Em ê tola qirkirina Şengalê hilînin

- Newaya Jin
173 views
23’yê Nîsanê li Şengalê di pêşengiya TAJÊ de konferansa ‘Bi Jin Jiyan Azadî ber bi şoreşa jinê ve’ hat lidarxistin. Ji gelek welatên cîhanê delegasyonek ji 350 kesan tevlî konferansê bû. Rojevên giring ên têkildarî rewşa jinên Êzidî û tevgerbûnê hatin nirxandin. Ji qirkirinê ber bi azadiyê ve jinên Êzidî yên di pêşengiya tevgera azadiyê de bûne hêz û îrade careke din bi vê konferansa giring deng û îradeya xwe ragihandin. Di derbarê naverok û encaman de em li gel berdevka TAJÊ Riham Hico axivîn.

Bi taybetî li Şengala ku di dîroka xwe de herdem bûye qada qirkirinê lidarxistina konferansa ‘Bi Jin Jiyan Azadî ber bi şoreşa jinê ve’ tê çi wateyê?
Em spas dikin, we derfet da em nêrînên xwe bînin ziman. Wekî tevgera azadiya Jinên Êzidî demeke dirêj bû bi kar û xebateke wiha me dixwest li Iraqê ji bo hemû jinan pêşengiyê bikin. Bi kampanyaya ‘Bi Jin Jiyan Azadî ber bi şoreşa jinê ve’ ev derfet çêbû. Me jî hewil da wekî jinên Êzidî xebata dikeve ser milê me bikin, destê xwe bikin bin kevir, wiha bikarin bibin parçeyek ji vê şoreşê, cihê xwe di nava şoreşê de bigirin. Hem jî xebatên me kirin e, îmkanên me avakirin e, şoreşa ku bi pêşengiya jinê li Şengalê pêk hatiye, jin bi çi fikrê, bi çi felsefeyê hate vê astê, me xwest di vê konferansê de ji raya giştî re bînin ziman.

Konferansê gelek bal kişand ser xwe. Hûn dikarin armanca konferansê bi kurtî vebêjin?
Ji 3’ê Tebaxê û vir ve, me jinên Êzidî xwe bi felsefeya Rêber Apo rêxistin kir. Li Şengalê jinan ji tinebûnê, ji koletî û zilmê bi vê fikrê xwe rizgar kirin. Me xwest tişta li Şengalê tê jiyîn, pêşketina jinan, derfetên di destê jinan de hene û îdeolojiya jinên Şengalê xwe pê rêxistin kiriye, bi tevahî jinên Iraqê bidin naskirin. Me xwest bi vê konferansê nîşan bidin ka jina Êzidî bi kîjan fikr û felsefeyê hat vê astê, hat vê rojê. Hem ji vê rastiya jinên Êzidî, yanî rastiya fikir û felsefeya Rêber Apo û îmkanên vê fikrê daye jinan û civakê, tevahiya Iraqê jî sudê bigire.

Konferansa we di astê Iraqê de xwedî çi giringiyê ye?
Cara yekê li ser asta Iraqê, li Şengalê bi pêşengiya jinan konferansek taybet çêbû. Raste gelek konferas çêdibin, lê çawa bêjim li jor dimînin. Pirsgirêk, rastî û nêrîna jinê bi kûrahî nayên nîqaşkirin. Bi fikr, nêrîn û biryara jinê konferans nayên lidarxistin. Konferans çêbin jî bi pîlana mêran çêdibin. An bi rêya hikûmetê yan jî dewletê biryara konferansan tên dayîn. Ev konferans bi îradeya jinê pêkhat, jinan biryara wê da, tevlîbûn jî li ser wî esasî bû. Ji bo wê yek ji armancên konferansê ew bû jinên Iraqê, tevahî jinên Êzidî bên cem hev, nîqaşek li ser esasên azadiya jinê, jin çawa dikare xwe azad bike, çawa dikare rast bijî, li ser îdeolojiya azadiya jinê çawa dikare xwe ji koletî zilmê rizgar bike. Li ser van esasan têkoşînek çawa dikare bimeşîne, di civaka xwe de guhertinê çêbike, pêşengiyê ji bo mafê xwe û civaka xwe bike.

Beşdariya konferansê berfireh bû, ji gelek welatên cuda jin beşdar bûn. Lê tevî hewldanan jî astengî derketin, hûn vê yekê çawa dinirxînin?
Dema me konferans rêxistin kir, me hewl da bikarin bi jinên Êzidî yên Rojava û Bakurê Kurdistanê, Ewrûpayê, Rûsya û Ermenîstanê, bi jinên Êzidî yên li Başûr li herêmên dibin destê PDK’ê de beşek vê mijarê nîqaş bikin. Me xwest di nava Iraqê de Ereb ku wekî mêvan tevlî bûn, hem jinên Êzidî û rêxistina me hem jî felsefeya Rêber Apo nasbikin. Wekî tevgera Jinên Êzidî, Felsefeya TAJÊ li ser hatiye rêxistinkirin çiye, TAJÊ kiye û çiye, em parvekirin. Her çiqas me hewl da be jî hikûmeta Iraqê bi polîtîkayên meşandî destûr neda jinên Êzidî yên ji Rojava beşdarî konferansê bibin. Ji ber derfeta hatinê tinebû ji Êzidiyên Ermenistanê jî tevlîbûn çênebû. Êzidiyên ji Rûsyayê hatin jî li benda kontrolê ya di bin serweriya Iraqê de ku di ketina Şengalê de ye hatin astenkirin û şûnde vegerandin. Ev tiştekî gelek bi êş bû, em gelek xemgîn kirin. Dijmin çiqasî parçebûn di nava me jinên Êzidî de çêkiriye, nahêle em xwe nêzî hev jî bikin. Dîsa nehiştin ji Mexmurê delege tevlî bibin. Tevî vê, li seranserê Iraqê, ji hemû herêman tevlîbûn çêbû. Ji Silêmaniyê tevilbûnek baş çêbû.

Daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mohra xwe li konferansê da. Di vê çerçoveyê de ji bo jinên Şengalê Rêbertî çi îfade dike?
Heke em îro konferanseke wiha li Şengalê li dar dixin, wekî jinên Êzidî têkiliyên me li her derê bi jinan re çêbûye û em jinan ji her derê da’wet dikin, rêxistin dibin, ev hemû jî bi vê fikir û felsefê pêk hatiye. Beriya her tiştî fikra Rêber Apo, îradebûn,  rêxistinbûna jinên Êzidî çêkir û kir xwedî cesaret, ji koletiyê xilas kir. Fikra rêber Apo kir ku jinên Êzidî ji bo xwe şer bikin. Jinên Êzidî li Şengalê bi fikir û felsefa Rêber Apo rêxistinbûna xwe çêkir. TAJÊ bi fikir felsefa Rêber Apo heye. Heke em îro xwedî rêxistineke wekî TAJÊ ne, gihane wê astê ku li ser asta Iraqê, li ser asta Êzidiyên cîhanê konferansan çêdikin, xebatên dîplomasiyê bimeşînin, bi saya fikir û felsefeya rêber Apo ye. Em di wê baweriyê de ne, azadiya me ya fikrî bi azadiya fizikî ya rêber Apo ve girêdayî ye. Ji bo me azadkirina Rêber Apo xebateke herî esasî ye. Li beramberî tecrîdê sekinandin û tecrîd hilweşandin karê me yê esasiye, gavekê li pêş e. Em li ser wî esasî kar û xebatê dimeşînin. Wekî jinên Êzidî têdikoşin, em xwe li ber azadiya fizîkî ya rêber Apo berpirsyar dibînin. Beşek nîqaşên me yên konferansê li ser azadiya Rêber Apo bû. Heke rêber Apo bi fizîkî Azad bibe, ne tenê jinên Êzidî hemû jin dikarin bi fikrî azad bibin. Îro em bi fikir û felsefeya rêber Apo xwe azad dikin. Ji bo azadiya Rêber Apo, tekoşînek li ser asta cîhanê tê meşandin, em jî wekî jinên Êzidî, weke civaka Êzidî li vir li Şengalê erka xwe dibînin têbikoşin. Li ser wî esasî ev konferans hat li darxistin, biryarên giring hatin girtin. Em ê pêşengiyê ji Şengalê heta hevahiya Iraqê bikin. Bi jinên ji Iraqê hatin re nîqaşên me çêbûn, em bi wan re axivîn. Ji bo azadiya Rêber Apo, emê eniya xwe berfirehtir bikin. Êdî emê ji bo Rêber Apo li tevahiya Iraqê têbikoşin. Hem ji bo fikrên Rêber Apo belavî tevahî Iraqê  bikin, hem jî ji bo bikarin Rêber Apo bi fizîkî azad bikin. 

Şengal hîn jî di bin metirsiyê de ye, bi hezaran jin hîn jî dîl tên ragirtin, deh hezaran Êzidî, bi taybetî jin li wargehên penaberan tên ragirtin. Di vî derbarî de we nîqaşek çawa meşand?
Îro zilmek li ser me dimeşe, lê ne tenê li ser jinên Êzidî. Rast e wekî jinên Êzidî, civaka Êzidî em hatin qetilkirin, tecawizkirin, qirkirin. Lê qirkirina civakan, qirkirina pêkhateyan li ser xaka Rojhilata Navîn, bi taybet li Iraq , Sûrî, Tirkiye û Îranê pêk tê. Îro raste DAIŞ xilas bûye, lê zîhniyeta DAIŞ’ê ji holê nehatiye rakirin. Ji bo em pêşiya vê zîhniyetê bigirin, divê konferansê de nîqaşên giring çêbûn. Em çawa dikarin li pêşiya qetilkirina jinê rawestin? 2014’an jinên Êzidî hatin tecawizkirin, civaka Êzidî hat qirkirin, lê li Iraqê, li tevahî Kurdistanê, li Sûrî, Rojhilat û li Tirkiyê herêmên ku Êzidî lê dijîn, her wiha kêmar dê kîjan saetê werin qetilkirin, werin tecawizkirin, neheqî li wan were kirin ne diyar e. Di konferansê de beşek ev jî hat nîqaşkirin. A din tecrûbeyên me yên xweparastinê, xwe birêxistinkirinê û îradebûnê, ev bi taybetî hate nîqaşkirin ku em çawa dikarin van tecrûbeyên xwe berbelav bikin, çawa dikarin bi rêya konferansê parve bikin. Me ev konferans li Şengalê li darxist. Lê em dikarin konferansên mîna vê li herêmek din jî li dar bixin. Me ev nîqaş kir, em çawa dikarin ji bo tevahî jinên Iraqê, jinên cîhanê wekî jinên Êzidî pêşengiyê bikin. Tecrûbeya xwe ya bi êş a me jiya, fermana hate serê me em karibin parve bikin û bikin  tecrûbe ji bo wan. Tecrûbeya me ya xweparastinê jî wisa. Me çawa rê li vê qirkirinê girt, çawa karî ji vê êrişê, ji vê zehmetiyê hêza tolhildanê ava bikin! 

Mijareke din a giring jî hesabpirsîna ji kujer û tecawizkaran bû. Di vî derbarî de hûnê çi bêjin?
Kesên di asta Iraqê de di fermanê de cih girtin nayên muhasebekirin. Kesên jinên Êzidî  tecawîz kirin, kesên bûn şahid nayên girtin-nayên muhasebikirin. Wekî jinên Êzidî bi tena serê xwe em nikarin kesekî bidin mehkemeyan. Pêwistiya me bi piştgiriyê heye. Ev konferans bû wesîle em alîkariyê ji hemû jinên Iraqê bixwazin. Bi jinên li Iraqê, bi hemû jinan re em çawa dikarin rêxistinbûnekê çêkin, çawa dikarin destê hev bigirin, yekîtiyê çêkin ku em karibin ji kesên di fermanê de sûç kirine hesab bixwazin. Em dikarin çawa zextê li hikumetê bikin da ku hesap were xwestin? Ev bi yekîtiyê dibe. Em çawa dikarin tola fermanê hilînin? Em bi rêxistinkirina xwe û yekîtiya xwe dikarin. Piştgiriya me bi hevdû re hebe em dikarin bikin. Konferans bû wesîle em karibin wekî jin van xalan gotûbêj bikin.

Daxwaza xweseriya Şengalê jî yek ji encamên giring bû. Xebatên wiha dê ji bo statuya Şengalê encamek çawa bi xwe re bînin?
Ji bo statuya Şengalê ev xal hat nîqaşkirin; êdî kes nikare biryarê li ser Êzidiyan bigire. Yên ku li ser Êzidiyan biryarê bigirin, Êzidî bi xwe ne. Parastina Şengalê divê li Şengalê çêbe. Pêwiste ti kes biryaran li ser Şengalê nede. Kes Şengalê neke cihê nakokiyan, ji bo berjewendiyên xwe bikar neyîne. Biryara giring ji bo Şengaleke xweserî bû. Gelê Şengalê ew maf heye xwe xweser birêve bibe. Misogerkirina xweseriya Şengalê, bidestxistina mafên civaka Êzidî hem biryara konferansê bû, hem jî nîqaşên berfireh li ser çêbûn.

Derbarê jinên di encama qirkirinê de dîlketî biryarên çawa hatin girtin?
Azadkirina jinên Êzidî yên di destê DAIŞ’ê de, nîqaşek esasî ya  konferansê bû. Weke tevgera jin ev çend sale em dixwazin komîteyekê ava bikin, ev komîte ya lêgerînê be. Hem mafê wan jinên hatine azadkirin tê xwarin, hem siyasetek pir qirêj li ser wan tê meşandin. Dijmin bi hemû aliyan li ser dîlan dileyîze. Ji ber dîl belgeyên zindî û esasî yên fermanê ne. Dijmin ji bo van belgeyan ji holê rake siyasetê li ser dîlgirtiyên hatine rizgarkirin dimeşîne. Dibin navê psîkolojiya xwe xirabe û divê bên başkirin, an jî ewlehiya wan li Iraqê nîne hemûyan dikişîne, dibe welatên din. Ya bi êş jî ew e, her yekê dibin dewletekê. Hinekan dibin Kanada, hinekan Holanda, hinekan Awusturalya, hinekan jî dibin Almanya. Her yekî belavî cihekê dikin; ji bo belgeyên esasî yên fermanê winda bikin. Li beramberî vê siyasetê nîqaşek esasî ew bû ku, wekî jin em têbikoşin û komîteyek a dîlgirtiyan ava bikin. Yên hatine rizgarkirin vê dozê, doza Jenosîdê bimeşînin. A duyemîn jinên ne hatine rizgarkirin; em karibin komiteyekê avabikin ji tevgera jinê, jinên Iraqê ku em bikarin jinên windayî jî bibînin. Her wiha yên hatine rizgarkirin û li Şengalê ne jî ji bo bibin xwedî derfet û ji bo wan têbikoşin.

Herî dawî peyama we çiye?
Di şexsê jina Êzidî de dijmin û DAIŞê xwestin civaka Êzidî tune bikin û hilweşînin. Ku îro li Şengalê em xwe rêxistin dikin, îradeya xwe ava dikin, ji bo civak, bawerî, çand û zimanê xwe pêşengiyê dikin ji bo hebûnê ye. Wekî jinên Êzidî berê cîhana me teng bû. Em di Şengalê de bûn, di aliyê fikrî de em ji Şengalê dernediketin. Lê îro vê baş dibînin, êşa tevahî jinan êşa me ye, bêhêzbûna jinê ya me ye. Em hatin vê astê;  azadiya jinê li ku derê be, bi hev ve girêdayî ye. Rizgarbûna jinê bi hev ve girêdayî ye. Zihniyeta dewletê ye ku jinê dike armanc. Ji bo wê di vê konferansê de ev hat diyarkirin; jinek li ku derê be em jinên Êzidî xwe di ber de berpirsyar dibînin û vê wekî erka xwe dibînin.