Rûdanên li Rojhilata Navîn me ecêb nahêle. Ji ber ku ev qad kirine navenda siyaset û şerê xwe yê kirêt. Ji bo wê jî her roj an hin gotinan davêjin holê û her kesî pê mijûl dikin, an bi awayekî plankirî êrişî hin welatan dikin, an jî hin kesên ku êdî pêwiste ji holê rakin dikujin. Kuştina Îbahîm Reîsî û wezîrê derve Ebdullahiyan û kesên pê re jî yek ji wan lîstikên dijwar û kirêt a vê feraseta zilamsalarî ye. Em wek jin û tevgerên jinan bi ti awayî ji fêlbazî û siyaseta hişmendiya qirker a zaliman ne xerîb in. Bi salan ji dûr ve wek neyarên tund, diranên xwe ji hev re tuj dikirin û dikin, lê yên ku herî zêde li ser jin û civakê bi kûrahî li hev kirin dîsa ew feraseta şerxwaz bû.
Berjewendiyên wan berdewam ew anînîn cem hev, “planan wan ew kirin bira, şer ew kirin hevkar, siyasetê ew kirin dost, êrişan ew kirin qehreman.” Me di şoreşa jinê ya bi felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” de helwesta hemû dewlet û desthilatan dît, ka çawa durûtiyê dikin û tenê daxuyanî didin. Ti tiştek nekirin û rastiya hevkariya xwe ya bi dewleta faşîst û dagirker Îranê re nîşan dan. Dema ku ez vê dibêjim bi wateya bendewariyê, an jî bila li Îranê tiştekî bikin nabêjim. Hemû hevdîtin û nîqaş, têkiliyan ji bo ku dewlet li ser piyan bimîne bi rê ve dibin.
Her gavek bi serê xwe şoreş e
Ji ber ku şoreşa jinê destpê kir û hîn jî berdewam e, her gaveke guhertinan, mezin an jî biçûk bi serê xwe şoreş e. Lê eger ew hewldanên dewleta dagirker a Îranê li ser piyan bihêlin neban, bi serhildanên yek sal zêdetir ku bi xurtî bi rê ve çûn, wê guhertinên mezin çêbûban. Dîsa jî jinan û ciwanan, hemû gelan xeleka ji yekitiyê ava kir, stûnên dewletê hejandin û hin ji wan jî rûxandin. Ev rûxandin hîn jî berdewam e. Hin kes an jî aliyên siyasî bi hin gotinan qaşo dewlet û dîktatoriya Reîsî û pergala dagirker rexne dikin, lê di wan rexneyan de mirov dibêje qey bendewarî heye. Bendewariya ji dîktatoran, an gotinên “çima filan tişt nekirin” li dijî armancên kes û civakên şoreşê dikin e. Nabe ti kes bêje “çima dewletê ev nekir”, an jî bêje “çima ev xirabî kir”. Dewlet û desthilata wê, tenê dizanin xira bikin û ji holê rakin. Ma gelo dibe mirov ji wan hêvî bike û tiştan ji wan bixwaze? Mirina Reîsî û Ebdullahiyan ne qeza ye. Ev bi awayekî diyarkirî hatiye plankirin. Dibe ku di nava desthilata dewletê bi xwe de jî hin aliyan ev kiribe, an jî ji derve hatibe kirin, ferq nake. Êdî hewcehî bi ji holê rakirina hin kesan tê dîtin û kuştina wan jî ne zehmet e. Bi taybetî jî ji destpêka şoreşa Jinê heya niha bi kuştin, îdam, êşkence û her tuhmetî, xwestin ji sedan jin û ciwanî tolê hildin. Reîsî û dewleta wî ji vê berpirs bû.
Dema ku ji wê zêdetir nikare erka xwe pêk bîne, pêwiste bemire. Ji ber ku dewlet temsîl nekir. An jî em berovajî wê jî dikarin bêjin, jixwe di nava dewletê de çend alî çêbûbûn, dibe ku daxwazên Reîsî ji hin aliyan cuda bûn. Hesabên zilamên kirêt û zalim, dek û dolabên wan kûr û dûr in.
Niha her kes bi mirina wî re tiştek dibêje. Şerê serdest û dîktatoran di vê serdemê de modela xwe ev e. Gelo ev tên wateya guhertinê? Bêguman guherîn çêdibin! Lê rizîna netewe dewletan mijarek giring e. Rêber Apo bi berfirehî netewe dewletan dinirxîne, bi taybetî jî çima netewe dewlet nikarin li Rojhilata Navîn mayinde bin, bi rengekî berfireh û zelal datîne holê. Çanda vê herêmê qet rê nade ku netewe dewlet wek tê xwestin bimînin. Her çiqasî di Rojhilata Navîn de bingeha serdestiyê hebe jî, lê li dijî vê serdestiyê ew çanda kevnar her tim di nava berxwedan û têkoşîna de bû. Weke çîroka Şahmaran ku rastiya dîrokî ya têkoşîna jinê, civak û serdestiyê nîşan dide. Ji ber pergala qral a li ber tinebûnê ye dixwaze xwe ji wê rewşê rizgar bike, daxwaza goştê Şahmaranê dike. Şahmaran xwedawenda şîfa, hezkirin û şer e. Li hemberî zilamsalarî li ber xwe daye. Bi civaka ku li derdora wê kom bûyî, ji bo parastinê berê xwe daye çiya û şikeftan. Ma gelo bûyerên îro û ev dîrok bişibin hev? Bê guman! Dewleta rizî ya Xameneyî, Reîsî û saziyên wê, ji bo xwe nû bikin, xwîna bi hezaran jin û ciwanan vexwarin û li zîndanan hîn jî vê dikin. Bi wan kiryaran jî nekarîn pêşiya têkoşîn û berxwedanê bigirin. Ji ber îradeya jinê û daxwaza wê ya azadiyê bê dawî ye. Wê hêrs û aciziyê ew perçe kir. Em dibînin ku li cîhanê pergala serdest û dagirker, bi ji holê rakirina hin kesan dixwaze hin guhertinan çêbike.
Divê em bi fikir û têkoşîna xwe ji bo nûbûn û guhertinan kar bikin. Li hemberî hemû pêşketin û pêşveçûnên jinan û civakê, desthilatdar rojevekê ava dikin û dixwazin her kes bi wê re mijûl bibe da ku armanc û têkoşînê ji bîr bibe. Hemû civak, bi taybet jî em jin, qet nabe ku li pey rojevên wan biçin, an jî zemanê xwe bi tiştên ku ew diyar dikin winda bikin. Sedî sed pêwist e ku em xwedî nêrîn û dîtineke wan rojevan bin, derew û lîstikên wan eşkere bikin, lê rê nedin ku me bi xwe re mijûl bikin, an jî pêşiya têkoşîna me bi wî awayî bigirin.
Li dijî jinan hêrsa rejîmê
Ji ber ku jin li Îran û Rojhilatê Kurdistanê li ser rêya azadiyê gavan davêjin û têdikoşin, bedelên mezin didin. Yek ji kesên ku herî zêde ji bo jinê asteng bû, qanûnên fetisandinê destek dikir û pêk dianî Reîsî bû. Xameney û Îbrahîm Reîsî, meclîsa xubrêgan, meclîsa welayetê Feqî, meclîsa formalîte ya parlamenterî hemû xelekên hişmendiya zalimtiyê ne ku li derdora jin û civakê ava kirine. Şoreşa jinê şoreşa çandê, şoreşa hûnerê, şoreşa siyasetê, şoreşa cavakbûnê ye. Fikir û felsefeya Rêber Apo bi manîfestoya Civaka Demokartîk alternatîf e ji bo jinan û hemû gelên li welatekî wekî Îranê. Hêrsa rejîmê li hemberî jinan û ciwanan bi sêdare û xistina girtîgehan, êşkenceya derûnî û fîzîkî ev rastî raxist ber çavan. Lîstikên wan çi dibin bila bibin, her kes û kom, pêwist e zêdetir li derdora jinan û şoreşa jinê kom bibin û xwe rêxistin bikin. Eger pergala xwe birêvebirinê ava bikin, dikarin pêşî li desthilat û dîktatoriyê bigirin. Dikarin hevkarî û xiyanetê ji holê rakin, kuştin û êşkenceyê bidawî bikin. Wekî din em bêjin Reîsî ev kir, Xameneyî ev kir, leşker xweza û civakê talan dikin, çek û teknîk her tiştî qir dike, wê çaxê em ê tenê giliyan bikin. Mirina Reîsî wisa çêbû ku cenazeyê wî şewitî. Ez dibêjim eger neşewitîba axê ew nedipejirand, ji ber ku axa pîroz qirêjiyê di nava xwe de napejirîne. Ew hişmendî û destên wî, bedena wî hemû beşek ji wan gunehên ku li hemberî jin, ciwan û civakê kiribû. Ji ber wê jî cihê wê qirêjiyê li nava axê nebû.
Hebûna wan kesên bi vî rengî çawa belaya serê mirovan e, mirina wan jî belaya serê axê ye. Axa ku ji nû ve jiyan tê de destpê dike, talankerê xweza û mirovahî di hembêza xwe de nahewîne. Şewitîna wan di helîkopterê de ne qeza ye. Eger ku bi rengek din jî miriba wê axê ew negirtiba, an jî wê keftaran ew derxistiba. Hesabê xwe lazime bidin, lê çawa? Bêyî ku giringî ji wan re bê dayîn, navê wan bê anîn, bêyî ku cidî bên girtin pêwist e ku jiyana azad bi têkoşîn û berxwdana herî mezin esas bê girtin. Her valahî û derfet jî bê rawestan bên dîtin û bi kar anîn, şopandina hemû gavên desthilatdaran û ji bo derbeyê giran lêdanê jî divê em xwedî bername bin. Civaka Îranê û Rojhilatê Kurdistanê wê bi pêşengiya jinê xeta sêyemîn wekî alternatîf ava bike. Dewlet vê dizane û bi hemû fêlên xwe bi siyaseta qirêj dixe meriyetê da ku pêşî lê bigire. Hişyarbûn û nehiştina derfet û zemînê, wê derbên giran li dewleta faşîst a dijî jin û mirovahiyê Îranê bide.
Xebatên bi pêşengiya KJAR’ê
Weke Komelgeha Azad a Jinên Rojhilatê Kurdistanê-KJAR’ê heta îro di kar û xebatên xwe de gelek gav avêtine. Bi têkoşîna xwe ya bi salan, em li Rojhilat û Îranê têkoşîneke nû bi feraset û nasnameya nû ya jina têkoşer ava dikin. Niha jin bi nasnameya xwe ya siyasî û leşkerî, civakî û çandî beşdarî her tiştî dibin. Li milê din sekna şehîda leheng û hevala hevalan Sara di hemû girtiyan de îrade û ruhekî qet naşikê çêkir. Hevrê Zeyneb û Wirîşe, Pexşan û hemû girtiyên din jî wê xetê didomînin. Lewma dewlet bê çare kirine. Gelek sazî, komîte, komxebat û konferans, saziyên têkoşînê ava bûne. Bi beşdariya jinên ji neteweyên din hevbeş kar tê kirin ku ev jî yekîtî û hevkariyê nîşan dide. Ruh û fikrên kolektîf bi pêşengiya KJAR’ê derket holê û wê her biçe mezin bibe. Gelek biryar û planên ku wê di pêşerojê de hîn zêde astê xebat û têkoşînê bilind bike hatin girtin. Ji bo wê xwe û nasnama xwebûnê kirina bingeh wê li gel azadiya jinê, Kurdistanek azad û Îranek demokratîk li ser hîmê yekitiya gelan ava bike. Em bi rojevên têkoşîna ji bo azadiyê mijûl in, ne bi guhertinên desthilatdar ji bo hêrs û berjewendiyên xwe dikin. Mîmarê vê felsefe û bîrdoziyê jî Rêberê azadiyê Rêber Apo ye. Ji bo ku em xwe bigihînin wê asta ku em dikin armanc û îdîa dikin, pêwist e ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşînê mezin bikin. Erê rojeva me azadiya Rêber Apo ye, ku azadiya me hemûyan jî bi vê heqîqetê ve girêdayî ye.