Têkoşîna jinên Kurd dîrokî ye

- Elif Ronahî
129 views
Ya herî girîng îro li Rojhilata Navîn doza netewî ya jinên Kurd û Filîstînî heye. Jinên Kurd û Filîstînê hem têkoşîna netewî, nasname û hem ji bo mafê jinê têdikoşin. Ev giring e. Barê wan girantir e. Li dijî mêtîngeriyê, li dijî dagirkeriyê têdikoşin. Ji bo demokratîkbûna welatê xwe, ji bo hebûna xwe û nasnameya xwe têkoşînê dikin.

Jina Kurd li Rojhilata Navîn di rewşeke cuda de ye. Welatê wê bûye çar parçe. Her beşek dibin dagirkeriya dewletekê de ye, mêtîngerî heye. Di her astê de tê qirkirin. Li ser ziman, çand û civaka wê zextek mezin heye; di van waran de tê parçekirin. Ji ber zext, êriş û qirkirina netewa serwer zehmetiyan dijî. Ev aliyên neyînî ne. Aliyê erênî jî ewe; Jina Kurd di dîrokî de hebûna xwe bi awayê herî bi bandor diyar dike û vê yekê heta roja me ya îro dewam dike. Girêdana wê ya bi jiyana gund, çandinî û têkiliya wê ya bi axê re kûr e. Jinên Kurd çanda neolotîk, çanda xwedawendan dide jiyîn. Ev jî destdirêjiya dewletê li wê asteng dike. Dema em li dîrokê dinêrin, jinên Kurd di pêşxistina berxwedana li Kurdistanê de rolek giring lîstine. Em berê xwe bidin berxwedana Kela Dimdimê ya li Rojhilatê Kurdistanê. Divê berxwedana sedsala 17’an pêktê de rola jinê giring e. Jin li ber xwe didin, pêşengiyê dikin. Şerek giran diqewime. Jin gavê paşde na avêjin. Nahêlên mêr jî gavê şûnde bavêjin. Ev dibe sedem mêr jî şer bikin, berxwedanê mîsoger bikin. Berxwedan û sekna jinê li Kela Dimdimê dibe mijara gelek roman û pirtûkan.

Jinên kurd li hemberî dijmin li ber xwe dan

Dîsa li Rojhilatê Kurdistanê Mîna Qazî heye. Hevjîna Qazî Mihemed e. Ji bo jin di komara Mihabadê de cih bigirin gelek kar dike. Ji bo jin di warê perwerde, tenduristî, sazîbûna jinê û di warî civakî de bi bandor be pêşengiyê dike. Girêdayî vê ne şaşe mirov bêje jinan nûnertiya çanda Zerdûştî kirine. Li Bakurê Kurdistanê jî jinan hem di dema Osmaniyan de û hem jî di dema komarê de pêşengî kirine. Dema firset dîtine, rêxistinbûna xwe pêşxistine. Nimûne Cemiyeta jinê ya Tealî ava dikin, li dora wê kom dibin, xwe birêxistin dikin. Li çar beşên Kurdistanê serhildan pêşketin; ji serhildana Şêx Seîd, heta serhildana Dersimê, Mehmût Berzencî û Simkoyê Şikakî. Di van serhildanan de jinan rolek mezin lîstine. Hem şer kirine û hem jî ji bo şer bigehe armancê rol lîstine. Zarîfe, Besê û Leyla Qasim mînakên vê ne. Ev jinên Kurd bûne sembol. An go bi sedhezaran jinên kurd hene ku li hemberî dijmin li ber xwe dan e.

Jina Kurd ti carî serî netewandiye

Li Dersimê ji bo nekevin destê dijmin, jin keziyên xwe bi hev ve girêdidin û xwe davêjin avê, xwe ji zinar û kendalan davêjin xwarê. Ji bo bi saxî nekevin destê dijmin, ji bo tacîz û tecawiz li wan neyê kirin, dawî li jiyana xwe tînin. Ev ne tiştekî hêsan e. Jina ku xwedî li çanda xwe derdikeve, xwedî li hebûna xwe derdikeve dikare vê bike. An go ew jina serî natewine, vê wekî qeder nabîne, dikare vê bike. Jina Kurd serî netewand, dema dît wê bi saxî bikeve destê dijmin dawî li jiyana xwe anî. Ev di gelek pirtûkan de heye. Her tim di pirtûkan de behsa berxwedan, wêrekiya jina Kurd tê kirin. Li aliyê din bandora Îslamê li ser jinên Kurd ne kêm e. Zext û zilma mêr jî heye. Zilamên Kurd bi parçebûna Kurdistanê û windakirina rastiya netewî re du rastiyan dijîn, yan xwe disipêre jinê yan jî êrişî wê dike. Hêrsa tiştên winda kiriye di serê wê re derdixe. Ev hem rastiya jina li Rojhilata Navîn û hem jî rastiya jina Kurd e. Jin jî neçar dimîne, jiyana xwe bidomîne. Her wiha jina Kurd nirxên civakî diparêze, pêş dixe, mezin dike. Heke gelê Kurd kariye hebûna xwe biparêze, kevneşopî, ehlaq û polîtîka di nava civakê de bihêze, ev bi saya jinê ye. Jinên Kurd tevî hemû êriş, serweriya mêr, netewperestiyê bi vê rol û mîsyona xwe bi serket.

Beşa -IV/3