Di dawiya Tîrmehê de bi çalakiya li dijî Bûcakan partî hatibû ragihandin. M. Celal Bûcak bi birîndarî rizgar bûbû, Salih Kendal şehîd bûbû. Di wê pêvajoyê de gelek hevalên din şehîd bûbûn. Ahmet, Cûma Tak, hemû nas bûn. Em hînî şehadetên evqasî zêde nebûbûn. Bi ser de em bi şehadeta hevalên evqasî hêja gelekî diêşiyan û me nedikarî rakin. Li cem her kesî xemginiya li hemberî şehadetan hebû.
Me ji hev re qala nasan dikir, ji nû ve ew bi bîr dianîn. Lê belê dawiya bûyeran nedihat. Xwepêşandanên girseyî, pevçûn bi qasî ku çapemeniyê radigihand, zêde bûbûn. Li rex êşa windahiyên me, çalakî û pevçûnan moraleke zêde dida me. Ji faşîstan veqetînan destpê kiribû, hem jî veqetînên komî. Bandora çalakiyan zêde bû. Komên din li holê nema bûn. Balyozê ‘rêveberiya awarte’ rê li ber tirsê vekiribû. Lê di rastiyê de diyar bû ku wê rê li ber pêvajoyeke xebatê ya gelekî cuda veke. Şert û mercên ku berê me didan çalakiyên çekdarî li me ferz dikirin. Di demên dawî de dihat nîqaşkirin ku wê giraniyê bidin bejahiyê. Li girtîgehê di nava sohbetên me de germahî û coşa van axaftinan hebû. Rûyên me dikenîn, hêviyên me zêdetir dibûn. PKK, yanî Partiya Karkerên Kurdistanê. Êdî me li şûna têgehên weke ‘UKO’ yan jî ‘tevgera me’ têgeha PKK’ê bi kar dianî. Dema Aytekîn (Tûglûk) weke ‘Te ev nav dizanî, ne wisa?’ pirsî, min bersiva ‘erê’ dabûyê.
…
Dîlneketina ji kerba dijmin!
Dema digotin zindan, ev wekî sekinîna deme dihat fêmkirin. Dem nediherikî, rojek wekî salekê hesab bû. Zîndan cihê êş û azarê bû. Dema ku di nava civakê de têgeha ‘ban’ dihate bikaranîn, ev dihatin bîra mirovan. Na! Ev rast nebû. Helbet veqetîna fîzîkî ya ji têkoşînê gelekî dijwar bû. Lê nedibû ku mirov kêliyeke jiyana xwe jî wisa bi êş û azaran derbas bike! Dijmin bi zanebûn em dîl girtibûn û bi rastî jî dixwest hemû kêliyên jiyana me veguherîne girtîgehê. Tevî dijmin jî zindîhiştina jiyanê, têkneçûn; em neçar bûn ku hest, fikir û cîhana xwe ya xeyalan fireh bihêlin û ev ji bo şoreşgerekê ya herî pêwist bû. Rûbirûmana bi dijminî re, naskirana dijmin ya ji nêz ve hêz û berxwedêriyeke mezin li gel mirovan peyda dike. Helbet rastpênasekirin û başnaskirina dijminî girêdayî îdeal, bawerî û îradeya mirovan e. Bûyer wisa eşkere û sosret bûn ku mirov her çend di destê dijmin de be jî rewşa mezinkirina hêrsa li hemberî dijmin ne di destê mirovan de bû.
…
Dijmin dijminatiya Kurdayetiya vedijiya, dikir. Gotina ‘Ez Tirk im’ ferz dikir. Her kesî bi awayekî eşkere dîtibû, pirsgirêk bes gotina ‘Ez Tirk im’ yan jî beriya xwarinê diakirin û gotina ‘‘bîsmîllahîrrahmanîrrahîm’ nebû. Ne gotina; ‘Noşî can be. Hemd ji xwedê re, bijî gel û artêşa me’ bû. Dijmin destpêkê bi rêya vê mirov zeft dikir û piştre jî gav bi gav serwerî li mirovan dikir. Mirov ji Kurdayetiya xwe derdiket, dibû leşker û Tirk. Ev hêmanên destpêkê yên dûrketina kesayetê ne. Dibe ku bes gotina ‘Ez Tirk im’ her tiştî xilas nake û nabe. Na, dema ev tê gotin jî mirov henekên xwe li ‘Tirkbûneke’ bi vî rengî dike. Lê her tişt li wir bi dawî nabe. Dijmin wê ji bo şikandina îradeya mirov û teslîmstandinê wekî amûrekê bi kar tîne.
Hûn nikarin jiyana ra berdayî tine bikin
Li girtîgehan avaniyeke ku gihabû hezaran hebû. Ji kadroyên pêşeng heya welatparêzan, gelek kes hebûn. PKK ev bû, nûnertiya avaniyek e bi vî rengî bû, birêxistinbûna wê bû, baweriya wê bû, dilsozî û hêviya wê bû. Hemû aliyên mirovahî yên vê avaniyê bû, hesretên hevpar bû, nasnameya wan bû. Ha, dijmin berê xwe dabû vê. Ma pêkan e ku baweriyek, kedek û hêviyek ji nişka ve were tinekirin û berevajîkirin? Ev dihat wateya tinekirina jiyaneke ra berdayî ku ne hêza mirovan ne jî ya xwedayan têra vê dike!
Ne xwedayan bi qasî ku dakevin zîndanan dest ji asîmanan berda bûn, ne jî evdên wan ên hov bi qasî ku jiyanekê tine bikin xwedî hikmet bûn. Eger wisa ba di dîrokê de ew evdên hov niha ji zû de bûbûn xwedê! Jiber afirandin û tinekirin taybetmendiyên xwedayan e.
Ewlehî xwerêxistinkirin e
Afirandina berxwedaneke birêxistinkirî yan jî birêxistinkirina berxwedanê giring e. Bi awayekî xurt afirandina birêxistinkirinê di heman demê de ji bo kesan jî ewlehiyek e. Ewlehiya siyasî ev e: şiyana xwerêxistinkirinê! Bêyî tu hebî jî tu wê jîndar bikî û bidî domandin! Girêdana di navbera pêldayîna avê ya bi awayekî nixumî û coşdarkirina wê de çi ye? Di herduyan de jî xwefedakirin û xwebexşandin heye. Yek dibe nîşaneya hêza te, ya din jî hêza bingehê ye; halê dabeşkirî yê pêldanên te yên mezin e.
Tu bi tena serê xwe jî bî, rûbirûbûna bi dijmin re tiştekî cuda ye. Ya ku li cem te temam dibe û dibe yek îradeya şoreşgerî ye. Bawerî, biryardariya te şervaniya xwerû ye. Ev rasthatin a herî bedew e, şerê herî şoreşgerî ye. Û tu bi vê hêza tenêtiya xwe, dijmin parçe parçe dikî. Ew hem wê bi te re hem jî bi rengvedana te re mijûl bibe. Wê bi serhildêriya te bêçarebûna xwe bibîne û bi vî awayî têkçûna wî dê wî neçarî bêçarebûneke bêhempa bike.
Ez bi tena serê xwe jî bim, ez ê têbikoşim
Hizra min ev bû: ‘Dijmin wê di nav vê avaniyê de tişta ku dixwaze bi dest nexe. Ew ê nekare dest bide jina herî xwedî pirsgirêk, herî nesekinî jî; wê nekare wan li dijî şoreşê bi kar bîne.’ Û li gel rasthatineke wiha, baweriya min ew bû ku divê ez bi rêxistinkirina hemû hêzan, bi hêzeke hevpar û hêzdartir vê bikim. Lê ez her tim bi tena serê xwe bim jî ez ê li ber xwe bidim. Ez ê bi tena serê xwe jî li ber xwe bidim. Min digot ez amade me bi tena serê xwe helwesta xwe nîşan bidim. Dîsa her çi qas mirov ji serî heta binî bi tena serê xwe be jî, berxwedaneke zelal bêhemta ye. Mirov bêhtir xwe radigire, li ber xwe dide û wê ber bi înîsîyatîf, pirbûn û xwebariyeke newaze ve dibe. Metirsî ji holê radibe. Tu digihî tama serketin û serfiraziyê ya herî bilind. Gelo mirov dikarî Amedê çawa pênase bike? Hem dişibiya her derê hem jî yekane bû. Ji aliyekî ve ji mirovahiyê hatibû şûştin û bi êşkenceyê hatibû pêçan. Lê belê ji aliyê din ve ji dijmin re dibû tirs, ji girtiyan re dibû hêvî, ji jiyanê re dibû ava heyatê. Esat li Zîndana Diyarbekirê Împaratoriyeke biçûk a Naziyan ava kiribû. Lê em ne Cihû bûn. Ya rastî em ne wekî civaka Cihû ya di salên 1940’î bê rêxistin bûn. Me xwe birêxistin kiribû. Partiya me ya ku wê me bigihîne azadiyê û hemû gelê me bike yek hatibû avakirin. Her çiqas qismek ji me hatibûn girtin jî hîn bi sedan kadroyên me têkoşîna azadiyê didomandin. Ji ber vê xweînkarkirin, destjêberdana fikir û ramanên xwe, teslîmiyeteke topyekûn û dûrketina ji nasname û kesayeta xwe dihat ferzkirin. Wî dixwest li Zîndana Diyarbekirê Kurdên ku Kemalîzm têk birine û dixwazin azad bijîn dîsa binax bike. PKK’ê jî ji bo jinûve afirandina civakê têkoşîn dida. Kurdbûn, mirovahî, netewetî, civakîbûn… Hêza van hemûyan a îdelojîk gelek zû li hev kom bûbû û vejîn gelek zû li ba gel peyda bûbû ku êrişî kû kiriba ji wir jiyaneke din dinizilî. Ev pisporiya afirandinê, mîmariya wî yekta bû.
Ji berga 2’yemîn a pirtûka Sakîne Cansiz a bi navê ‘Tim Şer Bû Jiyana Min’’ hatiye amadekirin.