Rêjîmên dîktator, mêtînger û faşîst gelek caran pirtûk qedexe kirine û şewitandine. Ji ber ew ji hêza pirtûkan û ji ramanên ku bi xwendina pirtûkan re belav dibin ditirsin. Di serdema serweriya teknolojiyên dîjîtal de jî di jiyana me de pirtûk her diçe kêm dibin. Êdî piraniya mirovan nema cih û dem ji bo xwendina rojname, kovar û pirtûkên heqîqî vediqetînin. Ew li ser lingan, li her derê û her dem medyayên dîjîtal dişopînin an jî nivîs li ser amûrên teknîkî di ber çavan re derbas dikin.
Her diçe zehmet dibe ku mirov bikare agahiyên rast û şaş ji hev derbixe an jî di nava lez û stresa jiyanê de li ser pirsên felsefîk, armanc û xeyalên siberojê kûr bifikire û nîqaş bike. Lêkolîn destnîşan dikin ku mirov her diçe zêdetir wext bi xwendin an jî şopandina çavkaniyên înternetê derbas dikin. Lê belê kabîliyeta mirovan a fêhmkirin û têkildarkirina naverokê bi jiyanê re her diçe kêmtir dibe. Lewma pirsa ‘em çi dixwînin û çawa dixwînin?‘ gelekî giring e.
Xwendin têgehiştin û zanîn e
Di zimanê Kurdî de peyva xwendinê ji bilî xwendina nivîs an jî pirtûkan, wekî têgehek ji bo fêrbûn an jî gotina stranan jî tê bikaranîn. Ev pênase nîşan didin ku xwendin di cewherê xwe de wateyên têgihiştin, zanîn û wêjeya devkî jî dihewîne. Dema em pirtûkekê bigirin destê xwe, tiliyên xwe li ser rûpelan bigerînin û dest bi xwendinê bikin, wê gavê fikir, hest û ruhê me dikevin liv û tevgerê. Şaneyên mêjiya me zindî dibin. Hêza me ya fêhmkirin û şîrovekirinê kûrtir dibe. Kabîliyeta me ya xeyalkirinê û xwe îfadekirinê dewlemendtir dibe. Carna pirtûkek dikare bibe dermana êşên me. Carna jî pirtûkek ji me re asoyên nû vedike an jî dikare me bibe cîhanên cihêreng. Hinek pirtûk bûyer û kesên ku bi salan di binhişê me de veşartî tînin bîra me. Bi xwendina pirtûkên dîrokî re, em dikarin serdemên cûda yên dîrokê bijîn. Hingê em dikarin êş û kêfxweşiyê, lêgerîn û hewldanên mirovên wê demê pêbihesin û bi wan re bikevin nava danûstandinê. Hinek pirtûk jî dibin sedem ku em derbarê heqîqetê de dest bi lêpirsînên bingehîn bikin û di jiyana xwe de gavên nû bavêjin.
Di wêjeyê de lêgera jinan
Di vî warî de mînaka du romanên di sedsala 19’an de hatine nivîsandin tên bîra min. Van romanan nûjenbûna xwe hîn winda nekirine. Yek ji van, romana nivîskar Charlotte Perkins Gilman a bi navê Welatê Jinan e. Dema min ev pirtûk xwend, min bi kûrahî fêhm kir rastiya jin û jiyanê di bin bandora zêhniyet û pergala baviksalarî de çiqas hatiye berovajîkirin. Li şûna kesayeta jinê ya bindest û belengaz, em di çîroka welatê jinan de hêza xwezayî, adîlane û afirîner a jinan di rêvebirina civakê de dibînin. Her wiha romana nivîskarê Rus Nîkolay Çernîşevskî bi navê Çi bikin? bi rengekî balkêş qala lêgerînên azadiya civakê û hevjiyana azad dike. Nakokiyên pergala desthilatdar û civaka kevneşop dibin sedem ku jina bi navê Wera şêwazekî nû ya têkiliyan û jiyanê biceribîne. Hewldana wê ya avakirina kooperatîfeke jinan a dirûtinê dibe gava destpêkê ji bo hûnandina torên aboriya komînal û civaka exlaqî û polîtîk. Azwerî, lêhûrbûn û rêbazên afirîner ên Wera, îro jî dikare di gelek aliyan de ji bo avakirina rêhendên netewa demokratik îlhamê bide me.
Manîfestoya Şaristaniya Demokratik
Di sedsala 21’an de 5 beşên Manîfestoya Şarestaniya Demokratîk ên Rêber Apo bûn îlhama pêkanîna paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê di rastiya şoreşa Kurdistanê de û nexşeya rê ji bo avakirina neteweya demokratîk û xweseriya demokratîk li Rojavayê Kurdistanê. Her wiha xwendina biyografiya pêşenga Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê Sakîne Cansiz a Jiyana min hertim şer bû, hişt ku nifşên nû derbarê têgehiştin û dîroka şoreşa jinê li Kurdistanê serwext bibin. Balkêş e ku Sakîne Cansîz dibêje gavên yekem ên rêxistinkirina Tevgera Azadiyê li Kurdistanê, bi avakirina komên xwendinê hatine avêtin. Xwendekar bi kelecan û hezkirineke mezin ketin pey pirtûkên bi ramanên nû, da ku ew bikarin bingeha dîrokî û zanistî ya şoreşa Kurdistanê bi tendirustî ava bikin û kesayetên xwe bigihînin asta mîlîtanên şoreşger. Îro jî pirtûkên Rêber Apo û Sakîne Cansiz hem ji bo civaka Kurdîstanê hem jî ji bo gelek kesên azadîxwaz, li welatên din ên cîhanê bûne rênîşanên avakirina jiyana azad û bi rûmet. Lewma jî ne tesaduf e ku ev pirtûk li kêleka pirtûkên nivîskarên wêjeya cîhanê yên wekî Dostoyevskî û Paulo Coelho, di nava pirtûkên li Mala Xwendinê ya Ş. Nagîhan Akarsel ên herî zêde tên xwendin de cihê xwe digirin.
Mala Xwendinê ya Şehîd Nagîhan Akarsel
Çîroka Mala Xwendinê ya Ş. Nagîhan Akarsel a ku di salvergera şehadeta wê, di 4’ê Cotmeha 2023’an de li taxa Şêxmeqsûd a Helebê hatiye vekirin, destnîşan dike ku îdîaya gelemperî ku dibêje ‘çanda xwendinê nemaye’ an jî ‘hezkirina xwendinê kêm bûye’ ne rast e. Dema ku Navenda Lêkolînên Jineolojiyê ya Helebê beriya 2 salan di festîvala çand û hûnerê ya Ş. Berçem de pêşangeha pirtûkan vekiribû gelek kes – bi taybet jî jinên ciwan – meraqeke mezin nîşan dan. Gelek kesan diyar kirin ku ew ji xwendinê gelek hez dikin, lê belê ew an ji ber rewşa şer û dorpêçê nikarin pirtûkan peyda bikin an jî ew cihekî bêdeng ji bo xwendinê nabînin. Wiha endamên Navenda Lêkolînên Jineolojiyê li taxa Şêxmeqsûd dest bi xebatên avakirina Mala Xwendinê kirin. Gelek kesan guman kiribûn gelo ev projeyê wê ser bikeve an na. Lê belê çawa lêkolînvana Jineolojiyê, têkoşer û nivîskar Nagîhan Akarsel tevî gelek astengan, di pêkanîna xeyala xwe ya sazkirina Pirtûkxaneya Jinên Kurd de bi israr bû û bi ser ket. Vekirina Mala Xwendinê ya Ş. Nagîhan Akarsel jî bi ser ket û ev mal bûye navnîşaneke nû ji bo xwendevanên keç û xort ên li bajarê Helebê.
Her roj bi dehan jin, mêr, xwendekar û zarok tên Mala Xwendinê. Ji ber li wir ew dikarin dûrî stresa rojane, qelebalixa li mal û bajêr yek ji pirtûkên çîrok, helbest, dîrokî, çandî an jî felsefî yên pirtûkxaneyê vekin û bixwînin. Ew li wir cih, dem û çavkanî peyda dikin da ku bikarin fikir û asoyên xwe vekin, cîhanên nû keşif bikin an jî ji bo ders û ezmûnên xwe bixebitin. Bi hezkirina xwendinê, gelek ji wan dikarin êdî armanca xwe ya siberojê zelaltir diyar bikin. Weke jineke xwendekar rave dike: ‘Ez dixwazim xwe pêş bixim, ji bo ez rûpelên nû di jiyana xwe vekim û ez bikarim tevî hevalên xwe rûpelên nû di dîroka azadiya gelê xwe de binivîsim.’