Di sala 2011’an de zanyar û çalakvana femînîst Maria Mies di konferanseke jinan de li bajarê Kolnê, qirkirina jinan wekî “şerê li dijî jinan” binav kir. Ev konferans di çarçoveya kampanyaya “Qirkirina Jinan Rawestînin!” de hat lidaxistin. Bi vê kampanyayê Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJKE) bang li jinên ji welatên cuda kir ku pênaseyeke hevbeş derbarê têgeha qirkirina jinan de pêş bixin.
Armanca vê, hem şênberkirina rehend û şêwazên tundiya zayendperest bû hem jî gihandina stratejiyên bi bandor ên têkoşînê li dijî tundî û desthilatdariya babiksalar. Her wiha bal hat kişandin ser pêwistiya pêşxistina siyaset û modelên nû yên jiyanê yên bi nêrîna jinan. Bangewaziya kampanyayê hiqûqa navneteweyî ya ku bi hişmendiya zilamê desthilatdar hatî nivîsandin jî rexne kir û daxwaz kir ku qirkirina jinan bi heman rengî wekî qirkirina gelan jî mîna sûcekî li dijî mirovahiyê were darizandin. Jinên ji Meksîko, Guatemala, Hindistan û welatên din ên Başûrê Cîhanê têgeha qirkirina jinan, bi wateya eşkerekirin û şermezarkirina kuştinên sîstematîk ên jinan ji ber zayenda wan bikar dianîn. Lê belê gelek jinên Ewropî bi guman nêzî vê pênaseyê dibûn. Wan ev têgeh wekî ‘zêde mezin’ û neguncaw dîtin. Ji ber wan qirkirinên etnîkî şibandina tundiya zayendperest a ku gef li jiyana jinan dixwe rast nedidîtin ew li hemberî bikaranîna vê peyvê derdiketin.
“Feminicidio” wekî sûcekî qanûnî hatiye ragihandin
Lê di roja îro de nîqaşên navneteweyî yên li ser pênase û radeya tundiya zayendperest gihane asteke nû. Rojevkirina asta sîstematîk a kuştinên jinan, kampanya û çalakiyên girseyî yên jinan li dijî şîdeta baviksalariyê, mîna Ni una menos!, Las Tesis an jî serhildanên Jin-Jiyan-Azadî zexteke xurt a raya giştî dan avakirin. Ev bûye sedem ku di 10 salên dawî de “feminicidio” li 10 welatên Amerîkaya Latîn wekî sûcekî qanûnî hatiye ragihandin. Di sala 2022‘an de jî Parlamentoya Belçîkayê wekî yekem welatê Ewropî qanûneke berfireh li ser pêşîlêgirtin û têkoşîna li dijî qirkirina jinan derxist. Ji sala 2021‘an ve di belgeyên saziyên Parlamentoya Ewropayê û Neteweyên Yekbûyî de jî têgeha qirkirina jinan wekî ‘kuştina bi qestî ya jin û keçan ji ber zayenda wan’ hatiye bikaranîn. Ev pênaseya pir teng e û tevahiya şerê îdeolojîk û fizîkî yê ku mafê jiyanê û diyarkirina çarenûsa xwe ya jinan ji ber zayenda xwe red dike, rave nake.
Îstatîstîk encamên rastî nîşan nadin
Îstatîstîkên taybetî yên li ser kuştina jinan ku ji hêla Komîsyona Jinan a Neteweyên Yekbûyî ve hatine weşandin, ji nû ve beşek û meyla zêdebûyîna vê rastiya hovane eşkere dikin: Di sala 2022‘an de, nêzî 89 hezar jin û keç bi qestî ji ber zayenda xwe hatine kuştin. Zêdetirî nîvê van cînayetan ji hêla hevjîn/hevjînên berê an jî endamên din ên malbatê ve hatine kirin. Ev hejmara herî zêde ya bûyerên kuştina jinan e ya ku di 20 salên dawî de bi fermî di nav salekê de hatiye tomarkirin. Lêbelê, ev tenê lûtkeyê çiyayê berfê ye ku xuya dibe. Ji ber ku hêjmareke zêde ya dozên ku nehatine ragihandin hene. Her wiha di van îstatîstîkan de hêjmara jinên ku bi şer, xizanî, qirkirina gelan, şîdeta ‘gelemperî’ ya dewletê an jî kiryarên din hatine qetilkirin nayên hesibandin. Ev tê wê wateyê ku jinên Kurd ên ku weke şervanên azadiyê bi reşkujî, êrişên balafirên bêmirov, bombabaran û xazên kimyewî yên artêşa Tirk hatine qetilkirin di van îstatîstîkan de cih nagirin. Gelo di van hêjmaran de zêdeyî 7 hezar jinên Êzidî yên ku li Şengalê di jenosîd û qirkirina jinan bi destê Daişê de bi awayekî sîstematîk hatine kolekirin û qetilkirin hatine hesibandin? An jî zêdetirî 10 hezar jin û keçên Filistînî yên ku di 9 mehên dawî de di bombebaran û êrişên qirker ên artêşa Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane wê werin hêjmartin? Ji hêjmartinê zêditir jî gavên ji bo parastina jiyan û rûmeta hemû jinan werin avêtin wê çi bin?
NY amûra polîtîkayên hegemona ye
Êrişên dagirkeriyê yên îro li ser gel û herêmên Kurdistan û Filistînê tên kirin, qanûnên navneteweyî binpê dikin. Ev qirkirinên fizîkî û çandî eşkere dikin ku saziyên Neteweyên Yekbûyî bi erka pêkanîna rêgezên peymanên xwe yên ku qirkirinê wekî sûca li dijî mirovahiyê pênase dikin û mahkûm dikin ranebûn. Heta niha jî ti gavekî şênber ji bo pêşîlêgirtina van sûcan nehatiye avêtin. Di rastiyê de ev peyman û sazî hîn zêdetir wekî amûrên siyaseta hêzên hegemonîk tevdigerin. Bi ser de jî, heqîqata ku qirkirina jinan di dîrokê de ji qonaxa pêşîn heta niha hêmaneke bingehîn a şer û qirkirinên mêtinger e, bi zanebûn tê paşguhkirin.
Ji qirkirina jinan ber bi a gelan ve
Dema em li dîrokê meyzde bikin, ev 5000 sal in ku jin bi qirkirinê re rû bi rû ne. Dîroka qirkirina jinê bi ferzkirina desthilatdariya babiksalar re dest pê kir. Ev desthilatdariya mêr-dewlet, pergala xwerêveberina civaka exlaqî û polîtîk bi darê zorê têkbir, dest danî ser milkên kolektîf ên civakê û jin kirin koleyên malbat û dewletê. Paşê, olên yekxwedayî ji bo rewakirina komkujiyên jinan hatin bikaranîn. Tenê di sedsalên 16 û 17‘an de li Ewropayê bi sedhezaran jin weke ‘pîrebok’ hatin şewitandin. Ev qirkirina jinan bû qonaxa amadekariya qirkirinên gelan ku kolonyalîzm û neteweperestiya Ewropî li ser esasê îdeolojiyên nijadperest û faşîst ji destpêka sedsala 20‘an ve wekî amûreke desthilatdariya hegemonîk bi kar anî. Ji wê demê û vir ve, tecawuz û kuştina jinan wekî stratejiyek û çekeke piralî ya şer û qirkirinan tê bikaranîn. Dewlet û hêzên mîlîtarîst bi êrişên tecawuz û qirkirina jinan armanc dikin ku vîn û têkoşîna azadiyê ya jin û civakan bişkînin. Her wiha di civak û malbatên babiksalarî de jî bi tecawuz û kuştinên jinan şikandina kesayet û vîna jinê tê armanckirin.
Rêya xweparastinê rêxistinbûn e
Rastiya hovane ya Şerê Cîhanê yê Sêyem nîşanî me dide ku tenê belgekirina hêjmara qurbaniyên qirkirina jinan û gelan an jî gilîkirina van sûcan li dadgehan têrê nake. Ji ber ku şerê rojane li dijî jiyan û mafê çarenûsê ya jin û gelan ne qanûn û ne jî wijdan nas dike. Em ji mînakên berxwedanên topyekûn ên li hemberî qirkirinên DAIŞ’ê di salên 2014-2015’an de li Şengal û Kobanê fêrbûn ku em dikarin hebûn û azadiya xwe tenê bi hêza xwe ya rêxistinkirî biparêzin. Wekî wê demê, îro jî pêwiste ku em hemû beşên civakê û raya giştî ya navneteweyî li dijî şerên dagirkeriyê, li dijî qirkirinên gel û jinan li Kurdistan û Filistînê seferber bikin. Em baş dizanin ku rayedar û saziyên pergala desthilatdar vî şerê li dijî jin û civakên Rojhilata Navîn nadin rawestandin. Hêza rawestandina qirkirinê em ê tenê bi têkoşîna azadiyê ya hevpar a jin û gelên cîhanê, bi parastina rêgezên bîrdoziya azadiya jinê û hevpeymanên xwe yên civakî, bi hêzên xwe yên parastina cewherî û pêşxistina modelên jiyanê yên kolektîf û ekolojîk bi dest bixin. Lewma: Roj roja çalakiyê ye, dem dema azadiyê ye.