“Jin, jiyan, azadî” û ekolojî

- Dengîr Güneş
188 views
Tevgera Azadiya Jin a Kurdistanê bi armanca ku şoreşa jinê pêk bîne dest bi sedsala 21’emîn kir. Li ser mîratê dîrokî ya têkoşîna jina Kurd li Rojava bingeha vê şoreşê danî û gavên mezin avêt. Niha jî bi pêngava “Bi jin, jiyan azadiyê ber bi şoreşa jinê ve” têkoşîna gerdûnî ya jinê û biryardariya vê şoreşê xurttir dibe. Lê belê tevî azadiya jinê, yek ji mijara ku çarenûsa vê sedsalê diyar bike jî ekolojî ye û pêwîstî bi şoreşeke ekolojîk heye. Weke jin di vê mijarê de jî yên ku rojên pêş diyar bikin em in. Nexasim jiber ku tevgera azadiya jin xwedî paradîgmaya ekolojîk e, divê pêşengiya vê têkoşîna ekolojîk jî bike.

Jixwe yekbûna jin û jiyan ku çavkaniya sereke ya azadiyê ye, eger ne li gorî zanistiya ekolojîk be, ne bi kêrî jinê, ne jî bi kêrî civakê tê. Jin û jiyan encex li gorî pîvanên civaka ekolojîk dikarin bi awayekî rast hevdû temam bikin, hevsengiyê çêbikin. Ji bo jiyaneke ekolojîk jî berî her tiştî divê jin bi cewherê xwe dest bide jiyanê û xwedî li xwezayê derbikeve. Encex wê demê jiyan û azadî bi rengê jinê şîn bibe. Qûtbûna di navbera însan û xwezayê de ku berî bi hezaran salan bi desthilatdarî û silta li ser jinê dest pê kiriye jî, encex bi têkoşîna ekolojîk a jinê dikare ji holê rabe.

Dostên xwezayê li kû ne?

Bi destê zilam li hemberî jinê û xwezayê şerekî dijwar û bê navber dewam dike. Ev rewşa xeter ji bo her kesî berpirsyariyan ferz dike. Lewma berî her tiştî li hemberî vê tarîtiya desthilatdariya zilam weke kesên azadiya jinê û jiyaneke ekolojîk dixwazin divê em van pirsan jî bikin: Li dijî qirkirina jinê û ekolojiyê ku du pirsgirêkên sereke yên vê sedsalê ne, gelo em têkoşîneke bi hêz û têrkêr dimeşînin? Di vê mijarê de astengiyên me çi ne? Em çawa dikarin asta têkoşîna xwe bilind bikin? Ji bo pêşîgirtina vê qirkirinê divê em çi bikin? Her weha lazime em bersîvekê bidin vê pirsa girîng jî: Weke tevgerên çep, sosyalîst, şoreşger, femînîst û parêzvanên mafên mirovan ku em xwe weke dijberên pergala kapîtalîst binav dikin, em çiqas alîgirên xwezayê ne û ji bo xwezayê çiqas têdikoşin? An jî dostên xwezayê kî ne û li kû ne? Şer, tundî, pirsgirêk û karesatên roj bi roj zêde dibin eşkere dike ku di van mijaran de em erkên xwe bi cîh nayenin. Mixabin xweza li hemberî kiryarên hovane yê însan bê parastin û bi tenê hatiye hiştin. Lê weke tê zanîn, tûndiya li dijî jinê û xwezayê jî ti carî bi wê derê û wê demê re sînordar nemaye. Ne tenê niha, ev rastî ji serdema ku nirxên pîroz ên jinê, 104 Mê’yên Înanna hatiye dizîn û desthilatdariya mêr a dijberî jinê dest pê kiriye heta îro her weha ye. Li cihekî jin û xweza ziyan bibîne an wenda bike, li wir civak û siberoj jî bi her awayî wenda dike.

Pergal êrîşî xweza, jin û kedê dike

“Xweza”, “jin”, “ked” û azadî nirxên sereke yên jiyanê ne. Ji ber vê yekê pergala serdestiya mêr tim êrîşî van kiriye û bi polîtîkayên dijminane a rantxur û kapîtalîst dagirkeriya xwe berfireh kiriye. Ev her çar qadên mêtîngeriya pergalê, ji bo me jî qadên bingehîn yên têkoşînê ne. Jixwe di vê dagirkeriyê de hişmendî û rêbazên desthilatdariya zilam yê li dijî jinê û xwezayê bikar tîne jî yek in. Ev desthilatdarî weke jinê, xweza jî weke mal û milkê xwe dibîne. Aqilê zilam bi piştgiriya dewlet, ol û hiqûqê li ser civak, jin û xwezayê qirkirineke bê serûber dimeşîne û vê rewa nîşan dide. Pirtûkên olî jî însanê zilam weke zindiyê herî bi nirx pênasekirine û bi vê yekê ji tûndî û serdestiyê wî re bingeh danîne. Lewma îro zayendîperêstiya civakî ya li dijî jinê û hemû şêwazên tûndiyê ku di encama vê têgihiştinê de rû didin, pirranî weke sûc naye dîtin. Di heman demê de tûndî û qirkirina li dijî xwezayê jî weke sûc naye qebûl kirin. Berovajî vê, ji bo karibin van sûcan hesantir û berfirehtir bikin heta dawî destûr tê dayîn. Ev nirxên pîroz, ji bo hegemonyaya zilam qadên sûc yên bingehîn in û bi hezaran salan beyî ku ti hesabê bide dagirkeriya xwe kûrtir dike.
Pergala serdestiya zilam ked jî ji cewherê wê dûr xistiye û weke çekekî li dijî xweza û mirovahiyê bikartîne. Ji dîrokê heta îro keda ku bi kêrî axê û xwezayê hatibû bi kêrî mirovahiyê jî hat. Şoreşa çandiniyê ku bi ked û pêşengiya jinê pêş ket bi vî awayî xwe gihand hemû mirovahiyê û berhemên xwe yê bê hempa afirand. Ked tim bi axê re dostanî kir; berhemên wê pîroz dît, xwedî li wan derket, ev ji nû ve afirand û dewlemend kir. Lê dûrketina însan a ji xwezayê hişt ku ked jî bibe “meta” û were firotin. Ji ber dagirkeriya kûr a pergala kapîtalîst êdî îro ked jî dijberî axê ye û xwezayê tine dike. Hemû zanist û karên ku kedeke mezin dixwazin di bin desthilatdariya pergalê de ne û xizmetî berjewendiyên kapîtalîzmê dikin. Bi şêwazên cûda di vê talan, sûc û dijminahiya xwezayê de cîh digirin. Lê ji bo jiyaneke azad û ekolojîk, pêwîste ev xiyaneta kedê jî bi dawî bibe. Weke şoreşa çandiniyê jin îro jî divê xwedî li kedê derbikeve û dostaniya di navbera xweza û însan de ji nû ve ava bike. Ev şêwaza ku wekê têkîliya di navbera dayîk û zarok de tê pênasekirin, bi hêz û pêşengiya jinê dikare ji nû ve were sazkirin. Encex dema me pêşî li vê xiyanetê girt em dikarin behsa keda azad, rast û exlaqî bikin. Jiyaneke azad ku em ji bo wê têdikoşin jî bi rêzdari û danûstandineke rast a bi wezayê re mimkûn e. Ev di heman demê de rêya xwebûna me, azadiya me jî diyar dike.

Tevgereke şoreşgerî ya ekolojîk

Weke azadiya jinê di têkoşîna ekolojiyê de jî her gava ku jin biavêje wê di jiyanê de encaman girîng bi xwe re bîne. Li hemberî van qirkirinan parastina rewa û helwesta civakê pêş bixe. Têkoşîneke radîkal û alternatîf a di çarçoveya ekolojî, ked û azadiya jinê de were dayîn, dikare ji bo pirsgirêkên têvgerên ekolojîk ên weke marjînalbûn, elîtbûn, bi pergalê re sînordar mayîn û hwd. re jî çareseriyê bîne. Jixwe rewşa heyî jî vê bi her awayî ferz dike. Ji ber ku ev qirkirin hemû qadên jiyanê daye ber xwe û ji bo me ji bilî têkoşînê ti rêyeke din jî nemaye. Ev ne tiştekî weha ye ku em li gorî daxwaza xwe bibijêrin. Ji bo siberoja me weke wezîfeyekî wîcdanî, mîrovahî, welatparêzî û azadiyê her li pêşiya me ye. Bê guman, hêza jinê heye ku bi van erkan rabe. Li gorî asta zanistî, rêxistinbûn û têkoşîna jinê ya îro xwe gihandiye em dikarin vê jî bi awayekî zelal bêjin: Çawa ku di 1968’an de tevgerên ciwanan ji bo têkoşîna ekolojîk bingeh danîn, di sedsala 21’emîn de jî jin xwedî wê hêzê ne ku dikarin ji wê demê qat bi qat zêdetir pêşengiya civakê bikin, rol bilîzin û serbikevin. Ji bo têkoşîna ekolojîk îro jî pêwîstî bi tevgereke şoreşgerî heye û encex jin dikare pêşengiya vê bike. Yekbûna xweza û jinê ya li hemberî desthilatdariya zilam wê êniyên me yên têkoşînê jî berfirehtir bike û bi her awayî hêz û piştgiriya me xurt bike. Em jibîrnekin ku di her demê û her cihî de dema jin serî netewandiye, bi zanîstî û rêxistinî tevgeriyaye li wir bi ser ketiye. Eger jin di têkoşîna ekolojîk de jî ev hêz û potansiyela xwe bide der dikare pêşî li vê qirkirin û kareseta ekolojîk bigire.

Xweza jî divê azad bijî

Ji ber vê yekê di sedsala 21’emîn de têkoşîna bi armanca şoreşa jinê tê meşandin, divê bi her awayî li ser hîmê têkoşîna ekolojîk pêş bikeve. Xweza li hêviya zarokên xwe yên bi wîcdan û henûn e. Li benda zanistî, hêz û hezkirina jinê ye. Li hemberî kûjerên îro yên ku weke Mardûk dayika me xwezayê parçe parçe dikujin, herî zêde jin dikarin xwezayê fêhm bikin, mafê xwezayê biparêzin û jê re bibin mertal. Naxwe di encama vê qirkirinê de ya li pêşiya me ne tenê şikestinek, bi her awayî tinebûn û dojeh bi xwe be. Li hemberî vê rewşa heyî, “Jin, jiyan, azadî” ku li gorî haqîqeta gerdûnê ye, rêyên çareserî û xweşikbûnê nîşan dide. Ji ber vê weke formûla bi sehr hate pênasekirin. Lê weke tê zanîn, heqîqata gerdûnê jî di xwezayê de veşartiye. Jin çiqas bi vê haqîqatê re bibe yek wê ewqas pêş bikeve, serbikeve, xwe nêzî azadiyê bike û deriyê azadiyê li mirovahiyê jî veke. Şoreşa vê sedsalê rih, zanîstî û rêxistinbûneke weha dixwaze. Dirûşma “Jin, jiyan, azadî” ku li hemû parzemînên cîhanê olan dide, encex bi vî rengî dikare xwe bigihîne armancên xwe. Ji ber vê, pêwîst e em ji bo xwezayê jî jiyan û azadiyê bixwazin. Divê em bizanin ku eger xweza neyê parastin ne jiyan û azadî, ne jî warekî em vê şoreşê li ser ava bikin bimîne. Her çiqas weke peyv em di vê dirûşmeyê de bilêv nekin jî di cewherê wê de ekolojî heye. Lewma dema em dibêjin “Jin, jiyan, azadî” û bi vê armancê têdikoşin divê di dil, zanistî, rêxistinbûn û xebatê de jî her ekolojî hebe. Ji xwe weke di paradîgmayê de jî cîh digire, ev nirx ti carî ji hev qut nabin û pirr li hev jî tên; “Jin, jiyan, azadî” û ekolojî!..