Li Kurdistanê bi destên pergala serdest a mêr tundî û êrişa sîstematîk a li dijî jinên kurd zêde dibe. Bi taybet li ser bajarên sînorên Kurdistanê leşker tên bicihkirin û bi vê re koçberî li ser welatiyên li wir tê ferzkirin.
Her wiha bi destên leşker û polîsan polîtîkayên şerê taybet ên sîstema heyî dikeve meriyetê. Bi vê re tecrîda li ser jin û civakê her diçe kûr dibe û destkeftiyên ku jinan bi salan e bi berdêlên mezin bi dest xistine dibin mijara bazarê û dikevin binê talûkeyeke mezin. Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Bêrîvan Kutlu têkildarî mijarê nirxandin kir û bal kişand ser xalên giring.
Êriş û tundiya desthilatdariyê ya li dijî jinan
Bêrîvan di destpêkê de bal kişand ser êriş û tundiya desthilatdariyê ya li ser jinên kurd, sedema vê yekê û wiha got: “Dema jinek di nava civakê de azad be wê ew civak her tim li ser lingan be. Ewqas êriş, tinekirin, qirkirin li ser gelê kurd pêk anîne lê belê hîn çand û zimanê xwe diparêze. Pêşengiya vê parastinê jî jinên kurd kirine. Mamosteya civakê jin e. Ev rastiyek e. Ev rastî di kesayeta jinên kurd de şênber bûye. Kes nikare vê yekê înkar bike. Pergal dema vê yekê dibîne jî êrişên herî mezin dibe ser jinên kurd. Dewletê li dijî jinên kurd bi kuştin, girtin, binçavkirin, çavtirsandin û rêbazên curbecur her tim êriş kiriye. Niha wekî mînak em dikarin bêjin bi hezaran jin di girtîgehan de ne. Tevî hemû zextan berxwedan heye û dengê jina kurd belav bûye. Jina kurd ne li dijî tundiya fîzîkî, ne jî li dijî tundiya derûnî gav paşde neavêtiye. Jina kurd her diçe bêhtir xurt dibe. Bi felsefeya xwe ya jina azad û civaka azad pêşengiyê dike. Ev bûye cîhanî û jina kurd bandora xwe li cîhanê kiriye. Loma jî êrişên herî mezin li ser jina kurd hatine kirin.”
Divê sekna me xurt be
Bêrîvan da zanîn divê li dijî tundî û êrişa sîstematîk a desthilatdariyê rêxistineke xurtir bê kirin, xebat bên meşandin û sekneke xurt bê nîşandan. Bêrîvan wiha pê de çû: “Jina kurd bi mejiyê jina azad xwe pêş dixe lê belê desthilatdariya mêr li dijî vê derdikeve. Loma jî êriş û tundiya li ser jina kurd piralî ne. Pêşîgirtina vê yekê wê bi çi rengî be divê mirov li ser vê bisekine. Pirsgirêk li ku derê heye divê mirov dakeve koka wê. Niha jiyaneke dijwar û kapîtalîst heye. Divê jin li hember vê berxwedaneke çawa bike ? Divê jin jî li dijî êrişên piralî berxwedaneke piralî bike. Divê em mal bi mal, kolan bi kolan bigerin û xwe bi rêxistin bikin. Divê em bi hev re li dijî êrişan li berxwe bidin. Divê em li dijî lîstikên pergalê yên li ser jinan tên meşandin yek bi yek bi jinan re eleqedar bibin. Pêwist e em bi têkoşîna xwe tecrîd, destdirêjiya bi destên leşkeran, êriş û tundiya desthilatdariyê pûç bikin. Divê em di milê bîrdoziya jinan de li her malê, di her kolan û taxê de, xwe bi rêxistin bikin. Divê di heman demê de jî em perwerdeya vê yekê jî bidin. Em civînên têkildarî polîtîkayên li ser jinan hîn bêtir çêbikin û derbarê vê de perwerdeyê bidin. Em encax wiha dikarin pêşî li tundiya li ser jinan, pêşiyê li qirkirina jinan û tunehesibandina nasnameya jinan bigirin. Divê sekna me xurt be. Çimkî lîstik û polîtîkayên li dijî jinê ne ji rêzê ye. Bi hemû amûrên pergalê tundiyek li ser jinan pêk tê.”
Bandorên tecrîdê
Bêrîvan di heman demê de bal kişand ser bandorên tecrîda giran a li ser tundî û êrişa li ser jinan û wiha lê zêde kir: “Divê em bala xwe bidin ser tecrîda giran. Niha tecrîdeke mezin li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heye û ev yek jî bandora xwe li gelek aliyan dike. Tecrîd çiqasî bandora xwe li ser tundî, zext û êrişa li ser jinan dike ? Divê em li ser vê pirsê bisekinin. Dema tecrîd kûr dibe pêvajo dixetime. Ji ber pêvajoya tecrîdê hebûn û nasnameya jinan tên nîqaşkirin. Şerekî bêhempa li hemberî jinan tê kirin. Destkeftiyên jinan dibin hedef. Ev yek di encamên hilbijartinan de, di xebatan de derdikeve pêşberî me. Her tecrîd giran dibe desthilatdar dixwaze jinan çend gavên din jî paşde bikşîne. Ev feraseta mêrê desthilatdar û pergal heman tişt in. Ev jî bi xwe bandora tecrîdê ye. Dema tecrîd dewam dike ev feraset jî bêtir xwe pêş dixe. Mêr dixwaze li her qadê peyva wan derbas bibe, ev yek jî ji ber bandorên tecrîdê ne. Loma herî zêde li ku derê ji me re astengî derdikeve, divê em bi taybet di wî milî de xwe bi rêxistin bikin. Ji bo em astengiyên li pêşiya xwe hemûyan rakin, divê tecrîd bê rakirin. Destkeftiyên me bi berdêlên mezin bi dest xistine dixwazin ji destên me bigirin, loma jî divê tecrîd bê rakirin da ku ev tişt jî bi dawî bibe. Em vana nikarin ji tecrîdê qut binirxînin û bigirin dest. Divê em jî bi awayekî pergalî li dijî vê yekê li berxwe bidin. Divê em her biçin gavên mezintir biavêjin.”
Tundiya piralî ya li ser destkeftiyên jinan
Bêrîvan di heman demê de li ser polîtîkayên li dijî destkeftiyên jinan jî sekinî û wiha got: “Eriş û polîtîkayên li dijî destkeftiyên jinan ji ber tirsa dilê mêrê desthilatdar diqewime. Em vê desthilatdarî û tirsê di nava xebat û saziyên xwe de jî mixabin dibînin. Zihniyeta desthilatdar wiha difikire; dibêje ger jin azad bibe û civakeke azad biafirîne wê desthilatdariya min ji destên min biçe. Mêr ji bo desthildatdariya xwe çi dikeve ber dixwaze biperçiqîne û derbas bibe. Loma jî tundiyeke piralî li dijî destkeftiyên jinan dikeve meriyetê.”
Giringiya xweparastinê
Bêrîvan bal kişand ser parastina destkeftiyên jinan nû wiha got: “Ji bo xweparastina destkeftiyên xwe û nasnameya xwe, perwerde gelekî giring e. Lê belê dema em li perwerdeya sîstemê dinerin, li ser esasê pişaftinê hatiye avakirin. Îro dema zarokak ji 4 saliya xwe diçe dibistanê di bin vê pergalê de asîmîle dibe. Tê xwestin jinên kurd nasnameya xwe bi vî rengî winda bikin. Li dijî bişaftin û êrişên li ser destkeftiyên jinan heger xweparastin tune be, wê desthilatdarî bigihe armanca xwe. Loma xweparastina rewa, xweparastina cewherî giring e. Jinên kurd ên bi awayekî xwezayî xwe anîn heta astekê, divê li dijî vê bi xebat û sekna xwe bisekine. Taybetmendiya jina kurd taybetmendiya jina xwedawend e. Heta roja îro jî ev taybetmendiya xwe parastiye.”
Polîtîkayên bi destên leşkeran
Bêrîvanê qala polîtîkayên şerê taybet ên bi destên leşkeran ên li ser bajarên sînor ên Kurdistanê jî kir. Bêrîvanê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi taybet li ser bajarên Kurdistanê yên sînoran polîtîkayên şerê taybet hene û di meriyetê de ne. Desthilatdarî bi polîtîkayên xwe yên perwerdeyê û yên taybet dixwaze li vir koçberiyek pêk were. Bi hezaran leşker li bajarên Kurdistanê yên li sînor hatine bicihkirin. Ev jî ne tiştekî ji rêzê ye. Di avahiyan de hatine bicihkirin û ew leşker gelê kurd ê li wir bi çavên xwe tacîz dikin. Wexta em derketin xebatên hilbijartinê jî me ev rastî dît. Dixwazin bi vê hebûna leşkeran a li bajarên Kurdistanê bikin ji rêzê. Berê cihê leşkeran cuda bû lê niha di nava gel de ne. Ev parçeyekî polîtîkayên şerê taybet e. Leşker di bin navê hevaltî û hezkirinê de jî nêzî jinên kurd dibin. Dibêjin em ji we hez dikin û we diparêzin. Dixwazin bi vî rengî jinên kurd bixapînin. Ev yek bi pergalî tê kirin. Li hember vê polîtîkayê bertek hene lê têrê nakê. Berê bertek hîn zêde bûn. Lê belê dewletê niha ev tişt wekî ku normal be di binê hişê civakê de bi cih kiriye. Tê xwestin bi vê yekê re polîtîkayên asîmîlasyonê jî ji milekî din pêk werin.”
Têkoşîna li dijî destdirêjiya leşkeran
Bêrîvan bûyera destdirêjiya çawişê pispor a li dijî jinekê ya li Şirnexê jî bi bîr xist û wiha got: “Li Şirnexê çawişê pispor ê bi navê Z.Ç. dest dirêjî jineke di rê de dimeşiya kir û li ser vê yekê jî welatiyên li wir li Z.Ç. dan. Piştre jî ji ber êrişa zayendî hat girtin. Ev êrişên wiha bi zaneyî tên kirin û ev kes tên parastin. Em dikarin mînaka Mûsa Orhan jî bidin. Li dijî van êrişên sîstematîk, xweparastin rewa ye. Divê em jin bibin yek û li dijî vê yekê her tim şiyar bin. Li dijî êrişa çawişê pispor gel bertek nîşan da, daxuyanî hatin dayin. Lê belê ev ne bes e, divê em jin nehêlin yek leşker di avahiyên bajar de bisekinin. Divê em bertekê nîşan bidin û bêjin em qebûl nakin. Encax em wiha bi sekneke xurt polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistanê vala derxin. Ji ber jin mamosteyên civakê ne divê jin li dijî vê yekê bi biryar bisekinin. Pêşveçûn û xurtkirina birdoziya jinê ya di nava civakê de jî encex wê bi vî rengî pêk were.”