li dijî femînîsîdê tekoşîna Jinan

- Fanny ARAMBİLET
290 views
Femînîsîd çî ye? Femînîsîd, bi her awayê qirkirina jinê îfade dike. Ji ber ku dewlet parastina jinê nake, kûştinan asteng nake û  her wiha jiber ku bersuçan cezanake, bi rengekî sîstematîk berdewambûna sûckirin anjî tawanbarîya dewletê re tê gotin femînîsîd. Lewma, têkoşîna li hemberî femînîsîd bandorê li ser me hemûyan dike, ji ber ku li gorî wê em hemû dikarin bibin qurbana femînîsîd. Li gorî Rêxistina Cihanî ya Tenderustiyê (WHO), “piraniya femînîsîdan ji aliyê hevjîn yan jî mêrên berê wan re zewicîne tên kirin.

Femînîsîd di sistema baviksalarî û dewletê de xwe nîşan dide

Femînîsîd, bûyereke îzole yan jî taybet, lê bi awayekî kûr di avahiyên baviksalarî de xwe bicih dike. Di mîtolojiya babilyon de xwedayan jibo kuştîna dayika-xwedawend Tiamat biryar didin, û ji bo kuştina wê jî Mardukê kû bixwe zarokê Tiamate tê erkdar kirin. Marduk dayika xwe dikuje û êrişî sê cihên wê dike: ser, dil û vajîna… Bi vî awayî Marduk dibe xwedayê mezin. Ew çirok dibe femînîsîda yekem ku di mîtolojiya de wek encam, çanda dayika-xwedawend derbasî serdema olên yekxweda û baviksalariyê dibin. Jin û mîrateya çanda xwedawend, ji dîrokê hatiye paqijkirin. Di pirtûkên filozof, oldar û zanayan de ji gotinên agresiv û piçûkdîtin li dijî jinê tijî ne “mînak, nivîskarê Rusî di sedsala 19ʼan Fiódor Dostoyevski dibêje; jiyana her jinê tenê xwesteka bêdawî ya ku bibe bindestê kesekî ye.”

Feraseta femînîsîd a Marduk û rewşa îro ya cîhanê

Lewma em çawa dikarin ji ber ku nifşê Marduk hêrs û tengbûna xwe li dijî jinê bikartînin ecêb dibînin? Mixabin femînîsîd pirsgirîkek cihanî ye û li ser tevahiya jinan, etnîsîtan û çînên civakî yên cuda bandor dike. Zehmete em jinên hatine kuştin bihêjmêrin, ji ber ku piraniya wan tên veşartin, û li hinek welatan jî wekî suç nayê dîtin. Di rapora dawî ya Neteweyên Yekbûyî hate weşandin de; ji sala 2017’an heta 2019’an her roj derdora 137 jin li cihanê  bi destê hevjînê xwe û endamê malbata xwe tên kuştin”. Di heman raporê de jî dibêje: “mal cihê herî gengaze ku jin têde têne kuştin.” Di rapora 2017ʼan de jî 87.000 jinên ku li cihanê ji aliyê hevjîn û mêrên berê bi wan re zewicîbûn ve hatine kuştin eşkere dike.

Çima têgîna “femînîsîd” girînge?

Demekî dirêj kuştina jinan di cihanê de ji neditî ve dihat an jî  kêm hat dîtin; kuştinên jinan tenê çirok bûn. Ji ber ku heya niha her tişt hatiye gotin lê çareserî nehatiye dîtin. Lewma avakirina peyv û têgîna “femînîsîd” pêwîst bû û bi rêya Marcela Lagarde li Amerîkaya Latîn hate belav kirin. Li wê parzemînê têgîna femînîsîd, herî zêde di çarçoveya teorîk û qanûnî de pêşket û li wê derê jî welatên ku bi awayekî fermî cudahîya navbera femînîsîd û kuştin nas dikin de derket holê. Ti welatên Yekitiya Europayê di qanunên xwe de femînîsîdê wekî sûcekî ji kuştinên din cuda ye qabul nake, yanî faktorê wê yê şidetê li dijî jinê bi zanebûn û sistematîk nayê dîtin. Dema listeyên jinên hatine kuştin tên amadekirin, bi tenê jinên ku ji aliyê hevjîn û mêrên ku berê pêre zewicîne re hatine kuştin cihê xwe digrin. Pir jin ji aliyê zilamên derveyî malbata xwe ve jî tên kuştin (wekî mînakekê navdar ê li Îspanyayê, “keçên Alcasser”, 3 jinên ciwan yê 14 û 15 salî di rêde hatin revandin, tecawûz kirin, îşkence kirin û kuştin. Gelek kesan ew hersê jin suçdar kiribûn. Sala 1992 bû). Lewma qirkirina jinan ne tenê li malê li her derê ye û mirov dikare bêje feraseta Femînîsîdê qada malê ji zû de derbas kiriye.

Hinek mînakên têkoşîna li dijî femînîsîdê

Li hemberî şiddeta bê navber ya baviksalarî li dijî jinê her ku diçe li her dera cihanê têkoşîna jinan mezin dibe û birêxistin dibe. Wekî tevgera “Ni una menos” ya ku sala 2015 li Arjentin destpêkir û derbasî welatên din yên Amerika Latin û cihanê bû. Çavkaniya wê ji meşekê mezin ku 3ʼyê hezirana wê salê li Arjentin li dijî femînîsîd hebû. Ji aliyê fermî ve di sala 2000ʼan de Meclisa Giştî ya Neteweyên Yekbûyî 25ê mijdarê weke Roja Navnetewî ya Tunekirina şideta li dijî jinê îlan kir; çavkaniya xwe ji meşekê mezin ya tevgera feminist ya Amerika Latin a sala 1981’an digre ku di vê meşê de şideta li dijî jinê hatibû şermezar kirin (bi taybetî kuştina xwişkên Mirabel sala 1960’an de).

Rewşa Îspanya

Qanûnê organik yê tedbîrên parastina li dijî şideta cins ji sala 2004 ve, yanî, heta wê salê li Espanya qanûnek li ser wê tûnebû. Ji wê demê ve pêşketinên girîng hebûn, lê Espanya jî yek ji dewletan ku feminisidê bi awayê cuda yê kuştinekê din bi awayê qanûnî hesab nake ye. Îsal Wezareta Wekhevî destnîşankir ku feminisid wekî kuştina jin ji aliyê her zilam ve were nas kirin. Pêşketina partiyên rastgir wekî VOX van tiştan dixin xeteriyê: li şuna şideta cins dibêjin şideta malê, û dibêjin kuştin kuştine, ferq nake jin an jî zilam be. Ev pirsgirkeke di asta Ewrûpayê de tê jiyîn. Hevpeymana Îspanya ya sala 1978ʼan ya ku demekî kurt piştî dawiya diktatorî hatibû qabul kirin, nêrîna xwe yê cins di nav de tûnebû. Di sala 1997’an de, Ana Orantes, jinekê ji Granada, di bernameyekê televiziyonê de dîroka xwe ya şiddeta ji hevjînê xwe dîtiye şîrove kir. Di wê demê de dest ji hevdu berdabûn, lê ji ber biryara dadgeriyê di heman malê de dijînr. Sê rojan piştî hevditînê hevjînê xwe şewitand û kuşt. A niha ew buyer bûye referansa têkoşîna li dijî feminisid, ji ber ku axaftina wê û kuştîna wê êdî feminisid xiste rojevê. Kuştîna wê nerazîbûnek mezin derxiste holê. Bi heman rengî piştevanî û seferberiyek ji aliyê grupên feminist ve bixwere anî û wekî encamê vê têkoşînê, qanuna organik ya tedbirên parastina li dijî şideta cins, sala 2004ʼan di dema hikumeta sosyalist de hate ilan kirin. Ew bû pêşengê li Ewropa, ji ber ku êdî  ne “şideta malê” lê wekî “şideta cinsî” hate pênase kirin. Her wiha wezareta wekheviyê hat avakirin. Vê wezaretê dema partiyên rastgir bûn desthilatdar istifa kirin. Jixwe, Pablo Casado, serokê partiya rast PP êdî aniyê ser ziman ku eger bibe desthilatdar wê wezaretê betal bike. Di sala 2003’an de hêjmara jinên tên kuştin an jî ji aliyê hevjîn û mêrên berê bi wan re zewicîbûn hatin kuştin heta nisana 2020 bûn 1051. Dawiya 2021’an de li Îspanya 43 feminisid hatin hesab kirin. Hejmara ku saziyên jinan diyarkirine zêdetirin. Her wiha 2021ʼan li Espanya 6 zarok ji aliyê bavên xwe ve hatin kuştin û ew bûyer weke êrişa her hov li dijî dayikan hate pênase kirin. Ji wê demê ve pêşketinên girîng çêbûn, lê hêjî Espanya yek ji wan dewletane ku feminisidê bi awayê cuda yê kuştinekê din bi qanûnî qebûl nake ye. Bi desthilatdariya partiyên çepgir pêşketinên nû çêbûn û di qanuna li dijî şideta cinsî de nîqaşên kûr hatin meşandin. Wekî mînak hesabkirina hemû kuştinên jinan (ne tenê yên aliyê hevjîn  û malbatê xwe ve tên kuştin) Wezareta Wekhevî niha di amadekariya dawî ya qanuna organik ya parastina azadiya cinsî de ye, ji bo ku valatiyên qanunî a sala 2004’an de bigrin. A niha Wezareta Wekhevî qezenc kir û diyarkir ku îsal feminisid wê wekî kuştina jin ji aliyê her zilam ve were nas kirin. Pêşketina partiyên rastgir wekî VOX van tiştan dixin xeteriyê: li şuna şideta cins dibêjin şideta malê, û dibêjin kuştin kuştine, ferq nake jin yan zilam be. Ew jî di asta cîhanê de jibo jinan dibe pirsgirîkek mezin…