Elizabeth Garrett Anderson: Çalakvana mafê jin û yekemîn jina bijîşk a Brîtanya

- Berjin TEKOŞER
211 views
Elizabeth Garrett Anderson di 9’ê Hezîrana 1839’an de tê dinyayê. Ew yekem bijîşk û parazvana mafê jin a Îngîstanê ye.

Ew yek ji damezînera nexweşxaneya yekem e ku bi jinan re dest bi kar dike, her wiha dekana yekem a Fakulteya bijîşkî û yekem bijîşka Brîtanyayê ye. Elizabeth di heman demê de yekm jina ku li Îngîstanê jib o desteya dibistanê tê hilbijartin e. Li gel vê, ew yekem Şaredar û dadwera jin a Îngîstanê ye.

Salên wê yên destpêkê

Elizabeth Garrett di 9’ê Hezîrana 1839’an de li Whitechapel, Londonê ji dayîk dibe. Ew di nav 11 zarokên Newson Garret û Louisa Nee Dunnell wek zaroka duyemîn çav li cîhanê vedike. Bav û kalên Garret an ji destpêka sadsala 17’an ve li Rojhelatê Suffolk wekî hesinkar dixebitin. Newson, zarokê herî biçûk ê malbatê ye û tevî ruhê karsaziyê yê malbatê, mela wî ya akademînk qet tune ye. Piştî bidawî kirina dibistanê, kareke biçûk li bajarê Leiston ê ji wî re pêşniyar dikin û ji bo wê, ji Londonê derdikeve. Ew piştî ku bi Louisa Dunnel re dizewice, diçin kolana bazirganiyê ya li Whitechapel û li wir dijîn.
Dema ku Elizabeth hîn sê salî ye, malbata wê koçî Long Acre 142 dikin. Rewşa bavê wê roj bi roj xweştir dibe û bixwe dikanek zêrfoşan vedike. Newson di sala 1841’an de diçe Suffolk û li wir dest bi jiyanek nû dikin. Malbata Garrett heta sala 1852’an li xaniyekî Gurciyan a li hemberî dêra Aldeburgh ê dijîn.
Di sala 1850’an de, Newson karsazek dewlemend e û dikare li Aldeburh Alde House ku li pişt girekî bû, ava bike. Garrett li ser bingehê ku  zarokên wî di dersên taybet ên dema Victoria ya Îngîltere bi serkeftî bin, perwerde û mezin dike.
Ji bo ku Garrett bi siyaseta herîmî re eleqedar bibe, tê teşvîq kirin û rê jê re hat vekirin ku di her mijarekê de serwext bibe.

Salên destpêkê yên perwerdehiya wê

Ji ber ku li Aldeburgh ê dibistan nîn bû, Elizabeth sê mijarên girîng ên xwendin, nivîsîn û matematîkê ji diya xwe fêr dibe. Dema ku Elizabeth Garrett 10 salî bû, jineke hejar a bi nave Miss Edgeworth ji bo perwerdehiya Garrett û xwîşk û birayên wê tê erkdar kirin. Elizabeth sibehan dice dibistanê û piştnîvroyan jî dice meş ê. Ew bê navber perwerdehiyê dibînin û di vê mijarê de jî malbat pir cidî nêz dibe.
Elizabeth pir jîr û zîrek e, gelek caran bi perwerdekara xwe re diket pêşbirgê. Dema ku Elizabeth 13 û xwîşka wê ya mezin jî 15 salî bû, ew şandin dibistanek taybet a keçan li Blackheath a London ê. Dibistan ji hêla xaltîkên helbestvan Robert Browning ve dihat birêvebirin. Li wir, wêjeya Îngîlîz, Fransî, Îtalî û Elmanî dihate hîn kirin.
Ew ê di jiyana xwe de; her çend mamosteyên wê jê re bûn arîkar ku heskirina wê ya ji xwendinê pêş bikeve, lê ew ê pir gazind jî ji mamosteyên xwe bikira. Giliya wê ya sereke jî li ser nebûna dersên zanist û matematîkê di vê dibistanê de bû.

Di tu rewşê de dest ji fêrbûnê berneda

Piştî ku perwerdehiya xwe ya fermî bidawî kir, ew ê 9 salên xwe di mal de û bi birêvebirina kar û barê malê bibohirîne. Lê belê di rewşeke wiha de jî dest ji xwendin û fêrbûnê berneda; sibeha li ser Latînî û matematîkê kar dikir û di her firsendê de dixwend.
Dersa heftane ya xwişka xwe Millicent Garrett a li ser “Axaftina li ser Tiştên Giştî” bi bîr tîne. Her wiha dema ku ew bi xwişk û birayên xwe yên biçûk re civiya, wê li ser siyaset, Dîroka Îngilîstanê ya Macaulay û karûbarên heyî yên Garibaldi nîqaş dikir.
Di sala 1854’an de, dema hîn 18 saliya xwe de ye, ew û xwîşka xwe, serdanekê li hevalên xwe yên dibistanê Jane û Anne Crow dikin. Li wir, ew ê bi Emily Davies, yek ji femînîst û damezînerea koleja Girton a li Combridge re hevdîtin bikin. Wê bi Davies re dostaniyek jiyanî û berdewam dan ava kirin. Davies wê her tim di biryarên girîng ên Garrett arîkar biba û şîret bikira.
Garrett nivîsek li ser Elizabeth Blackwell ku di sala 1849’an de bibû yekem bijîşka jin li Dewletên Yekbûyî, di Kovara Jinan a Îngilîzî de, di sala 1858’an de hatibû weşandin, dixwîne. Garrett tevlî Komeleya Pêşvebirina “Karê Jinan” bû, ku dersên Blackwell li ser “Pîşeyek ji bo Jinan: Tib” organîze dikir; her wiha hevdîtinek taybet di navbera Garrett û doktor de pêk tê. Garrett û Davies êvarekê dema ku di salên 1860’an de serdana Alde House dikirin, li kêleka şomîneyê rûniştibûn û pêşeyek ji bo pêşxistin û berfirehkirina sînorên mafên jinan hilbijartin. Garrett pêşeya bijîşkî fêrî jinan kir û Davies deriyên perwerdehiya zanîngehê ji bo jinan vekir, di heman demê de mafên beştarbûna siyasetê û dengdanê ji Millicent a 13 salî re hat dayîn. Newson di destpêkê de li dijî fikra radîkal a keça xwe ya bûyîna bijîşk derket, lê paşê fikra xwe guhert û hem ji hêla darayî û hem jî ji hêla manewî ve, piştgirî da keça xwe.

Perwerdehiya bijîşkî

 Piştî serdaneke ne serkeftî a bo bijîşkên pêşeng li Harley Street, Garrett biryar dide ku di sala 1860’an de, ji bo 6 mehan wekî perestar li nexweşxaneya Middlesex kar bike. Di destpêka karê xwe de ku hewl dida bide îspatkirin perestarek pir baş e, rê hat dayîn ku ew beşdarî klînîka dermankirinê bibe û paşê destûr hat dayîn ku yekem operasyona xwe encam bide. Her çend nekarî li fakulteya bijîşkî ya nexweşxaneyê qeyd bibe jî, lê destûr hat dayîn ku beşdarî dersên Latînî, Yewnanî û alavên bijîşkî bibe, di heman demê de karê xwe wekî perestar li dermanxaneya nexweşxaneyê berdewam dike. Ji bo ku bikare di nav hefteyê de sê rojan perwerdeya anatomî û fîzyolojiyê bibîne, mamosteyek taybet digire. Di encama vê hewldana wê destûr tê dayîn ku derbasî odeya anatomî û dersên kîmyayê bibe.
Di sala 1861’an de, Garrett di nav xwendekarên mêr de wek kesa ‘nexwestî’ hatibû îlan kirin û tevî ku ji aliyê rêveberiya dibistanê ve dihat piştgirîkirin jî, di nav komên xwendekarên mêr ên ku li dijî qebûlkirina wî bûn de, nedihat xwestin. Ew neçar dimîne ku ji Nexweşxaneya Middlesex derkeve lê, di kîmya û malzemeyên bijîşkî de bawernameyeke bilind wergirt. Ew koleja Qraliyet jî di nav de serî li gelek zanîngehên wek Oxford, Cambridge, Glasgow, Edînburgh û St Andrews dide, lê her carekê tê red kirin. Di vê têkoşîna wê de, hevala wê Sophia Jex-Blaked ku kêm tê nasîn jî, cih digire. Ji ber ku di dersên anatomî û fîzyolojiyê de belgenameyek taybet wergirtibû, di sala 1862’an de li Enstîtuya Dermansazan hate qebûlkirin û li gorî peymana wê, vê carê ji ber zayenda xwe nehatibû veder kirin.
Di dawiya sala 1865’an de ezmûna xwe bi serkeftî derbas dike û ji Komeleya Dermansazan a Îngîlîstanê lîsansa bijîşkî wergirt û ew bû yekem jina ku ev maf bidest dixist.

Astengî nas nedikir û têdikoşî

Her çend Garrett lîsansa wê ya ji Lijneya Dermanxaneyê hebû jî, wê qet nekarî li tu nexweşxaneyekê pozîsyoneke bijîşkî de cih bigire. Ber bi dawiya salên 1865’an, wê li Londra kolana 20 Upper Berkeley dest bi kar kir. Destpêkê pir kêm nexweş dihatin wir, lê dovre her ku karê wê meztir bû. Piştî 6 mehan, wê xwest maleke lênêrîna nexweşan a derveyî nexweşxaneyê veke da ku jinên xizan bikaribin ji pratîsyenên jêhatî yên zayenda xwe lênêrîna bijîşkî bistînin. Di sala 1866’an de, Garrett Mala Jin û Zarokan a St Mary vekir. Di sala xwe ya yekem de, 3,000 nexweşên nû hatin û 9,300 jî ji bo dermankirina derveyî nexweşxaneyê serî wê dan.
Dema ku Garrett bihîst ku dekanê fakulteya bijîşkî li Zanîngeha Sorbonne xwendekarên bijîşkî qebûl dike, ji bo bidestxistina bawernameya bijîşkî dest bi xwendina zimanê fransî dike.
Di heman salê de, ew ji bo Lijneya Dibistana Londonê (ofîseke nû ji bo jinan) hate hilbijartin; Garrett di nav namzedan de herî zêde deng wergirt.
Ew bi Sophia Jex-Blake re Dibistana Tipê ya Londonê ji bo Jinan damezirîne û li yekane nexweşxaneya hînkirinê ya li Îngilîstanê bû mamoste û ji bo jinan dersan pêşkêş dikir. Ew heya dawiya xebata xwe ya pêşeyî, ji sala 1883’an heya 1902’an li wir dixebite. Ev dibistan dovre wekî Fakulteya bijîşkî tê bi nav kirin. Dovre jî dibe beşek ji dibistana bijîşkî ya zanîngeha London ê.
Ew di sala 1873’an de bû endama Komeleya Pizîşkî ya Brîtanî û 19 salan wek yekane endama jin ma; ji ber ku komeleyê li dijî qebûlkirina jinan deng da.
Di sala 1847’an de, Garrett wek seroka şaxa East Anglican a Komeleya Pizîşkî ya Brîtanî hate hilbijartin.
Ew bi berdewamî di pêşxistina Nexweşxaneya nû ya Jinan û damezrandina Dibistana Tipê ya Londonê de xebitî ku bixwe jî dekana wêderê bû. Di 9’ê Cotmeha 1908’an de, Garrett wek şaredara Altenburgê hate hilbijartin. Ew di heman demê de yekemîn şaredara jin a Îlgîltereyê ye.

Tevgera mafê jinan

Elizabeth Garret Anderson di tevgera mafê dengdana jinan de jî roleke çalak dilîze. Di sala 1866’an de, Ew  û Davies ji bo mafê dengdana jinan zêdetirî 1,500 daxwazname pêşkêş kirin. Di wê salê de jî tevlî yekem Komîteya Mafên Jinan a Brîtanî dibe. Ew di sala 1889’an de bû endama Komîteya Navendî ya Peymana Mafê Dengdana Jinan a Neteweyî.