Di 3’yê Tebaxa 2014’an de ewrekî reş bi ser Şengalê de û bi taybetî jî bi ser jinên Êzidî de girt. PDK’ê ku heta roja Fermanê soza parastina wan dabû, wê rojê bi 12 hezar hêzên xwe yên pêşmerge pişta xwe da civaka qedîm ya ku koka gelê Kurd e û bêyî guleyek biteqîne reviya. Ev rev û îxaneta PDK’ê bû sedema trajediyên mezin, bû sedema wêrankirina Şengalê, bû sedema qetilkirina bi hezaran êzidiyan, bû sedema tecawiz, revandin û firotina bi hezaran jinên Êzidî. Lê vê îxaneta dîrokî rastiya PDK’ê jî derxist holê ku çawa dijminê civaka Êzidî, dijminê koka Kurd û Kurdayetiyê ye.
Lê roja ku PDK îxanet li civaka Êzidî kir û Êzidî di lepên çeteyan de hişt, Gerîlayên Azadiyê zend û bendên xwe badan û berê xwe dan warê qedîm Şengalê û bi hawara dîrokê ve çûn. Li cihê ku îxanet bûbû sedema bêhêvîtî û tarîtiyê, bi hatina Gerîlayên Azadiyê bûbû cihê hêvî û ronahiyê. PDK xwest bi îxanetê civaka qedîm, ola qedîm ji holê rake, lê şervanên azadiyê bi hatina xwe nehiştin dîrok dûbare bibe, nehiştin tarîtî li ser van axan serwer bibe, nehiştin agirê pîroz ku bi hezar salan e li ser axa qedîm vêdikeve vemire. Niha warê qedîm ji aliyê zarokên xwe ve tê parastin, niha jinên warê qedîm di avakirina jiyana nû de pêşengiyê dikin, ji bo tolgirtina 74 fermanan û tola jinan, xwe ji her alî ve birêxistin dikin.
Di Fermanê de trajediya herî mezin jinan jiya û hê jî êşa vê trajediyê dijîn. Me jî xwest pêvajoya beriya Fermanê, roja Fermanê û piştî Fermanê ji dev û hestê jinekê ku ev pêvajoy jiyaye û şahidî jêre kiriye, bibihîzin û hîs bikin. Dayê Xemsê Emer Elî ji eşîra Hebabî ye. Eşîra Hebabî di nav Êzidiyên Şengalê de eşîra herî mezin e. Dayê Xemsê beriya Fermanê ji ber dijminatiyê bi malbatî ji gundê xwe berê xwe dane Kaniya Eydo ku girêdayî navenda Şengalê ye. Malbata dayê Xemsê beriya Fermanê Tevgera Azadiyê, fikir û felsefeya Rêber Apo nas kirine û heta kurekî dayê beriya Fermanê tevlî nava refên gerîla bûye.
‘Hemû ol, bawerî û civakên cuda bi hev re dijiyan’
Dayê beriya qala roja Fermanê bike, ji me re hinek behsa pêvajoya beriya fermanê kir, behsa pêwendiya ol, bawerî û civakên cuda yên li Şengalê dijî, kir. Ji ber heta roja Fermanê ti pirsgirêka ol, bawerî û civakên dîtir bi hev re tinebû, berovajî bi hevre di nav aramiyê de jiyan e.
Dayikê destnîşan dike ku beriya fermanê ti dijminatî tine bû, cîranê hevdû bûn, diçûn mal û cejnên hevdû û bi van hevokan sedem û çavkaniya pirsgirêkên ku derdiketin holê vedibêje: “Ti pirsgirêka me bi civak, bawerî û olên din re tine bû, em hemû di nav hevdû de dijiyan. Bi taybetî cîranên me yên misilman hebûn, em diçûn malên hev, diçûn cejnên hev. Hin pirsgirêkên ku derdiketin jî ji aliyê Kesan ve bû ku qaşo pêşengên olî bûn, piraniya wan girêdayî dewletê bûn, daxwaz û armanca dewletê pêk dianîn. Wan kesan nedixwest ol, bawerî û civakên cuda ligel hev bijîn, hevdu nas bikin, xwedî li hev derkevin, ji bo vê her tiştî dikirin. Ger ne ji wan ba ti pirsgirêkên civakên cuda bi hevdu re tine bû.”
Baweriya bi Pêşmergeyan û Xiyanet
Piştre dayik hinekê disekine û berê xwe dide rojên pêşî yên Fermanê. Ji sekin û rûyê dayikê diyar bû ku hê jî birînên Fermanê wek rojên destpêkê nû ne û xwîn jê diherike. Piştî bêdengiyeke dem kurt dayikê ji kûr ve axînek kêşa û dest bi vegotina roja fermanê, xiyaneta PDK û reva 12 hezar pêşmerge û hêzên Iraqê, bêdengiya cîhanê û hatina Derwêş û Edûlêyên hemdem kir.
Heta roja Fermanê civaka Êzidî bi pêşmergeyan bawer bû ku dê li dijî her êrişê wan biparêzin. Lê roja fermanê bi çavên xwe îxanet û reva pêşmergayan dîtin ka çawa wan di lepê çeteyan de dihêlên. Dayik wiha behsa baweriya xwe ya bi pêşmergeyan û xiyaneta wan dike: “Beriya Fermanê me her digot dê pêşmerge me biparêzin, lê wekî em fikirîn nebû. Beriya her kesî ew reviyan, bêyî guleyekê biteqînin. Roja fermanê dema pêşmerge reviyan me jî da dû wan, lê pêşmergeyan ji ber ku me da dû wan bi me re şer kirin. Ji bo em paşve vegerin zext li me kirin, lê em venegeriyan. Ger em vegeriyaban em ê dîl ketiban destê çeteyan. Ji xwe armanc ji reva pêşmergeyan jî ew bû, dixwestin em bikevin destê çeteyan û bêne qetilkirin. Wek civaka Êzidî me baweriya xwe bi parastin û hêza pêşmergeyan dianî. Heta kurekî min jî pêşmerge bû, lê dema me rastiya PDK û pêşmergeyên wê dît, kurê min ji ber îxaneta ku PDK’ê li me kir, nedizanî çi bi bike û her digot çawa em hiştin û reviyan.”
Şengal wêran bû, lê Êzidî li ser piyan man
Bi hezaran Êzidî piştî îxaneta PDK, bêhêvî, bi dilşikestî û bi trajediyên mezin an berê xwe dan Rojava yan jî Başûrê Kurdistanê. Dayê Xemsê jî bi malbata xwe ve berê xwe dide Başûrê Kurdistanê. Piştî du salan li Kampa Dawidê ya girêdayî Şêladizê dimîne, di sala 2017’an de vedigerin Şengalê. Dayê dema vedigere Şengalê li beramberî xwe bajarekî wêrankirî, talankirî û şewitî dibîne. Ev rewşa Şengalê dilê dayê pir diêşîne. Ji ber bi çavê xwe dibîne ka îxaneta PDK’ê çi bi serê civak û bajarê wê aniye û bi vê hevokê giringî û pêwistiya xweparastinê tîne ziman: “Ger roja Fermanê çekên me heban, rêxistinbûneke me ya xurt heba fermaneke bi vî rengî nedihat serê me. Lê nebûn û sedema nebûna çek û nezaniya xweparastinê bû sedema trajediya herî mezin a vê serdemê.” Dayikê li ser pirsa me ya ‘roja Fermanê û piştî Fermanê dema we ji pêşmergeyan hesabê çima we em hiştin û reviyan pirsîn çi gotin, wiha bersiv da: “Piştî Fermanê me ji pêşmergeyan pirsî çima we em hiştin, wan jî sûc û berpirsyarî diavêt ser tirkan, wekî ku ti sûcê wan tineye nîşan didan, îxaneta xwe wisa vedişartin. Lê em baş dizanin ji ber baweriya me Şengal û em firotin, îxanet li me kirin û em di destê çeteyan de hiştin. Êdî em ne Êzidiyên beriya Fermanê ne, em êdî dost û dijminê xwe baş dizanin û nas dikin. Êdî ti kes nikare me bixapîne.”
“Ji derveyî hêza me ti kes nikare me biparêze”
Piştî fermanê û dîtina îxaneta ku hatî kirin, civaka Êzidî fêm kir ku ji derveyî hêza wan a leşkerî û hêza wan a parastina cewherî kes nikare wan biparêze. Encax ew bi xwe dikarin parastina xwe û axa xwe bikin. Ji ber vê di nav şer de Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) ku tev ji keç û xortên Êzidiyan pêk tê, hat avakirin û roj bi roj ev hêz mezin bû û hê jî mezin dibe. Têkildarî avakirina hêza ku ji keç û xortên Êzidiyan pêk tê, dayika Xemsê hestên xwe bi van hevokan tîne ziman: “Niha hêza me ya ku ji zarokên me pêk tê heye, pişta me rast e. Êdî em ê weke berê nerevin, em ê xwe û axa xwe biparêzin. Em dost û dijminê xwe êdî baş nas dikin. Êdî em ne Êzidiyên berê ne, niha YBŞ, YJŞ û Asayîşa me heye, êdî ji derveyî hevalan û hêza xwe em baweriya xwe bi ti hêzeke din naynin.”
‘Dema me heval dîtin dilê me şa bû’
Dayik û malbata xwe yek ji wan malbatan e ku beriya Fermanê Tevgera Azadiya Kurdistanê û Rêber Apo nas kirine. Derbarê dîtina Gerîlayên Azadiyê û bihîstina Rêber Apo de dayê Xemsê wiha hestên xwe tîne ziman: “Em bi malbatî ji beriya Fermanê hevalan nas dikin. Jixwe piştî Fermanê gelek ciwanên me jî ji bo parastina ax û baweriya xwe tevlî Tevgera Azadiyê bûn û şehîd bûn. Rast e beriya Fermanê me navê hevalan bihîstibû, me dizanî ji bo çi şer dikin. Lê heta roja Fermanê me wisa rasterast heval nedîtibûn. Dema me destpêkê heval dîtin em gelek kêfxweş bûn, dema me heval dîtin dilê me bi wan şa bû. Bi taybetî jinên di nav hevalan de pir bala me dikişand. Wisa jixwe bawer, xwedî hêz û sekneke xurt bûn. Vê bala me dikişand û me digot çawa dibe jin wisa şerker û xwedî hêz bin. Ji aliyê din, dema min Rêbertî di televizyonê de didît ez gelek kêfxweş dibûm, ji ber min cara yekem didît û dibihîst ku kesek behsa jin û civaka Êzidî dike. Vê bandoreke gelek erênî li ser min û li ser civakê dikir, bi taybetî jî li ser jinan.”
‘Pêşketina jinên Êzidî min kêfxweş dike’
Wekî me got bi taybetî şervanên jin ên ku li dijî çeteyan bê tirs şer dikirin û qehremaniyên mezin nîşan didan, bala civaka Êzidî bi taybetî jinên Êzidî kişand. Jixwe piştî Fermanê bi sedan keçên Êzidî tevlî hêzên xwe yên parastinê bûn û mil bi mil bi şervanên azadiyê re parastina ax û baweriya xwe kirin û hê jî dikin. Têkildarî tevlîbûna jinên Êzidî yên qada leşkerî, pêşketin û parastinê, dayik van tiştan tîne ziman: “Dema ez pêşketina jinên Êzidî dibînim, dema dibînim dibin fermandar û tevlî hêzên leşkerî dibin, ez gelek kêfxweş dibim. Ger beriya Fermanê wisa ba, ewqas jinên me dîl nediketin destê çeteyan û Ferman evqas giran nedibû. Ji xwe beriya Fermanê wek jin me ciheke cuda nedîtibû, ji derveyî mal û ber deriyê xwe me ti derî nas nedikir û nedîtibû. Heta me nedizanî derveyî mal û ber deriyê me dinyayeke din jî heye. Niha ez ji zarokên xwe re bi taybetî ji keça xwe re dibêjim xwe pêş bixin, xwe zane bikin, dinyayê nas bikin û fam bikin da ku bikarin li dijî her êriş û zextan li ber xwe bidin û xwe biparêzin.”
‘Ne tenê PDK dewleta Iraqê jî reviya’
Roja fermanê tenê PDK nereviya, Şengal û civaka Êzidî di destê çeteyan de nehişt, li kêleka PDK dewleta Iraqê jî bi hemû hêza xwe ji Şengalê reviya û Êzidî di lepê çeteyên hov de hişt. Ji ber vê, civaka Êzidî dewleta Iraqê jî wek berpirsê Fermanê dibîne û dibêje lewma heta niha jî Iraq Fermana li ser civaka Êzidî pêk hatî wek jenosîd qebûl nake. Dayik di vê mijarê de jî wiha dibêje: “Ji ber Iraq jî berpirsê Fermanê ye lewma jenosîdê nas nake, dizane ger nas bike dê ew jî hesabê Fermanê bide. Iraq ji bo Şengal ji nû ve şên nebe jenosîdê nas nake û hevakarê dewleta Tirk û PDK’ê ye. Ji ber me bi çavê serê xwe dît dema Fermanê tenê pêşmerge nereviyan hêzên Iraqê jî reviyan, em neparastin û di lepê çeteyan de hiştin.”
“Em ê dest ji axa xwe bernedin”
Di axaftina xwe de dayik destnîşan dike ku hê jî xeterî li ser Şengalê heye û wiha dibêje: “Divê hemû Êzidî bi keç û xortên xwe ve Şengalê biparêzin, çi dibe bila bibe divê dest ji axa xwe bernedin. Encax em dikarin bi berxwedanê axa xwe û xwe biparêzin.” Êzidî ji Fermana 74’an ev dersa giring derxistin; Ji bo parastina hebûn, ax, çand û baweriya xwe yekane tişta ku divê bê kirin avakirina rêxistinbûneke xweparastinê ye. Ev yekane rêya mîsogerkirina jiyana wan e. Tenê Êzidiyên ku xwedî rêxistinî û ji her pêşketinê re amade dikarin li ser piyan bimînin û hebûna xwe biparêzin. An wê nikaribin xwe ji tinebûnê xilas bikin. Dayikê ji bo vê jî ev tişt anî ziman û wiha bang li êzidiyên li derveyî Şengalê kir: “Divê Êzidiyên derveyî Şengalê ji bo parastina ax û baweriya xwe vegerin Şengalê. Êdî ne em ne jî rewşa niha wek a sala 2014’an e. Êdî Êzidî zana bûne, dijminê xwe nas dikin û hêza me heye. Êzidî bi destê xwe axa xwe neparêzin ti kes nikare Êzidiyan û Şengalê biparêze. Encax em dikarin xwe biparêzin.”
