Gurbet Aydin, an jî bi navê naskirî, Hozan Mizgîn… Jina ku karî huner û şoreşgeriyê di nav reqs û ahenga hunerî de bihone. Dengê ku bi awayek herî xweş karî bixemilîne û wek dengê heloyan bi hêz li asoyên dûr ên welat olan bide. Dengê ku bi rengê resen ê jina kurd diçirskî, xwe geh li çiyayan û geh jî li deştan dida û bi rengê kenên jinên kurd dixemilî… Ev deng bû, dengê serhildana jinê! Dengê raperîna jina ku bi sedsalî li pişt rûpûşên tarî nixûmandî…
Destanên qehremaniya jinê
Gurbet Aydin bi navê rêxistinî Hozan Mizgîn di sala 1962’an de, li gundê Bileyder a Êlihê tê dinyayê. Ew hîn di temenê xwe yê ciwan de Tevgera Azadiyê nas dike û tevlî nav rêxistinê dibe. Hîn di wî temenê ciwan de, bi dengê xwe yê resen cihê xwe di dilê her jin û kesekê de digire û dibe yek ji dengê xweş û resen ê çiyayên azad. Di sala 1980’an de, dema ku darbeya leşkerî çêdibe, ew bera xwe dide çiyayên Kurdistanê û li vir, li gel têkoşîna xwe ya gerîlatiyê xebatên girîng ên di qada çand û hûnerê de jî dimeşîne. Şehîd Mizgîn li gel xebatên xwe yên hunerî dest bi perwerdehiya bîrdozî û rêxistinî jî dibe û qada Rêbertiyê wek dibistanek mezin dibîne û li gor wê tevlîbûn dide çêkirin.
Ji bo ku bikaribe xebatên xwe yên hunerî mezin bike û bi taybetî jî hunera şoreşgerî, di sala 1983’an de bera xwe dide qada Ewrûpa. Li Ewrûpa tevî hevalê xwe yê hunermend, Hozan Sefkan bingehê koma berxwedan tavêjin. Şehîd Migîn bi taybetî bi stranên xwe yên wek “Lo Hevalo”, “Çemê Hêzil” û “Haware Gundîno”, hewl dide bibe dengê demekê ku asta berxwedanê her roja ku diçû berztir dibû.
Dengê stranan êdî li lûtkeya çiyayên welat olan dide
Şehîd Hozan Mizgîn piştî kar û xebatên xwe yên hunerî ku demekê li Ewrûpa birêve dibe, biryara xwe ya vegera welat digire. Hozan Mizgî piştî ku li Ewrûpa vedigere, bera xwe dide Tatwan a Bedlîsê û li wir xebat dimeşîne. Li Tatwanê bi her kesa ku diaxive, xwe digihînê qala têkoşîna gel dike û wan birêxistin dike. Di 11’ê Gulana 1992’an de, di mala ku dimîne de tê dorpêçkirin û ew li hemberî banga leşkerên tir a “xwe radest bike” bersiva heya dawî berxwedanê dide. Hozan Mizgîn ne tenê teslîm nabe, belku di encama pevçûnek dijwar de berxwe dide û heya guleya xwe ya dawî şer dike, bi guleya xwe ya herê dawî jî, dawî li jiyana xwe tîne û digihe karwanên nemiran.
Belê ev efsane an jî çîrok nîne ku em qalê dikin; belku rastiyek dîrokî ya ruhê berxwedêr a şervanên Apoyî ye ku li hemberî dijmin serî natewîne û heya guleya xwe ya dawî şer dike, ji mirinê re rê nada… Serpêhatiya jinên kurd e, jinên ku tola bi hezarî salan, êşên xwe di nav restikên stranên xwe de dihonin û dikin dengê têkoşîn û berxwedan ê.
Ew ê berxwedana jina kurd herkeseke vê herêmê matmayî bikira. Bajar ew ê bi şînê biketa û dayîkan reş bigirêda… Ew ne çîrok an jî destanek bû ku ji wan re dihate gotin; ev heqîqeta berxwedêriya Apoyî bû ku bi serê çavên xwe didîtin, dîjîn. Wê dayîk xwedî li şêre jina berxwedêr derbiketina, ew di nav tilîliyên xwe de bişoştana û dovre li ser milen xwe hilbigirtana û di nav siloganan de weşartibana!… Şehadeta wê ne tenê jin, tevahiya gelê Tatwanê xemgîn kir. Ji ber ku di serî de jin, gelê Tatwanê berxwedêrek xwe ji dest dabû!
Ruhê fedaî ku ew ê bandor li têkoşîna jina kurd bikira
Hozan bizgîn ne tenê bi dengê xwe yê zelal belku bi berxwedan û ruhê xwe yê fedayî ew ê nîşanê herkesekê bikira ka çawan dive xebat bê meşandin, têkoşîn bê dayîn. Ew ê pêşanê dost û dijmin bida ka girêdana bi xeta Apoyî yanî çi û çawan divê ev xet bê parastin! Ji ber wê ye ku ew ê yek ji damezînerê Partiya Karkerên Kurdistan PKK’ê Alî Heydar Kaytan ji bo Hozan Mizgîn wiha bibêje; “Ew jinek, şoreşgerek û hunermendek bû. Di heman demê de mirov dikare wê wek ‘zanaya êşan’ jî pênase bike.” Kesên ku şahidiya wê demê kirine, didin zanîn ku bi hatina Hozan Mizgîn a wê herêmê di Tatwanê de guhertinek mezin çêdibe. Ji ber ku feodalîzm li ser civakê pir bi awayek hişt dihat hîskirin, jin hema bêje şerm dikirin navê xwe bînin ziman û derkevin derveyê mal ê. Lê, Hozan Mizgîn bi sekin, nêzîkatî û şêweyê axaftina xwe ya bi xwe bawer, bandorek mezin li ser jinan dide çêkirin û dihêle ku ev xwe bawerî di nav jinan de jî pir zû pêş bikeve. Helbet ne tenê di jinan de, di nav ciwanan de jî rê li guherîn û veguherînê vedike.
Bi terzê xwe yê kar guhert û da guhertin
Bi hatina Hozan Mizgîn a li Tatwanê re di nav gel de guherîn ber bi çav çêdibin. Herkes pê keyxweş e; ji ber ku ew wek jinek zana, têgihiştî û xwedî zanebûna şoreşgerî derdora xwe zû bandor dikir û vê jî dihîşt ku baweriya bi guherînên bingehîn ên di nav civakê de pêş bikevin, pêşdarazên ku di derbarê jinê de hebûn ji holê rabin. Bawerî nago xwe bawerî di nav jinên herêmê de bibo mifta sereke ya xwe beştarkirina xebatê. Ev guherîn ne tenê di jinan de belku roj bi roj di ciwan û zilaman de jî pêş diket. Ji ber wê çendê bû ku jin, ciwan û her kesê ku ew nas dikin, navê wê bihîstibûn, bi şehadeta wê hejiyan.
Ji ber vê berxwedana Hozan Mizgîn bû ku gelek kesan da ser vê şopê; jinan di xwede hêzek mezin a têkoşînê dît û ew bû hêza îlhamê ji bo xebata demdirêj a li pêş jinên Kurd. Herkes li wê jina fedakar, bi hêz, xwedî vîn û berxwedêr bandor dibû; vê jî dihêla ku têkoşîna gel a pêl bi pêl ber bi serhildana gel we diçû mezin bibe. Helbet ne tenê gelê Tatwanê, belku ji hemû jinên Kurdistan û Tirkiyê re bû îlhama têkoşîn û wêrekiyê.
Ji ber têkoşîn, qehremantî û pêşengiya jinên wiha wêrek û xwedî vîn bû ku îro jinan karî henase bikşînin. Ev rastî bo ku hîşt zilam jî li hemberî heqîqetek wiha ya bi hêz gav paş de bavêjin. Ger îro têkoşîna jinên Kurd li çar beşên Kurdistanê wiha mezin bibe û dengê “Jin Jiyan Azadî” sînorên Kurdistan û herêmê bihorîbe, ev saya berxwedêriya bi dehan jinên wiha qehreman e.
Pêşenga xeta Apoyî
Li gor hevalên têkoşînê yên şehîd Mizgîn, Hozan Mizgîn di nav refên têkoşînê de xwedî pîvan û rêgezên Apoyî bû û ji van taybetmendiyên xwe jî tu caran tawîz nedia. Ew xwe wek zarokê vê şoreşê dibîne; ji ber ku hîn di temenê ciwantî de di nav vî hest û mêjiyê Apoyî de dipije û pêş dikeve.
Di wan salan de li Garzanê gelek şehadet tên dayîn, qad tê girtin, lê ew ê bi çûna Hozan Mizgîn pêvajoyek nû ya têkoşîna bihata destpêkirin. Piştî Kongreya 4. Ya PKK’ê Hozan Mizgîn tevî çend hevalên xwe bera xwe dide vê qadê. Qada ku demekê bi giştî xebat lê hatibû sekinandin, bi çûna Hozan Mizgîn re ket pêvajoyek nû ya têkoşînê. Lê belê ji ber rewşa giran û êrîşê dijmin ên dijwar hevalên li cem Hozan Mizgîn bi gelemperî şehîd dikevin. Şehîd Mizgîn piştî şehadeta hevalên xwe bi tenê dimîne, lê dest xebatên xwe bernade û li bajar jî kar û xebatek girîng dide meşandin. Hozan Mizgîn wek fermandara Eyaletê erk digire; vê erkê yekser Rêbertiya Partiyê dide. Ew jî bi vê berpirsyariyê erka birêvebirina eyaletê digire ser xwe û kombûnek di vê qadê de dide çêkirin. Jixwe xebatê xwe nîv li çiya û nîv jî li bajar birêve dibe.
Hozan Mizgîn dema ku li Tatwanê xebat dimeşîne, li mala ku tê deye tê dorpêçkirin, tenê demanceya wê li ser e û ji bo nekeve dest bi awayek fedaiyane dawî li jiyana xwe tine. Bi vê sekna xwe jî xeta fedaî ya Apoyî pêşanê herkesekê da û hîşt ew ruhê berxwedêr her bê parastin û wek mîrateyekê heya roja me ya îroyîn bê.
Belê, Mizgîn Hozan bû! Hozana ku bi dengê xwe restên têkoşîna xwe honand. Bû dengê ahenga xebat û têkoşîna jinên Kurd. Bû rengê serhildêriya ruhê ciwan ê Apoyî! Mizgîn têkoşer bû, bi têkoşîna xwe tovên vîn û berxwedêriyê li ser vê axê çand û bû strana pêşerojên azad ên jina Kurd…
