Parêzvan û dayika Şengalê Dayê Kinê

- Berîtan ZAGROS
376 views
Kok zûbizû kor nabe, çiqas kûr be, ewqas bihêz e. Di civakê de jî di xwezayê de jî peyva ‘Dayik’ kok e. Her tişt li ser wê kokê mezin dibe û şîn dibe. Ji ber vê ye di zanista ziman de jî di çand û baweriyan de jî peyva ‘Dayik’ tê wateya ya esasî, lewma pîroz tê dîtin. Ji ber dayiktî tenê diyardeyek e biyolojîk nîne, li gel wê jî digire nava xwe, xwedî wateyeke kûr e.

Li her derê wisa be jî lê herî zêde li Rojhilata Navîn û Kurdistanê dayik pîroz tê dîtin. Jin piştî digihin temenekî, li gelek deverên Kurdistanê dibin xwedî statûyeke taybet, rêz lê tê girtin. Êzidî ku weke koka Kurdan tên qebûlkirin, hîn bi çanda Dayîkê dijîn û kevneşopiya xwedawenda dayik didomînin. Dayikên ku xwe bi cilên spî dipêçin di nava civakê de xwedî gotin in û rêz ji wan re tê dayîn, weke stûnên parêzvanên çand û baweriya Êzdayetiyê têne dîtin. Ji ber vê gelek jinên berxwedêr, zana, koçek û pêşeng îro ji aliyê civakê ve pîroz têne dîtin, weke perestgeh in. Dema dimirin jî ji bo civakê dibin ziyaretgeh. Dayê Gulê, Dayê Erzan, Xatûna Ferxa û gelek jinên din tenê çend ji van in.
Yek ji van dayikên herî berxwedêr jî Dayê Kinê ye. Ew weke dayê Kinê tê nasîn û navdar e lê di rastiyê de weke biyolojîk ti carî zarokên wê çênebûye û nebûye dayikeke biyolojîk. Lê li gel Êzidiyan eger zarokên malekê çênebe xizmek wan zarokek xwe dide wan. Birayê dayê Kinê zaroka xwe ya keç Sosin ya hîn li ber şîr e, dide xwişka xwe û dayê wê weke keça xwe mezin dike. Ancax nebûna xwedî zarok pêşî li hest û wijdana wê ya dayiktiyê negirtiye, berovajiyê wê kiriye ku dayiktiyê ji hemû Şengalê û zarokên Êzidî yên berxwedêr re bike.
Em di rojeke pîroz de ku weke kewna dinyayê qebûl dikin, yanî Çarşema Serê Nîsanê çûn ba dayê Kinê. Me cejna dayê û hevjînê wê mam Silêman pîroz kir, şekirên cejnê dan me. Sohbeta dayê û hevjînê wê yê cotyar xweş bû. Dema me got, em ji bo nivîsandina çîroka jiyana te hatine, dayê Kinê pêşî got, ez nizanim çi bejim, lê helbet em dizanin ew ti carî ti kesî dest vala venagerîne. Ew dilê wê yê tijî rehm, em jî dest vala nezivirandin û dest bi vegotina serpêhatiya xwe kir.

 Ew mîna berdêl tê zewicandin

Dayê Kinê ji gundê Simê Hêstir a Kolkaya Serdeştê ye. Gund li ser gireke bilind e û dikeve ser rêya sereke ya Bakurê Şengalê bi aliyê Qibleta Şengalê ve girê dide. Dayê Kinê li vî gundî tê dinê û dijî. Ji malbateke jêre dibêjin ‘Qonaxa Tawis’ e û ji malbateke mezin tê. Weke hemû zarokên keç ew jî şansê xwendinê nabîne û ji xwe li gund jî dibistan nîne. Lê dayê dibêje, eger têgihiştina niha li ba min hebûya, min ê xwe fêrî xwendin û nivîsê kiriba.
3 xwişk û 5 bira ne. Di malbateke bê alozî û aram de mezin dibe. Ji derveyî şîn û şahiyan, çûyîna cimayiyan û Laleşê, di jiyana xwe de naçe ti cihekî û tenê li gundê xwe dimîne. Weke piraniya jinên herêmê ew jî ne bi daxwaza xwe dizewice. Lê dayê bi şans e di temeneke pir biçûk de nazewice. Dayê dibêje, birayê wî ji ber dişa wê direvîne, wê jî di berdêlê de bi mamê Silêman re dizewicînin. Dayê dema dizewice 25 saliye û dibêje, li gel ku tundî û zilmeke mezin li ser jinan hebû jî lê hevjînê wê jêre weke heval û dost bû.
Dayê Kinê ji ber ferzkirinên rejîma Baasê neçar dibe li Komelgeha Borikê ya piştre hatiye çêkirin bijî. Li wir ji ber kêmaviyê zêdetir bi sewalkariyê jiyana xwe debar dike. Ji ber dayika xwe di komkujiya Tilizêrê ya 2007’an de ji dest dide û babê wê jî di sala 2014’an de nexweş dikeve, li gel hevjînê xwe vedigerin Serdeştê û alîkariya malbatê dike. Li wir jî bi çandina bostanan hem debara xwe dikin hem jî alîkariyê dide malbata xwe.

Di Cejna Babê Şêx de Ferman rakirin

Dema ferman çêdibe, ew li gorî gelek Êzidiyan bi şans e ku li Serdeşta Çiyayê Şengalê ye. Dibêje, dema ferman rabû Cejna Çileya Havînê ya Bavê Şêx bû, tam jî di vê cejnê de Êzidî bi tenê di nava lepên DAIŞ’ê de tên hiştin. Dayê Kinê dibêje, di cejnê de xiyanet li wan hatiye kirin û wiha behsa wê demê dike: ‘‘Rast e me gelek ferman dîtiye lê bawer im ti ferman mîna vê fermanê nebû. Em ji çi aciz bûn, ew anîn serê me. Ew du meh bûn behsa hebûna DAIŞ’ê û hatina fermanekî dihate kirin lê me bawer nedikir. Ji ber me bawerî dida pêşmergeyan. PDK’ê destpêkê ji bo xelk nereve benzîn li ser Şengalê qut kir, paşê çekên li malan hemû kom kir û em bi temamî bêçek kirin.”
Dayê dibêje, xelkê bi telefonê ji me re got, ferman rabûye û wê bigihe çiyê jî. Lê ji derveyî çiya jî ti hilbijêrekeke wan nebû. Dibêje ‘‘xelkê êdî di lofên Şengalê re xwe digihandin Serdeştê. Lê heya çend rojan jî me, malên xwe terk nekir. Du hevalên jin wê demê hatin ba me û gotin, em bi we ve hatine. Destpêkê ji ber me ew nas nedikirin, em ji wan aciz dibûn. Lê paşê me dît ku bi rastî jî bi hawara me ve hatine. Dema gerîla hatin, weke ku em ji nûve ji dayik bûbûn. Beşek ji xelkê ji Şengalê dihate Serdeştê li dora wê koma hevalan diman, lê beşek jî Şengalê terk dikirin û diçûn. Birayê min çû, lê babê min nexwest biçe. Me babê min ê felc li pişta xwe kir û bir şikeftekî çiya. Em bê av û bê xwarin man. Lê me hewl dida bîrên avê bidin şixûlandin û bi tankan av bibin ji gel re. Xelk ji bê aviyê dimirin, kesê nedikarî miriyê xwe veşêre. Rewşeke pir giran li wir hebû. Babê min jî mirovekî xêrxwaz û xwedî xirqe bû. Wî dixwest em alîkariyê bi herkesê re bikin. Me jî biqasî ji dest dihat, alîkarî dida kesên ji ber komkujiyê reviyane û xwe spartine çiya.”

Ji bo tola Fermanê tevlî kar dibe

Piştî ku gerîla xwe digihîne gel, êdî derbasî xebatên xwerêxistinkirinê dibin. Dayê Kinê ya bi berpirsyarî û hestên xwe yên dayiktiyê rol dilîze û bi xelkê re dibe alîkar, di sala 2015-2016’an de tevlî xebatên xwerêxistinkirinê dibe. Gerîlayên jin jêre dibêjin, ‘’Were em bihevre tola jinên Êzidî hilînin.’’ Wiha behsa wê demê dike: ‘’Hevalan ji me re got, werin bi karkirinê tola jinên Êzidî hilînin. Dema min nû dest bi kar kir, min gelek şerm dikir û ne bisteh bûm. Lê her ku min fêm kir em tiştekî şerm nakin, berovajiyê wê karekî pîroz dikin, wê demê di nava xebatê de çalak bûm. Fikra tolhildanê dibû çavkaniya min a hêzê ku bikaribim bixebitim.’’ Dayê Kinê li gel gerîlayên PKK’ê û komek xwebexşan tevlî ragihandina Meclisa Gel ku bingeha Rêveberiya Xweser pêkdianî, bû. Piştî ezmûnek wê ya baş çêdibe û Rêber Apo nas dike, derbasî TAJÊ dibe. Dayê Rêber Apo wiha pênase dike; ‘‘Fikra Rêber Apo behr e, eger dilopek ji wê behrê bibe nesîbê me jî, em xwe bi şans dibînin. Em berê ji çek ditirsiyan lê niha êdî ev tirsa me nemaye û em dikarin xwe biparêzin.’’

Di bergiriya Xanesor û Digûrê de pêşengiyê dike

Dayê Kinê ne tenê di dema fermanê de, her wiha ji bo Şengal vala nebe û DAIŞ bê şikandin, weke dayikek berxwedêr rol dilîze û li bilindahiyên çiyayan dayiktiyê ji hemû kesên ji ber fermanê direvin re dike, di parastina destketiyên Rêveberiya Xweser û jinan de jî roleke sereke dilîze. Ji ber vê di dema şerê Xanesorê de ku çeteyên Roj dixwazin êrişê Şengalê bikin û dagir bikin, dayê Kinê dibe yek ji wan dayikên ku xwe ji Şengalê re dike mertal û li beramberî gotina wan a; ‘Em hatine we biparêzin,’ dibêje, ‘eger we parastiba hûnê ji vir nerevîban.’ Dayê Kinê wê demê li beramberî çêkirina xendekan, xwe dide ber kepçeyên wan û bi destê xwe xendekan dadigire. Ev berxwedana jin, ciwan û dayikên Şengalê çeteyên PDK’ê neçar dike vekişin. Bi vî awayî roleke gelekî girîng di şikandina planeke li dijî Şengalê de dilîze. Dayê Kinê di şerê Digûrê ya dijî li hêzên Iraqê de jî şervanan bi tenê nahêle, çek radike û nuqteyên asayîşê diparêze. Tevî hemû israra şervanan jî Dayê wijdana wê qebûl nake wan tenê di nava şer de bihêle û biçe. Li gel ku pasa wan ji Sinûnê derdikeve jî, Dayê Kinê seyareyê dide sekinandin û dibêje ‘’wijdana min qebûl nake em zarokên xwe tenê di çeperên şer de bihêlin û biçin malên xwe.’’ Jina ciwan a bi navê Sara jî piştgirî dide dayê û vedigerin gel şervanan. 

‘Ez ê heta dawî ji bo Êzdîxanê têbikoşim’

Dayê Kinê îro jî têkoşîna xwe didomîne. Di protestoyên li dijî êrişên dewleta Tirk, merasîmên şehîdan û çalakiyên li dijî pîlanên li dijî Şengalê, li bereya herî pêş e. Herî dawî dema Iraq êrişê şervanên YBŞ’ê dike û 5 şervan dîl digire, Dayê Kinê mîna zarokek wê hatibe girtin, xwedî li wan derdikeve. Mil bi milê dayikên şervanan û dayikên din ên berxwedêr li dijî zilma Iraqê ya li Êzidiyan tê kirin radibe û hesab dixwaze. Dayê ku xwedî kesayeteke sade ye û naxwaze zêde behsa ked û têkoşîna xwe bike, dibêje ‘heya niha di demên herî zor û zehmet de min ti carî xwe nedaye paş û ez ê heya nefesa xwe ya dawiyê jî ji bo Êzdîxanê têbikoşim.’ Ev hêza wê ya têkoşînê ya bê dawî û bi îstîqrar helbet bala mirov dikişîne û jê dipirsim, tu vê hêzê ji ku digirî. Li ser vê pirsê çavên wê tijî dibin. Lê axaftina xwe jî dewam dike û dibêje, ‘‘Dîlketina jinên me ti carî ji bîra min naçe. Bi taybet dema ez serpêhatiya jinên ciwan ên ji destê DAIŞ’ê rizgar bûne guhdar dikim, hêrsa min pir zêde dibe û dilê min diêşîne. Ma kî dikare wê xiyanetê ji bîr bike! Dema min bihîst goştê zarokên wan bi wan dane xwarin, nikarim weke ku tiştek nebûye bisekinim. DAIŞ jinên li gorî xwe spehî didîtin, ji bo emîrê xwe dixwestin bibin. Lê gelek jinên ciwan ji bo vê xwe kuştin. Tevî ku mirine jî dîsa tecawizê cenazeyê wan kirine. Ji bo tola wan rakim, ez kar dikim. Çiqas kar dikim jî dilê min hîn jî hênik nabe. Hinek zarokên hatin rizgarkirin ji min re gotin ‘Dayê’. Ev gotina wan hîn jî di guhê min de ye. Ez heya bimrim jî van serpêhatiyên zarokên me ji bîr nakim. Ji ber ez wan tev weke zarokên xwe dibînim.”

‘Dixwazim Rêber Apo li Çiyayê Şengalê bibînim’

Dayê dibêje, êşa ku dikişîne îradeya wê xurt dike û dixwaze bi vê xebatê tola keçên Êzidî hilîne û dibêje, ‘‘Min gelek serpêhatiyên bi êş ên jinan guhdar kiriye û gelek egîd jî naskiriye. Şehîdgeha me tijî qehraman in. Ew ne bê xwedîne. Ji bo pariyek nan û qurtek av ji zarokên me re peyda bikin, şehîd bûn. Em ê hesabê fermanê jî û hesabê van şehîdan jî ji PDK’ê û dijmin bixwazin. Em ê bi kar û xebatên xwe tola wan rakin.” Dayê herî dawî dibêje, ew ê heya dawiyê kar bike û ji bo parastina Êzdayetiyê serî bide jî wê nesekine. Dayê gotina xwe wiha dawî dike ‘‘Dixwazim Rêber Apo li Serdeşta çiyayê Şengalê pêşwazî bikim’.