Di sala 2025’an de em şahîdî li bûyerên gelekî girîng dikin. Tevî ku em hîn di çar yekê salê de ne, gotin di cih de be “weke ba” derbas dibe. Rojên ewqas lez û dijwar in ku yên nikaribin bi hêz û vîna xwe li ser lingan nemînin, di nav vê ba û bablîsokê de tine bibin.
Di demekê weha de gelê Kurd bi “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” ya Rêber Apo dest bi qonaxe nû ya têkoşînê dike. Bi vê yekê pirsgirêka Kurd dîsa hat rojava cîhanê. Di vê bangê de peyama herî mezin ji bo PKK bû, lê di heman demê de tevî dewleta Tirk û pergala hêzên serdest ku bi zilm û mêtîngeriyê pirsgirêka Kurd afirandiye, pêyamên ji bo hemû aliyan hene. PKK ku di heman demê de weke tevgereke jin û ciwanan pêş ket, bi destketî û nirxên ku afirand sînorê partiyekê derbas kir. PKK rih e, şêwazê jiyanê, mîrasê berxwedanê, nasnameyek têkoşînê ye. Berdel e, ked, têkoşîn û hêvî ye, lê bi qasî vê serbilindî û serketin e. Çanda berxwedan, welatparêzî û azadiyê ye. Li hemberî hemû kiryarên îmha û înkarê vîn û nasnameya bi milyonan e. Di hemû qadên jiyanê de vejîna gelekî, hebûna gelekî ye.
Di vê qonaxa vejînê de azadî nirxên herî giranbûha bû. Lê gelê Kurd û zarokên wê yên leheng, tevî canê xwe berdelê wê her çibe dan ber çavên xwe û texsîr nekirin. Bi serbilindî li hemberî hemû zilm û êşên dijmin li berxwe dan. Çend nivş ev nirx afirandin. Piştî Agîd û Sarayên destpêkê, de/bav, keç/kûr û neviyên bi navê Agîd û Sarayan jî tevlî têkoşînê bûn. Ji bo ev meşa azadiyê dewam bike bi dil û can ala têkoşînê dewrî hev kirin.
Lê di vê pêvajoya dûrû dirêj de tevî şerê dijwar daxwaza aştiyê jî ti carî kêm nebû. Şervanên wê bi hêviya aştiyeke bi rûmet, ji bo rojên azad bexşî zarokên vî gelî bikin şer kirin. Ji agirbesta yekem ya 1993’an heta pêvajoya aştiyê û banga dawî ya 2025’an hemû hewldanên aştiyê vê eşkere dikin. Yên herî zêde ev anîn ziman jî dayikên aştiyê yê serbilind in. Ji bo dilê dayikên din neşewite di her kêliyê de gotin, “em aştiyeke bi rûmet dixwazin”. Arşîvên ragihandina azad îspata vê ne.
Kurd hene û wê hebin!
Bi “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” ya Rêber Apo ku di 27’ê Sibatê kir, ev hêviya aştiyê ji nû ve geş bû. Nîqaşên ku ev bi mehan e dewam dikirin, êdî gihaşt asteke nû. Gelê Kurd û dilxwazên vê têkoşînê ku bi qasî nîv sedsalê çavên xwe bi PKK re vekirine her çend piştî peyva “fesîhkirinê” ketibin rewşeke hestyar jî, xwedî li vê bangê derketin. Pîrozbahiyên 8’ê Adarê û Newrozê yên bi heybet jî nîşaneya vê ne.
Niha tevî nav, rêveçûn û aliyê wê yê nediyar, pêvajoyeke ku hatiye destpêkirin heye. Ji niha û pê ve wê rê û rêbazê têkoşînê çawa bin, derbarê vê de gelek pirs hene. Lê belê tevî ku dewleta Tirk bi şerê taybet dixwaze vê pêvajoyê weke “teslîmbûnê” nîşan bide jî, berojavajî vê yekê, pêvajoya li pêşiya me dewama têkoşîna 50 salî ya PKK ye. Hêzên mêtinger çiqas înkar bikin jî, Kurd û Kurdistan û têkoşîna wê ya mafdar heye û wê her hebin. Ev rastî weke rojê eşkere ye û nayê veşartin. Her weha ji bo serketina têkoşînê pîvanên ku di roja me ya îro de esas were girtin jî neguherîne. Weke her demê ya vî gelî li ser lingan bihêlê û serketinê biafirînê dîsa îdeolojiya azadiyê, sekna şoreşgerî, çanda berxwedanê û nirxên welatparêziyê ne. Ji ber ku ew rih bi demekê, bi partiyekê û rêxistineke re sînordar nîne. Weke çemên Kurdistanê diherike, xwe diguherînê û jiyanê diafirîne. Navenda vî çemî Kurdistan e, lê sînoran derbas dike û xwe digihîne hemû gelan.
Pêvajoya rexne û rexnedayînê
Ev pêvajo di heman demê de pêvajoyeke rexnekirin û rexnedayînê ye. Ji bo kêmasiyên berê dubare nebin pêdivî bi lêpirsînkirin û lêhûrbûnê heye. Ji bo selamet û serketina rojên pêş ev gelekî girîng e. Ev divê ji serî ve destpê bike, herkesî bigire nav xwe û eşkere be. Pêwîste herkes li gorî pêdiviyên demê biryara xwe ya têkoşînê nûjen bike. Naxwe nav û rêbazê pêvajoyê her çi be, wê dubarekirin an jî paş ve mayîn çêbibe û bibe sedema wendahiyên nû. Ji ber vê yekê divê encamê vê rexnedayînê xurtkirin û pêşxistina têkoşîn, aştî û demokrasî be. Aştiyeke bi rûmet jî encex bi vê mimkûn e. Mîrateya têkoşînê û tecrûbeyên wê xalên herî bingehîn in ku hêz bidin û rê nîşan bidin.
Ji aliyê din ve, weke gelek caran hatiye ziman pêvajoya aştiyê ji ya şer zehmettir e. Hem pêvajoyên agirbestê yên berê hem jî pêvajoya çareseriyê ya 2013-2015’an ev nîşan da. Lewma girêdayî vê bangê yek ji mijara ku herî zêde divê li ser lêhûrbûn, kar û xebat were kirin jî ev e: Aştî wê çawa pêk were? Bêguman aştî bi derbekê re pêk naye û yên bixwazin pêşî li vê bigirin jî wê hebin. Ji ber ku aliyên ranta vî şerî dixwin û li ser vê xwînê dijîn pir in. Lewma ev pêvajo ji dema şer hîn zêdetir, têkoşîneke bi israr, bi zanistî û demdirêj jî dixwaze. Tevî hemû astengiyan eger weke di naveroka bangê de hatiye ziman nirxandinek bi giştî ya pirsgirêkan hebe û li gorî vê têkoşînek xurt a demokrasiyê were meşandin ev wê her biçe pirsên di mêjiyan de zelal bike û bihêlê ku gavên berbiçav werin avêtin.
Aştî pêdiviya bingehîn e
Piştî her pêvajoyeke aştiyê ku nikarîbû bi serketinê encam bibe, asta şer û tûndiyê hîn bilindtir bû û pêkanînên dij demokratîk ketin meriyetê. Rewşa cîhanê, Tirkiye û Rojhilata Navîn jî nîşan dide ku sedema pirsgirêkên herêmê demokrasî ye û pêdiviya hemû gelan bi vê heye. Yên vê pêk nayenin derbên giran dixwin û mînakên vê gelek in. Salên dawî yên li Rojhilata Navîn û desthilatdariyên ku hatine guhertin encamên vê bi awayekî eşkere nîşan dide. Lê eger fêhm bikin, encamên heyî ji bo desthilatdaran jî peyamên girîng dide ku weke Saddam û Esad yên demokrasiyê paşguh dikin û Kurdan tine dihesibînin jî wê tine bibin. Weke her tiştî gavên aştiyê û pêkanîna wê jî bi baweriyê dest pê dike. Ji bo em xwe bigihînin serketina vê ya bi rûmet, ne tenê her du aliyên şer, hemû beşên civakê jî ji vê berpirsyar in. Tevgera azadiyê firsenda aştiyê weke pêdiviya herî bingehîn ya jiyanê dibîne. Rêber Apo rastiya dewleta Tirk û aqilê wê nas dike, lê hewl dide ku ev derfeta aştiyê berhewa nebe. Di vê pêvajoya ku hêzên serdest dixwazin tarîya Şerê Cîhanê yê 3’êmîn li her derî belav bikin, eger ji bo aştiyê hêviyekê piçûk jî peyda bibe, divê heba nebe. Ji bo siberoja zarok, jin û gelên li vê erdnîgariyê divê gavên ku vê hêviyê mezin dikin werin avêtin. Lewma di serî de jin berpiryarî dikeve ser milê her kesî ku vê hêviyê xurt bikin û bikin rastiyek jiyanê.
Jin pêşengên pêvajoyê ne
PKK ji roja destpêkê ve xwe weke partiyeke jinê bi rêxistin kir. Lewma Jinên Kurd ji her demê zêdetir wê pêşengiya vê pêvajoya jî bikin. Bangawaziya Rêber Apo ya 8’ê Adarê jî vê tine ziman. Ya ku ji aştî û civaka demokratîk re pêşengî bike, bi serketinê tacîdar bike jin in. Armanca tevgera azadiyê ya xwe gihandina sedsala jinê jî vê dixwaze.
Jinên ku bi tecrûbeyên artêşbûna xweser civakek veguherandin, di hemû qadên jiyanê de cih girtin û bingeha şoreşa jinê danîn îro ji her demê bi hêztir in. Bi vê yekê dikarin van planên hêzên serdest yên li dijî jin, gel û xwezayê berovajî bikin. Aştiya Kurdistanê dikare pêşî li Şerê Cîhanê yê 3’êmîn bigire û ji bo aştiya herêmê deriyek vebike. Lewma tevî kar û xebatên ji nû ve avakirinê, piştî vê bangê li çar aliyên Kurdistanê û cîhanê bi sazkirina tevna azadî, demokrasî û aştiyê ya gerdûnî û têkoşîneke enternasyonal û ekolojîk dikare gavên mezin werin avêtin.
Îro pêdiviya herî mezin a demê demokrasî, ekolojî, azadiyê jinê ye. Her weha divê em jibîrnekin ku aştî û civaka demokratîk beyî têkoşîna ekolojîk nikare pêk were. Xwezaya ku di her demê şer de rastî êrîşên dijwar hat jî yek ji sedemên bingehîn yê vê têkoşînê ye. Çawa ku siberoj beyî azadiya jinê nikare were avakirin, beyî têkoşîna ekolojîk jî ne mimkûn e. Jixwe civaka demokratîk encex dikare bi hişmendiya ekolojîk were avakirin. Armanca ekolojiya civakî ku demokrasiya radîkal esas digire jî ev bi xwe ye.
Rojên Newrozî bûn
Di pêvajoyeke weha de encamên Newroza 2025’an jî girîng in. Ji ber ku qadên Newrozê her tim tabloyên herî zindî yên encamên têkoşînê ne. Newroza îsal bi her awayî hêjayî rihê Newrozê yê berxwedêr bû. Newroza 2025’an jî tevî biryardariya xwedîderketina vê pêvajoyê, hêvî, daxwaz û gavên ku divê were avêtin jî diyar kir.
Di Newroza destpêkê ya dema serhildanan de gel bi dirûşma “PKK gel e, gel li vir e” bersîv dabû banga Mazlûm Dogan a berxwedanê û dilsoziya xwe ya bi têkoşînê re îlan kiribû. Bi vê yekê eşkere kiribû ku di her şert û mercî de amade ye ku bi pêşengiya vê tevgerê têbikoşe, ji bo azadiyê barê ku dikeve ser milê xwe bi cih bîne. Ev dîroka vejînê bi vîna gelê berxwedêr hate nivîsîn û weke Rêber Apo jî pênase dike ev salên ku “Ji fikrekî azad heta nefeseke azad, ji nû ve bidestxistina hemû tiştên ku hatibûn wendakirin” bûn. Her roja ku bi berxwedanê derbas bû rojên Newrozî bûn. Her tim ya ku agirê Newrozê geş kir hêvî û berxwedan bû. Ji hêvî berxwedan, ji berxwedanê heviyên nû welidîn û ev diyalektîk hişt ku ev têkoşîn xwe bigihîne roja me ya îro û ev gel bijî. Lewma Mazlûm Dogan ev heqîqeta dijwar bi gotina “Berxwedan jiyane” bi nav kir. Gelê Kurd di van rojên Newrozî de vîna xwe ya azadiyê xurt kir û kefenê mirinê ku mêtingeran lê pêçabûn çirand. Ji ber vê yekê dibêjin ku gelê Kurd xwe ji xweliya xwe afirandiye.
Encam wê serketin be!
Tevgera azadiyê heta îro daxwazên gel û pêdiviyên demê li ber çavan girt û bi vî awayî li hemberî hemû êrîşan li ber xwe da. Newroza 2025’an jî ji bo biryardariya qonaxa nû ya têkoşînê nîşaneya vîna azad a gelekî û bi her awayî referandûmek bû. Ev bi qasî Newrozên berê yê dema serhildanan ku PKK girseyî kir xwedî girîngiyek mezin e. Gelê Kurd, qonaxa nû ya têkoşînê erê kir. Niha herî zêde jî kesên ku di vê têkoşînê de berdelên mezin dane vê rastiyê baş dizanin: Ji her demê zêdetir wê barê me giran û têkoşîna me dijwar be, lê wê dîsa berxwedan jiyan be û encam teqez serketin be!