15’ê Tebax û çeka azadiyê

- Gönül Kaya
282 views
Gelê Kurd û jinên Kurd 40’emîn salvegera pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an bi coş û kelecanek mezin pêşwazî dikin. Pêngava 15’ê Tebaxê li avakarê pêngava azadiya bi heybet ê dîroka mirovahiyê Rêber Apo, di şexsê fermandarê vê pêngava dîrokî hevrê Mahsûm Korkmaz (Egîd) de hemû şehîdan û gerîlayên me yên leheng ên Kurdistanê ji Zapê heta Metîna, ji Zagrosê heta Botanê, ji Mêrdînê heta Dersimê, ji Amedê heta Serhedê bi ruhê “Fermandar Agîd û fermandar Bêrîtan” 15’ê Tebaxê yên nû afirandine û gelê me pîroz be.

Dîroka 15’ê Tebaxê ji bo gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn tê wateya qonaxeke dîrokî. Di aliyê “Dîroka parastina gelan” de em dikarin vê dîrokê weke “destpêkekê” bibînin. Pêngava 15’ê Tebaxê her çendî pêngaveke gerîla û çalakiyeke leşkerî îfade dike jî, bingeha vê pêngavê li gel rastiya dîrokî û civakî ya kûr re têkoşîneke bîrdozî û zihniyetê ye.

Ji bo avakirina jiyaneke nû

Pêngava 15’ê Tebaxê tenê serkeftineke leşkerî û çalakiya gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) ya li dijî dewleta Tirk a dagirker a ku Kurdistanê dagir kiriye îfade nake. Ev serkeftin, tê wateya serhildaneke nû ya bindestan a li dijî şerê herî kevnar ê ku 5000 sal in bêyî navber didome. Ew tenê ne ya gel e, jinên ku her tim di nava şer de hatiye hiştin, timî bi amûr û polîtîkayên zordarî hatiye çewisandin û li ser sînorê hebûn û tinebûnê tê girtin, xwedî li xwebûna xwe derdikeve û ji bo vê “têketina nava pêvajo û pratîka xweparastinê” îfade dike. Ev pêngav xeta şoreşgerî ya “li ser esasê xweparastina” jin, gel û bindestan a li dijî xeta şer û artêşa desthilatdarên 5000 salan hatiye avakirin. 15’ê Tebaxa 1984’an roja artêşa xweparastinê ya jin, civak û xwezayê ya li dijî artêşên desthilatdariya mêr hatiye îlankirine. Ne tenê serhildana ji bo bindest û civakên li derveyî pergala desthilatdar-dewletparêz mane û nirxên wan têne mêtin e, serhildana çekdarî ya ji bo avakirina jiyaneke nû û ji bo hemû hêzên desthilatdar-mêtinger bi taybetî jî artêşên mêtinger ji ser axa gel û jinan bên derxistin e.

Wek pîvana sereke ya azadiyê, artêşbûna jin

Pergala desthilatdar-dewletparêz a ku ji aliyê çîn û hêzên zayendî yên serdest ve hatiye avakirin, xwe dispêre şerê li dijî civaka komunal a li ser bingeha jina azad, civaka azad û xwezaya azad hatiye avakirin. Ev pergal û amûrên darê zorê yên serdestan ku bi têgînên “êrîşkirin, desteserkirin, bidestxistin, tecawizkirin, wêrankirin, dagirkirin, xerakirin û hwd” tên îfadekirin, ji bo hemû mêtingerî, newekhevî û koletiyê zindî bihêlin tên bikaranîn. Amûrên darê zorê yên weke artêş, leşker, çek, tundî û hwd, ji bo ku xwe li ser piyan bihêle, di nava amûrên sereke yên pergala desthilatdar-dewletparêz de ne ku xwe dispêre desthilatdariya mêr a 5000 salan. Artêşên serdestan ji bo parastina desthilatdariya mêr, çi qral, çi xweda, çi mêr û çi bav be ji bo li hemberî jin, civak û xwezayê “zihniyet û pergala mêr” bi hêz bihêlin hatine afirandin. Bi hezaran sal in bindestan li hemberî van hêzan hewl dane amûr û rêbazên xweparastinê pêş bixin. Mînakên vê yên herî dawî û herî bi heybet li Kurdistanê tên dîtin. Şoreşa ku di sedsala 20’an de hat avakirin û sedsala 21’an de bû bingeh; tevgera PKK’ê ya bi pêşengiya Rêber Apo ku serdema şoreşên jin, gelan, ekolojîk û demokratîk da destpêkirin, artêşa berxwedanê û şerê xweparastinê yê gelê Kurd di 15’ê Tebaxa 1984’an de da destpêkirin, misogerî û pîvana sereke ya azadiyê artêşbûna jinê pêş xist û bi şerê berxwedana salên 1990’î re pêş ket.
Rastiya artêş û Şerê Gel ê Şoreşgerî ya bi pêngava gerîla ya 15’ê Tebaxa 1984’an dest pê kir de rol û mîsyonên pir girîng da jinan. Bi vê pêşketinê re avakirina Hêzên Rizgariya Kurdistanê (HRK) ku bingeha artêşa azadiya gelê Kurd e, hate ragihandin û her çendî ev yekîne ji aliyê hejmarê ve jin kêm bin jî, gerîlayên jin bi bîr û bawerî, îrade û coşeke mezin tevlî Şerê Gel ê Şoreşgerî bûn. Tevî ku di nava yekîneyên gerîla yên di 15’ê Tebaxê de derbasî Erûh û Şemzînanê bûne gerîlayên jin tinebûn jî, îradeya jinan di biryar û pêkanîna vê pêngavê de hebû. Hewl û berxwedana têkoşerên jin ên beriya 15’ê Tebaxa 1984’an di nava pêvajoyên berxwedana çekdarî û berxwedanên bajar û çiyan de cih girtin, ruhê 15’ê Tebaxê afirand. Weke mînak jinên pêşeng ên weke Hanim Kaya ya di Berxwedana Hîlvanê de cih girtiye, Besê Anûş li Markazê (Bazarcix) şehîd bû, Sakîne Cansiz li Zindana Amedê tif rûyê dijmin kir, Rahîme Kahraman, Sûltan Yavûz û Mîhrîban Saran yên ku cara pêşî derketin çiyan bûn û bûn avakarên vî ruhî.

Artêşbûna jinê ya li dijî pergala baviksalarî 

Ji bo jinên ku bûne bingeh û hîmê pêngava 15’ê Tebaxê û ji bo vê ked dane, “Şerkirin, avakirina artêşê” xwedî wate û girîngiyeke dîrokî ye. Di vê xalê de Rêber Apo di navbera şerê xweparastinê û artêşbûna gelê Kurd a li dijî mêtingeriyê û artêşbûna jinê ya li dijî pergala baviksalarî de têkiliyeke xurt ava kiriye. Rêber Apo destnîşan dike ku artêşên li ser bingeha desthilatdarî, yekperestî û serdestiya mêr hatine avakirin nikarin wekhevî û azadiyê biafirînin û tîne ziman ku rastiya artêşê ya li ser vîna jinê hatiye afirandin ku di jiyan û şer de xwedî gotin û mekanîzmayên biryargirtinê be, wê bibe rêgeza sereke ya jêveneger. Piştî pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an, li ser vê bingehê pêvajoya rêxistinbûyîna jinê ya yekane hat destpêkirin. Di sala 1987’an de dema ku rêxistinbûyîna jinê ya destpêkê hate meşandin, pêvajoya rêxistinbûn, hişyarkirin û çalakiyan bi ruhê jinê di her qadê de dest pê kir. Di rastiya şoreşa Kurdistanê de tê gotin ku serdestiya mêtingeriyê tenê li ser esasê şerê şoreşgerî dikare bê şikandin, ji bo şikandina zîhniyeta baviksalarî divê jin bibe hêzeke têkoşer, artêş û hêza rêxistinî. Rêber Apo tespîta: “Jina ku dibe artêş, dibe artêşa gelê Kurdistanê” kir û diyar dike ku ji bo jin xwe, axa xwe û xweparastina xwe li dijî hemû êrîşên pergala baviksalarî biparêze divê bibe artêş.

Perspektîfa afirandina yekîneyên xweser ên jinan 

Pêngava duyemîn a mezin a pêvajoya Şerê Gel ê Şoreşgerî ya bi pêşengiya gerîla ku bi pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an li Kurdistanê dest pê kir, li ser bingeha artêşbûna jinê hate meşandin. Bi serhildanên salên 1989-1990’an re dest pê kir, tevlîbûneke mezin a jinan a li nava refên gerîla dest pê kir. Ev sal di heman demê de bû pêvajoyeke ku perspektîfa afirandina yekîneyên xweser ên jinan di nava gerîla de hat dayîn. Rêber Apo, pirsgirêka jinê ji pirsgirêka cînsê wêdetir weke pirsgirêka azadiya civakî û siyasî dinirxîne û destnîşan dike ku ev pirsgirêk bingeha bingehîn a mêtingeriyê ye. Li ser vê yekê diyar dike ku divê beriya pirsgirêka neteweyî ev pirsgirêk bê çareserkirin û dibêje, “Azadiya jinên rast pêşketiye, pêşketina partiyekê, pêşketina civakekê û pêşketina welatekî ku bi tevahî azad e.” Li ser vê bingehê diyar dike ku divê jin pirsgirêka xwe ya azadiyê bi xwe çareser bike û projeya xwe ya çareseriyê pêş bixe û pêk bîne. Ji bo vê jî li hemberî êrîşên zîhniyeta baviksalarî û li dijî dagirkeriya heyî divê artêşa xwe ya azadî û wekheviyê ava bike. Diyar dike ku tenê li ser vê bingehê jin wê kesayetiyê bi dest bixin û xwe ji êrîşên qirkirinê biparêzin.
Li cihekî ku hêz û desthilatdarî di destê mêran de kom bibe, wê pergala newekhevî û zextên derxîne holê. Li ser vê bingehê artêşbûna jinê armanc kir ku desthilatdarî û erkê ji yekdestdariya mêr derxîne û hêza jinê azad bike. Artêşa jinê di 1’ê Mijdara 1993’an de hat îlankirin û bi vê re pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an derbasî qonaxeke nû bû. Jinên li ser bingeha artêşeke çekdarî-rêxistinkirî-hişmendî, li hemberî mêtingerî û newekheviya ku di encama yekdestî, desthilatdariya mêr, desthiltdariyê derketiye holê de, li ser biryara birêxistinkirina jinê ya li ser esasê artêşeke wekheviya civakî û azadiyê li cihanê yekem e. Çawa ku di dîrokê de yekemîn car bi pêngava 15’ê Tebaxê re avakirina artêşa gel a bîrdozî-polîtîk û leşkerî ya gelê Kurd hate ragihandin, artêşa Tevgera Jinên Azad a Kurdistanê jî di dîrokê de bû yekemîn hêza xweparastinê ya jinê. Ev artêş ne tenê nasnameya leşkerî, nasnameyeke bîrdozî-rêxistinî-civakî-siyasî jî temsîl dike. Ji bo avakirina civaka ku dixwazin li ser bingehek azad û wekhev bijîn, wê jin bibin pêşeng, fermandar û rêveberên şer. Jin li şûna ku li benda çareseriyê ji mêr û desthilatdariyê bin, bi destxistina çeka azadiyê, xwe zana bike û xwe pêş bixe û wê bigihêje hêza afirandina azadiyê.

Şerê xweparastinê yê jinê

Rastiya 15’ê Tebaxê êdî di warê têkoşîna azadiya jinê de gihîştiye asta gerdûnîbûn û civakîbûnê. Paradîgmaya Civaka Demokratîk, Ekolojîk, Azadiya Jinê ya ku Rêber Apo diyarî mirovahiyê kiriye û îro weke “Şoreşa Jin, Jiyan, Azadî” hatiye avakirin, li ser esasê xweparastinê ye. Bingeha paradîgmaya nû ya li ser xweparastinê di heman demê de qonaxa nû ya pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an îfade dike. Rêber Apo di çarçoveya paradîgmaya nû de erk û berpirsyariyên taybet û berfireh daye jinan. Paradîgma nîşanî me dide ku rêgezên îdeolojiya azadiya jinê gihiştiye asta pergala jiyana civakî û peymana civakî. Rêber Apo bi veqetandina têgînên “şer û xweparastinê” rêgezên xwenasîn, xwebûn û xweparastinê yên jinê tîne bîra mirovan. Da zanîn ku wê jin zêdetir jiyanê biparêze û diyar kir ku divê artêşa jin û gel weke amûreke ku ne tenê têdikoşe, nirxên hatine afirandin jî diparêze û li hemberî her cure êrîşan van nirxan biparêze. Li ser vê bingehê berxwedan û şerê xweparastinê yê jinê li Kurdistanê, li dijî êrîşên pergala baviksalarî, modernîteya kapîtalîst, mêtingeriya Tirk û pêlîstokên mîna DAIŞ’ê li ser esasê parastina “jiyanê” tê meşandin. Berxwedana xweparastinê û artêşbûna jinê bûye civakîbûn û bûye hêza ku jin ji her temenî, ji gund heta bajaran bi çeka di destê xwe de can, vîn, beden, mal, gund, tax, ax û civakê diparêzin. Di Şoreşa Kurdistanê de ne weke artêşbûna jinê, weke avahiyeke nûnertiya nirxên etîk û estetîk, evîna ekolojîk, jiyana hevpar, wekhevî û azadiya gelan, li dijî feraseta mêrê serdest a şer hate birêxistinkirin.

“Pêngava azadiyê ya herî berbiçav” 

Rêber Apo hatina jinan a çiyê û xwedîderketina şerê gerîla weke “pêngava azadiyê ya herî berbiçav” pênase dike, rêxistinbûn, hişmendî û artêşbûna jinê weke pîvana mezinahî û dilpakiya jinê ya di doza azadiyê de dibîne. Artêşa jinê ya ku tê wateya ronîkirina cîhana tarî ya li dora jinê hatiye avakirin, şikandina hemû kodên koletiyê, şikandina tabûyan û hesab ji her cure pergalên desthilatdar-mêtingeran bipirse û wê li ser bingeha wekhevî azadiyê pergaleke jiyana civakî ya nû ya li ser esasê xwe ava bike, mezin bibe û xwe bi rêxistin bike. Îro Hêzên Parastinê yên Gel ku li her derê Kurdistanê li ber xwe dide, pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an bi ruhê serketinê, Egîdbûn û Bêrîtanbûnê pêşwazî dike. Jinên Kurdistanî jî wê li her qadê artêş, bi coş û biryardariya yekemîn a 15’ê Tebaxê wê Rêber Apo azad bikin û li Kurdistanê avakirina jiyana nû wê bidomînin.