Êrîşek bê sînor a li dijî jin, xweza û civak ê

- Gulîstan ÇİYA ÎKE
471 views

Di dawiya sala 2019’an de mirovahî ji malbata vîrûsa korona bi vîrûsek nû ango Covît-19 hesiya. Vîrûsa vegir piştî ku li Çînê xwe nîşan da, di nava demek kurt de jî belavî hemû cîhanê bû. Her roj bi deh hezaran kes vîrûsê vedigirin, bi hezaran kes dimirin. Bêguman xwe parastin ji vê vîrûsa vegir giring e û ji bo vê rojane bi sedan tişt tên gotin. Lê belê a giring çareseriye û heta niha çareya Covît-19 tune ye. Li gel vê nîqaşên li ser sedem û encamên koronayê zêde dibin. Piraniya nêrînan li ser pergala cîhana me digehin hev.

Kapîtalîzm têk dibe, bi jehr dike

Pergala serdest a cîhanê ku weke modernîteya kapîtalîst tê pênasekirin, di 5 hezar salên dawî de li dijî civak, jin û xwezayê bê sînor êriş kir. Bê sînor ev qad dagir kirin û bi awayekî sîstematîk polîtîkayên qirkirinê meşandin. Pergala xwezayê, ekosîstem têk bir, çandinî wek berê nehişt, bajarên mezin ava kir û komên mezin yên mirovan li van bajaran kom kirin. Bi vî awayî mirov ji axê û çandiniyê qut kir. Tevna civakî têk bir, exlaq û pîvanên jiyana azad ser û bin kir. Bi lîberalizm û neolîberalîzmê di warê maddî û manewî de bi taybet du sedsalên dawî li civakê kir jehr. Vê pergalê bi xwe re mirovên ez-ezî, ji civakê qetyayî, bê wate û têkçûyî afirand. Pergala heyî civak kir komek mirov, belkî jî keriyên koleyên modern ji xwe re saz kir. Ji koletiya jinê a kûr bigirin, heta kedkar û karkeran, ji bo kara zêde her rêya mêtingeriya maddî û manewî bi kar anî. Ev koma mirovan weke keriyên xerckirina zêde bi agahiyên bêbingeh û pûç teşvîqê jiyanek bê wate û kor kir.

Pergala modernîteya kapîtalîs her pêşketina di warê civakî, aborî û bi taybet jî zanîst û teknîkê de bi çavsorî li dijî civakê bi kar anî. Bi vî awayî rê li ber bi sedan nexweşiyên kujer vekir. Lewma çi dibe bila bibe, kes nikare bêje vîrûsa koronayê ne ji vê pergalê ye. Ji ber vê ye ku îro zêdetir pirsa dewama kapîtalîzm, netew-dewlet û endustiryalîzmê tên nîqaşkirin. Her kes di rastiyekê de digehe hev, ev nexweşiya vegir dê bibe sedema şikestinan. Dîtin ew e ku dê kapîtalîzm wek xwe nemîne, lê êdî civak jî dê wek berê vê pergalê nepejirîne. Ango ji her demê xurtir lêpirsîna pergala modernîteya kapîtalîst di rojevê de cihê xwe girtiye. Li vir a encamê diyar bike bêgûman ne jêhatiya neoliberal a pergalê, dê helwesta dijberên pergalê be.

Rêya bihurandina ji qeyranê û alternatîfên heyî

Dibe ku piştî ceribandinên Soviyetê di dijberên pergalê de sekinandinek çêbû û cîhana dubend veguherî yekdestiyeke ‘mutleq’. Kapîtalîzmê li ser vî bingehî xwe weke pergala dawî û mayînde ragihand. Lê belê Rêber Apo bi paradîgmaya modernîteya demokratîk alternatîf destnîşan kir. Di nava demek kurt de bi vê paradîgmaya xwe ku xwe disipêre civakbûna jinê, şoreşên civakî pêk hatin. Herî dawî bi şoreşa Rojava re vê paradîgmayê dijberiya xwe a modernîteya kapîtalîst şênber kir. Bi pergala aboriya komînal, bi eko-endustirî û konfederalîzma demokratîk rê û rêbaza pêkhatina alternatîfan nîşan da. Tam di vê demê de yên ku li çareyekî dij pergalê digerin berê xwe didin vê paradîgmayê. Ji ber vê, êrişên pergalê ên li dijî dijberên xwe kûrtir û berffrehtir dibin.

Bo nimûne tevî xetereya mezin a koronayê jî tu agahî ji Rêber Apo nayê girtin. Gelo çima deriyên Îmraliyê girtîne? Bi taybetî di demek wiha de ku dewleta Tirk şer belavî her şaneya civakê kiriye; bêguman bi girtina deriyên çareseriyê pergala xwe digirin ‘ewlehiyê’. Li aliyê din de jî li Tirkiyê di dema koronayê de careke din piştrast bû ku bê qanûnî, bê dadî û bi kinahî faşîzm li ser kar e. Weke encameke herî kujer a pergala netew-dewletê faşîzm pêşî li jinan dide. Di faşîzma Tirk de jî ev rastî naguhere, tenê dijwartir dibe.

Faşîzm dikuje, civakîbûnê têk dibe!

Faşîzmê îro hema bêje hemû civak daye ber xwe û êrîş dike. Êrîşek her alî û bi pergal. Mijara qanûna înfazê ku piştî koronayê kete rojeva Tirkiyê ev yek eşkeretir kir. Belê em dizanin ev pergal dijminê jina ye, lê eşkere di bin navê qanûnan bêqanûnî, di bin navê rizgariyê de jî kuştina jinan rewa dikin. Tevî ku em hîn li ser mijara bi deh hezaran girtiyên siyasî ku terkî mirinê hatine kirin, hîn neaxivîne. Jixwe jin û dijberên faşîzmê hem li girtîgehan û hem jî di nava civakê de terkî mirinê kiribûn. Weke ku ev yek jî têra êrîşên hovane ên faşîzmê nekin, îcar bi qanûnan, bi dadê û bi temamî ev yek rewa kirin.

Ji xwe di qanûnan de li Tirkiyê ji bo parastina jinê a ji kujeriya zilam tu bendek zelal tune, li gel vê, di rewşên wiha awarte de jî kujerên jinan ku li ser nerazîbûnan hatine girtin, serbest hatin berdan. Serbest berdana kujeran dê rê li ber encamên gelek xirabtir veke. Bi taybetî di nav van  şert û mercan de ku derketina derve pirsgirêke, li malê mayîna zilam an, bi taybetî jî van kujeran metirsiya heyî hezar qat mezin dike. Jin ji her demê zêdetir îro bi xeteriya tund û tujî, qetilkirinê re rû bi rû ne. Bi vê qanûnê re zilamên kujer û tecawizkar vedigerin mal ê.

Helwestek hevpar dikare faşîzmê têk bibe

Li malê jin û zarokên ji ber şertên koronayê nikarin derkevin, dê rû bi rûyê kûjer û tecawizkarên xwe bimînin, hem jî wê ji hêla destûra bingehîn a dewletê, ango qanûnî de jî bê parastin bimînin. Herçend heya niha qanûnên heyî nekariye jinê biparêze, berovajî bûne amûrên di dest zilaman de ku li dijî jinê hatine bikaranîn.

Kurt û kurmancî weke Tirkiyê rejîmên faşîst û otorîter hewl didin ji şert û mercên dema koronayê sûdê wergirin û li gorî dilê xwe rastiyê ji nû ve dîzayîn bikin. Lê belê çiqas demek zor be jî, dê bîra civakî van pêkanînan tomar bike. Ji xwe li dijî van pêkanînan nerazîbûnek ciddî derket holê. Li vir a dimîne domandin, xurtkirin û hevparkirina vê reaksyona civakî ye. Çawa ku pergala kapîtalîst a dewletparêz û zordar dixwaze vê rewşa giran li gorî xwe veguherîne qada bêhnstandinê, civak jî dê bi bergiriya xwe bikaribe rewşê ji bo têkbirina vê pergala kujerê jin û civakê binirxîne. Xwe di her şert û mercên zehmet de birêxistin bike, rê nede pergala heyî a kujer ku tecawuzkaran ber dide û bi nêzikatî û helwesta xwe xwedî dike. Hêviya têkçûna vê pergala zalim ji her demê zêdetir nêz bûye. A mayî rêxistina her kêliya dijberî pergalê û mezinkirina vê hêviyê ye.