Du peyvên herî zêde li hev dihatin Evîn û Botan bûn. Aheng û lihevhatina mirov û erdnîgariyê, bedewî û dilsoziya mirov û xwezaya ku jê giyana xwe girtî di rastiya Evînê û Botanê de wisa diteyîsî ku dîtina wê aheng, evîn û lihevhatinê di dilê mirovan de aramiyeke bêsînor çêdikir. Qet nebe ji bo min wisa bû dîtina Evînê û evîna wê ya ji bo Botanê.
Min cara yekê Evîn di sala 1990’î de li Botanê dît. Jinek ciwan, rûbiken, gurc û li hevhatî, wêrek û xwîngerm bû; di bihara temenê xwe de bû Evîn. Di çavên wê yên hingivîn de bi qasî coşa ciwaniyê, rûmet û serbilindiya bi şoreşgeriyê, bawerî û hêviya bi azadiyê, kîn, hêrs û dijberiya wê ya li hemberî zilm û zordariyê, dagirkeran û mêtingeriya li ser axa welatê wê jî xwe di awir û sekna wê de nîşan dida. Salên 1990’an yek ji demên herî zehmet ên şoreşê bû. Şerê dihat kirin ne tenê li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk bû, di heman demê de şerê li hemberî dijwariyên xwezayê, paşverûtiyên civakî, mêrê serdest, asîmîlasyon û biyanîbûna mirovan a ji xwe jî bû. Ji bo jineke ciwan bi evqas paşverûtî re şerkirin ne hêsan bû bêguman. Lê Evîn weke navê xwe di şerkirina bi zehmetiyan re û derbaskirina sînorên zehmetiyan de bêsînor bû; wê di kesayeta xwe de bi evînek mezin bendên li pêşiya gihiştina armancê rakiribûn û zehmetî di xwe de kuştibûn. Ew keça Botanê bû û bi qasî asêbûna çiyayên Botanê xweragir, ewqas jî serbilind û serfiraz bû di doza xwe ya azadiyê de. Çawa ti talan, dagirkerî, sir û sermayan serê çiyayên Botanê netewandibû, bi hêza ji wan çiyayan digirt, bûbû yek ji mînakên wêrekî û jêhatinê ya jinên Botanê.
Di pêvajoya artêşbûna jinê de serkêşî kir
Evîn Goyî di nava tevgerê de di temenê ciwaniyê û demek kurt de berpirsyariyên giran girtin. Du jinên ciwan ên ji Botanê şehîd Adîfe û şehîd Bêrîvan ji xwe re kiribûn hêz û erka pêkanîna daxwaz û miradê wan ê ji bo doza azadiyê wekî pêdiviya dilsoziya bi wan re dabû ser milên xwe; bi wê zanabûn û berpirsyariyê beşdarî xebat û gerîlatiya têkoşîna azadiyê dibû. Hevaltiya me ya di nava wan armancên pîroz de dest pê kir, bi salên dûr û dirêj ên şoreşê re her çû xurt bû û bû pola. Lewma ti zehmetiyê nekarî vê hevaltiya me bişkîne, hezkirin û baweriya me ya bi me, hevalên me, doza me kêm bike û berê me bide aliyek din. Hevala Evîn herî zêde li Botanê, taybetî li Gabarê ma. Ya herî giring serkêşî ji pêvajoya artêşbûna jinê re kir, di wê pêvajoyê de xwedî roleke diyarker bû. Yek ji qonaxên herî hesas ên têkoşîna jina Kurd bû. Lê wê karî vê berpirsyariyê rake, bibe xwedî sekin û mîsyon. Wê karî xwedî li erk û berpirsyariya demê derkeve û heqê wê bideyê. Ji beriya tevlî bibe, Evînê di dibistana seretayî ya li gundê wê ê bi navê Hîlal ê ser bi Qilabana Şirnexê, di koma şanoyê de cih girtibû. Jinek kêrhatî bû, bi qasî şerker bû, ewqas jî di jiyanê de xwedî moral û coş bû. Jinek henekker bû, bi henek û coşa xwe ya bilind zoriyên jiyanê dida ber şeqaman û rûyê hevalên xwe dida kenandin. Di her şert û mercên zehmet de jî wê dikarî bi henek, gotin û kenê xwe yê ji dil xendeyan li rûyê hevalên xwe çêke, rojên dijwar û zor bi vîna xwe ya mezin vegerîne hêvî û baweriyê. Vê taybetiya wê hêz, bawerî û sekna wê ya beşdarbûna têkoşînê diyar dikir. Ya rast cihê Evîn lê be li wir hêvî hebû, bawerî hebû, coş û hezkirina jiyanê hebû. Evîn xendeyeke ken bû li ser lêvên hevalên xwe.
Ew yek ji şagirtên Rêber Apo bû
Evîn jinek bihêz bû. Di ferq û zanabûna rastiya gel û civaka xwe, welatê xwe yê mêtingeh û zilma dagirkerên welatê xwe de bû. Dizanî riya daye pêşiya xwe zehmet e. Wê û hevalên xwe barê welatekî mêtingeh, gelekî hatî bişaftin, civakek ji nirxên xwe yên civakî hatî dûrxistin dabûn ser milên xwe. Hêvî, vîn û xweragiriya Evînê xwe disipart zanabûna van rastiyên dîrokî û wê zanabûnê ew kiribû jinek şoreşger û pêşeng di têkoşîna azadiya Kurdistanê de. Piştî salên dirêj ên mayîna li çiyayan, Evîn sala 1998’an çû qada Rêbertiyê û yekser ji Rêber Apo perwerde dît . Vê çûyînê û hevgehiştina bi Rêbertiyê re hêz û baweriya Evînê xurtir kir, xweşikbûnek zêdetir jê re bexişand. Di sala 1999’an de dîlgirtina Rêbertiyê bandorek gelek mezin li Evînê kir. Wê nekarî dîlgirtina Rêber Apo qebûl bike. Digot, ‘me nekarî em Rêbertiyê biparêzin’ û weke şoreşgerekê xwe ji vê berpirs didît. Bi wê berpirsyariyê erk û peywirên nû girt, hêrsa wê ya li hemberî dijmin ew zêdetir ber bi xebat û têkoşînê ve bir. Di sala 2013’an de Evîn ji bo berê têkoşînê fireh bike, derbasî Rojavayê Kurdistanê bû. Li wê derê erk girt. Di şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de rola berpirsyatiyê girt, ji Jinên ciwan re pêşengî kir. Di şerê li dijî DAIŞ’ê de birîndar bû. Lê ew ti carî ne westiya û ne sekinî. Piştî dermankirina birînan, wê dîsa berê xwe da cih û warên herî zêde xwe lê azad didît; xwe gihand çiyayên Kurdistanê.
Evîn li ser şopa Sarayan bû nemir
Sala 2013’an Parîs bi qetilkirina sê jinên şoreşger hejiya. Vî bajarî di dilê bi milyonan jinên dildarên azadiyê de weke cihê reşkujiya Sara, Rojbîn û Leylayê cih girt. Sara, birk û bîra jinên azad, bîra berxwedaniya gelekê ya li hemberî her awayê zilmê bû. Sara yek ji sembol û pêşengên jinên şoreşger, têkoşerên jinên Kurdistanê bû. Lewra li her derê ji dagirkerên Tirk re armancek sereke bû tinekirina wê. Lê tine nebû. Ala wê ji aliyê bi hezaran heval û hogirên wê ve hat bilindkirin. Yek ji wan jî Evîn Goyî bû ya ew al hildayî. Evînê herî dawî li Ewropayê di xebatên civakî de berpirsyarî girt. Ber bi salvegera qetilkirina Sara, Rojbîn û Ronahî Evînê lez dabû xebatan. Ew ê dixwest bîranîneke hêjayî hevalan pêk bîne, wê salê hesab ji kujer û hevkaran bipirse. Ev daxwaz veguherîbû kelecanê, hêza xwe hemû dabû vî karî. Di 23’ê Kanûna 2022’an de ji bo heman karî li navenda çanda Kurd a li Parîsê bû. Danê sibê, Evîn Goyî li gel du welatparêzên Kurd, hunermend Mîr Perwer û Abdurahman Kizil li ber navenda çanda Kurd a li Parîsê hat qetilkirin. Gotin têra vegotina wê nakin, lê dizanim coş û kelecana wê veguherî şopekê, bangekê ji bo me hemûyan ber bi azadiyê ve…Evîna Botanê, rûkena welatê min li vî bajarê bêyom di komkujiya duyem a Parîsê de bû hevala nemiran. Bi nemiriya xwe vegeriya welatê ku rengê xwe dabû dilê wê, kenê wê û çavên wê…