Ziman mafê min ê mirovî ye

- Nesrîn NAVDAR
281 views
Ziman yek ji amûra bingehîn û herî pêwîst a civakîbûnê û ya ragihana di navbera mirovan de ye. Dîsa yê ku neteweyê dike netewe ziman bi xwe ye. Di dîroka mirovahiyê de bi hezeran ziman çêbûne û dîsa bi hezaran jê wenda bûne û mixabin bi hezaran netewe jî bi pê re wenda bûne. Gelo ji bo em dîroka çêbûna zimanan û pê re sedemên wendabûna wan hîn bibin derfetên teknolojîk ên vê serdemê têrî dikin? Helbet bersiva wê ‘na’ ye.

Tenê em vê dizanin ku ji roja ku peyv ketiye ser zimanê mirovahiyê heta îro, bi hezaran ziman çêbûne û bi hezaran jî mirine an jî ji hêla serdestan ve hatine qetilkirin û tunekirin. Her çiqas zimanên beriya dahênana nivîsê neyên zanîn jî bê şik beriya nivîsê jî peyv hebû, beriya nivîsê jî gotin hebû. Dibe ku di roja me ya îro de zimanê herî kevin ê cîhanê bi dîrokî wek pênc hezar an şeş hezar sal berê ve were girêdan lê dibe ku ji roja du mirov hatine ba hev pê ve dengên bi wate peyv û gotin afirandine, çêkirine heta strandine. Ji ber vê awayê her çiqas netewedewletên ku li ser bingeha nîjadperestî û tekparêziyê hatine avakirin û pesnê kokdarbûn û herî kevinbûna zimanê xwe didin jî ew teoriya wan pûç û bêbingeh dimîne.

Gelek ziman ber bi mirinê ve diçin

Bi qasî ku tê zanîn li rûerdê cîhanê herî kêm sih hezar ziman çê bûne lê ji wan tenê nêzê heft hezar gihîştine serdema me ya îro û mixabin piraniya ji van heft hezaran jî ji ber sepanên tekparêz ên serdestan ber bi mirinê ve diçin. Dema em li sedemên mirina zimanan dinêrin her riqas yên ku bi awayê xwezayî ji holê rabûne hebin jî mixabin em dibînin ku dijminê herî dijwar ê zimanan netewedewlet bi xwe bûne. Bêşarezabûna netewedewletên ku xwe şareza dibînin bûye sedem ku gelek ziman û pêre jî gelek netew tune bibin.
Dema em behsa tunebûna neteweyan dikin derveyê neteweyên ku bi awayê fizîkî jî ji holê hatine rakirin, em behsa neteweyên ku bi awayê fizîkî û genetîkî dijîn lê ji ber jidestdayina zimanê xwe netewbûna xwe jî ji dest dayine ango piştî ku zimanê xwe wenda kirine bi awayê hisî perisîne neteweyên serdest dikin. Ji xwe mirina herî dijwar jî ew e ku tu xwe ji neteweya ku te bêziman hiştiye bihesibînî û bi çand û zimanê kujerên ziman û çanda xwe bijî.
Helbet derveyî vê tabloya reş û tarî divê em neteweyên ku digel hemû zordestî û qirkirina serdestan a li ser zimanê wan jî bi têkoşîn û berxwedanê zimanê xwe parastine jî ji bîr nekin. 

Li hemberî nîjadperestiya netewdewletan parastina ziman

Bi sedan gelên ku zimanê wan ji hêla netewedewletan ve hatine qedexekirin lê wan zimanê xwe parastine û gihandine roja me ya îro hene. Netewedewletên tekparêz û nîjadperest ji bo zimanên derveyî neteweya xwe ji holê rakin her cure rêbazên dermirovî pêk anîne. Ji birandina cezaya pereyan bigre heta hepskirin û kuştinê xwestine gelên cihêreng dev ji zimanê xwe berdin, bêziman bimînin, bişibin serdestên xwe û navê wan û neteweya wan ji holê were rakirin. Lê di serî de gelên Baskî û Bengalî ku dikarin ji gelên din re bibin wek pêşeng ku zimanê xwe li hember zordestî û nîjadperestiya netewdewletên wek Spanya û Pakîstanê parastin, li hember xwelêferzkirina serdestan li ber xwe dan û bi ser ketin gelek gelên ku li hember serdestên tekparêz bi ser ketine hene. Bê guman divê gelên ku li hember zordestî û xwelêferzkirina netewdewletên wek Elmanya, Emerîka, Fransa, Holanda, Îngilîstan, Portekîz, Rûsya û ên wek wan li ber xwe dane û karibûne zimanê xwe bigihînin roja me ya îro jî neyên jibîrkirin.

Zimanekî perwerdeyê yê hevgirtî

Helbet ger em mijarê bînin ser gelê Kurd û rewşa zimanê Kurdî mijar girantir û kûrtir dibe. Zimanê Kurdî ku di vê sedsala dawî de herî zêde dûçarê  pêkutî, zordestî û tekparêziya çar netewedewletên dagirker û nîjadperest ên wek Iraq, Îran, Sûrye û Tirkiyeyê hatiye timî di rewşa berxwedanê de bûye. Bi rastî gelê Kurd têkoşîneke dijwar a zimên li hember desthilatên tekparêz dane û didin. Ango têkoşîna zimanekî ya li hember çar netewedewletên tekparêz didome. Digel ku bi dehan salan e li Başûr zimanê Kurdî gihîştiye mafê xwe yê perwerdehiyê, Rojava hê nû hewl dide derfetan biafirîne jî ji ber rewşa çarparçebûnê mixabin hîna jî di perwerdehiyê de yekgirtineke neteweyî nehatiye bidestxistin. Em dikarin bibêjin ku yek ji van astengiyan jî cihêrengiya alfabeyê ye ku li hin deran bi tîpên Erebî li hin deran tîpên Latînî derbasdar e. Mixabin kodên ku dagirkeran di binhişê me de dane çêkirin dibin asteng ku em zimanekî perwerdeyê yê hevgirtî ava bikin. 

Xwedîderketina ziman û rola jinan 

Çawa ku bi hevkariya netewdewletên emperyalîstan bi çar hêlan ve welatê Kurdan bi sînoran hat dorpêçkirin mixabin bi heman awayî di hişê gelê Kurd de jî sînor hatin danîn. Ji bo em bikaribin sînorên ser axa xwe hilweşînin divê pêşî em sînorên ku di hişê me de bi cih bûne hilweşînin. Em dikarin vê hilweşînê bi pîrozkirina 15ê Gulanê ya Cejna Zimanê Kurdî re ya li her çar hêlên welat bidin destpêkirin. Ji ber ku ziman di hevgirtina neteweyekî de cihê herî girîng digire. Gelê ku xwedî li zimanê xwe dernekeve mehkûmê parçebûn û wendabûnê ye. Li vir em dikarin bibêjin ku xwedîderketina jinan a li zimanê xwe cihekî giring digire. Çawa ku me jinan bi lorîk, stran, çîrok û bi tevahî hunera xwe zimanê xwe heta niha parastiye, lazim e ji vir û pê ve em xebat û têkoşîna ji bo bidestxistina statuya zimanê xwe bi pêş ve bibin û bi hunerî û zanistî bikevin nav hewldana bipêşxistina zimanê xwe.
Divê jin di hemû qadên jiyanê de pêşvebirina zimanê xwe wek armanca sereke bigrin dest. Ji muzîkê bigre heta sînemayê, ji hiqûqê bigre heta tibê di qadên her cure pîşeyê de zimanê xwe bi pêş bixînin. Bê guman li Bakur pêkutî û zext û zordarîya desthilatiya tekparêz hîn zêdetir e lê divê em jin bibêjin êdî bes e. Mafê tu hêzekî, tu rejîmekî û tu dewletekî tune ku min ji mafê min ê bingehîn ê mirovî bêpar bihêle. Ziman mafê bingehîn ê mirovan e. Di vê sedsalê de bêparhiştina ji perwerdehiya zimanê dayîkê şermeke dewletan e. Rola dayîkan a di hînkirina ziman de gelek mezin e. Ji ber ku zarok herî kêm heta 15-16 saliya xwe zêdetir bi dayîkê re di diyalogê de ne. Dayîk bi çi zimanî bi zarokên xwe re biaxivin zarok hînî wî zimanî dibin. Heta devoka wê bi xwe hîn dibin. Ger were lêkolînkirin dê were dîtin. 

Doza mafê perwerdehiya ziman

Wek mînak, em bibêjin ku dayîkek bi devoka Wanê bi zarokek xwe re diaxive ew zarok li Amedê jî bijî dê bi devoka Wanê biaxive. Hemin ku dayik di zimên de ewqas diyarker e, lazim e bi wê baldariyê tev bigere û zarokên xwe ji çerxa xwebişaftinê dûr bide. Helbet çareserî ne tenê ew e ku dayîk bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxivin. Pirsgirêka herî mezin qedexekirina desthilatiyê ya perwerdehiya bi zimanê Kurdî ye. Divê em dayîk û bi tevahî jin ji bo bidestxistina statuya zimanê Kurdî bixebitin. Di vê sedsala nû de ku hewldana nûkirina sînoran jî di nav de dewletên hegemonîk, emperyalîst û pergala kapîtalîst bi taybetî li Rojhilata Navîn dixwazin dîzaynek nû deynin divê em jin li ser esasê civaka demokratîk doza mafê xwe yê bingehîn bikin, xwe birêxistin bikin û bi taybetî di qada ziman de birêxistinbûneke xurt ava bikin. Helbet di wê hêlê de hindik be jî hewldanên jinan tên dîtin. Yek ji wan Meclisa Jinan a Ziman e ku xebatên ji bo bipêşxistina zimên daye pêşiya xwe. Her jina ku bixwaze têkariyeke bide zimanê dayîkê dikare di meclisa zimên de cihê xwe bigre. Ger em îro li hember qirkirina zimanê xwe bêdeng bimînin, doza mafê perwerdehiya zimanê xwe nekin û bêstatu bimînin, sibê ne Kurdî dimîne û mixabin ne Kurdbûn.

* Endama Rêveberiya Enstîtuya Kurdî ya Amedê