Di hilbijartina 14’ê Gulanê yên krîtîk û dîrokî de gelê Kurd peyama xwe bi awayekî eşkere da û got em rejîma yekperest û faşîst naxwazin. Li dijî zihniyeta faşîst, baviksalar, yekperest û dijminatiya jinê dike û dixwaze gel bi komir û meqarneyê bixapîne têkoşîna gel dewam dike. Jinan jî li dijî vê îktîdara ku naxwaze nûnertiya wan a di siyasetê de pêş bikeve dengê xwe bilind kirin.
Lîstikên bi ser YSK’ê re hatin lîstin
Îktîdara AKP-MHP’ê ji bo di hilbijartinên 14’ê Gulanê de bi ser bikeve dîsa li dû lîstikan bû. Di 14’ê Gulanê de li gelek bajaran polîs û cerdevan bi çekên xwe derketin qadê, li ser sindoqan gef li muşahîdên Partiya Çep a Kesk xwarin. Dengên vekirî bi komî ji AKP’ê re hatin bikaranîn. Lê belê îtiraza li dijî vê yekê jî nehat qebûlkirin. Dîsa alîgirên îktîdara heyî li muşahîdên Partiya Çep a Kesk ên li ser sindoqan xistin. Li gundekî Silopiyayê jî alîgirên îktîdarê pusulayên dengan ên bêmohr birin dibistanê. Polîsan dengê sexte bi kar anîn. Li Cizîrê gef li gundiyan hat xwarin ku dengê xwe bidin AKP’ê. Li gel vana binpêkirineke mafan a din jî ew bû ku gelek dengên Partiya Çep a Kesk li ser sîstema YSK’ê re ji HUDA-PAR, MHP û partiyên wekî din re hatin nivîsandin. Di dîmenên derketin pêş me de dîsa kîsên dengan ji aliyê alîgirên îktîdara heyî ve dihatin revandin. Jixwe ÎHD’ê jî di rapora xwe de got, “Li gelek bajaran bi binpêkirina qanûnan, deng ji bo AKP’ê hatin dayîn. Li gelek bajaran ji bo AKP’ê dengên tomerî hatin dayîn.” Berdevkê Koordînasyona Şopandina Hilbijartinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û nûnerê YSK’ê Mehmet Ruştu Tiryakî jî têkildarî nelirêtiyên di girteyên hilbijartinê de hatine dîtin daxuyakirin daneyên gelek sindoqan şaş ketine bin qeydan. Di van hilbijartinên krîtîk û dîrokî de dîsa lîstik, dek û dolabên îktîdara heyî derketin pêş.
Xapandina bi komir û meqarneyê
Di vê hilbijartinê de mexdûrên erdhejê di konteyniran de dengê xwe bi kar anîn. Serokkomarê AKP’yî Tayyip Erdogan jî ji bo di tûra duyem de bi ser bikeve diyar kir ku ew ê birînên erdhejzedeyan bikewînin. Lê belê ya erdhejzede terkî mirinê kir, asteng kir artêş biçe herêmên erdhejê, îktîdara heyî bi xwe bû. Jixwe ev artêş jî tim li dijî Kurdan şerekî mezin dide meşandin. Her wiha piştî ku hilbijartina serokkomariyê ji bo tûra duyemîn ma, AKP’ê li Mêrdînê dest bi belavkirina komirê kir. Dîsa hewl didin gel bi komir û meqarneyê bixapînin.
Zihniyeta nîjadperest û baviksalarî
Yek ji tiştên di vê hilbijartinê de derket pêş zihniyeta faşîst, nîjadperest û baviksalarî bû. Hemû namzetên Serokkomariyê mêr bûn û kesên dijminatiya jinê û gelê Kurd dikin bêtir xwe eşkere kirin. Bi dek û dolabên hatin gerandin dîsa ev zihniyet derket lûtkeyê. Ji bo tûra duyem partiyên li ser esasên faşîzmê û dijminatiya li dijî Kurdan hatine avakirin dîsa li ser têkbirina destkeftiyên gelê Kurd û tunehesibandina nasnameya Kurd bi hev re bazarî kirin. Her wiha partiyên mîna HUDA-PAR’ê yên li ser têkbirina destkeftiyên jinan bazariya xwe kir jî di tûra ewil de ket meclîsê. Kiryarên ne baş ên di dîrokê de li dijî Kurdan ên bi hişmendiya vê partiyê hatine kirin jî em ji bîr nekin. Zihniyeta nîjadperest û baviksalarî di van hilbijartinan de li dijî nûnertiya jinan a di siyasetê de jî sekinîn. Tenê partiya ku nûnertiya wekhev bir meclîsê Partiya Çep a Kesk e.
Endamên heyeta navneteweyî hatin dersînorkirin
Heyeta navnateweyî ya ji bo şopadina hilbijartina serokkomarî û dema 28’em a Meclîsê hatibûn Tirkiyeyê, der barê xebatên xwe yên şopandinê de li Enqereyê cîvîna çapemeniyê li dar xistin. Saziyên Demokratîk û Buroya Mafên Mirovan (DKHB), Qasidiya Parlamenteran a AGÎT’ê (AGÎT PA), ji Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (AKPM) endamên mîsyona şopandina hevbeş beşdar bûn. Çavdêrên navneteweyî ku hilbijartina 14’ê Gulanê a li Tirkiyeyê şopandin, diyar kirin ku di pêvajoya hilbijartinê de di navbera namzed û partiyan de tu wekhevî û edalet çênebû. Polîsan nehiştin şandeya Swîsreyî ku ji bo şopandina hilbijartinê hat Şirnexê, têkeve hundirê dibistanê. Polîsan got: “Çi karê we li vir heye, biçin Sûriyeyê.”Li Qilebanê jî destûr ji heyeta navneteweyî re nehat dayîn ku bikeve dibistanê, ji cerdevanan re wêneyên dengê wan hat xwestin û walî hemû muşahid ji dibistana amadehiyê ya Şirnexê derxistin derve. Her kesên ji şandeya navneteweyî hatin binçavkirin û dersînorkirin. Di hilbijartinên 14’ê Gulanê de sîstema heyî dîsa edalet û hiqûq li ber lingan bir.
Kesên li dijî neheqiyê derketin, hatin girtin
10 kesên ku bertek nîşanî daneyên Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) parve kir dan li ber avahiya YSK’ê ya li Enqereyê dest bi nobeda “demokrasiyê” kiribûn. Lê belê polîsên ku êrişî nobedê kiribûn 10 kes binçav kiribûn. 10 kesên ku ji ber nobeta “demokrasiyê” hatibûn binçavkirin piştre hatin berdan. Li dijî kesên edalet xwestin dîsa êriş pêk hat.
Manîpulasyona medyaya alîgir
Wekî her hilbijartinê di hilbijartina 14’ê Gulana 2023’yan de jî ji bo îktîdara heyî bi ser bikeve bi destên medyaya xwe ya alîgir manîpulasyon kir. Jixwe hema bêje hemû amûrên vî welatî di destên îktîdara heyî de ye. Vana jî tenê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne. Hîn gelek dengên di sindoqan de nehatibûn jimartin, hîn gelek kes bi kîsên xwe yên dengan li ber deriyê YSK’ê di dorê de bûn medyaya alîgir serfiraziya îktîdarê îlan kir. Dema Ajansa Anadoluyê li ser hilbijartinan manîpulasyon dikir jî YSK bêdeng dima. AA’yê dengên Tayyip Erdogan di destpêkê de ji sedî 60 nîşan da. Piştî saetekê jî kir ji sedî 54. Dema AA’yê dengê Tayyip Erdogan wekî ji sedî 60 nîşan dida Ajansa Nûçeyan a Ankayê jî dengên Tayyip Erdogan wekî ji sedî 49 yê Kemal Kiliçdaroglu jî ji sedî 45 nîşan da. Li gor girteka bi îmze ya şil a CHP’ê jî Kemal Kiliçdaroglu ji sedî 47 Tayyip Erdogan jî ji sedî 46 hat nîşandan. Hem ji ser YSK’ê hem jî ji ser medyaya alîgir lîstikên mezin hatin lîstin. Lê belê li dijî van lîstikana em çiqasî amade bûn? Em çiqasî dikaribûn li sindoqan xwedî derkevin?
Destkeftiyên jinan di talûkeyê de ye
Ji ber bazariya partiyan a li ser destkeftiyên jinan encamên hilbijartinê wê bandorekê li ser destkeftiyên jinan bike. Partiyên dijminatiya jinê dikin û di meclîsê de cihê xwe girtin wê bibin sedema zêdebûna tundiya li ser jinê û helwesta têkbirina destkeftiyên jinê yên bi salan. Loma jî têkoşîn û yekîtiya jinan a li dijî vê zihniyet û helwestê gelekî giring e. Berxwedan û sekna bi biryar a jinê ya li dijî zihniyeta Peymana Stenbolê fesh kir û zagona 6284’an dike mijara nîqaşê, divê xaleke jêneger be.
Plan û projeyên li dijî gelê Kurd
Kesên li serê îktîdara heyî ji bo neyên darizandin, malê wan ji destên wan neçe ji bo biserketina di hilbijartinê de çi ji destên wan tê dikin. Dibe dengê Tifaqa Ata ne ji sedî 5 be jî. Tenê ji bo bazariyê li ser sîstemê wiha hat nîşandan. Ev sîstema dijminatiya gelê Kurd dike plan û projeyên xwe yên li dijî Kurdan her tim bi rêk û pêk amade dikin. Li dijî van lîstikana sazî, partiyên siyasî yên Kurd û gelê Kurd çiqasî tedbîra xwe digirin û xwe bi rêxistin dikin ev jî mijareke giring e.
Gelê Kurd rejîma yekperest naxwaze
Îktîdara heyî ji bo Partiya Çep a Kesk bi ser nekeve çi ji destan hat kir. Li qadan ew asteng kir û propagandaya reşkirinê bi rêya madyaya hawiz hat meşandin. Jixwe berî vêya jî hesabê HDP’ê hatibû blokekirin. Li dijî vê pergalê, li dijî vê propagandaya reşkirinê gelek kesên tendirustiya wan ne baş jî ji bo ev sîstema yekperest, faşîst biçe hatin dengê xwe bi kar anîn. Dayika Deniz Poyraz, Ali Riza Arslan, Malbata Şenyaşar jî dema dengê xwe bi kar anîn gotin,”Bila ev pergala yekperest biçe û edalet bê.” Di vê hilbijartinê de gelê Kurd helwesta xwe eşkere diyar kir ku êdî vê rejîma yekpest naxwaze.