Vîrûs û siyaseta pergalan

- Dr. Wîdad AKREYÎ
373 views

Bandora pandemiya COVID-19 ên siyasî, civakî, aborî û zayendî hene. Rê li tesîreke zêde a hejmara mirinan û giraniya nexweşiyê a li ser laşê mirov, her wiha dûrî sînorên hestên kevneşop ên mirov ku encamên derûnî avadike, vedike.

Piştî çend hefteyên qedexeya derketina derve, hinek welat hêdî hêdî destûrên xwe sist dikin. Lê di heman demê de ji bo hin welatên din jî qeyran nû despê dike. Ev qeyranek bêhempa ye û ji bo tevahiya mirovahiyê ezmûnek dijwar e. Divê ev bi vî awayî were dîtin.

Civak ne ewle ye!

Nexasim em hîna nizanin wê mehên pêşiya me çi bi xwe re bîne. Her wiha hejmara rast a mirovên ku tûşî vê nexweşiyê bûne jî wê tu caran neyê zanîn. Heta niha em tenê dizanin ku ev vîrûs ji mirov derbasî miroveke din dibe û bi rêya dilopên hûrik ên bêhnê belav dibe. Mînak, di dema kuxîn, pişkîn, bêhn girtin û axaftinê de. Dibe ku veguhestina vîrusê jî li ser rûberên tiştan derbasî mirovên din dibe. Nîşaneyên nexweşiyê ta, kuxîn û qutbûna bêhnê ye. Nexweşî care ewil li Çîn ê, di Kanûna 2019’an de hat tomar kirin. Lê di nava demeke pir kin de ev nexweşî bû doza tenduristiya civaka cihanê ku bi tenê zehmete were derbas kirin.

Li gorî Zanîngeha John Hopkins ê, di roja 19’ê Nîsanê de 2 milyon 347 hezar û 875 nexweşên vîrusa koronayê li seranserê cihanê hatin tomar kirin û nêzî 161 hezar û 400 kesan jî jiyana xwe ji dest da. Li gorî hejmara zêde a miriyan û amadekariya heyî tu caran bi ewle ne bû, ev bû mijara pêşbirka di navbera belavbûna vîrusê û dermankirina nexweşan. Piştî sistkirina qedexeyan a li çend welatên Asyayê û ji nû ve geşbûna hejmara nexweşan, hewceye em hîn baldar nêz bibin û ev ji me re bibe ders.

Nêzikatiyek rast nayê raber kirin

Wek epîdemiyolojîst, ango lêkolînêrên nexweşiyên di asta cîhanî de, em her tim li ser girîngiya pênasekirin, tecrîdkirin û şopandina rêyên vîrusê disekinin, ji bo derketin û belavkirina nexweşiyên têger bixine bin kontrol ê. Di navenda her lêkolîna demdirêj a di derbarê COVID-19 de, ceribandinên guncaw, vaksen lêdan, parza û dermanên pêwist hene.

Ji bo ku em belavbûna vê nexweşiya pandemîk bidine sekinandin û hejmara mirinan daxînin, divê di asta cihanî de agahî û belgeyên lêkolînan werin parvekirin û siyaseta tenduristiya civakê ji bo her kesê/î di dema xwe de, bi awayekî rêk û pêk, vekirî were meşandin. Her çiqasî bijîşk û lêkolînvan ji bo pêşxistina derman kirin, bidest xistina derman û hin ceribandinan dikin jî, ew nikarin vîrûsê bidin sekinandin. Bi milyonan mirov ji bo ewlehiya xwe û civaka xwe tevdîr digrin û li mal dimînin. Vê pandemiyê hemû fikir û xeyalên gerdûnî ên di derbarê jiyana asayî de bi ser û bin xist. Bi milyonan kedkar ji nişkê ve bê kar û destheq man. Mirov di rêzên dirêj de li benda xêra xorakan disekinin. Rêya perwerdeya bilind jî tê guhertin û heta demek nayê zanîn wê kursiyên zanîngehan girtî bimînin. Hemû dibistanên bilind dest bi waneyên bi rêya înternetê kirin. Her wiha nîqaşên ku heya payîzê zanîngeh nevebin, destpê kirine. Jixwe li gelek welatan heta demekê wê kombûna mirovan qedexe be. Ji hêla din de, hin welat stratejiyên lîberal dimeşînin: Ew kêm mirovan test dikin û zêdetir awayê  belavbûna vîrûsê keşif dikin; ji bo ku baştir pêşiya enfeksyonan bigrin.

Jiyana civakî tê guhertin

Em ji kîjan milî de lê binêrin, ev qeyran jiyana me hemûyan vediguherîne. Zêdebûna vîrûsê metirsiya heyî jî zêde dike. Ji ber tirsa heyî, ji hêla derûnî de tenduristiya netewan li ber kendalê ye. Perdeyek ji xof û xemgîniyê îro cihan daye berxwe. Ev perde jî her roj qalintir dibe û wer diyare ku di demeke nêz de jî neçe. Ev nexweşiya pandemîk her wiha hesta bê ewle di nav civakê de diçîne û ev jî ji hev dûrketinê bi xwe re tîne. Mirov êdî nikarin li gorî xwestek û pêwistiya xwe tevbigerin, an jî hev û du bi awayekî fîzîkî bibînin. Hinek kes ji ber tenduristiya xwe, ya hevalên xwe û malbata xwe xemdar in. Hin kes jî ji ber windabûna mirovên nêz û hezkiriyên xwe dilgiran in. Ev yek jî dibe sebeba şîn û derd ê, rê li depresyonê vedike. Lê şîn ne serpêhatiyeke ku rasterast tê û dîsa derbas dibe. Wê ev pêlên şînê her nêz û dûr bikevin. Pêlên şînê ji bîranîn û kêliyên jiyanî tên sîqilandin. Di vê çarçoveyê de, giring e ku em windahiyên xwe piçûk nebînin û nebêjin windahiya mirovên din hin girantir e. Divê em di rewşeke wiha de têkiliyên xwe yên civakî bihêztir bikin, hemû piştgiriya hev û du bikin. Ji xwe em hemû di bin bandora COVID-19 de ne.

Lê bandora li ser civakên ku ji zû ve di bin bandora şerên çekdarî, xizantî û tunebûnê de ne, hîn girantir e. Bi taybetî li hemberî mirovên koçber û penaber ku xeteriya enfeksyonê li ser zêde ye, me dide fikirandin; piraniya wan bê alîkariya jiyanî dimînin. Derfeta wan a xwegihandina testa vîrûsê, derman û amûrên bijijkî, xwarin, ava paqij, cihên pêwistiyê sînordar e, heta tune ye.

Tundiya li dijî jinê zêde bûye

Mijareke din a giring ev e ku ev rewşa awarte bêhevsengiyek hîn mezintir a li hemberî jin û zarokan da avakirin. Li gorî texmîna me, her wiha rewşa rojane tê jîn, wê tundiya li dijî jinê hîna zêdetir bibe; jixwe ev daneyên tundiyê jî nayê tomar kirin.

Ji despêka qedexeya derketina derve, her malek veguherî malên tecawuzkaran. Tê zanîn ku encama zêdebûna stresê her ku diçe zêdetir ber bi tundiya di hondirê malê ve diçe. Di civakê de tundiya li ser jinê tu caran kêm nebû, zilam bi stres, kerba windakirina kar û binketina xwe bi bikaranîna şîdetê rave dike. Ji ber vê yekê jî, divê siyaset rasterast çareseriyan ava bike û bi vî awayî derfeta tundiya li ser beşên civakê kêm bike. Avakirina cihên bi ewle di demên bi aloz de hîn giringtir e. Bi vê ve girêdayî, eger em ji milê zayendî ve li mijara COVID-19 binêrin, em bi awayek zelal dibînin ku welat û herêmên ku hikumet û rêveberiya wan jin in, siyasetek baş a pêşîgirtina vîrûsê dimeşînin.

Ji aliyê den de jî rewşa herêmên ku ziyanek mezin pê ketiye; jixwe piştî vê rewşa qeyranê wê hîn zedetir derbikeve holê. Li herêmên cihê yên cîhanê ku pergala wan a tenduristî û aboriya civakî ji ber bandora şer ewqas lewaz bûye, ji ber kêm bûna amûrên hewce, derfetên wan ên derbaskirin û bi serkeftî destgirtina rewşê jî nîne.

Siyaseta heyî rewşê bikar tîne

Eger ev pandemî nekeve bin kontrolê wê pir zêde mirov ji ber vê jiyana xwe ji dest bidin, wê ev yek jî bibe sedema xetera felcbûna tevahiya civak ê. Ji vê zêdetir, şert û mercên jiyanê yên li herêmên mîna Rojhilata Navîn, Efrîqa û Asyayê a li hemberî COVID-19 her ku biçe wê giran bibe. Şert û mercên siyasî, aborî her ku diçe ji berê xirabtir dibe, bandora wê jî ewçend mezin dibe. Welatên ku jixwe di bin zextên hikûmetên desthilatdar de êş dikşînin, ev hikûmet wê di dema pandemiyê de ber bi hikûmetên otorîter ve biçin. Mirov dikare ji niha de bandora wê bibîne.

Hin rêberên siyasî li gorî berjewendiyên xwe, ji rewşa qeyrana heyî feyde verdigrin û derketina vîrûsê ji bo mayînde kirina desthilatdariya xwe bikar tînin.

Gelek kêmnetewên nijadî û olî; çi yek bi yek, çi jî hemû kêmnetewên ku bi hev re dijîn, bi awayekê zêde bi bandora rewşa awarte re rû bi rû dimînin. Ji ber ku niha wê zêdetir qanûnên di bin navê ‘zagonên li dijîî terorê’ li ser gelan ferz bikin. Bi gotineke din, wê hikûmetên totalîter û zordest vê rewşa pandemîk li gorî xwe bikar bînin û di bin navê rewşa taybet a bê dem de, dadgeh û pergala hiqûqê jî ji holê rakin. Ev yekê jî ji niha ve ji bo pêşeroja mafê mirovan metirsiyek mezin e.

Di asteke mezintir de, vê pandemiyê hemû hevkariyên herêmî û navnetewî xistin nav ezmûnekê. Yekitiya Ewrûpayê ji ber piştgiriya kêm a ji bo endamên xwe hatibû rexne kirin. Baweriya fikir û pîvanên wan ên bingehîn yên yekbûnê ‘hemû bi hev re ji bona yekî’ ketiye bin lêpirsînê. Îtalya, YE bi awayek tund gunehbar dike ku daxwazên pêwîstî û amûrên bijîjkî ên ji bo çareseriya qeyrana vîrûsê bê bersiv hêla ye, dike. Tam di dema bangawaziya bi hêz a ji bo alîkariyeke çalak, Serokê Komîsyona Ewrûpayê lêborîna xwe ji Îtalyayê xwest. Lê dîsa jî nerazîbûnên di mijara darayî û pirsgirêkên pergala tenduristiyê de didomin û wê  qeyranê hîn kûr bikin.

Çareserî bi civakê re pêkan e

Di encamê de, wê ji niha û şûn ve hemû hikûmetên li seranserê cihanê hewl bidin xalên xwe yên lewaz ên li hemberî pandemiyan tespît bikin û kapasîteya xwe bilind bikin. Ev yek jî bi çareseriyên demdirêj ên pêşîgirtina tengaviyan gengaz e.

Ji bo dema piştî COVID-19, em nîşaneyên dûrketina ji globalizm û hevkariyên bi niyeta parçekirina siyasî û semyana netewperest dibînin. Di dawiyê de, COVID-19 rewşeke taybet a ku bi lez pêşdikeve û ji ber vê jî bûyê ezmûna mirovahiyê. Ev qeyran, qeyraneke cihanî ye, ne tenê ji ber belavbûna vîrusê û windahiyên giranbiha, belku ji ber firehbûna bandora wê jî. Eger ev şaşitî were kirin û ev rewş niha cidî neyê girtin, wê aboriya cihanê hilweşe. Ji bo sekinandina pandemiya ku sînoran nas nake, pêwistî bi rêveberiyeke di asta cihanî û hevkariya hevbeş a civakê heye. Divê hikûmet li ser esasên exlaq û pîvanên wekhevî û rêzdariya mafê mirov plansaziyan pêş bixin û bibin bersiv li hemberî tenduristiya civak ê. Herçend pergalên heyî ne di vê astê dene ku bikaribin ji daxwazên civakan re bibin bersiv û wan biparêzin; ger nikarin vê yekê bikin jî, hewceye li pêşiya, xwe bi xwe kêr xwe hatin û parastina civakê jî nebin asteng.

Divê erka me ya sereke ewlehiya mirovan û parastina kesên xwedî pêwîstiyan be. Ji ber vê jî, em bi israr dibêjin, hemû gel û serokên cîhanê hewceye li gorî pîvan û rêgezên mirovî tevbigerin û di hemû biryarên xwe de roj bi roj rast tevbigerin.

Werger: Jinda BERÎTAN

Dr. Wîdad Akreyî kiye?

Pispora tenduristiyê ye. Ji ber sekna xwe ya mirovhez û navnetewî xelat girtiye. Ew nivîskara hejmarek pirtûk û xebatên lêkolînê ye. Ew doxtora Felsefe (PHD) a di beşa tenduristiya civak û epîdemiyolojiyê ye. Wê xwe gihaye asta Master a di beşa ‘Genetics’, ango lêkolînera giyanî. Her wiha çavdêra şareza ya kowarên pispor ên bijîjkî ye.

www.widad.org