Ji Brezîlyayê ber bi Rojava ve Rêwîtiya jinek hunermend û şoreşger

- Newaya Jin
114 views
Hunermend û şoreşgera enternasyonalîst Rojda Têkoşîn Dandara ya ji Brezîlyayê bi salaye li Rojava xebatên hunerî û her wiha şoreşgerî dike. Ew nimûneyeke bê emsal e di qada xwe de ku bi bandora şoreşê, bi taybetî tevgera azadiyê ya jinên Kurd û sazumaniya Konfederalîzma demokratîk berê xwe dide warê şoreşê. Hunermend Rojda ku di lîstika Evdalê Zeynikê de bi rolê Quling rabû, niha li Rojava çendîn xebatên hunerî paralelî xebatên civakî û şoreşgerî dimeşîne. Me xwest em dengê Rojda Têkoşer Dandara ya ji wî aliyê dinyayê hatiye li Rojava têdikoşe bigehînin we xwendevanên xwe yên hêja.

Berî her tiştî spas ji bo pêşwaziya we ya daxwaza me ya hevpeyvînê.

Em dixwazin pêşî we nas bikin. Hunermend Rojda kiye? Zaroktiya we çawa derbas bû? Herî zêde çi di bîra we de maye?Silav, navê min Rojda Têkoşîn Dandara ye. Ez li bajarê São Paulo yê Brezîlyayê, ku nufûsa wî ji 20 mîlyonan zêdetir e, hatim dinê. Ji biçûkayiyê, dê û bavê min, ez teşwîqî çalakiyên fizîkî û çandî yên wekî werzîş û reqsê kirim. Di temenê 7 salî de, min dest bi Cîmnastîka Olîmpiyatan kir. Lê piştî demeke kin min baleya klasîk hilbijart. Dema 9 salî bûm, min perwerdeya bale û jazê girt. Min ji reqsê pir hez dikir û tê bîra min dema li kolanan dimeşiyam min reqs dikir. Di rojbûn, pîrozbahî an jî konserekê de jî çi dema ku min keysek didît, li pêş gel direqisiyam.  Her wiha min ji avjeniyê hez dikir. Ji biçûkayiyê ve ez gelek caran diçûm qeraxa behrê û birkê. Hê 2 salî bûm min dest bi avjeniyê kir û tê bîra min ku bi reqsên li nava avê min dawet digerand. Min ji periya deryayî bawer dikir û xeyal dikir di asta herî bin a behrê de bijîm. Çimkî bêdengiya kûrahiyan ez diguhestim alemên din. Tê bîra min, bi deqeyan bê ku bêhna xwe bidim disekiniyam, wisa ez dikarîbûm tevahiya daweta xwe ya li bin avê bidomînim.   

We behs kir çi bû sedem hûn berê xwe bidin hunerê û bi taybetî beleya klasîk bixwînin. Qonaxên piştî zaroktiyê xebata we çawa pêşde çû?
Livandina bedena min bûbû yek ji pêşekiyên min ên sereke. Îro dema ez nikarim bireqisim, werzîşê bikim an jî tîyatroyê bilîzim xwe nexweş hîs dikim. Çimkî wê demê dewr û daîmiya enerjiya min a hundirîn disekine û hestên ne erênî di min de çêdibin. Encameke zextdar a pergala kapîtalîst, zorê dide pergala min a hestiyar. Ev jî di min de dibe sedema çêbûna xemgînî, bêhêvîtî, stres û kêmbûna xwerêzgirtinê. Dema min dest bi xebatên bale û jazê kir, xuya dibû ku bedena min ji bo bilezgînî kirina reqsê çiqas çemînbar, çeleng û bihêz e. Min bawer dikir ez dê li çar aliyên cîhanê bireqisim. Min hemû baleyên ku li São Paulo hatibûn lîstin temaşe kiribûn. Ez rojê 8 saetan di malê de direqisîm û dixebitîm. Li gel vê, di 14 saliya xwe de, ez bûm endameke koma baleyê ku li çar aliyê Brezîlyayê direqisî û beşdarî pêşbaziyan dibû. Em tim bi ser diketin, lê wî ruhê pêşbazîdar kom herimandibû, ku êdî tê de ruhê kolektîf nemabû. Takekesperwerî, egosentrîzm û qurebûn bi ser ket û em ji hev qetiyan. Lewma êdî min dixwest ku dersên xwe bixebitim û li gorî jiyaneke azadperwer a femînîst bijîm û xwe teslîmê sîstemê nekim.            

Ji ber çî we ji baleya klasîk berê xwe da folklorê-dansên gelêrî û şanoyê?
Di 20 saliya xwe de, dema min li Zanîngeha Îdareya Karûbariyê dixwend, min di şanoya muzîkiyê de cih girt. Li wir derfeta min çêbû ez livên bedena xwe yên ji baleyê cûdatir in, keşf bikim. Lê pêwistiya li ser dikê tevgerîn û axaftinê, ez motîve kirim li dibistaneke şanoyê tevgerînê fêr bibim. Di vê demê de, baldariya min a ji bo baleyê winda bû. Çimkî ji tevgera bedena min re pêwistî bi cihekî firehtir hebû ku bikare xwe rave bike û ya rast ez di nav qalibekê de asê mabûm. Piştî demekê, min bala xwe da li ser reqsên populer, reqsên gelêrî yên wekî samba, gafîeîra, salsa, bolero û hin reqsên girover. Lê armanca min xwe wekî lîstikvanekê xwedîkirin û tenê bi şanoyê re têkildarbûn bû. Ji ber malbata min û birê min di malê de tim qala siyasetê dikir, ez têgihiştibûm ku divê di şanoyê de polîtîk tevbigerim. Ji ber vê, dema ez bûm lîstikvanek bala min bi tevahî li ser dramaturjiyên polîtîk bû ku bertekên raya giştî di xwe de dihewandin. Ez bi derhênerên mezin re xebitîm, ez bi şîrketên şanoyê re xebitîm. Ez li çar aliyê Brezîlya geriyam û qasî 4 salan bi teklîfeke din, bi şîrketeke şanoyê ya din re xebitîm. Çimkî şîrketê ji bo bi awayekî hunerî xwe ravekirinê tiştek nedikir, tenê reqsên gelêrî dikirin. Tişta ez bêjim ev e, bi rêya beden, reqs, muzîk û bûkokên ku bi rêyeke xwezayî li Brezîlyayê dihatin çêkirin, (yên wekî ji ka, kundir û gûza hindê) me rapêşiyên ku çanda populer a Brezîlyayê rizgar dikir, pêşkêş dikirin. Bi vê şîrketê re ji bo pêşkêşkirina şanoyan ez çûm Rûsya û Kolombiyayê. Belê, piştî demekê min dest bi rapêşiyên şanoyên xwe kir. Min şanonivîsên Brezîlî yên nû vedixwendin ku di derbarê pirsgirêkên jinan de binivîsin. Da bi vî awayî bikaribin dîroka jinan a ku bi salan e ji hêla pederşahiyê ve hatiye rûxandin û jêbirin rizgar bikin. Di vê xalê de, ez dîsa vegeriyam reqsa bale ya klasîk û min di sîrkê de cih girt ku teknîka reqsa min winda kiribû paş ve binîm û tevgerên bedenî yên çêtir derxînim holê. Ez di nava lêgerîna zimanên nû yên laş de bûm. Ew dem ji bo min ji hêla fêrbûn û keşfê ve gelek hêja bû, lê di heman demê de jî dema tenêbûn û xeyalşikestineke mezin bû. Min projeyên takekesî yên bihêz ku ji hêla rexnegirên gelemperî û yên şanoyê ve hatin ecibandin, çêkirin. Lê bi ya min di wan de ji bo çêkirina guhastin an jî rengvedanên kûr, bandora pêwist tinebû. Bi salan e, em hunermend, ên ku baweriya wan bi rêyên alternatîf ên jiyanê, guhertinên ferdî û civakî, demokrasiyê, wekheviya mafan û ya zayendan, çand û hunerê heye, me gelek car li ser windakirina giringiya ravekirinên çandî û nirxa wan a siyasî û civakî nîqaş kirin. Helbet, ev rewşa heyî encameke çanda girseyî ya çêkirî ya pergalê ye, ku bi rêya globalîzasyonê û civata şeklî ku gel ji bingehên wî qut kiriye. Lêbelê em hunermend jî ji vê rewşê berpirsiyar in, ji ber em xwe ji civatê dûr digirin. Takekesperwerî, egosentrîzm, pêşbazîdarî, lipeyçûna serkeftin û pere em kirine wî halî ku tenê li pey bidestxistinên takekesî diçin.              

Hûn çawa û kengê bi şoreşa Rojava hesiyan?
Tam jî di wê dema ku min lêkolînek dikir, ez bi têkoşîna jinên Kurd û şoreşa Rojava hesiyam. Dema min li ser jinên Rûs ên ku di şerê cîhanê yê duyemîn de şer kirine lêkolîn dikir, hevaleke min a dansker ji min re kovarek ku tê de gotareke di derbarê gerîlayên Kurdan de hebû, anî. Tê bîra min, li wir wêneyê gerîlayên jin ên li çiyayên Bakur ku di rêzêkê de sekinîbûn hebû. Sala 2017’an bû. Min gotar xwend û ez bûm evîndara rêxistina xweparastinê ya jinan û projeya siyasî ku wekî Konfederalîzma Demokratîk tê zanîn. Li Brezîlyayê, ez ti car di kom û civatên siyasî yên antî-kapîtalîst de zêde çalak nebûm. Ji bo min tevgera herî mezin a siyasî tevgera li ser dikê bû. Li gel vê rastiyê, dema min Konfederalîzma Demokratîk xwend ji min re nêz hat û min fêm kir ku bi tena serê xwe şerkirin têr nake. Li ser vê keşfê, min ji bo girtina agahiyên di derbarê Şoreşê de dest bi xebatê kir. Min li Brezîlyayê du pirtûk, li ser înternetê çend gotarên bi zimanê Portekîzî dîtin û çend rojnamevanên ku hatibûn Rojavayê keşf kirin. Ji van çavkaniyan, min materyalek amade kir û şanonivîseke jin vexwend ku li ser têkoşîna jinên Kurd lîstikekê binivîse. Me 14 ceribandinên tekstên nivîskî amade kirin û gelek têkoşîn da. 2020’an li São Paulo me lîstik nîşan da û ji hêla gel û rexnegiran ve gelek hat ecibandin.

Konfederalîzma demokratîk çima bala we kişand?
Dema em li şoreşa Rojava dinêrin, em dizanin ku em dikarin ji utopyayan bawer bikin. Bi xebatên roj bi roj, ev rêya raman û jînê ya zêdetir dadperwer û azadperwer derdikeve holê. Li ser dikê nîşandana têkoşîna Kurdan a ji bo demokrasiyê nakokiyên pergala demokratîk a Rojavayî (Ewropa) dixîne ber çavan, ku ev pergal xwe di şêwaza pederşahî ya heyî de rave dike û pişta xwe dide dewlet û hiyerarşiyê. Şêwaza netew-dewlet a ku bi kapîtalîzmê re ye modelek e li ser bingehên hukmên çînî, zayendî, nijadî û olî yên ku girêdayî pêşbazdariya aborî ne hatiye danîn. Lewra ev tişt gihiştina neteweyê bi armancên azadî, wekhevî û edaleta civatî negengaz dike. Dewlet xwe dispêrin hêzê, lê demokrasî xwe dispêrin hevfikriya kollektîf. Dewlet wekî amûrên qanûnî gefê bikar tînin. Lê demokrasî xwe dispêrin beşdariya dilxwaz. Bi ya min, Konfederalîzma Demokratîk, berfireh, pir-çand, antî-yekdest e û di navenda wê de hevfikrî heye. Ev pergaleke radîkal e ku li ser pêvajoya perwerdeyê ya sêpê ya demokrasiya beşdarî, ekolojiya civatî û wekheviya zayendî ava bûye. Di vê projeyê de, pêdivî bi aboriyeke alternatîf heye ku ji îstîsmarê bikare xwe biparêze. Ev di heman demê de tevgereke antî-nasyonalîst e ku armanca wê bi pêşxistina demokrasiyê xweparastina gelan e. Armanca wê avakirina dewleteke netewî ya Kurd nîne, lê danasîna Kurdistanê wekî sînoreke xweser e, ku di wê de ji hemû komên nijadî yên heyî re nûnertî tê dayîn. 

We çawa û çima biryar da berê xwe bidin Rojavayê Kurdistanê?
Piştî 20 performansên lîstikê, şewba vîrusa koronayê zorê da me ku em sezonê betal bikin. Qasî salek û nîv mayîna di hundirê malê de, ji min re tenê du alternatîf hiştibûn: çêkirina fîlman (wekî lîstikvanekê) û kûrkirina lêkolînên xwe yên li ser jinan û têkoşîna Kurdan. Wê demê, min biryar da ku êdî lîstikeke şanoyê ya din çênekim, lê biçim Rojava û ev projeya şoreşger a polîtîk ku tê sepandin tecrube bikim.

Di nava şoreşê de şoreşa jinê bi taybetî bandorek çawa li we kir, hûn têkoşîna azadiya jinê çawa dibînin?
Bi Tevgera Şoreşger a Jinên Kurd re di nav têkiliyê de bûn, gelek hêz dide min. Li gel vê, zehmet û biêş e ku em têderdixin çendî em jin rê didin ji hêla feraseta maço ve bên kolekirin. Ji pederşahiyê re gotina “na” têkoşîneke rojane ye û yek ji şerê zehmettirîn a pêvajoya avakirina kesayeta Apoyî ya mîlîtan a min e. Lêbelê şerekî din ê me jinan jî heye, ew jî veguhastina mêr a bi cûreyeke nû ya nêrtiyê ye. Ji ber vê jî divê zora hukm û hêza hegemonîk bê birin. Ev tişteke tesadufî nîne ku jinên Kurd wekî amûreke zanîn, têgihiştin, şîroveya resen a dîrokê, serkeftin, xuyakirina jin û cardin bidestxistina her tişta ku ji me hatiye dizîn Jîneolojiyê an jî zanista jin ava kir. Ev noqbûna ber bi cewhera me ye ku li wir jin wekî bêqisûriya demokratîk tên nirxandin. Li gel vê, piraniya zanistên femînîst an jî tevgerên civatî ên Rojavayî (Ewropayî) ên hewl dane van pirsgirêkan çareser bikin, hê jî ji îdeolojiya hegemonîk a serdest bibandor dibin. Ji ber vê nikarin di têkiliyên di navebera mêr û jinan de guhertinan çêbikin. Şêwaza şiroveya dîrokê ya civateke kapîtalîst, a ku di bin hukma hêza dewlet û zayendperestiyê de ye, bandorê li ser tevger û şerê me dike. Çimkî piraniya pêkhateyên civatî û siyasî, wekî em li Brezîlyayê jî dibînin, girêdayî pederşahiyê ne û ji hêla feraseta mêr û bazarê ve hatine avakirin. Şoreşa Rojava û xweserî li vir û niha, her roj tên jiyîn. Min jinên ku berê hatibûn piştguhkirin û bêdeng hatibûn hiştin nas kirin, ku ew jin niha di cihên rêvebiriyê de cih digirin û civatê diguherînin. Gelek malbat hene xwe bitevahî tevlî şoreşê kirine û malên bûne malên kesên ku pêwistiyên gel koordîne dikin. Bi vî awayî pirsgirêkên civatî dikin berpirsiyariya her kesî. Bi saya çavdêriyan û hişyarbûnê, êdî ez dikarîbûm her detaya jiyanê û kevneşopiyên çandî yên li hemberî zext, tundî, globalîzasyon û kapîtalîzmê “watedar” bikim û bi deh hezaran hevrêyên ku ji bo vê jînê gengaz bikin jiyana xwe ji dest dane bi bîr bînim. Şehîd Namirin! Pêvajoya hêzdarkirina jinê ya li şoreşa Rojava di hemû waran de cih girtiye: warên civatî, siyasî, berhemdarî, perwerdeyî, çandî, hunerî, leşkerî û hwd. Şiyana jinan a di asteke wekhev a mêran de bicihanîna erkên leşkerî û xweparastina li hemberî hemû dijminan heye. Îro, xweseriya jinên Kurd heye ku ji bo azadiyê şer bikin û serkeftinên siyasî û civatî bi dest bixînin. Û ya rast, wan yekîtî pêk aniye û xwe nas kirine. Bi rûxandina dîmena xelet, ku ji hêla pergala kapîtalîst ve ji bo jinan dibêje jin kêmnirx in û di navbera xwe de di nav pêşbaziyê de ne, jinan xwe hêzdar kirine ku qabiliyetên xwe pêşve bibin û ji civatê re guherînan pêşkêş bikin.   

Me hûn bi şanoya Evdalê Zeynikê bihîstin û nas kirin. Pêvajoya tevlîbûna xebatê çawa pêşket? Serpêhatiya Evdalê Zeynikê û Quling çi banorek li we kir?
Dema di sala 2022’an de min bi hevalên Kurd û Ereb re lîstika Evdalê Zeynikê dilîst, wekî jin û hunermendekê ez gelek xweş hatim pêşwazîkirin û rêzgirtin. Di roja ewil a lîstikê de, Kurd û Erebên ciwan ji bo destpêkirina proveyê hatibûn. Wan ji min pirsî gelo ez dikarim bê axaftina Kurmancî proveya lîstika şanoyê bikim. Helbet min ew pêşniyariya wan red nekir û ji bo têkildariyê tenê bedena xwe bikar anî. Min rojane ji komê re dest bi nîşandana lîstikên şanoyê kir. Ez bi wan re gelek tişt fêr bûm û mecbûr mam hin rahênanan li çand û kevneşopiya vê derê bînim. Bi saya van guherînan, min îmkanên din ên lîstikê keşf kirin. Lîstina li şanoya Evdilê Zeynikê jî tecrubeyeke neferamoşbar bû. Yek ji kêliyên herî bedew ên jiyana min bû û gava min wekî çûka çanda Kurdî ya bi navê “quling” dilîst û ez direqisîm, ez dikaribûm wê bedewiyê di dema lîstina şanoyê de bijîm.

Li gel vê hûn şano û her wiha hunera şoreşger-civakî çawa pênase dikin?
Di derbarê wateya şanoya şoreşger, çi hebûna wê diyar dike de me gelek nîqaş kirin. Û me nîqaşa gelo tişta em dikin dubareya qalibên berhemdarî û afirînerî yên “hunera” pergala kapîtalîst e an na dikir. Min bi xwe hê jî bersivên şênber nedane. Lê ji bo hunera şoreşgerî ya civatî lêgerîneke min a bêwestan heye. Ez dikarim bêjim xebata hunerî divê bitevahî girêdayî rehên civatê be. Ji bo serkeftinê divê em li wê binêrin ne li xwestekên xwe yên takekesî.

Piştre li Rojava we di kîjan xebatên hunerî de cih girt?
Hema piştî şanoyê, ji bo ez ji 40 kesên ciwan re, ku hin ji Efrînê bûn û yên din jî ji Şehba, Kobanî, Qamişlo, Dêrik û Helebê bûn, perwerdeya reqsa modern bidim û pişt re jî ji bo koreografa fîlma Destana PKK çêbikim hatim vexwendin. Di dema van xebatan de, cudahiyên çandî ku ez şahid bûm, di serî de wisa xuya dikir ez xemgîn kirime, lê hêdî hêdî ez ji heval û civatê fêr bûm ku hîsên min ên ne erênî tenê berhemên min in, ku hêla min a bedbîn û kedera min a hebûnxwaz xwe nîşan didan. Ev rewş jî encama civateke modern û endustriyalîst e ku ez jî perçeyeke wê me. Ez rojane şer dikim ku nebim esîra van hîsan û ji ber vê jî bikarim jiyan, têkoşîn û xebata xwe bidomînim. Îro, ez ji bo şoreşê dixebitim û niha jî, ez bi kesên ciwan re xebitîm. Ji ber ew aîdî nifşek in ku dê vî şerî bidomîne. Pêdiviya bedena wan bi hêz, berxwedan, amadebûn û têkiliya bi hunerê re zêdetir heye. Ji ber vê, bi fêrkirina wan a rêyên cûda yên reqs û livdanê, ez gelek kêfxweş dibim.      

Hûn difikirin vê çêbûna şoreşger veguhêzin welatê xwe jî?
Ez bawer dikim çend pratîkên tevgera şoreşger a li Kurdistanê dikarin bi pratîkên leşkerî yên li Brezîlyayê re hevkariyê bikin. Lê ji bo vê tiştê, divê eleqedarî û têkildarî bi tevgera şoreşger a Rojava re bên çêkirin. Ez jina Brezîlî ya yekem im ku di nav sînorên azad ên Rojava de ji bo şoreşê dixebite. Li gel vê jî beşeke gelek piçûk a çep a Brezîlî têkoşîna Kurdan wekî azadperwer dibîne. Mixabin, tevî kêmbûna agahiyên di derbarê têkoşîna li Kurdistanê, çep a Brezîlî bitevahî ji hêla dîtinên liberal ên bi bûrjûva û medyayê re hevkariyê dikin, hatiye xerakirin. Li gel vê, li Brezîlyayê, tevgerên civatî û kolektîfên berxwedanê, bipiranî yên anarşîst, gelek zêde bi Şoreşa Rojava re eleqedar in. Îro, hin kolektîf hene ku pirtûkên di derbarê ramanên Ocalan de werdigerînin. Çend mehên li Brezîlyayê bûm, li hemberî civînên min pêk anîn heyirî mam. Ji ber guftûgoyên me bawer dikir saetek biajo 4 saet dewam dikirin. Dema min behsa tecrubeya xwe ya li Rojava dikir, kesên ciwan û yên temenmezin ên li hemberî pergalê bêtirs li ber xwe didan û şer dikirin bûn evîndar, çawa ku min jî cara ewil dema bi Konfederalîzma Demokratîk re têkilî danîbû, bûbûm evîndar.

Niha hûn li Rojava bi giştî xwe çawa hîs dikin? Li milekê şer, li milekê şoreş di her warî de pêk tê. Di nava vê rewşê de hûn xwe li kû derê dibînin?
Li vir min hezkirina heqîqî ya ji hevdû keşif kir, ya timûtimî. Ez ji bo Rojava ewqas dilxwaz im ku her roj serê sibê saet 5’an şiyar dibim, dest bi xebata xwe bikim. Helbet, li vir gelek pirsgirêkên aborî û civatî hene, ku her roj rû didin. Ez, hevalên ji bo civat û şoreşê ji bandorên pergala kapîtalîst û êrişên faşist ên wekî dewleta Tirk û DAÎŞ’ê biparêzin pir zêde dixebitin, dibînim. Divê cîhan ji vê têkoşîna bi serkêşiya jinan tê dayîn tiştan fêr bibe. Ji ber ev mînaka berxwedan û têkoşîna ji bo wekheviya zayendî û mafên civatî ye. Ji bo sazkirina vê projeya siyasî, Kurdan ji çavkaniyên cûda sûd wergirt û bi nêrîneke dîyalektîk, tişta li gorî rastiya vê derê nebû guhertin. Ji ber vê, têkildarbûna bi şoreşa Rojava û têkoşînên din ên li çar aliyê cîhanê, ji bo fêrbûn û sazkirina tevgerek ku dikare li hemberî pergala kapîtalîst a modern xaleke esasî ye. Û divê mîlîtanî tim bi gel re di têkiliyê de be, ji ber bê beşdariya gel ji bo sazkirina projeyeke siyasî û civatî dê şoreşeke civatî çênebe.               

Her wiha li gel komîna Latîn Amerîkayê ya li Rojava jî hûn kar dikin?
Di vê sala 2023’an de, min bi hevalên Rojavayî û yên Abya Aylayî (ku wekî Amerîkaya Latîn jî tê zanîn) projeyeke perwerdeya modern a online çêkir ku armanca wê di derbarê şibandinên di navbera rêxistinên civatî, siyasî û kolektîf ên xweparastinê yên li Rojhilata Navîn û Amerîkaya Latîn de çêkirina aşnayiyê ye û xurtkirina têkoşîn û alternatîfan e. Di 17’ê Adar a 2023’an de, em dê vê însiyatîfê ji raya giştî re pêşkêş bikin, ku ev roj di heman demê de salvegera pêncemîn a şehadeta Şêhid Lêgerîn e -Alina Sánchez. Ew di sala 1986’an de hat dinê, bijîşkeke Arjantînî bû (pîşeya xwe li zanîngeha tibê ya li Kubayê fêr bû), tevlî şoreşa Kurd bû û di avakirina pergaleke alternatîf a tendurustiyê û sazkirina pirên di navbera Kurdistan û Abya Yala de bêwestan cih girt. Mînaka wê ya jiyana şoreşger û pratîka wê ya enternasyonalîst wê wekî îlhamekê ji bo hevrêyên ji her du parzemînan heta îro jîndar digire.
Serkeftin!
Gelek spas. Em gelek keyfxweş in li gel we hevpeyvîneke wiha berfireh çêdikin. Di xebatên we yên pir alî yên hunerî û şoreşgerî de serkeftinê dixwazin.

*Wergêra ji Ingîlîzî Laser