‘Em çand û hunera xwe ji nifşên nû re bihêlin’

- Roza METÎNA
356 views
Mamosteya Akademîya Ma Mûzîkê Evîn Tiryakî diyar kir ku ew dixwaze çand û hunera xwe ji nifşên nû re bihêle. Her wiha da zanîn tevî êriş û astengiyan Jin Mayê xebatên baş kirine û got: “Em dixwazin perwerdeya em didin jî bi kurdî be û em naxwazin zarokên vî welatî bê muzîk bimîne. Geh sazî geh kolan ji bo me ferq nake dê xebatên me her dem bidomin. Em ê vî bajarî (Amed) bê muzîk nehêlin.”

Evîn Tiryakî ya ev 5 sal in di nava rêveberî û xebatên Ma Muzîkê de cihê xwe digire û dersa piyanoyê dide zarokên 6/7 û 8 salî pirsên me yên derbarê girîngiya muzika kurdî, bandora wê ya li ser çand, huner, ziman, civakê her wiha rola jinê ya di qada muzikê de bersivand. Evînê ya ku di heman demê de di nava koma Jin Mayê de cihê xwe digire bal kişand ser armanca avakirina Jin Mayê û Zarok Mayê û got: “Di xebatên me de zimanê kurdî li pêş e. Me, Ma Muzik di 2017’an de ava kir û di bin banê wê de jî Jin Ma û Zarok Ma ava kir. Li Zarok Mayê ji yek salî heta pênc salî zarok perwerdeya muzîkê dibînin. Piştre ew zarok tên li Ma Muzîkê vê carê perwerdeya enstirumanan dibînin. Li dijî qirêjiya li ser civaka kurd em dixwazin zarokên kurd bi ziman, çand û hunera xwe mezin bibin. Malbat jî bi taybet ji bo vê yekê zarokên xwe tînin.”

Girîngî û taybetmendiya muzîka kurdî çi ye û di vê qadê de rola jinê hûn çawa dinirxînin?
Daxwaza me her ew e ku mirov hem bi zimanê xwe hem jî bi çanda xwe mezin bibin. Muzik beşek ji çandê ye û dema bi zimanê dayikê be dê bigihêje armanca xwe. Li vir jî rola jinê ya girîng derdikeve pêş. Loma jî divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî û stranên kurdî li her derê olan bidin. Malbat jî dema zarokên xwe dişînin Ma Muzîkê bi armanca ku zarok bi ziman û çanda xwe mezin bibin, dişînin. Jixwe yek ji xaleke girîng ew e ku mirov tenê mîna rojên wekî 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê girîngiyê nedin zimanê xwe. Divê mirov her dem girîngiyê bide zimanê xwe. Loma jî avakiria Zarok Mayê ya di sala 2021’ê de jî gelekî girîng e.

Hûn bandora muzîka kurdî ya li ser pêşketina ziman, çand, hunera kurdî û civaka kurd çawa şîrove dikin?
Dema mirov hunera xwe ava dike bêyî rastiya civakê mirovê nikaribe biafirîne. Muzîk û muzîkjenî jî bi heman rengî ye. Dema hûn rahêlin pênûsa xwe û dest bi nivîsandina stran an jî çêkirina melodiyekê bikin ne pêkan e ku mirov pişta xwe bide êş, kêfxweşî, bêrîkirin, evîn, welat û berxwedanên civakê. Huner û civak bi hevdu ve ne. Bêyî civakê em ê nikaribin qala hunerê bikin. Ji bo vê yekê jî dema îro Jin Ma hunera xwe diafirîne berê xwe dide dîrok û berxwedana jinan û ji aliyekî jî berê xwe dide rol û rista jinê. Her wiha em hewil didin stranên li ser naveroka yekîtiya di navbera jinan de çêbikin ku yekîtiya di navbera jinan de bê avakirin. Gelê kurd ji bo zimanê xwe têkoşîneke mezin daye. Çimkî her netew bi zimanê xwe heye. Kurd bi salan e têkoşînê didin lê dîsa jî niha zimanê kurdî ne zimanê perwerdeyê ye û ne zimanê fermî ye. Niha dîsa kurd bi derfet û têkoşîna xwe hewil dide ku perwerdeyê bibîne. Em dikarin bêjin pêşketina çand û hunerê jî girêdayî zimanê dayikê ye. Loma her xebata bi zimanê kurdî tê kirin girîng e. Em li Amedê xebatên xwe li ser esasên pêşketina ziman û muzîka kurdî dimeşînin. Ev xebatên me bandoreke erênî hem li ser zarokan hem jî li ser civakê dikin.

Bi taybet di demên dawî de êrişên li ser ziman û muzîka kurdî zêde bûne. Armanc û sedema van êrişana çi ne? Her wiha têkoşîna gelê kurd a li dijî van êrişana hûn çawa şîrove dikin?
Di van demên dawî de êrişên li ser ziman, stran, hunerê gelekî zêde bûne. Çiqas êriş hebe jî zimanê min ê dayikê kurdî ye û kesek nikare qedexe bike. Niha qirêjiyeke mezin li hember stranbêj û dengbêjên me ketiye meriyetê. Stranên me yên bi kurdî wergerandine zimanê tirkî û li gor xwe şîrove dikin. Loma sîstema qirêj bandoreke neyînî li ser pêşketina zimanê kurdî dike. Ez dixwazim çand û hunera xwe ji nifşên nû re bihêlim. Her wiha em dixwazin zimanê me tune nebe. Dewlet çiqas jî bandorê li ser me bike em dîsa jî dibêjin kuçe û kolan ên me ne. Bi salan e zext û êrişên mezin li ser zimanê kurdî hene. Heta niha jî polîtîkayên astengkirin, qedexekirina zimanê kurdî didomin. Perwerdeya bi zimanê kurdî nayê qebûlkirin. Çiqas zext hebin jî li gel van zextana têkoşînek jî heye. Têkoşîna ji bo zimanê kurdî wê gavên serkeftî bi xwe re bîne.

Hûn di heman demê de di nava Koma Muzîkê ya Jin Mayê de cih digirin. Armanc û sedema avakirina Jin Mayê çi ye? Kengî hat avakirin û bandoreke çawa li ser rêxistinbûyina jinên kurd a di qada muzîkê ya ku ji beşeke hunerê ye dike?
Dema qeyûm hat tayinkirin û Aram Tîgran hat girtin ez hîn xwendekar bûm. Wê demê me li malan perwerdeya xwe domand û piştre me Ma Muzik ava kir. 50 xwendekarên akademiyê yên ji bo mamostetiyê perwerde didîtin hebûn. Her wiha 300 xwendekarên din jî hebûn û malbatan nedixwestin zarokên wan li ber destên qeyûm perwerdeyê bibînin. Piştî em mezûn bûn êdî me wekî mamoste ders dan. Em nêzî 15 jinan li Ma Muzikê xebatan didan meşandin. Berî qeyûm bê tayinkirin navê saziya me Aram Tîgran bû. Piştî sazî hat girtin jî me dev ji têkoşîna xwe berneda. Me bi alîkariya malbatan û gel ev saziya vekir. Di destpêkê de me hinekî zehmetî dîtin lê belê niha pêşketineke pir mezin heye. Ji ber zor û zehmetî li ser muzîk û gel hebû loma jî vê bandor li ser karê me dikir. Lê çiqas jî êriş hebin armanca me diyar e. Di xebatên me de jî zimanê kurdî li pêş e. Me, Ma Muzik di 2017’an de ava kir û di bin banê wê de jî Jin Ma û Zarok Ma ava kir. Li Zarok Mayê ji yek salî heta pênc salî zarok perwerdeya muzîkê dibînin. Piştre ew zarok tên li Ma Muzîkê vê carê perwerdeya enstirumanan dibînin. Li dijî qirêjiya li ser civaka kurd em dixwazin zarokên kurd bi ziman, çand û hunera xwe mezin bibin. Malbat jî bi taybet ji bo vê yekê zarokên xwe tînin. Nêzî çar salan e Jin Ma heye û me bi 15 kesî ava kir. Armanca me ew e ku em dengê jinê, hunera jinê di nava civakê de belav bikin. Çimkî li dijî ziman û hunera kurdî qirêjiyeke mezin heye. Em dixwazin rengê jinê bi muzîkê derxin pêş. Em her dem dixwazin wekî komekê derkevin ser dikê û em vê hunerê jî ji bo gel dikin. Ji ber ku zimanê kurdî ji dapîr û bapîrê me ji me maye loma em dixwazin tune nebe. Xebatên me li ser esasê parastina zimanê kurdî ye. Mixabin dema em li civakê dinêrin zarokên me hema bêje hemû êdî bi tirkî diaxivin. Loma li pey Ma Muzikê me Zarok Ma ava kir. Em dixwazin perwerdeya em didin jî bi kurdî be û em naxwazin zarokên vî welatî bê muzîk bimîne. Geh sazî geh kolan ji bo me ferq nake dê xebatên me her dem bidomin. Em ê vî bajarî bê muzîk nehêlin. Saziya Ma Muzîkê jî di nava gel de êdî hatiye naskirin û cihê xwe girtiye. Deriyê me li hemû malbatan vekiriye. Em bang dikin ku malbat zarokên xwe bişînin Ma Muzîkê.

Xebat û projeyên we yên heta niha we kirine çi ne? We xebat û projeyên xwe li ser çi esasî pêş xist û bandorên wê yên erênî yên li ser civakê hûn çawa dikarin bînin ziman? Her wiha ji niha şûnde xebatên hûn ê bikin çi ne?
Jin Mayê gelek kar û xebatên hêja dane meşandin. Lê belê em jî ji rewşa pandemiyê bi bandor bûn. Heta ji destên me hat me xwest em di bin vê bandora neyînî de nemînin û me hewl da em li ser medyaya dîjîtal xebatên xwe bidomînin. Xebatên me di heman demê de bandoreke erênî li ser gel jî kir. Niha projeyên me hene û em hewl didin van projeyana têxin meriyetê. Ji bo 8’ê Adarê projeyên me hene. Bi heman awayî ew ê konserên me yên nû jî pêk werin. Her sal amadekariyên me yên ji bo Newroz û 8’ê Adarê hene.  Her sal ji bo salvegera Ma Muzikê em bernameyên pîrozbahiyê li dar dixin. Em diçin gundan û xebatên zarokan dimeşînin. Her wiha em li gundan bi jinan re jî xebatan dimeşînin. Ji bo xwendekarên me yên ku perwerdeyê dibînin jî me çalakiyên muzikê li dar xistin. Her wiha em dixwazin xwendekarên ku li Ma Muzîkê perwerdeyê dibînin bigihêjin wê astê ku di siberojê de ew jî bikaribin perwerdeyê bidin. Gelek xwendekarên me di qadên cuda de perwerdeyê digirin. Me çalakiya xwe ya vê salê ya muzîkê jî diyarî Bilûrvanê Kurd Egîdê Cimo kir. Cihekî taybet ê Egîdê Cimo di muzîka kurdî de heye. Em bi stran û dengê bilûra wî mezin bûn. Em wekî kedkarên çandê her sal Egîdê Cimo bi bîr tînin. Em stranên xwe ji bo wî dibêjin.