Meha 3 aştiyan: Aştiya NY, aştiya Realsosyalîzmê û aştiya Rêber Apo

- Nîlufer Koç
344 views
Em Kurd bi piranî1ê Îlonê weke roja aştiyê ya cîhanê pêşwazî dikin. Lê li gorî Neteweyên Yekbûyî (NY) 21ê Îlonê roja Aştiyê ya Navneteweyî ye. Di çarçova biryara 30’ê Mijdara 1981’an ya NY roja sêşema sêyem ya meha Îlonê weke “roja Aştiyê ya Navneteweyî” hat destnîşankirin.

Ji sala 2001’an ve, neteweyên yekbûyî 21’ê Îlonê roja aştiyê ya cîhanê weke “roja nehiştina tundûtûjiyê û agirbestê ya salane” dest digre. Armanc; Weke “welatên endam di vê rojê de bi çalakiyên aştiyê daxwaza pêşdebirina aştiyê dikin û hawirdora aştiyê li cîhanê baştir dikin” hatiye ravekirin. Armanca NY ew bû ku  “Welatên endam wê di vê rojê de bi çalakiyên aştiyê pêşdebirina aştiyê bikin û binesazîya aştiyê li cîhanê baştir bikin”. Welatên berê yên realsosyalîst jî 1ê Îlonê weke roja aştiyê digrin dest. Ji ber ku di dema şerê cîhanê yê duyemîn de, artêşa Alman di 1-ê îlona 1939-an de erişî Polonya kir û dagir kir. Di Şerê Cîhanê yê duyemîn de bi qasî 60 mîlyon mirov hatibûn kuştin.  Niha pirsa esasî ev e ku saziya sîwanî ya 193 dewletên weke NY gelo dikarin biryara xwe ya sala 1981’an ya ku dibêje „Welatên endam di vê rojê de bi çalakiyên aştiyê pêşdebirina aştiyê dikin û hawirdora aştiyê li cîhanê baştir dikin”  pêk bîne. Ji ber ku yên ku ji bo berjewendiyên xwe îro şer dikin û cîhanê serûbin dikin zarokên NY ne. Saziyên NY bi xwe dibêjin ku tenê di sala 2021’an de 359 şer, pevçûn, krîz hebûne. Û îsal jî mirov şerê Ukranya, rewşa Srî Lanka; darbeya Pakîstanê hwd… li ser zêde bike, we demê diyar dibe ev peyvên ji bo 1 an jî 21’ê Îlonê çiqas rast in.

Şerê di nav şer de: şerê li dijî jinan

Li gorî îstatîstîkên 2021’an di cîhanê de: Gengeşî 73, krîzên bê şîddet 70, krîzên bi şîddet 180, Şerên Sînorkirî 16, Şer 20 çêbûne. Ji bo jinan ev rastî tê wateya ku jin 2 qat di bin wan şeran de tên perçiqandin. Yanî wê demê mirov dikarê bêje ku li dijî jinan di sala 2021’an de 718 şer, krîz, şîddet hwd… pêk hatine. Dîsa li gorî NY tenê sala borî, 243 milyon jin û keç li seranserê cîhanê tûşî şîdeta hevjînê xwe bûne. Ji ber ku tê gotin ku em di serdema dîjîtal de ne şîdeta li dijî jinan di cîhana dîjîtal de jî her ku diçe zêdetir dibe.

Aştiya Rêber Apo aştiya rasteqîne ye

Heger aştî tê xwestin pêwîste destpêkê ji bo jinan pêk were. Ji ber wê jî stratejî û konsepta Rêber Apo ji ya NY û Realsosyalîstên berê baştir e. Ji ber ku pirsgirêka şer û aştyê tenê di nav dewletan de an jî hêzan de nagire dest. Berovajî wê, şerê 1.mîn yê dîroka mirovahîyê di navbera jin û mêran bi nav dike. Mêtingerî, kuştin, destdirêjî, kedxwarî hwd…di dîrokê de li ser jinan tê destpêkirin û ferzkirin. Ew rewşa ku bi qasî 5000 sal in êdî ne weke şerekî lê belê weke tundiya li dijî jinan û pir normal tê dîtin. Mixabin em jin jî wisa digrin dest. Şerê li dijî jinan êdî pir normal e. Meşruiyeta xwe di îdeolojîya zilamsalarî û çaksaziya wê ya li ser kapîtalîzmê digre. Hemû qonaxên ku Marks weke materyalîzma dîrokî bi nav dike jî weke serdema koletî, feodalîzm û kapîtalîzm de şerê li dijî jinan bênavber meşiya û mixabin Marks di nava wan de şerê sîstematîk li dijî jinan jî nedît. Heger em weke jin û Kurd  aştiyê dixwazin pêwîste ku em jinên Kurd bizanin ku ew di destê me de ye. Ji ber ku Rêber Apo me weke hêza aştiya mayînde dibîne. Ji herkesî zêdetir hem pêwîstîya me aştiyê heye û him jî dîroka dema huquqa dayîkê de mirovahî dema herî dirêj ya aştiyê jiya ye.