Dîrok û civak yekhelwestiyê ferz dike 

- Nurhak GULBİHAR
286 views
Heger dîsa di vê serdema çarenûsî de em vê hevgirtina navxweyî pêk neynin, dîrok wê li ser civaka me dîsa û dubare hukmê serdest û desthilatdaran pêk bîne. Tawanbariya dîrokî yan jî serxistina dîrokê weke durêyan li pêşberî me ye. Dîtineke hevbeş a ji bo vê serdema ku em tê de dijîn ev e ku serdem û kêliyên dîrokî ne. Bi taybetî erdnîgariya Rojhilata Navîn û di nîvengê de Kurdistan, her roj heta dikare bê gotin kêlî bi kêlî di pêvajoyeke werçerxî de derbas dibe.

Ev rastî di encama polîtîkayên zilhêzên kurewî û her wiha yên herêmî de derdikeve holê. Tevahî polîtîkayênên heyî xwe li ser esasê politikayên ewlekariyê bi sazûman dikin, di hêla ewlekariya xwe ya li ser politikaya ewlekariya hêzeke din bixîne, pêşbirkeke pêşxistina polîtîkayên ewlekariyê heye. Ev rastî her diçe xetertir dibe, cîhanê tîne ber qeraxeke pir tirsnak û weke gerdelûlekê her aliyekî jî dixe nav bergeha xwe. Polîtîkayên li ser esasê ewlekariyê dinyayeke pir bê ewle ava dikin. Û ev yek weke îroniyeke trajîk derdikeve pêşberî mirovahiyê. Di dîroka mirovahiyê de ev pêvajo wê bi vî hawî cihê xwe bigre.   

Banga Aştî û Civaka Demokratîk

Ji bo me Kurdan jî ku weke gel û erdnîgarî di nîvenga vê pêvajoya hesas, qirfok û dijwar de cihê xwe digrin, guhertin û veguhertinên binyadî û her wiha pêşketinên dîrokî pêş dikevin. 27’ê Sibata sala 2025’an Rêber Ocalan bangawaziyeke dîrokî kir û derbarê bidawîbûna erk, rol û misyona Tevgera PKK’ê de, peyamek da. Bandorkeriya vê bangê him li ser hêzên Kurdî pêş ket û her wiha li ser hêzên herêmî û kurewî jî bandora xwe pêk anî. Dîtin û hewldanên guhertin û veguhertinê yên ji salên 90’î û vir ve her weke pêwistiyeke polîtîk û binyadî xwe ferz dikir lê aliyên ku ne alîgirê vê yekê bûn û her wiha sedemên navxweyî yên tevgerê jî kir ku ev pêk neyê û di encamê de komploya sala 99’an pêk were, hewldanên din ên çareseriyê neçin serî û pêvajoyeke ku bi dehan salan dirêj bike pêş ket. Lê bi bangawaziya 27’ê Sibatê ku weke nav jî weke ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ ji hêla Rêber Apo ve hate binavkirin, pêş ket. Bidawîkirina rê û rêbaza serdemekê, bêyî hincet ferzkirina guhertin û veguhertinê hate îlankirin. Helbet di vê bangê de xwendineke pir xurt a hişmendî û polîtîk a dîrokê, kêlî û dahatûyê hebû. Di encama vê xwendinê de ev bangewazî pêş ket. Ji ber ku xwedî paşxaneyeke xurt bû, bandora xwe jî bi qasî vê xwendinê xurt, bi bandor û karîger bû. Dîtina kêliyên azadiyê û xwe li gorî wan pêwistiyan birêxistinkirin naveroka vê bangawaziyê ye. Him ji bo hundir û him jî ji bo derve. Helbet pêwistiyên van kêliyan jî îdeolojîk, polîtîk û leşkerî ne. Bandora vê bangawaziyê rê li pêşiya gelek pêşveçûnan kir û hê wê bike jî. Yek ji van pêşketinan, pêkanîna Konferansa Yekrêzî û Yekhelwestiya Kurd a li Rojavayê Kurdistanê bû.  

Dahatûya Sûriyeyê bê Kurdan ne pêkan e 

Tê zanîn, 27’ê Mijdara sala 2024’an li Sûriyeyê jî guhertineke binyadî destpêkir û di encama gelek xalên navxweyî û derve de desthilatdariya dewleta Sûriyeyê guherî. Vê guhertinê bandora xwe li ser Kurdan jî kir. Pêvajoyên gelek hesas pêş ketin. Lê ruxmî hin lawazî û jidestdana jî bi giştî parastina herêmên xwe, pêkhateyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêş ket. Li gorî rewşa heyî pêşxistina dîplomasiyê, bicîhkirina hêzên leşkerî, bi tevgerkirina gel a ji bo şer, heta astekê encamek bi xwe re anî. Di encama heyî de him hêzên nû yên desthilatdariya Suriyeyê, her wiha hêzên herêmî û yên cîhanî, dîtin ku dahatûya Sûriyeyê bê Kurdan ne pêkan e. Lê di vê mijarê de pirsgirêka herî mezin a ku gelek caran di dîrokê de jî hatiye dîtin, weke aliyê Kurd bi hevbeşî, yekrêzî û di encama van de bi xurtî bi desthilatdariya nû ya Şamê re lê di rastiya xwe de bi dîzaynerê nizama nû re pêkanîna peywendiyan bi pirsgirêk bû. Aliyên cuda yên siyasî di hêla Kurd de bi taybetî di mijarên berjewendiyên neteweyî de her tim weke pirsgirêkekê xwe nîşan daye. Dîroka Kurd bi mînakên nebûna vê rastiyê dagirtiye û her wiha siyasetmedar, pêşeng û rewşenbîrên Kurd weke rexne, daxwaz û her wiha bendewariyên avakirina vê yekîtiya Kurd destnîşan kirine. Ji ber ku perçebûyîn her di berjewendiya deshilatdaran de bûye û perçebûyîn her tim ji hêla desthilatdaran ve li dijî gel weke çek hatiye bikaranîn. 

Rastiya parçebûyinê 

Weke sosyolojiya civak û her wiha siyaseta dimeşe jî di nav gelê Kurd de parçebûyîn weke rastiyeke bivênevê derdikeve pêşberî me. Ev ji parçekirina sînoran bigre heta weke civak jî parçebûyîna di navbera dewleta serdest û alîgiriya hêzên azadîxwaz jî her bi vî hawî bûye. Ev yek jî di nav civaka Kurd de di hêla hestan de jî parçebûyîn, ji hev dûrbûyînê bi xwe re aniye. Ji ber wê gelek caran weke gotinên qedîm ên ku di hişmendiya gelê Kurd de cihê xwe girtiye, derketiye pêş. Ya herî tê zanîn ev e ku helbestvanê nemir Cegerxwîn dibêje; ‘Kurdino bibin yek, hûn nebin yek hûn ê biçin yek bi yek’.” Weke heqîqeteke safî rewşê û pêwistiyê radixe pêş çavan. Jixwe weke dîrok jî encama vê yekê me weke gelê Kurd bi awayekî pir bi êş, pir belavker û karîgeriya neyînî jiya. Eşîr, herêm an jî aliyên ku serî rakirine di encama nebûna ew hêza hevgirtî ya navxweyî de belav bûne û ev bûye sedema karesat û paşxaneyên tahl ên di nav civakê de. Lê di vê serdema ku em tê de em bi awayê herî baş bi vê rastiyê dizanin. Sedem û encamên vê yekê çawa sedsal ji destê me derxistiye û bi me daye wendakirin êdî zanîna wê li ba her kesayetekî/a me heye. Rûxmî vê zanînê heger dîsa ji ber vê yekê di vê serdema çarenûsî de em vê hevgirtina navxweyî pêk neynin, dîrok wê li ser civaka me dîsa û dubare hukmê serdest û desthilatdaran pêk bîne. Tawanbariya dîrokî yan jî serxistina dîrokê weke durêyan li pêşberî me ye. 

Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî 

Di encama vê durêyanê de 26’ê Nîsana îsal li bajarê Qamişloya Rojavayê Kurdistanê konferanseke pir grîng ji hêla hêz û aliyên Kurdî ve hate lidarxistin. Konferans taybet ji bo perçeyê Rojavayê Kurdistanê û her wiha Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû lê daneheva ku da çêkirin ji vê mezintir bû. Li derdora Rojavayê Kurdistanê daneheveke Kurdistanê, hevgirtineke Kurdistanî û ceribandineke pir grîng a ji bo yekrêziya Kurd derket holê. Aliyên siyasî yên cuda ku li Rojavayê Kurdistanê hene, her wiha nûnerên aliyên siyasî yên Bakur û Başûrê Kurdistanê, bi awayê pêşengtîkirinê beşdariya KNK ku li ser esasê yekîtiya gelê Kurd di sala 1999’an de hate damezrandin û nûnertiya çar perçe Kurdistanê dike, wateyeke dîrokî li ser vê konferansê bar kir. Beşdariya nêzîkî 50 partiyên siyasî yên Kurd û saziyên civaka sivîl a ji bo konferansa bi navê ‘Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê’ gelekî girîng bû. Li Suriyeyê ji bo bi hêzkirina aliyê Kurdî kombûneke bi vî hawî serxistina manewiyeteke hêjayî dîtin û her wiha vegotinê ye. Konferans bi encamnameyekê bi dawî bû. Di encamnameyê de bi taybetî bi awayekî hevbeş parastina mafên Kurdan, bi parastina mafên xwe cîhgirtina di dahatûya Sûriyeyê de, bi îradeyeke hevbeş di tevahî danûstandinên hevdîtinan de cîhgirtin, bi vê yekgirtinê jî di destûra nû ya Sûriyeyê de cîhgirtin, weke xalên sereke bûn.  

Konferansê manewiyata xwe ji gel girt

Lidarxistina vê konferansê bi rastî jî ji bo tevahî Kurdan, ji bo tevahî aliyên siyasî yên Kurdan cihê kêfxweşiyê bû. Pêşwaziya herî xurt û hêjayê dîtinê helbet a gel bû. Konferansê manewiyata xwe ji gel digirt lê di heman demê de, encama konferansê jî herî zêde xwe di nav gel de nîşan dida. Pîrozbahiyên gel ên ji bo vê konferansê pêwistiya dîrokî û civakî nîşan dida. Ev pêwistî di kêliyên herî dijwar ên şer de ji hêla gel ve bi awayê herî hêjayî gotinê pêk hat. Çar perçe Kurdistan di dema pêwist de li derdora Rojava bû bazinê zindî. Bi tevahî hebûna xwe dîrokeke nû ya helwest û xîretê ji bo Kurdan nivîsandin. Li gorî vê dikare bê gotin ku gel erka xwe pêk anî û di encama vê de jî li ser tevahî aliyên siyasî ferzkirina yekrêzî û yekhelwestiya Kurd pêk tîne. Di heman demê de dîrok jî vê ferzkirinê destnîşan dike. Rûpeleke din a ku em karibin encama tevahî ji destdanên ku heta niha çêbûne sererast bikin di roja me ya îro de weke derfet derketiye pêşberî me. Zemîna çêkirina vê yeke jî ji her demê zêdetir li ber destê me heye.  

Deynê me jî serkeftin e

Rojavayê Kurdistanê, tevahî Kurdistanê û bereya azadîxwazan li derdora xwe kom dike, dibe ku di nav perçeyan de yê herî piçûk be lê di wateyê de pêşengtiyê dike. Yekrêziya li her perçeyekî Kurdistanê wê rê ji bo yekrêzî û serxistina parçeyên din jî bi xwe re bîne. Dîrok vê heqîqetê ferz dike, civaka me vê ferz dike, dem şert û mercên vê ava kiriye. Ya li ser me dimîne bi awayê herî xurt pêkanîna vê ye. Em ji bîr nekin ku em deynedarê dîrok û civaka xwe ne û deynê me jî serkeftin e. Parastina rûmeta civakî grîng e. Ev encax bi xwedî li xwe derketin, baweriya bi xwe, zanîn û pêşxistina hêza xwe pêkan e.