Êrişa li dijî xwezaya gelê Kurd

- Roza METÎNA
361 views
Li tevahiya cîhanê jêderkên xwezayî, tenê li gor berjewendî û pêdiviyên mirovan tên bikaranîn. Qadên jiyanê bi destên mirovan qirêj dibin û peywira parastina xwezayê baş nayê kirin. Qadên hawirdora ji bo berdewamiya jiyanê girîng e, her roj tune dibe û beton li her derê dibe.

Bi taybet jî bi polîtîkayên tayinkirina qeyûman, li her derê bajarên Kurdistanê, beton tê rijandin û tê xwestin mirov bê hilm bên hiştin. Ji ber polîtîkayên taybet ên li ser Rojhilata Navîn, em dikarin bêjin texrîbata xwezayê li vir bêtir çêdibe. Bi taybet jî îktidara heyî ya li Tirkiyeyê bi sepanên antîdemokratîk û pergala hiqûqa dualî, êrişeke mezin li dijî xwezaya kurdan, dike. Em dikarin vê nêzîkatiyê, wekî alaveke şantaja siyasî ya li hemberî xwezaya gelê Kurd jî pênase bikin.

Bi hinceta ‘ewlehiyê’ dar tên birîn

Ev êriş û talankirina xwezayê ji mêj de ye heye. Di salên 90’î de jî gundên kurdan hatin şewitandin û daristan hatin talankirin. Bi talankirina xwezayê re koçberî û asîmîlasyon li ser gelê Kurd hatin ferzkirin. Dar ji kokê tên birîn û di bin navê operasyonên leşkerî de gelek caran daristan hatin şewitandin. Li gor çavkaniyên herêmî tenê li Şirnexê di 2 salan de 500 hezar ton dar hatin birîn. Piştî birîna daran vê carê agir bi qûntarê Çiyayê Cûdî ket. Her wiha darên di bin kontrola leşker û cerdevanan de li Çiyayê Cûdî û Herêma Bestayê hatin birîn, piştre li ser Facebookê hatin firotin. Ev jî mînakeke eşkere ya polîtîkayên rantê ye. Eşkere ye ku hemû bazar li ser xweza, erdnîgarî, ax û jiyana kurdan tê kirin.

Qirkirin û talankirina sîstematîk

Qirkirin û talankirina xwezaya Kurdistanê bi awayekî sîstematîk tê kirin. Bi vê mînakê em dikarin vê yekê eşkere raxin ber çavan; li gor nûçeyeke li ser Ajansa Mezopotamyayê hatibû weşandin, li herêmên Şirnexê cerdevan berî daran bibirin, diherin cih tespît dikin. Piştre bi xwediyê eraziyan re diaxivin. Ger xwediyê eraziyê qebûl bikin beramberî traktorek dar de 300-400 lîre pere teklîfî xwediyên eraziyan dikin. Lê belê yên li dij vê yekê derkevin, dîsa jî darên li eraziyên wan tên birîn û pere radizînin hesabê wan. Di heman demê de jî Midûriyeta Daristanan a Bajêr ji bo her wesayîtê di navbera 4 û 6 hezar lîre de fîşan ji cerdevanan re dibire. Bihayê fîşan jî li gorî giraniya li wesayîtan tê barkirin, diguhere. Li ser vê mînakê em dikarin dîsa bêjin, qirkirin û talankirina xwezaya gelê Kurd bi awayekî sîstematîk tê kirin.

Encamên hiqûqa dualî

Ji aliyekî din jî em dikarin bêjin, ev encamên hiqûqa dualî û polîtîkayên şerê taybet ên li dijî kurdan e. Her çiqas divê edalet, pîvana ehlaq û hiqûqeke şer hebe jî lê belê gelek bûyerên li Tirkiyeyê diqewimin ne li gorî rêgez û armancên hiqûqî ne. Serlêdanên ji bo rêxistinên hawirparêz hatine kirin, bêencam man. Baroya Şirnexê du caran têkildarî qirkirina xwezayê serlêdana sûc kir. Ev jî bê encam ma. Cerdevan û leşkerên daran dibirin, li gorî prosedura qanûnî ya Qanûna Daristanê tev negeriyane. Bi vê yekê re encamên hiqûqa dualî û ne rast tên pêşberî me. Di talankirina xwezayê de jî em dibînin hiqûqa dewleta tirk wekî alaveke berjewendiyê tê bikaranîn. Çawa her tim hatiye xwestin bi destê hiqûqê têkoşîna gelê Kurd bê îlegalîzekirin dîsa bi destê hiqûqa dualî tê xwestin vê carê xwezaya gelê Kurd bê talankirin. Em dikarin bêjin tu palpişta vê qirkirinê ya zagonî tune ye û îdeolojiya komkujiyê di meriyetê de ye.

Yek ji qirêjiyên tên veşartin, qirkirina xwezayê ye

Bi îdeolojiya komkujiyê re, îktidar gelek qirêjiyên ku dike, di bin ‘qewlikê meseleya neteweyî de’, vedişêre. Jixwe yek ji van qirêjiyên tên kirin qirkirin û talankirina xwezayê ya li ber çavan e. Maseya ji şeş partiyan pêk tê û qaşo xwe wekî muxalefet û aliyê ku demokrasiyê diparêze, pênase dike jî dibe hevalê van qirêjiyan û li dû polîtîkayên netewperestiyê yên îktidarê, disekine. Bi hev re êrişî hêzên demokrasiyê diparêzin, dikin. Bi polîtîkayên dijbertiya kurdan dikin, di heman demê de, dibin sedem ku DAÎŞ ji nû de xurt bibe. Xurtbûna DAÎŞ’ê jî talankirin û qirkirina xwezayê ye. Şerê îktidaran tu carî ji berjewendiyên gel û welat re xizmet nekiriye. Bi vê yekê girêdayî xizmet ji parastina qadên jiyanê yên mirovan jî nekiriye. Dijminatiya li dijî xwezayê, pêş xistiye. Helwestên şaş ên mirovan ên dibe sedema zirara li dijî ekosîstemê, di siberojê de, dibe ku bibe sedem, mirov nikaribin pêdiviyên xwe yên bingehîn jî bînin cih. Loma jî bêdengiya hinek ekolojîstan a li dijî talankirina xwezaya Kurdistanê ji aliyekî jî me re, matmayî dihêle.

Bêdengiya ekolojîstan a li dijî talankirina xwezayê

Bêdengiya ekolojîstan dibe sedem ku têkiliya di navbera mirov û xwezayê de zirareke mezin bibîne, her wiha bandoreke neyînî li ser hevsengiya jiyanê ya bi xwezayê re bike. Dibe sedem, xwezaya wateyê li jiyana mirovan bar kiriye, têk biçe, mirov ji bextewariyê dûr bikevin. Çimkî mirov çiqasî bi xwezayê re têkiliyê dayne, nêzî xwezayê bibe, ewqas bextewar e. Jixwe bandora xwezayê ya li ser derûniya mirovan jî li holê ye. Texrîbkirina xwezayê bi heman rengî dibe sedema texrîbkirina derûniya mirovan û her zindiyên li ser rûyê cîhanê. Ev helwesta ekolojîstan tê hesabê zihniyeta ku Pirtûkxaneya mezin a Bexdayê şewitandiye. Zihniyeta ku Pirtûkxaneya Mezin a Bexdayê şewitandiye bi heman awayî, li dijî parastina berhemên dîrokî ya nûnertiya hafizaya gelê Kurd dike, şerekî mezin ji dîrokê heta niha daye destpêkirin. Loma jî mîna Heskîfê gelek cihên dîrokî yên kurdan di bin avê de hiştiye. Bi vê yekê xwestine hemû nirxên kurdan ji ser rûpelên dîrokê bibin. Çimkî Mezopotamya navenda çand, bawerî, huner û nasnameyên cuda ye. Gelek çand, huner, bawerî û nasname ji Mezopotamyayê, li cîhanê belav bûne.

Nêzîkatiya li hemberî meseleya Kurd

Em dikarin bibêjin xwesteka rakirina hemû nirxên gelê Kurd a ji ser rûpelê dîrokê û hedefgirtina xwezaya Kurdistanê bingeha meseleya Kurd ava dike. Bi darên ji kokê tên birîn û bi vê talanê peyamek zelal tê dayin. Peyama israra, neçareserkirina meseleya Kurd. Her îktidara li ser heman sîstemê, li Tirkiyeyê hat avakirin, tenê li gor berjewendiyên xwe yên îktidarê ev mesele şîrove kirin û bi ser vê meseleyê de çûn. Nêzîkatiya li hemberî çareseriya vê meseleyê tu carî ne ji dil bû û vê nêzîkatiyê xizmet tenê ji qirkirina xwezayê û gelek tiştên din re kir. Di pêvajoya îro de, kapîtalîzm li her deverên dinyayê her diçe belav dibe, vê nêzîkatiyê jî li gor berjewendiyên kapîtalîzmê, ferasetek da avakirin. Her wiha vê zihniyetê jî xizmet ji kapîtalîzmê re kir. Lê belê tevî hemû zehmetiyan,li dijî zextên çewisandinê yên her diçin kûr dibin, gelê Kurd her tim li berxwe da. Ji ber ku li dijî zîhniyeta dagirkirinê ji xwe wekî mafekî û karekî dibîne, ya esas têkoşîneke zexm û mayinde ye.