Rêwîtiya sazîbûyîn û xebatên Akademiya Jineolojiyê li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûrî têkiliya diyalektîk a di navbera guhertina kesayetî û civakî, di navbera pêdivî û pêşketinên herêmî û gerdûnî de nîşan dide. Erdnîgarî, dîrok û çanda pêkhateyên her herêmê çavkaniyên dewlemend û rênîşanên cihêreng ji bo gihandina heqîqata jin û jiyanê dihewîne. Her wiha her herêm û pêkhate bi polîtîkayên cuda yên netew-dewlet a navendî re rû bi rû maye.
Li kêleka zayendperestiya civakî û siyasetên nijadperest ên rejîma Baasê, hem pêşketinên şoreşa jinê û hem jî êrişên dagirkeriyê yên van yanzdeh salên dawî bandorên cuda li ser jin û civaka herêmê kir. Lewma li gel rêgez û rojevên hevbeş, her Navenda Lêkolînên Jineolojî li gorî derfet û pêdiviyên xweser jî plansaziyên xwe diyar dike û bandora xebatên xwe dinirxîne.
Li Şehba û Helebê xebatên jineolojî
Endamên Navenda Şehba-Efrînê ji sala 2020’an ve xebatên Jineolojiyê di bin şertên koçberî, dorpêç û topbarana artêşa Tirk de bi rêxistin kirine. Wan hem lêkolînên xwe derbarê bandora koçberiyê ya li ser jiyana jinê û malbatê, hem jî pêşxistina komxebatên li ser têgihîna malbata demokratîk, di tevahiya komînên herêma Şehbayê de dewam kirin, bi van xebatan gavên giring ji bo çareseriya pirsgirêkên biyanîbûyîn, tundî û hevberdanê destnîşan kirin. Rêxistinkirina ‘Wargehên Xwebûyînê’ ji bo jinên ciwan jî, wekî yek ji xebatên herî bi bandor dinirxînin. Li wir jinên ciwan dikarin zehmetî û lêgerînên xwe yên jiyanê rehet parve bikin û di heman demê de bi rêya stran, şano, werzîş, lîstok û semîneran, hêza xwe ya afirînerî kifş bikin û hevaltiyên nû çêbikin. Jinên li Şehba û Helebê konferansên zanistî yên bi şiara Jin Jiyan Azadî, tevî komxebatên li ser xweparastina li dijî cûreyên cuda yên tundiyê yên li herêmên xwe li darxistine, wekî gavên nûjen dinirxînin. Ji ber ev xebatan bi nîqaş û analîz, bi aliyên xwe yên perwerde û lêkolînê bi hevkariya jin û dayikên ji hemû sazî û beşên civakê birêxistinkirin, rojevekî hevbeş a jinan di herêmê de çêkiriye. Endamên Navenda Helebê jî rave dikin ku, ew di pêvajoya lêkolînên li ser rista jinê di berxwedana Şêxmeqsûd-Eşrefiyê de hîn zêdetir ketin ferqa dîroka xwe, hêz û nirxa rêxistinbûyîna civakê. Ji bilî vê, karên ku ew herî zêde pê bandor bûne, di dema erdhejê de şopandina rewşa gel û bi taybet rewşa jin û zarokan bû.
Xebatên jineolojî yên li Hesekê, Minbic û Tebqayê
Endamên Navendên Hesekê û Minbicê jî giringiya meşandina xebatê di kêliyên zor û zehmet de teqez dikin. Wan di pêvajoya şerê dagirkeriya dewleta Tirk ê li dijî herêmên Girêsipî û Serêkaniyê yê 2019’an de, dest bi lêkolînên li ser bandora koçkirina bi darê zorê û guhertina demografîk kirin. Bi xebata belgekirina sûcên şer û qirkirinên li ser jin û civakê, wan li jinan guhdarî kirin, ku jin bikarin hest û ramanên xwe parve bikin. Bi vî rengî jinên ji pêkhateyên cuda, hîn zêdetir rewşa hevdu û êşên hevbeş nas kirin, hevgirtin û hevkarî di nav hev de xurt kirin. Navenda Tebqayê jî yek ji Navendên Lêkolînên Jineolojiyê ye ku, piştî rizgariya herêmê ji faşîzma Daişê hatiye avakirin. Xebatkarên navendê dinirxînin ku wan bi rêbazên xwe yên lêkolînên qadê û şêwazê komxebatan tirsa xwe şikandine, danûstandinên nû û hevnaskirin di nav civaka xwe de pêş xistine. Li gorî nêrînên Sîham û Mariya çalakiyên herî bibandor komxebat in, ‘ji ber ku ev şêwaz rê dide me ku em raman û pêşniyaran bi hev re parve bikin, pêşbixin, fêrî fikir û bîrdoziya her jin û mêrî bibin. Têkoşîn û vîna me ya azadiyê, divê di her şert û mercî de xizmeta civakê bike. Ji ber vê yekê pêwist e ku em bandorên şer lêbikolin û sûcên şer bi belge bikin, da ku em bingeha Jineolojiyê ji bo nifşên siberojê ava bikin.’ Aliya ya ji Navenda li Hesekê, di encama xebatê perwerdeyên civakî yên derbarê têgihînên jineolojî û Hevjiyana Azad de bûye şahîdê guhertinên balkêş: ‘Jinên ku tevlî perwerdeyên me dibin, qal dikin ku wan xwe nas kirine û guhertin di kesayeta xwe de çêkirine. Ji ber ku sekin û nêrîna wan derbarê jiyanê de hatiye guhertin û wan di kesayeta hevjînên xwe de jî guhertin dane çêkirin. Ji ber di rêbazên me de zext tine ye, guhertin çêdibe û nêzîkatiyên nû ava dibin. Fêhmkirin û herikandina fikrê bingeha guhertinê ye.’
Li Kobanê û Dêrikê kar û xebatên Jineolojiyê
Tevî giringiya tehlîlên civakî û lêkolînên li ser sedemên bûyerên xwekuştina jinan, endamên Navenda Kobanê bal dikişînin ser wateya hêja ya nîqaşên perwerdeyê ya derbarê têgeha Hevjiyana Azad ku, wekî nêzîkatiya çareseriyê derdikeve pêş. Ew komxebatên xweser ên jinan, ên mêran û yên hevbeş ji bo gihandina feraset û pêkanînên rast di têkiliyên hevjîn û malbatî de wekî gavên erênî û bi hêvî dinirxînin. Her wiha ew bi lêkolînên xwe yên li ser çand û adetên kevnar, ketin ferqa bingeha dewlemend a çanda civaka xwezayî û komînal a li herêma Kobanê ku gelek ji wan hatine ji bîrkirin: ‘Dema ku em li ser wan difikirin, em dibînin ew bi rastî jî çavkaniya serbilindiyê ne’. Navenda Lêkolînên Jineolojî ya Dêrîkê jî kombûyînên vegotina çirokên kevnar ên dayikan ji bo zarokan wekî yek ji xebatên xwe yên herî bi bandor dinirxîne. Bi vê xebatê zarokan, çanda devkî ya herêma xwe nas kirine û meraq kirine. Di nav demeke kin de gelek zarokên guhdar bixwe bûn çîrokbêj û nivîskarên çîrokên nû.
Jin bi Jineolojiyê diguherin, didin guhertin
Ev çend mînak in ji xebatên jineolojî yên di nav civaka herêmê de dengvedayî û rê li pêşiya pêşketina vîn û xwebaweriya jinan vekirî. Her wiha her jina ku bi naskirina Jineolojiyê ketiye pey lêkolîna sedemên pirsgirêkên jin û jiyanê bi xwe jî, qalib û fêrbûnên xwe yên kevneşop, armanc û helwestên xwe yên jiyanê di eynika rewşa jin û civakê de ji nû ve li ber çavan re derbas dike. Di nîqaşên me de endamên ji hemû Navendên Lêkolînên Jineolojiyê weke Hamîde jî rave dike, bi lêhûrbûnên Jineolojiyê re kesayet û hêza xwe hîn baştir nas kirin, wêrekiya fikirandinê û lêpirsînê qezenc kirin: “Têgihiştina min çiqas zêde dibe, pirsên min jî zêde dibin. Ez nema tenê dipirsim ‘çi çêbû?’ Lê ez dixwazim bizanibim: Çima û çawa çêbû? Û wê çi bibe?” Piraniya endamên navendan bi beşdarbûnên xwe yên ji bo xebatên jineolojî, guhertinên mezin di nêzîkatiyên xwe yên jiyanê de ferq dikin. Meyzandin û nirxandina rastiya jin û civakê bi rêbazên jineolojî û Sosyolojiya Azadiyê, aso û rêyên nû vekir. Sîdra dibêje: ‘Di vê dema kin de guhertinek mezin di kesayeta min de çêbûye. Fikir û nêzîkatiya min li hemberî hebûna xwe, wekî jinekê hatiye guhertin. Vê yekê jî nêzîkatiya min a li hemberî mirov û bûyeran guhertiye. Niha ez dikarim bûyer û tiştan hîn zêdetir bi şêwazekî îdeolojîk şîrove bikim. Xebata jineolojî hişt ku ez derî ji guhertin û veguhertinê re vebikim.’ Gelek endam destnîşan dikin ku lêkolîn, perwerde û komxebatên wan derbarê pirsgirêkên jin û malbatê de meşandine, nakokiyên wan zelal kirine û bûne gavên destpêkê yên çareseriya nakokiyên wan ên jiyanê. Rîma ji Kobanê serpêhatiyên xwe wiha dinirxîne: ‘Di destpêka xebata xwe ya di warê jineolojîyê de gelek nakokiyên min hebûn. Lê gav bi gav min wisa hizir kir ku ez jî zana û xwedî dîrok im. Qîmeta gotinên min hene. Ez dikarim şirove bikim û jiyana xwe bi ramana xwe bijîm. Ez dibînim ku jineolojî aîdê min e. Niha ez dizanim çawa xwe ji urf û edetên kevneşop û hişê mirovekî otorîter biparêzim.’ Nûjîn a ji Efrînê jî heman hestan rave dike: ‘Fikrandina min di derbarê jiyana min de pir teng bû. Bi naskirina jineolojî, min xwe ji serdestiya nêrînên şaş ên civakê yên ku jiyana min sînordar dikirin hêdî hêdî xilas kir. Min hêza xwe keşif kir û lêvegerek ji jiyankirina xwe re çêkir.’
Bandora Jineolojiyê li jinên Kurd, Ereb û Tirkmen
Jinên Ereb, Kurd û Tirkmen ên li Minbicê û Tebqayê xebatên Jineolojiyê dimeşînin, behsa guhertinên di kesayet û jiyana xwe de dikin. Yasemîn, Mervet û Esma dibêjin ku xebata wan di warê jineolojî de ne tenê qabiliyeta wan a rewşenbîrî û nivîsandinê pêş xistiye: ‘Me kesayet û bertekên xwe jî baştir nas kiriye. Ji ber vê, jiyana me bi giştî bêhtir rêxistinkirî ye. Guhertinên mezin di jiyana rojane ya malbatî û civakê de rû dane. Ya herî giring jî ew e ku, ez niha bi hêz û zanînên xwe bawer im, hestên xwe û yên kesên din nas dikim û têkiliyên xwe yên kesane bixwe hildibijêrim. Ramanên nû û hêja hene. Van bandorekî erênî li ser hemû endamên malbatê çêkirine.’ Di serdemekî de ku hêzên desthilatdar bi şer, tecrîd û qirkirinên li dijî jin, xweza û civakê hewl didin wateya jiyanê tine bikin, endamên ji hemû beşên Akademiya Jineolojî diyar dikin ku, hêviyên wan ên jiyan û azadiyê bi xebatên jineolojî re zêde bûne. Bi ya min encama herî giring a ezmûnên herêmî û kesayetî yên xebatên Jineolojiyê li Rojava/Bakur û Rojhilatê Sûrî ev e.