Êdî azadî nêzîktir e

- Rojîn HEJA
277 views
Jinên azadîxwaz û têkoşer salekê tijî bi tekoşîn û berxwedan li pey xwe hiştin. Ji bo rûyê qirêj yê pergala zilam eşkere bikin her roj di nav çalakiyan de bûn. Jin kiryarên polîtîkayên dewletan ku bi awayekî berbiçav piştgiriya kujeran, zilamê serdest û zilimkaran dike deşîfre kirin û qebûl nekirin. Kolan bi rengê xwe yê azad xemilandin. Di aliyê civakî, siyasî û jîngeparêzîyê de bê rawestan di hemû qadan de têkoşiyan û dengê xwe bilind kirin.

Em dibêjin sedsala 21. sedsala jinan e. Rastiya têkoşîna jin, hewldanên jinê yên azadiyê û her çalakiya ku ji bo mafê xwe pêk tînin vê rastiyê hîn zêdetir berbiçav dike. Li Kurdistanê, Rojhilata Navîn û li her aliyên cîhanê legerîn, daxwaz û meyla azadiyê ya jinan xurttir bû. Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê jî îsal têkoşîna jinan û tekoşîna gelan bi berdewamî meşiya. Tevî vê yekê polîtîkayên zilamê serdest jî di dewrê de bûn. Tundî, kuştin û qirkirina li hemberî jinê bê navber dewam kir. Ji ber fikr û ramanên wan jin xistin zindanan û bi darvekirinê jî mafê wan yê jiyanê ji dest girtin. Ji bo tewanbariyên rejîmê qebûl bikin zor li wan kirin, lê jinan serî netewandin û li ber xwe dan. Tevî Zeynep Celaliyan, ji gelek berxwederên zindanan ti agahî naye girtin.

Qirkirina jinan dewam dike

Ji aliyê din ve civaka zayendîperest di bin navê namûsê de her roj ciwanan dikuje û van kuştinan dispêre zagonên dewletê ku li gorî berjewendî û hişmendiya zilam hatiye amadekirin. Jin di malê de bi zext û zordariya bav, bira, an hevjînê xwe tên kuştin. Mixabin sernivisê rojname û naveroka nûçeyên ku tên belavkirin bi vî rengî ne û nayê guhertin: “Jina bi navê… ji ber sedema… xwe kuşt!” Gelek caran em bi vî awayî van kuştinan dibîhîsin, lê hemû jin dizanin ku ew agahî bi çi hişmendiyê hatiye belavkirin. Lewra em bi tekoşîna xwe ya demokrasî û azadiyê dibêjin, “Jin jiyan e, jiyanê nekuje!”

Li hemberî zordaran serî natewînin

Di serî de jin, hemû civak ji bo li hemberî vê pergala zilam jiyana xwe biparêzin, edaletê, aşîtiyê û jiyanekê wekhev saz bikin di nav berxwedanê de ne. Li Rojhilatê Kurdistanê tekoşîna Dayikên Aşitiyê û Maderanên Xaweran, disa tekoşîna dayikên Abanê ji bo vê mînak in. Dayik, li hemberî aqlê dewleta zilamsalar, desthilatdar û faşîst serî netewandin. Tevî hemû zilm û zordariyê li ser şopa zarokên xwe meşiyan, daxwaziya demokrasî û azadiyê kirin û ji rejîmê hesap xwestin. Yek ji wan dayikên têkoşer jî Guher Işkî ye ku rastî êrîşa rejîma Îranê ya faşîst hat. Weke dayê Berfo û dayê Emîne Şenyaşar ku li hemberî dewleta Tirk bê tirs meşiyan, dayê Guher jî ji bo maf û azadiyê li pêşberî rejîma Îranê bi wêrekî sekinî. Jin ne ji zindan, ne ji îşkenceya dewletê, ne jî ji sêdarê ditirsin. Di her şert û mercî de ji bo jiyaneke azad, bi ehlaq û edaletê di nav têkoşînê de ne. Jin û dayik bi vê sekna xwe ya berxwedêr di serî de ciwan, ji hemû civakê re dibin mînak. Ji aliyê din ve desthilatdar jî bi zilm û zordariya xwe hewl didin ku pêşî li têkoşîna jinê bigirin. Li Îranê serok komar Îbrahîm Reîsî ji aliyê jinan ve weke “kujerê jinan” û “qesabê komalgeyê” hate pênase kirin. Jinan, ji ber ew qanunên stemkar ê komara Îslamî kû dîktatoriyê li ser gel ferz dikin ev nav lê kirine. Kesayetên wiha ku dijminahiya jinê dikin bi taybet tên perwerdekirin û tînin ser erkê. Dema ku Îbrahîm Reîsî li ser kar bû, bi hezaran jin û ciwan hatin darvekirin. Niha bi navê demokrasî û aramiya civakê biaxifin jî ev ne rast e û civak dizane ku ev tenê axaftinên sîyasetmedarên bêwijdan û bêehlaq in. Reîsî û hukumeta wî bi polîtîkayên xwe, ev piştrast kir û careke din ruyê rast yê zordar ê dewletê derxistin holê.

Zext, darvekirin, koçberî û xizanî zêde bû

Sîyaseta ku li ser gel û bi taybet jî li ser jinê tê meşandin, her roj zêdetir koçberî, şer, zindanîkirin û sêdarekirinê bi xwe re tîne. Siyaseta ku dimeşînin, qirkirina komalgehê ye. Butçeya sala 1401’an (bi mîladî 2022) hate pêşkeşkirin û wekê dewletekê dagirker dîsa % 50 ji bo şer veqetandin. Tevî ku her roj jin, ciwan, xwendekar, karker, hunermend, mamoste û kesên teqawîd ji ber hejarî û birçîbûnê li kolanan di nav xwepêşandanan de ne, rayedarên hukumetê çavê xwe li vê rastiyê girtin û daxwazên wan nabihîzin. Vê polîtîkaya zordest bi navê ol û qanunê, bi navê parastina Îranê dimeşînin. Lê belê ew bi tenê li parastina şahenşahî, erk û textê xwe difikirin. Ev nabe parastina civakê, ev bi birçibûnê terbiyekirina civakê û qirkirina civakê ye. Li dijî vê siyasetê, di meha Kanûna 2021’an de karkeran li 60 bajaran hemwext dest bi grevê kirin. Ji aliyê din ve her roj kolber li ser sînor ji bo pariyekî nan tên kuştin. Her weha ji ber qûtkirina av û elektrîkê bi rojan serhildan çêbûn û bi dehan kes hatin kuştin.

Pergal ji têkoşîna jinê ditirse

Lê di her pêvajoyê de pergalên desthilatdar tim ji hêza jina zana û civaka rêxistinkirî ditirsin û ji bo xwe xetere dibînin. Ji bo vê jî jin bi êrîşên dewlet û zilamên desthilatdar re rû bi rû dimînin. Rast e, jin bi lêgerîn û gavên xwe yên azadiyê ji bo desthilatiyê xeter in, ji ber ku hêza guherandinê ne. Ji ber ku wê jin vê pergala dagirker û desthilatdar hilweşînin û jiyanekê azadiya jin û azadiya gelan ava bikin. Ji ber vê yekê êdî tirsa xewnên şevan yên desthilatdaran e. Wezîrê karê hundir yê Îranê di daxuyaniya xwe de ev bi awayekî eşkere anî ziman û got, “Jin ji bo pergalê xeter in û di dema pêş de li Îranê alozî rû bide, em ê wan berpirsyar bibînin.” Em ji van gotinan ne xerîb in. Li Tirkiyê jî Erdogan û wezîrên wî  berê ev gotin kiribûn. Ji xwe rêbazê siyaseta desthilatdaran yek e, jin weke xeteriyê nîşan didin, dikin hedef. Ji bo vê jî divê em israra xwe ya têkoşînê mezintir bikin û baweriya xwe ya ku em ê bi pêşengiya jinan vê pergalê hilweşînin û civakeke demokratîk û azad ava bikin, xurttir bikin.

 Jin xwedî li kampanyayê derketin

Weke Komalgeya Jinên Azadiya Rojhilatê Kurdistanê KJAR’ê sala derbasbûyî de me pêngava bi navê “Li Dijî Sêdare û Qirkirina Jinan Dema Parastina Jiyana Azad e” da destpêkirin. Niha jî di vê çarçoveyê de kampanya bi navê “Di Temenê Biçûk de Zewac, Qirkirina Jinê ye” tê meşandin. Ev  kampanya jî biryardariya me ya tekoşîn û serkeftinê nîşan dide. Hemû jinên azadîxwaz bi awayekî xurt xwedî li kampanyayê derketin. Hêza tekoşînê û ruhê tekoşînê derkete holê. Jin di hêla welatparêzî û xwedîderketina çand, ziman, parastina cewherê xwe û nirxên resen yê civakê de pêşeng in. Îran û Rojhilatê Kurdistanê weke mozaîka gelan e. Dergûşa pir netew, pir çand û baweriyan e. Îro bi perspektîfa netewa demokratîk hemû jin; jinên Kurd, Fars, Belluc, Ereb, Azerî yekîtî û rêxistinbûnê ji xwe re bingeh digrin. Bi vê seknê tirs û xofa ku dewlet dide avakirin parçe dikin û bi têkoşîna xwe wê ji holê rabikin.

Em ê vê sala nû bikin sala azadiyê

Wekê tevgera azadiya jin, bi îddîaya ku yek jin bê rêxistin nemîne em ê têbikoşîn. Berî her tiştî pêwîst e bi ti awayî em li hemberî kiryarên dewletê serî netewînin. Em ê vê pergala zilam ya zordar ku hemû mafê jinê û jiyana wê dizî ye, bi ti awayî qebûl nekin û her tim di nav têkoşînê de bin. Ji bo em jiyan û mafê xwe biparêzin ji vê pê ve ti rê li pêşiya me nîne. Em ê xwe zana bikin, vîna xwe xurt bikin, bi rêxistinkirina jin û civakê li hemberî hemû polîtîkayên zayendiperest derbikevin û xwe bigîhînin pîvanê demokrasî û azadiyê. Her wiha em ê hêza xwe ya cewherî ava bikin û bi pêşengiya jinê, bi hêza xwe ya rêxistinkirî re em ê her cûrê dagirkeriyê têk bibin. Hêz û baweriya me roj bi roj xurttir dibe. Bi tekoşîna xwe em ê vê sala nû bi ser bixin; hîn zêdetir nêzî azadiyê bibin û hemû deman bikin demên têkoşîn û azadiya jinê.