Li Îran û Tunisê têkoşîna jinan IV

- Elif Ronahî
230 views
Li Rojhilata Navîn welatê herî zêde kovar lê tên weşandin Îran e. Jinên Fars li derdora van kovaran xwe birêxistin kirine. Tê gotin cara yekê ajansa jinê li Îranê ava dibe. Ji bo xwendina jinan têkoşînek mezin hatiye dayîn. Dema Riza Şah dibe desthilat di warê jinê de hin guhertin û sererastbûn çêdibin. Di cil û bergan de reform çêdibe. Di warê nixamtina jinan, cil û bergan, di rêjeya xwendin û nivîsandinê de hin pêşketin çêdibin. Bi hatina Xameney re, pêvajoya jêre tê gotin şoreşa Spî destpê dike. Ev jî bandorek neyînî li jinan dike.

Salên dawî li beramberî xwe nixamtinê nerazîbûn hene. Avêtina laçik û hejandina wê serhildan e. Li Îranê kengê mûxalefet pêşketibe jinan di nav de cih girtiye, pêşengî kiriye. Mîna li welatên din, li Îranê jî gelek parçebûn heye, di warê hizrî de perçebûn heye. Jinên entelektuel, xwenda û akademîsyen hene. Dîsa jî di têkoşîn, birêxistinkirin û pêşengî kirinê de tengasiyek ciddî dijîn. Astengiyên zagonî, zextên pergala desthilatdar a mêr ji van astengiyan in. Nebûna tevger û yekîtiyê, nebûna rêxistinbûn û negehiştina xalên hevpar û rêxistinbûneke hevpar, kelem û astengiyên mezinin li pêşiya jinê. Jina Fars, ji bo jiyana jin dixwaze bijî, ji bo pêşketin û lêgerîna azadiya rast di warê zagonî de têkoşînek dijwar dide. Di pêvajoyên hilbijartinê de tim ji bo jinan gelek soz hatine dayîn. Lê piştî hilbijartinê ya pêktê qanûnên olî û şerîet e. Lazime were gotin li dijî vê têgehiştinê jî di nava jinan de pêşketinek heye. Li Tunisê jî jinan ji têkoşîna rizgariya netewî re pêşengî kiriye. Li dijî mêtîngeriya İngîlîzan ji bo azadkirina Tunisê rolek ciddî lîstine. Di nava Jinan de hem yên sosyalîst, ên netewperest û hem jî yên oldar hene. Ev jinan parçe dike. Dem bi dem jî bandora jinê di nava civakê de, di raya giştî û di warê xwendinê de pêşdikeve. Asta xwendina jin û mêr wekhev e. Heta carna ya jinan zêdetir dibe. Jin dibin parlementer, di wezaretan de cih digirin. Wekî takekes jinên ji derfetên sûdê digirin dibin xwedî pîşe, pêşdikevin. Dem bi dem hin kovaran diweşînin. Li vî welatî rêxistin û yekîtiya jinan heye. Lê em nikarin bêjin jiyanek bi vîna herdu zayendan hatiye pêşxistin heye. Ne wiha ye. Olperestî, zanistperestî û neteweperestî gelek bi bandor e. Her çend li ser jinê dem bi dem sivik bibe jî, derfet nade jin pêşketineke civakî ya azad domdar bike. Lewra dem bi dem têkoşîna jinê pêş dikeve, carna jî lewaz dibe. Bo nimûne bihara Ereban li Tunisê pêşket. Jinan dest bi pêvajoyek giring kir. Di warê zagonî de ji bo mafê xwe biparêzin, ji bo guhertin û sererastkirinê têkoşînek eşkere û radîkal kirin.

Weke navendeke têkoşîna jinan Misir

Jinên Misrî li dijî Îngîlîz, Fransa û împaratoriya Osmaniyan bi giranî tevlî têkoşîna neteweyî dibin. Pêvajoya pêşî ne maf û azadiya jinê, berjewendiyên welat ên netewî esas in. Lê tevî vê jî jinan bandor li rewşê kir. Tevgerên Jinan, tevgerên femînîst pêş dikevin. Lê di qada giştî de jin zêde nîne. Dibe komele hatibin vekirin û parlementerên jin hebin, lê tevî wê jin hê jî ji bo maşîne bajon têkoşînê dikin. Ji bo biçin sînemayê, futbolê temaşe bikin têdikoşin. Ji bo bi zaroka xwe re derkeve derve, bigere têkoşînê dide. Bêy ku zilamek li gel hebe, ji bo serbet biçe sînemayê, yan jî çalakiyeke civakî bike têdikoşe. Jin nikare bi tena xwe bigere. Yan divê hevjînê wê li gel be, yan bav, yan jî zaroka wê yê kur. Temen biçûk be jî ferq nake, ya giring ew e mêr be. Li Rojhilata Navîn jin niha li dijî vê têkoşînê dide. Li Misrê jin li dijî pirjiniyê têkoşînê didin. Ji bo di warê zagonî de sererastkirin çêbe, têkoşinek mezin heye. Li Misrê jinan li dijî zewaca pir-jinî têkoşînek dijwar meşandin e. Nimûne hezar, hezar û pêncsed jin ji bo zextên li ser xwe şermezar bikin, ber bi meclîsê ve dimeşin. Lê jin ji vê çalakiyê berpirsyar nayên dîtin. Ji ber hişmendiya jin ne yên xwe ne, li şûna wan bangî 100 mêran (hevjînên wan) dikin. Li dadgehê wan didarezînin. Bi feraseta ‘tu çawa nikarî hevjîna xwe kontrol bikî, hevjîna te çawa dikare were û beşdarî çalakiyê bibe’, wan ceza dikin.
Li Rojhilata Navîn nexasim li Misrê, ji bo femînîzm diyardeyek ewrûpiye, li şûna wê zêdetir têgeha jin bikartînin. Hinek beşên femînîst ji bo neşibin Ewropa, têgehên wan bikarneyînin, xwe wekî reformîzma jinan bi nav dikin. Li Lûbnanê jî rewşa jinan xirab e. Lûbnan wekî welatê herî modern tê dîtin, lê di rastiyê de yek ji wan welata ne, ku mafê jinan herî zêde li vir daketiye. Her wiha Afganîstanê jin têkoşînek giran didin. Pêşî dema Rusyayê Afganîstanê dagirkir têkoşînek heye. Niha jî li hemberî Talîbanê. Divê mirov vê têkoşîna tê kirin pîroz bike.

Têkoşîna jinên Kurd dîrokî ye

Ya herî girîng îro li Rojhilata Navîn doza netewî ya jinên Kurd û Filîstînî heye. Jinên Kurd û Filîstînê hem têkoşîna netewî, nasname û hem ji bo mafê jinê têdikoşin. Ev giring e. Barê wan girantir e. Li dijî mêtîngeriyê, li dijî dagirkeriyê têdikoşin. Ji bo demokratîkbûna welatê xwe, ji bo hebûna xwe û nasnameya xwe têkoşînê dikin. Jina Kurd li Rojhilata Navîn di rewşeke cuda de ye. Welatê wê bûye çar parçe. Her beşek dibin dagirkeriya dewletekê de ye, mêtîngerî heye. Di her astê de tê qirkirin. Li ser ziman, çand û civaka wê zextek mezin heye; di van waran de tê parçekirin. Ji ber zext, êriş û qirkirina netewa serwer zehmetiyan dijî. Ev aliyên neyînî ne. Aliyê erênî jî ewe; Jina Kurd di dîrokî de hebûna xwe bi awayê herî bi bandor diyar dike û vê yekê heta roja me ya îro dewam dike. Girêdana wê ya bi jiyana gund, çandinî û têkiliya wê ya bi axê re kûr e. Jinên Kurd çanda neolotîk, çanda xwedawendan dide jiyîn. Ev jî destdirêjiya dewletê li wê asteng dike. Dema em li dîrokê dinêrin, jinên Kurd di pêşxistina berxwedana li Kurdistanê de rolek giring lîstine. Em berê xwe bidin berxwedana Kela Dimdimê ya li Rojhilatê Kurdistanê. Divê berxwedana sedsala 17’an pêktê de rola jinê giring e. Jin li ber xwe didin, pêşengiyê dikin. Şerek giran diqewime. Jin gavê paşde na avêjin. Nahêlên mêr jî gavê şûnde bavêjin. Ev dibe sedem mêr jî şer bikin, berxwedanê mîsoger bikin. Berxwedan û sekna jinê li Kela Dimdimê dibe mijara gelek roman û pirtûkan. Dîsa li Rojhilatê Kurdistanê Mîna Qazî heye. Hevjîna Qazî Mihemed e. Ji bo jin di komara Mihabadê de cih bigirin gelek kar dike. Ji bo jin di warê perwerde, tenduristî, sazîbûna jinê û di warî civakî de bi bandor be pêşengiyê dike. Girêdayî vê ne şaşe mirov bêje jinan nûnertiya çanda Zerdûştî kirine. Li Bakurê Kurdistanê jî jinan hem di dema Osmaniyan de û hem jî di dema komarê de pêşengî kirine. Dema firset dîtine, rêxistinbûna xwe pêşxistine. Nimûne Cemiyeta jinê ya Tealî ava dikin, li dora wê kom dibin, xwe birêxistin dikin. Li çar beşên Kurdistanê serhildan pêşketin; ji serhildana Şêx Seîd, heta serhildana Dersimê, Mehmût Berzencî û Simkoyê Şikakî. Di van serhildanan de jinan rolek mezin lîstine. Hem şer kirine û hem jî ji bo şer bigehe armancê rol lîstine. Zarîfe, Besê û Leyla Qasim mînakên vê ne. Ev jinên Kurd bûne sembol. An go bi sedhezaran jinên kurd hene ku li hemberî dijmin li ber xwe dan e.

Jina Kurd ti carî serî netewandiye

Li Dersimê ji bo nekevin destê dijmin, jin keziyên xwe bi hev ve girêdidin û xwe davêjin avê, xwe ji zinar û kendalan davêjin xwarê. Ji bo bi saxî nekevin destê dijmin, ji bo tacîz û tecawiz li wan neyê kirin, dawî li jiyana xwe tînin. Ev ne tiştekî hêsan e. Jina ku xwedî li çanda xwe derdikeve, xwedî li hebûna xwe derdikeve dikare vê bike. An go ew jina serî natewine, vê wekî qeder nabîne, dikare vê bike. Jina Kurd serî netewand, dema dît wê bi saxî bikeve destê dijmin dawî li jiyana xwe anî. Ev di gelek pirtûkan de heye. Her tim di pirtûkan de behsa berxwedan, wêrekiya jina Kurd tê kirin. Li aliyê din bandora Îslamê li ser jinên Kurd ne kêm e. Zext û zilma mêr jî heye. Zilamên Kurd bi parçebûna Kurdistanê û windakirina rastiya netewî re du rastiyan dijîn, yan xwe disipêre jinê yan jî êrişî wê dike. Hêrsa tiştên winda kiriye di serê wê re derdixe. Ev hem rastiya jina li Rojhilata Navîn û hem jî rastiya jina Kurd e. Jin jî neçar dimîne, jiyana xwe bidomîne. Her wiha jina Kurd nirxên civakî diparêze, pêş dixe, mezin dike. Heke gelê Kurd kariye hebûna xwe biparêze, kevneşopî, ehlaq û polîtîka di nava civakê de bihêze, ev bi saya jinê ye. Jinên Kurd tevî hemû êriş, serweriya mêr, netewperestiyê bi vê rol û mîsyona xwe bi serket.