Ji Leyla Qasim heta Şîrînan…

- Site varsayılanı
774 views

leyla qasim 2Beriya Besêyan bi hezaran qehremanên bê nav ên jina kurd bi Sema, Çîçek û Arjînan berdewam dike. Dema em behsa dîroka zindî dikin em nikarin behsa qehremantiya Leyla Qasim ya li hemberî rejîma Baas nekin û yan jî nabe ku mirov behs neke. Leyla di welatê xwe de wek jinek kurd tekoşîna kurdbûnê da. Hertim komkujiyên li vir ji dil his kiriye. Bi komek hevalên xwe yên li zanîngehê ji ber ku êşa gel dikşand, qebûl nedikir, tevlî rêxistina ciwanan bû. Di sala 1974’an tevlî 4 hevalên xwe tê girtin. Li gel ku temenê wê ciwan jî bû lê xwedî wê seknê bû ku cesaret dida derdora xwe. Leyla Qasim mînaka wêrekiya jina kurde. Wêrekiya wê Celadên wê jî dide şermê. Ti caran poşman nabe û dibêje ku tenê ez ji tiştekî poşmanim û divê gel min biborîne, ew jî ewe ku min baş xizmet nekir û hatim girtin. Ti caran ji berxwedaniyê paşde vengeriyaye. Dema ku diçe ber darê îdamê bi gotina ‘Bijî Kurd û Kurdistan’ dîrokê ew wek Leylaya qehreman, keça serhildêr a kurd, nivîsand. 36 sal piştî darvekirina Leyla Qasim dîsa li Îranê di meha Gulanê de jinek kurd û 4 hevalên wê ber bi darê îdamê ve çûn. Şîrîn Elemholî bi Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî û Elî Heydariyan re bê ku cezayê wan ji aliyê dîwana bilind ve were erêkirin, piştî ku tê tecazukirin di 9’ê Gulana 2010’an de tê darvekirin.

Şîrîn Elemholî jî li Îranê ji bo ku bibe hêviya jinên ku di bin zextên Îranê de ye, hemû emrê xwe danî holê. Dema ku xebatên jinan li Îranê dimeşîne ji aliyê hêzên rejîmê ve tê giritn. Li hemberî her cure şikenceyan ruhê xwe yê berxwedêr wenda nake. Li gel 4 hevalên xwe bi sirûda ‘Ey Reqîb’ ber bi darê îdamê ve diçe. Lê çavê wan li dawî nemaye ku li pişt xwe mîraseke azadiyê bi cih hiştine û bi vî awayî tevlî karwanên şehîdan dibin. Yekane îfadeya evîna azadiyê hilbijartina rêya mirinek bi vî rengî ye. Bi mirina xwe bûne parek ji civaka azad û bi wê zanebûnê ber bi mirinê ve meşiyan.

NAMEYA ŞEHÎD ŞÎRÎN ELEMHOLÎ

Ev 3 sal in ez girtî me. Ev 3 sal di bin şert û mercên giran de derbas bû. Ez pişt hesinên girtîgehê de 2 salan bê parêzer hatim girtin. Di bin îşkenceyên pasdaran de rojên pir bi êş derbas bûn. Di vê pêvajoyê de derbarê dadgehê de min xwest bêm agahdarkirin, lê ev daxwaza min her tim bêbersiv hate hiştin. Piştî darizandinê bi awayekî bêdadî derbarê min de biryara îdamê hate dayîn. Sedema girtina min çi ye? An jî ez çima ber bi îdamê ve diçim?

Gelo sedema vê yekê kurdbûna min e? Ger wisa be ez dibêjim ku ez weke kurd ji dayik bûm. Ji ber kurdbûnê di nava jiyanake biêş de ji her tiştî hatim mehrûmkirin. Zimanê min kurdî ye, ez bi vî zimanî bi malbat, heval û nasên xwe re diaxivim. Min bi vî zimanî bi wan re têkîlî danî û ez bi vî rengî mezin bûm. Ev rê bû pira têkîliyên min. Niha jî axaftina bi vî zimanî hatiye qedexekirin. Ez nikarim bi zimanê xwe bixwînim û binivîsînim. Ji min re dibêjin kurdbûna xwe înkar bike. Ez jî dibêjim ku heke ez tiştekî wisa bikim ez ê hebûna xwe înkar bikim.

Sirin elemhuli 2Îşkenceya ku we li min kir bi şevan bû kabûsê min. Şopên darbeyên ku we li serê min daye hêjî heye û bandorê li ser min dike. carnan bi seatan li ser hişê xwe diçim û hema wisa dimînin. Li gel ku min beriya niha daxwaza berçavkê kiribû ku ji ber şikenceya serê min, bandor li çavê min jî kir, lê daxwaza min nehate pêkanîn.

Van şikenceyan li hemberî hemû zarokên kurdan dikin. kesên wek Zeyneb Celaliyan û Ronak Sefarzade û gelek kesên din. Dayikên kurd hertim zarokên xwe meraq dikin. Dema ku telefon lê dide hertim bi tirsa agahiya ku zarokên wan hatine darvekirin bibîhîzin dijîn. Di 2010’an de piştî lêpirsînê min careke din şandin Girtîgeha Evînê. Xwestin ez bi wan re bikevim nava hevkariyê. Gotin dê li hemberî vê yekê cezaya darvekirinê rakin. Dadger ji min re got ku meyê par te berda lê ji ber ku malbata te alîkarî nedaye, niha tu li virî. Dadger got ku Ez wekî girtiyeke di destê wan de heta ku armanca wan pêk neynim min bernadin an jî dê darve bikin. Dadger wiha got: ‘Ti caran azadî nîn e!’

Serkeftin

03.05.2010. Şîrîn Elemhulî