Zanyarê navdar Friedrich Nietzsche dema behsa êş û bandora wê ya li ser mirovan dike, pênaseyeke wiha kiribû; “Êşa ku min nakuje, bihêz dike.” Dibe ku ev gotin, herî zêde ji bo gelên Rojhilata Navîn derbasdar be. Dibe êşa ku gel an jî mirov bijî, berdêla sed şîretan be.
Ji ber vê Êzidî bixwe jî dibêjin; “Rast e fermaneke mezin em jiyîn, êşên mezin me kişandin û hîn jî birîna wan nekewiya ye. Lê dikare heqî û neheqiyê, dost û dijmin bi wan bide nasîn û mîna heft perperîkan bigihîjin heqîqetê.” Ji ber vê yekê berovajî 73 fermanên din, civaka Êzidî bi saya felsefeya Rêber Apo û gerîlayên wî, radestî vê êşa mezin nebûn, vê yekê ji xwe kirin çavkaniya hêzê û dersên mezin jê derxistin.
Serî dan sir nedan
Gelê Kurd û gelek gelên bindest gelek trajediyên mezin jiyan e, lê ya di vê sedsala ku weke sedsala “pêşverotî û modernetiyê” tê binavkirin de bi serê Êzidiyan de hat, mînaka wê nîne. Gelek ji me dibe ku dîmenên fermanê di filman de dîtibin û ji wan re rast nehatibe dîtin. Lê me di 3’yê Tebaxa 2014’an de bi çavên xwe şahidiya trajediya mezin a ku aqilê mirovan nagire, kir. Dema gelek kes ji me dixwest empatiyê bi wan re çêbike, êşeke mezin jiyîn. Dibe ku gelek ji me dema li wan dîmenên trajîk dinêrî bi bêçaretî lê dinêrî, dilê me dişewitî û em wisa difikirîn ku ne gengaze êdî ev gel ser xwe ve were. Di fermanê de ciwan, kesên temen mezin û gelek dayik ji ber ‘serî dan sir nedan’ zindî zindî di gorên komî de hatin veşartin. Bi hezaran jin û zarokên ciwan hatin revandin, rastî destavêtinê hatin, di encama destavêtinê de zarokên wan ji DAÎŞ’iyan çêbûn. Bi hezaran Êzidiyên bi rêya gerîla û şervanan rizgarbûn jî, berbelavî cîhanê bûn. Êzidiyên ji qirkirina fizîkî rizgarbûn vê carê ber bi çerçaxa modernîteyê û qirkirina xasûkî ya çandî ketin.
Tovê jiyaneke nû hat reşandin
Di dema fermanê de nêzî 15 hezar Êzidiyên ji deverên cûda yên Şengalê hatibûn xwe spartibûn Serdeşta Çiyayê Şengalê. Li gel gerîlayên HPG-YJA Starê li dijî DAÎŞ’ê li ber xwe dan. Di rizgarkirina Şengalê de rol lîstin û jiyaneke nû li Şengalê ava kirin. Hejmara kêm a li Şengalê ma jî ji gelek destpêkan re pêşengî kirin. Meclîsa Xweser a Şengalê ava kirin, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî, Asayîşa Êzidxanê, Tevgera Ciwanan, YBŞ û YJŞ’ê ava kirin. Bi hev re dendika jiyaneke nû çandin, mezin kirin û niha jî berhemên wê hiltînin. Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Fermana 3’yê Tebaxa 2014’an weke “Qirkirina jinê ango Feminicide” bi nav dike. Ji ber qurbaniyên herî mezin ên vê fermanê jin bûn û hîn jî bihezaran jinên Êzidî di destê DAÎŞ’ê de ne û aqûbeta wan nayê zanîn, wisa pênase dikin. Jinên Êzidî ku fikrê Rêber Apo naskirin, niha dibêjin; “Eger wê demê me fikrên Rêber Apo zanîba û bihatana perwerdekirin wê ev karesat bi serê me de nehatiba.” Li gorî jinên ketine destê DAÎŞ’ê dibêjin; “Dema me birine li cihên ku em lê hatine girtin derfetên revê hebûye, lê me nekarî xwe xilas bikin.” Endamek DAÎŞ’ê nobeta 100-200 jinên Êzidî digirt, lê 200 jin nikarin kom bibin wî bêbandor bikin û xwe xilas bikin! Ev jin piştî vî fikrî nas dikin, heyfa xwe lê tînin û hêrs dibin. TAJÊ bi pêşengiya dayikên Êzidî hem tola xwe ji DAÎŞ’ê hilanîn û hem jî vîna ku derkete holê bi rêxistin kirin.
Pêşengiya dayikan diyarkere
Ji ber vê yekê em dikarin ji dayikên Êzidî yên êş kişandî re bêjin, dayikên şoreşger û fedekar. Yên herî zêde Rêber Apo fêmkirin û xwestin li Şengalê bikeve pratîkê jî jinên Êzidî û bi taybet jî dayik in. Dayik li aliyekî ji bo birîna fermanê bikewe şev û roj di nava têkoşînê de bûn, li aliyê din jî ji bo avakirin û rêxistinkirina jiyaneke nû ked dan. Li dijî her cûre êrîşan bêyî hesap li gel şervanên xwe û rêxistina xwe sekinîn. Eger îro piştî 10 salên fermanê, Şengal careke din ava bûye û li hemberî her êrîşek li ser piyaye bêgûman rola jinên Êzidî û bi taybet jî dayikan diyarker e. Dibe ya ku wan evqas bihêz dike û li ser piyan dihêle, ew êşa wan a mezin e. Bi berpirsyarî û fedekariyeke mezin şev û rojên xwe kirin yek çand, bawerî û axa xwe parastin. Jinên temen mezin ên Êzidî jî di avakirina Rêveberiya Xweser a Şengalê de, îlankirina meclîsa xweser û TAJÊ de rolek pêşeng lîstin.
Jinan xwe bi rêxistin kir
Jinên Êzidî, jinên şervan û gerîla ji xwe re mînak girtin û niha xwe di gelek qedan de bi rêxistin kirine. Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), 2 sal piştî fermanê ev vîna ku derketiye holê gihand astekê û xwe bi awayeke xweser rêxistin kirin. Kongreya xwe ya yekemîn di 20’ê Îlona 2016’an de li Şengalê li dar xistin. Heta kongre hate lidarxistin û endamên TAJÊ ku di nava Rêveberiya Xweser û rêxistinên cûda de cih digirtin û pêşengiyên dikirin, pêwîstî dîtin êdî vê vîna ku derketiye holê baştir rêxistin bikin. TAJÊ ji bo parastina baweriya Êzidîtiyê, azadiya jin, axa xwe û avakirina jiyaneke azad bernameyeke berfireh derxist. Bernameya TAJÊ li ser fikrên Rêber Apo hatiye nivîsîn. Bi vê perspektîfa Rêber Apo û Tevgera Azadiya Jin a “Divê yek jin bê rêxistin nemîne” meclîsên xwe li hemû gund, komelgeh û bajarokên Şengalê ava kir. Li cihên pêwîst bingeha xebatên komînê yên jinan ava kirin.
Nûnertiya wekhev hat pêşxistin
Yek ji deskeftiyên herî girîng, TAJÊ bi nûnertiya wekhev û modela hevserokatiyê xwe di nava Rêveberiya Xweser a Şengalê, PADÊ û hemû sazî û rêxistinên li Şengalê de rêxistin kir. Şaxên xwe yên xweser ava kir û bû sêwana hemû jinên di nava rêveberiya xweser de cih digirin. TAJÊ, Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) weke hêza parastina xwe û giştî jinên Êzidî, Ereb, Kurd û baweriyên din ên li Şengalê dibîne. Bi sedan şervanên YJŞ’ê yên ji jinên Êzidî pêk tên û jinên Ereb jî digire nava xwe, ji bo hemû jinên Êzidî re bûye cihê hêviyê. Jinên Êzidî dibêjin; “Em parastina xwe êdî radestî ti kesî nakin.”
Yekîtiya Jinên Ciwan a Şengalê
Hejmarek ciwan a jinên Êzidî heye. Zarokên di dema fermanê de niha ciwan in. Yekîtiya Jinên Ciwan a Şengalê jî weke hêza pêşeng a TAJÊ hem xwe xweser bi rêxistin dike hem jî bi TAJÊ re kar dike û nûnerên wan di nava TAJÊ de hene. TAJÊ ji bo jenosîda Êzidiyan bide nasîn, Rêveberiya Xweser û hêzên wê yên parastinê bi taybet YJŞ’ê di asta cîhanê de bide nasîn, xwe di qada dîplomasiyê de jî bi rêxistin kir. Niha di asta tê xwestin de nebe jî, dikare dengê jinên Êzidî û civaka xwe bigihîne cîhanê. Yek ji xebateke din a TAJÊ ya sereke jî rizgarkirina jinên dîl ên di destê DAÎŞ’ê de ne. Ji bo vê jî weqfek ji bo piştgiriya bi jinên Êzidî re ava kiriye. Bi rêya weqfê hem jin û zarokan tên perwerdekirin, hem jî bi travmayên fermanê re têdikoşin.
Hêza herî rêxistinkirî ya Şengalê jin in
Êdî her kes dizane pêşeng û parêzvanên Rêveberiya Xweser jin in, bi taybet dayikên berxwedêr ên Êzidî ne. Heta niha dayik timî ji civaka xwe re bûne çavkaniya wêrekî, fedekarî û baweriyê. Bi vî ruhî dikare li hemberî êrîş, şerê tatbet û gelek planên li ser Şengalê û Rêveberiya Xweser hatine kirin, rawestin û pûç bikin. Eger PDK û dewleta Tirk heya niha nikarin peymana 9’ê Cotmehê pêk bînin, ev bi saya van dayikên berxwedêr e. Dayikên berxwedêr û şoreşger ên Êzidî ku ji çanda xwedawendan tên, hîn jî cewhera xwe diparêzin û rê nadin ti planên li ser jinan û Êzidiyan. Her wiha li hemberî hemû planên dagirkerî û xiyanetê serî radikin û nahêlin bigihêjin armanca xwe. Mirov dikare bibêje li Şengalê hêza herî birêxistinkirî jin in. Jinên Êzidî ji êşên xwe şoreşek welidandin û ji bo parastina şoreşê ked û berdêlên mezin dan.