêde û ber bi çav jî rejîma Îranê bixwe ye. Pêwistî bi bîr û baweriya bi felsefa wijdanî û exlaqî heye. Rayedarên olî yên rejîma Îranê, li meydanan û li ocaxên xwe yên perwerdê herî zêde van peyvan jiber û bi zimanekî helbestî dixwînin. Ev meleyên rejîma Îranê bi xwe ne. Lê yên pêknayînin jî ew raydarên rejîmê bixwe ne. Ji ber ku xwe hostayê xweş xwendina van peyvan dibînin, wisa bawer dikin li beramberî daxwazên rewa yên jin û civakê yên herî bi exlaq tevdigerin ew bi xwe ne. Lê jin, ciwan û ji sedî 95’ê civakê wisa bawerin ku yên herî bê exlaq û bê wijdan rayedarên rejîma Îranê ne. Ji ber ku daxwazên jinan û civakê ne li dijî nehezkirin û nepejirandina bîr û baweriya xwedê ye, rasterast li dijî maskeyên rayedarên rejîma Îranê bi xwe ye.

Rejîma Îranê li ber şoreşa Jin Jiyan Azadî bêçare maye

Rayedarên rêjîma Îranê ji bo şerm û gunehê xwe veşêrin, serî li rêbazên dadweriya zîhniyeta kujer didin. Wekî berê dîsa bi heman maskeyên mîna hîcab an jî bi sedemên cûr bi cûr dijminahiya jinan û gelên bindest her ku diçe kûrtir dike. Dîsa wekî bab û kalên xwe kuştina jin, zarok û ciwanên azadîxwaz wekî karekî rewa ji bo xwe pêk tîne. Di van 8 mehan de ji bo desthilata xwe bidomîne bê navber ji jin û ciwanên Îranî û Kurdistanî bi dehan kes darve kir. Darvekirin ne bes bû dest bi rêbazên Hîtlerî kir û bi jehrkirina jinên ciwan dixwaze jinan ji qadên serhildanê dûr bixe. Dîsa jin û ciwanên di girtîgehan de bê sebeb, bi gefên darvekirinê dixwaze terbiye bike. Gelek jinên rojnamevan, hunermend, aktîvîstên jinparêz, parêzer û siyasetmedar ji ber piştgiriya şoreşa Jin Jiyan Azadî ev 8 mehin di girtîgehan de di bin gefên sêdarê de  tên ragirtin. Ev rêbaz, rêbaza zîhniyeta kujer a destgirtina pirsgirêkên jin û civakê bi xwe ye. Karê rayedarên rejîma Îranê ne tenê mijûlbûna bi pirsgirêkên navdewletî yên wekî ewlehî an jî aborî ye. Erkê wan ê exlaqî ew e ku destê xwe bidin ser komê xwe û daxwazên jin û bîr û baweriyên civakê pêk bînin. Li şûna bi zagonên hesinî bi cil û bergên jinan ve mijûl dibin, bila ji kerema xwe re bi qirêja di nava dil û mejiyên xwe de mijûl bibin ku kêmek be jî bi xwe re nûbûnekê çêbikin. Heke şîrhelalê dayika xwe bin, bila bi nefsa xwe ya lawaz, bi çavbirçîbûna xwe re mijûl bibin ku kêmekî bêhna çanda mirovahiyê ji wan were. Bi gotina oldarên heq ku dibêjin paqijî ji îmana xort tê divê ku li xwe vegerin.

Rayedarên rejîma netew-dewlet heramzade ne

Kesên di nava komika jor a rejîmên netew-dewletan de cihê xwe digirin tev heramzade ne. Rayedarên rejîmên netew-dewletan heramzade ne. Kesên di dil û mejî de ji terbiyeya dayikên pîroz para xwe negirtibin, nikarin ji bo bîr û baweriya jin û civakên demokratîk sîstemeke bi wijdan û exlaq ava bikin. Komikên rayedarên rejîma Îranê jî  weke komikên modernîteya sermayedar dizên keda jin û civakê bi xwe ne. Sîstemek bi fikir û aqilê zilamsalarî hatibe sazûmankirin, ji pirsgirêkên jin û giştî pirsgirên civakê re nabe bersiva rast. Bi gotina zanyarekî civakî  “jiyana xelet rast nayê jiyîn”. Ev gotin heqîqeta ku encama zîhniyeta seqet e îfade dike. Bi kurtî  sîstema hişmendiya zilam di çavê jin û civakê de  rewabûna xwe nîne. Lewra rêyeke çareseriyê ji bo zîhniyeta komikên heramzade heye, ew jî veguherîna ber bi bîr û baweriya fikrên pergala konfederalîzma demokratîk e. Rêbazê herî rast ew e rejîma îranê xwe bi jin û civakê bi vî rengî, bi veguherîna demokratîk bide bexşandin. Rêya vê bexşandinê jî di guhertin û veguhertina zihnî ya bi şoreşa Jin Jiyan Azadî re derbas dibe.