Ger êriş hebin ne ji dil in

- Roza METÎNA
294 views
Piştî li Kurdistan û Tirkiyeyê pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” dest pê kir şûnde geşedanên nû derketin pêş. Bi pêvajoyê re hêviyek di dilê gelan de hat avakirin. Lê belê li gel vê pêvajoyê jî êrişên sîstematîk ên li dijî nirxên Gelê Kurd dewam kirin. Ji bo tunekirina hafizeyekê, ji bo tunekirina nasname û hemû dewlemendiyên dîrokî ev êriş dewam dikin. Lê belê em jî dibêjin ger êriş hebin ne ji dil in. Ger êriş hebin wê têkoşîna Gelê Kurd a bi salan jî dewam bike.

Di 27’ê Sibata 2025’an de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga “Aştî û Civaka Demokratîk” kir. Piştî vê bangê li Bakurê Kurdistanê û li Tirkiyeyê geşedanên nû derketin pêş. Pêvajoyeke nû dest pê kirê. Piştî banga Rêberê Gelê Kurd di 11’ê Tîrmeha 2025’an de li herêma Şikefta Caseneyê ya navçeya Dukana Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê merasîma çekşewitandinê hat lidarxistin. Di vê merasîmê de peyama demokrasî, azadî, aştî û wekheviya gelan hat dayin. Li Rojhilata Navîn û li cîhanê ev pêvajo bi awayekî erênî hat pêşwazîkirin. Li ser esasê vê bangê Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê jî hat avakirin.

Gavên ji dil nehatin avêtin

Piştî banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hêviyek di dilê gel de ava bû. Ji ber bi salan e pevçûn û zilmeke mezin bi rêya desthilatdaran li ser Gelê Kurd tê meşandin loma jî aştiyeke mayinde yek ji daxwaza herî sereke ye. Lê belê ji kirina banga dîrokî heta niha gavên berbiçav nehatine avêtin. Mafê Hêviyê yê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelek girtiyên dinê hîn pêk nehatiye. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, di civîna xwe ya 15-17’ê Îlonê de biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya “Mafê hêviyê” ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Emîn Gurban, Hayatî Kaytan û Civan Boltan dabû, nirxand. Komîteyê, di daxuyaniya xwe ya 18’ê Îlonê de ji Tirkiyeyê xwest ku herî dawî heta dawiya Hezîrana 2026’an têkildarî mijarê agahiyan bide. Komîteyê, got ku Tirkiye dikare di çarçoveya Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê de van sererastkirinên yasayî bike. Her çiqas Mafê Hêviyê bi vî rengî di rojevê de be jî lê belê mijûlkirinek ji aliyê Tirkiyeyê û Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê mijara gotinê ye. Sepanên ji bo Azerbaycanê hatin kirin lazim e ji bo Tirkiyeyê jî bê kirin da ku Tirkiye ji bo Mafê Hêviyê bikeve nava liv û tevgerekê. Ji ber ku pêkanîna mafê hêviyê yek ji esasên girîng a pêşketina pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” e. Herî dawî piştî 6 salan şûnde Rêberê Gelê Kurd bi parêzerên xwe re hevdîtin kir û wî jî di hevdîtinê de anî ziman ku ji bo pêşketina pêvajoyê qada siyasî qels dimîne. Her çiqas hevdîtin pêk tên jî lê em nikarin bibêjin ji sedî sed tecrîd bi dawî bûye. Li gel vê yekê gefxwarina Devlet Bahçelî ya li Rojavayê Kurdistanê û neguhertina polîtîkayên Dewleta Tirk a li Rojava û Başûrê Kurdistanê jî mijara gotinê ye. Hîn bi dehan baregehên dewleta tirk û bi hezaran leşkerên wê li Başûrê Kurdistanê ne. Hîn polîtîkayên tirkirinê û yên asîmîlasyonê yên Tirkiyeyê li Efrînê di meriyetê de ne. Ji ber lewaziya rayedarên dewletê em dikarin bibêjin heta niha gavên ji dil hatine avêtin. Ji bo gavên ji dil bên avêtin divê Tirkiye polîtîkayên xwe yên li girtîgehan jî biguherîne. Hîn bi hezaran girtiyên siyasî di girtîgehê de ne. Gelek girtiyên nexweş di girtîgehan de ne. Divê binpêkirina mafên li girtîgehan bi dawî bibin.

Komîsyon peywira xwe bi cih nîne

Yek ji mijara dinê ya girîng Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ye. Vê komisyonê li ser navê pêvajoyê gelek hevdîtin kir. Lê belê gavên sist diavêje. Astengkirina hinek endamên vê komisyonê ya axaftina bi Kurdî ya Dayikên Aştiyê jî nîşan da ku komisyon di warê bicihanîna peywira xwe de gelekî li paş dimîne. Bi salan e kurdan şoreşa xwe veguhertin tecrubeyeke pratik û serî netewandin. Niha jî bi sebir û seknekê dixwazin ev pêvajo ji bo demokrasî, edalet, aştî, azadî û wekheviya gelan xizmetê bike. Di vî warî de hevdîtinên DEM Partiyê, sazî û dezgehên sîvîl ên bi gel re jî dewam dikin. Peyama gel jî zelal e. Ji bo aştiyeke mayinde gel dixwaze Abdullah Ocalan azad bibe, zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê, girtiyên siyasî bên berdan, wekheviya gelan esas bê girtin û ev hemû li ser bingeheke zagonî pêk werin.

Êriş dewam dikin

Niha pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” dewam dike. Lê belê li gel vê yekê êrişên li dijî xwezaya Kurdistanê, êrişên li dijî nirxên Gelê Kurd jî dewam dikin. Herî dawî li dijî polîtîkayên rantê li Şirnexê meş hat lidarxistin û hat gotin wê kampanyaya çandina daran dest pê bike. Li gel vêya zext û tundiya li ser jinan jî dewam dikin. Hedefgirtina rojnamegeran jî mijara gotinê ye. Herî dawî li Mêrsînê di şopandina nûçeya ji bo Meşa Mafê Hêviyê de jinên rojnameger dîsa bûn hedefa polîsên dewletê. Ji ber jinên rojnameger xwediyê roleke girîng in loma jî dibin hedef. Jixwe herî dawî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nameya ji bo Xelatên Rojnamevaniyê yê Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad şandibû de bal biribû ser rola girîng a çapemeniya azad. Dîsa di peyamên xwe yên herî dawî de gotibû, ‘Divê azadiya jinê wekî kok û esas bê girtin’.

Polîtîkayên qeyûman didomin

Îktidara AKP-MHP’ê ji aliyekî dibêje em ê demokrasiye bînin vî welatî lê belê ji aliyekî ve jî polîtîkayên qeyûman dewam dike. Hîn qeyûmên tayînî bajarên Kurdistanê hatine kirin nehatine vekişandin. Dîsa tayinkirina qeyûmên li ser şaredarî û partiya CHP’ê jî mijara gotinê ye. CHP’ya ku li dijî êriş û tundiya li ser Gelê Kurd dengê xwe dernexist niha bi heman sepanan rû bi rû dimîne. Ger îktidara AKP-MHP’ê ji aliyê gotinên xwe ji dil be, divê polîtîkayên xwe yên qeyûman jî biguhere.

Ne zimanekî çêker e

Tevî destpêkirina pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” jî di zimanê rayedarên dewletê de tu guhertin çênebû. Dibêjin “Tirkiyeya bê teror”. Ev ne zimanekî çêker û aştiyane ye. Ji bo pêvajo here serî û bigihêje armanca xwe divê di destpêkê de ev ziman û feraset bê guhertin. Rejîma AKP’ê di vî warî de medyaya xwe jî dike meriyetê û wekî ku kurd teslîm bûne dixwaze nîşan bide. Medyayê dîsa wekî alaveke manîpîlasyonê bi kar tîne. Helbest têkoşîna Gelê Kurd a li dijî vê ferasetê jî dewam dike.

Rêzê nîşanî nirxên Kurdan nadin

Tevî ku pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” dest pê kirê jî lê belê êrişên li dijî nirxên Gelê Kurd dewam kirin. Yek ji van, êrişên li dijî goristanên cangoriyên azadiyê ne. Em çend mînakan bidin. Goristana Sîsê ya li navçeya Licê ji aliyê artêşa Tirk ve di sala 2015’an de hat bombebarankirin û hilweşandin. Kêlikek li ser tirbeyan nema û hemû gor hatin rûxandin. Daxwaza malbatan ew bû ku jinûve gorên zarokên xwe çêkin û goristan were avakirin.  Li navend, navçe, bajarok û gundên Şirnexê ji sala 2015’an ve cenazeyên 272 endamên HPG û YJA-STARê ku li deverên cuda jiyana xwe ji dest dane, li gorên bêkesan hatine definkirin. Gelek malbat bi salan e ji bo stendina cenezayên zarokên xwe serlêdan kirine. Hêvî dikin ku rayedarên dewletê bersivê bide wan. Li goristana Xerzanê ya li bejahiya Oleka Jor a Bedlîsê ye di 19’ê Kanûna 2017’an de 267 cenaze hatibûn derxistin û biribûn Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê. Cenaze li binê peyarêyan hatibûn definkirin. Dîsa leşkeran hewl dan li navçeya Licê gora Rojhat Onkol ê HPG’yî û xwişka wî endama YJA Starê Azîze Onkol hilweşînin. Van êrişana berî pêvajoyê jî dewam dikirin û piştî pêvajoyê jî dewam kirin. Ger êriş hebin ne ji dil in. Ji bo hafizaya Gelê Kurd ji holê rakin bi salan êriş li dijî nirxên Gelê Kurd pêk anîn. Dayikên kurd ji bo bigihêjin hestiyên zarokên xwe li berxwe dan. Gelek caran jî hestiyên zarokên dayikên kurd bi kargoyan û di kîsikan de radestî wan hatin kirin. Ev bêhurmetiyeke gelekî mezin a li dijî nirxên mirovahiyê ne. Îro heman êrişên li Bakurê Kurdistanê pêk tên li Rojavayê Kurdistanê jî pêk hatin. Komên girêdayî Tirkiyeyê dema ku ketin Efrînê êrişî gorên cangoriyan kirin. Dîsa li gorî agahiyên çavkaniyên xwecih ên Minbicê, komên paralîmîter ên girêdayî Tirkiyeyê kevirên goristanên cangoriyan dizîn. Çavkaniyan dane zanîn ku diziya keviran di çarçoveya siyasetên plankirî yên dewleta Tirk û komên girêdayî wê de pêk tên. Li ku derê Kurdistanê be bila bibe feraseta dewletê ya li dijî nirxên Gelê Kurd naguhere. Her wiha li gundê Akora ango Axûra yê li Îdirê ku dikeve quntarê Çiyayê Araratê, Goristana Ermenan heye. Li goristana dîrokî ku bi tunebûnê re rû bi rû maye, gelek hestiyên mirovan derketibûn ser rûyê erdê. Em bi van mînakana dikarin bibêjin li Tirkiyeyê zext, tundî, êriş bi awayên curbecur derdikevin pêşberî me. Ev jî cureyekî ji van e. Lê belê li dijî van êrişana rêya yekem yekgirtina Gelê Kurd e. Ger em bibin yek û li dijî van êrişana li berxwe bidin wê tu carî tu hêz nikaribe bi me. Dem dema pêşxistina rihê yekîtiyê û xurtkirina rêxistinbûyina li ser esasên têkoşîneke mayinde ye.