Gerdûnîbûyîna  Heqîqeta Rêber APO

- Şervîn NUDEM
52 views
Ji roja reş a 9’ê Cotmeha 1998’an ve têkoşîna li dijî komploya navdewletî bi armanca gihandina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê navber û bi dilsozî dewam dike. Ji ber ku gelê Kurd û bi taybetî jî jinên Kurd hebûna xwe û hêviyên xwe yên azadiyê di kesayeta Rêber Apo de dîtin, wan rasterast fêhmkirin ku komploya navdewletî êrişî hebûna wan û tevahî nirxên wan dike.

Kurdên ji çar aliyên Kurdistanê vê heqîqetê bi van gotinan tînin ziman: “Yê ku çav daye me, yê ku ziman daye me, yê ku mejî daye me, Serok Apo ye.” Ev rewş nemaze ji bo civaka Rojava derbasdar e ku 20 sal bi Rêber Apo re rasterast di nav danûstandinê de bû. Wî jin, mêr, ciwan û zarok perwerde dikir û hewl dida ku vîna jinan û bîreweriya xwerêvebirina di civakê de ava bike. Lewma civaka Rojava bi derketina Rêbertî ji axa Sûriyê di encama gefên şer ên dewleta Tirk û hêzên navdewletî de di 9’ê Cotmeha 1998’an de ji binî ve hejiya. 

‘Kesek nikare Roja me tarî bike!’

Gelek jin dibêjin ku wê rojê tirs û êşeke kûr hîs kirine û xwe bêkes dîtine. Lê çalakiyên ku di serî de pêşengên Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê bi şîara ‘Kesek nikare Roja me tarî bike!’ li girtîgehên dewleta Tirk dan destpêkirin, hişt ku jin û tevahî civak di demekî pir kin de rewşa şokê derbas bike û gel êşên xwe bizivirîne hers û berxwedana li dijî hêzên komploger. Ev berxwedan bi dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan ya di 15’ê Sibata 1999’an de gihişt asta serhildana hevbeş a tevahiya gelê Kurd. Di heman salê de Înisiyatîfa Navneteweyî ji bo azadiya Rêber Apo hat damezrandin û li çend welat çalakiyên piştgiriya bi têkoşîna gelê Kurd re hatin lidarxistin. Lê wê demê bi gelemperî asta fêhmkirin a komplo û têkoşîna hêzên modernîteya demokratîk ên cîhanê li dijî rastiya vê komployê mixabin lewaz maye. Helwesta ‘Bê Serok Jiyan Nabe!‘ ya ku gel û bi taybet jî jinên Kurdistanê bi grevên birçîbûnê, meş, xwepêşandan û çalakiyên cûr bi cûr ku 26 salan hema bêje li her derê pêk anîn, tevî pêngavên şoreşgerî yên tevger û gerîlayên azadiyê bûn dînamîkên esasî yên têkoşînê ji bo şikandina dorpêça tecrîdê û têkbirina komploya navneteweyî. Herçiqasî dewleta Tirk û hêzên hegemon sal bi sal êrişên qirkirinê û pêkanînên tecrîdê yên derqanûnî li dijî Rêberê Gelê Kurd girantir kirine jî, ew di armanca şikandina vîna azadiyê ya gelê Kurd û jinên azadîxwaz de biser neketine. Berevajî vê, her ku polîtîkaya tecrîdê girantir bû, rewşa Rêber Apo, felsefe û pêşniyarên wî yên çareseriyê bûne rojevên navneteweyî.

Ji bo azadiyê pêngava gerdûnî

Di 10’ê Cotmeha 2023’an de yekem car li seranserê cîhanê tevgerên modernîteya demokratîk, jinên azadîxwaz, cotkar, karker, akademîsyen, çalakvan û parêzvanên mafê mirovan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dengê xwe bi hev re rakirin. Li 74 cihên li çar aliyên cîhanê ji Awustralya heya Abya Yala, ji Afrîkayê heya Asyayê, ji Emerîkaya Bakur heya welatên Ewropayê bi daxwaza ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî’ daxuyaniyên çapemeniyê dan û çalakî hatin lidarxistin. Bingeha vê pêngava gerdûnî beriya her tiştî Rêber Apo û têkoşîna wî ji bo têkbirina komploya navneteweyî ava kir bi xwe ye. Di bin şertên tecrîd û êşkenceyê ya pergala Îmralî de, Rêber Apo êrişên qirkirinê bi zayîneke nû, yanî bi afirandina paradîgmayeke nû bersivand. Berhemên vê zayînê di Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk û perspektîfên çareseriyê de şênber bûne. Projeyên wekî Civaka Exlaqî û Polîtîk, Netewa Demokratîk, Konfederalîzma Demokratîk, Hevjiyana Azad, Şoreşa Jinê û Jineolojî bûne nexşerêya şoreşa Kurdistanê û çareseriya pirsgirêkên mirovahiyê. Di dewama vê de wergerandina pirtûk û parêznameyên Rêbertî bi zimanên cûda yên cîhanê, pêkanînên xweseriya demokratîk li Bakûr û Rojavayê Kurdistanê, berxwedana gerîla li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ser axa Başûrê Kurdistanê û serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi dirûşme û felsefeya Jin Jiyan Azadî, rê li ber hemleya gerdûnî ji bo gihandina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo vekir.

Aliyên giring ên pêngavê

Du aliyên giring ên vê pêngavê hene ku hêjayî nirxandinê ne. Li aliyekê li gelek welat û torên modernîteya demokratîk, înîsiyatîfên di warê têkoşîna hiqûqî û siyasî de ji bo rakirina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Rêbertî hatine pêşxistin. Serlêdanên şandeyên navneteweyî û daxwaza hevpar a zêdetirî 1500 parêzer û hiqûqnasî ji bo serdana girtiyên li Îmraliyê, nameya vekirî ya 69 xelatgirên Nobelê ji saziyên navneteweyî, an jî kampanyaya ‘Hezar Jin Yek Deng’ çend ji van mînakan in. Bi bandora van kampanyayan herî dawî Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî û Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê binpêkirina mafên mirovan li girtîgeha Îmralî xistin rojeva xwe. Aliyê duyemîn ê hemlê jî hewldanên tevger û kesayetên azadîxwaz e li herêmên cuda yên cîhanê ji bo xwendin, fêhmkirin û pêkanîna fikir û paradîgmaya Rêbertiyê. Semîner û perwerdeyên derbarê têgeha Konfederalîzma Demokratîk, çareseriya Neteweya Demokratîk, danasîna Jineolojî û çalakiyên wek ‘Roja Xwendina Pirtûkên Rêbertî’ û ‘Diyalogên bi Rêber Apo re’ ji bo gelek kesan bûne klîta naskirina kesayet û fikrên Rêber Apo. Gelek jinên femînîst, kesên çepgir, sosyalîst an jî anarşîst rave kirine ku ew di teorî û pratîkên Rêber Apo de rênîşanên ji bo derbaskirina xetimandinên xwe, bêhêvitiyê û qeyranên serdemê dikarin peyda bikin.

‘Çareserî paradigmaya Rêber Apo ye’

Di nîqaşên bi jin û çalakvanên xwecihî ji herêmên cuda yên Efrîka, Abya Yala, Ewropa û Asyayê re em fêrbûn ku wan êdî bi îlhama ji perspektîfên Rêber Apo, wan dest bi avakirina modelên xwerêvebirinê yên demokratîk û ekolojîk kirine ku xwe disipêrin meclîs, komîn û kooperatîfan. Ew di nîqaş û têkiliyên xwe de bandora serdestiya mêr, zayendperestiya civakî û modernîteya kapîtalîst lêdipirsin. Bi vî awayî hem pêdiviya rêxistinbûnên xweser ên jinan hem jî lêgerînên ji bo guhertina kesayeta mêran derdikevin pêş. Bi taybet jinên xwecihî yên ji welatên Abya Yala, Başûr û Rojavayê Efrîka, Hindîstan û Nepal parvekirin ku ew bi naskirina Jineolojiyê re ji nû ve ketin ferqa giringiya zanîn û çavkaniyên xwe yên dîrokî. Her wiha çalakvanên li Endonezyayê mînakek balkêş a têkoşîna xwe li dijî zayendperestiya civakî anîn ziman.Yek ji endamên mêr ên kooperatîfekî çandinî hertim bi rengekî biçûk li jinan dinêrî û peyvên zayendperest bikar dianî. Çiqas ew mêr ji ber van nêzîkatiyan hatibû rexnekirin jî, wî zêhniyeta xwe neguhert, heta ku ew tevlî semînerek li ser mijara Şoreşa Jinan li Rojava bû. Bi bandora vê semîner û destkeftiyên têkoşîna azadiya jinan êdî wî helwesta xwe guhert û êdî hewl dide bi rêz nêzîkî jinan bibe.

Xwendina pirtûkên Rêbertiyê

Di heman demê de li qada Şoreşa Rojava jî pêngavekî nû ji bo xwendina parêzname û pirtûkên Rêbertiyê hatiye pêşxistin. Beşdarên komên xwendinê li komînên xwe an jî li meclîsên gel û saziyên jinan heftiyê carekê dicivin. Li gorî beşdaran pirtûk an bi zimanê Kurdî an jî Erebî tên xwendin. Piştî xwendinê ew pirsgirêkên xwe yên malbatî, civakî û pêkanîna Xweseriya Demokratîk dinirxînin û di ronahiya perspektîfên Rêber Apo de rêyên çareseriyê nîqaş dikin. Jinên ku li herêmên cûda yên Bakur û Rojhilatê Sûrî tevlî van komên xwendinê dibin, dibêjin ku ew ji van kombûnan gelek sûd werdigirin. Li vir jî em dibînin ku serwextbûna li ser dîrok, çanda herêmê, pîvanên Civaka Exlaqî û Polîtîk, wateya malbata demokratîk û Hevjiyana Azad guhertinên erênî di jiyan û têkiliyan de bi xwe re tîne. Di encama çalakî û pêşketinên cihêreng ên ku di sala borî de bi hemleya gerdûnî ya ‘Ji Rêber Apo re azadî’ pêk hatin, em dikarin bêjin ku heqîqeta ‘Bê Serok jiyan nabe’ êdî bûye ‘Bi Serok re jiyaneke azad pêkan e!’